Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 42

Warning: Undefined variable $sec_key in /home/komunar/public_html/ku/parastin.php on line 43

Warning: Undefined variable $rootPath in /home/komunar/public_html/ku/includes/settings.php on line 49
HEVSEROKATİ SAZÎ BÛYÎNA HEV JİYANA AZAD E | Komunar.NET

HEVSEROKATİ SAZÎ BÛYÎNA HEV JİYANA AZAD E

10 Sibat 2014 Duşem

Pergala hevserokatî, di qadên siyasî de vîna jin çalak kirinê armanç dike. Ev gotin di siyaseta heyî de weke ku vîna zilam azade derdixistin holê. Ev bi xwe re xapandinên mezin dide ava kirin.

Dilzar DÎLOK

Bi pêşketina şoreşa rojavayê Kurdistan re danezanîna kantonên xweser û her wiha hilbijartinên ku li bakurê Kurdistan û Tirkiyê di rojevê de ye, di van rojan de em li ser rêveberiyên xwecihî û pergala hevserokatiyê bi şêwayek berfireh nîqaş dikin. Mijara ku herî zêde em bal bikişînin û li ser nîqaş bikin, mijara hevserokati û pênase kirina vê mijarê ye. Hevserokatî çiye? Çima pêwîstî bi rêbazek wiha hat dîtin? Pergalekî çawa ye û ev pergal wê çawe jiyanî bibe. Di derdora van pirsan de bersiv dayîn wê pêngavên ji bo ava kirina civakek û pergalekî azad be.

Pergala hevserokatî, ava kirin û pratîk kirina paradigma ya ekolojik azadiya jin û civakê ye. Zihniyeta netewa demokratîk bi ava kirina pergala hevserokatî em dikarin bibêjin wek rêbazek were dest girtin. Ava bûna xweseriya demokratîk bi pergala hevserokatiyê pêk tê. Ji bo civakek ekolojîk û demokratîk, şertên yekemîn bi ava kirina pergala hevserokatiyê re civakek alîgirê azadiya jin dane ava kirin û berbi serkeftinê ve gav avêtinê gengaz e.

Kesên ku nikarin bibin alîgirê azadiya jin, nikarin demokrat bibin. Cure mirov eger di nêzîkatiyên xwe de zanistek ji bo azadiya jin nikaribe bide ava kirin wê demê nikare li hember zindiyên din jî nêzîkatiyek azadîxwaz pêşbixe û bibe alî gire azadiyê. Ji ber ku jiyan heqîqete heqîqet jî yekpareye. Di tekoşîna rizgariya Kurdistanê de, rêxistina ku bi şêweyê rêgezî de kota jin dane rûnişkandin, di pergala hevserokatiyê de êdî ev wê were derbaz kirin û wê rêxistina xwe li ser van ava bike.

Pergala hevserokatî ne tine rengê jin derbaz kirina siyasetê ye. Di aliyê bîyolojîk de ketina jinê ya nava siyasetê ji bo azadiya civakê têra nake. Di heman demê de cihana ku çand û zihniyeta desthilatdar ya zilam ku ew qas hatiye dorpêçkirin de ji bo rengê jinê bizîvire bê rengiyê di her dem û her cihî de hevgirtina zihniyeta zilam wê amede be. Di pergala hevserokatî de hem jin hem jî zilam wê fer bibe bi hevre siyaset bi meşînin û rêbaza ku bi jin re xwe gihandina heqîqet a mirovbûnê ye.

Pergala hevserokatî, di qadên siyasî de vîna jin çalak kirinê armanç dike. Ev gotin di siyaseta heyî de weke ku vîna zilam azade derdixistin holê. Ev bi xwe re xapandinên mezin dide ava kirin. Zihniyet û feraseta siyaseta dewletî zilam bê vîn kiriye. Pêwîstiya zilam bi îrade bûyînê heye. Di heman demê de pêwîstiyên jin jî bi îrade bûyînê heye. Hevserokatî rêbazek ku her dû zayend bi îradeyek azad xwe tevlî siyaset bike ye.

Pergala hevserokatiyê, ne rêbaza rêveberiya ku jinek û zilamek ava kirinê ye. Pergala hevserokatiyê jin û zilam bi hev re kerî bûn, bê îrade bûyînê qebûl nake û rengê xwe di nav rengê desthilatdar de winda nake. Rengê xwe pêş dixe pergalekî kolektîf, bi pergala heyî re ava kirina jiyanek azad e. Jin di siyaseta xwe ya çalak de, bi zilam re di nav hevsengiyek de, derxistina heza civakê û pênase ya wê derxistina holê ye.

Pergala hevserokatî, pergala dayîktî ya civakê ye. Ji bo her kesayetek bi karibe civakê hembêz bike, pêwîste hestên dayîkê jiyan bike. Endamên ku ji bo hevserokatiyê xwe eşkere kirine, her yek ji wan pêwîste feraseta dayîktî ya civakî di xwe de bide ava kirin. Pêwîste ev pêk were, ji bo kar kirin û bûna bersiva daxwazên civakê, ji bo karek bi wete ev nêzîkatî dane raber kirin şert e.

Ji bo bûyîna civak, rêgez û rêzikeke bingehîn bi hev re bûyînek azad e. Dî destpêka dîroka mirovahiyê de heye roja me bi hev re bûyîna mirov bi mirov re ne tenê biyolojîk e, di heman demê de ji bo jiyanek bi wate û mayînde yekgirtin û bi hev re buyînek çandî hatiyê hûnandîn. Li ser van bingehan jiyana civakî hatiye pêş xistin. Ava kirin û pêşxistina jiyanê, tê wetaya wek cûreyek berdewam kirina xwe, domandin xwe û serkeftina xwe li ser piyan girtinê. Çanda xwe pêşxistin û domandin û xwe gihandina çarçoveya teorîk, bingeha ava kirina mirovahiyê û gihandina form-şêwe bi çanda dayîka –xwedawend bi civakbûyînê re têkildare.

Kesên ku xwe ji bo hevserokatiyê endam dibînin, berî her tiştî pêwîste xwe ji zihniyeta kapîtalîst modernîte, dewletî, zihniyeta desthilatdar û hiyarerşî qebûl neke û xwe ji vê feraset û zihniyetê rizgar bike. Ji bo vê yekê hevserokatî ji serokatiyek rêzê wêdetir îfadeyek xwe cuda ye. Bi civaka xwe re li ser bingehê peymana hevjiyana azad e. Her endamek pêwîste ji navendî bûnê dûr bisekine. Ji bo jiyaneke hevbeş, wekhev, îradeyek hevbeş çawe were ava kirin derxe zanabûnê. Hemû pirsgirêkên civak, deronî ya civak, nêzîkatî û rêbaza ku were raber kirin, bersivên ku werin dayîn pêwîste ji niha de bingehek wê were ava kirin.

Di bersiva van pirsan hemûyan de, hevbeş bûna ku were pêş xistin wê di hevjiyana azad de bibe xeleka bersiva herî sereke ya ava kirina civakê.

Di hilbijartinan de serkeftina ku gelê me dê pêşbixe û bigihîne serkeftinê wê li ser van bingehan be.

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41

Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42