Lİ KURDİSTANÊ ERKA HUNER Û GELALA ROMANEKE ŞOREŞGER-2
11 Sibat 2014 Sêşem
Roman, di derbarê diviyaye çawa bibe de xeyal û gelala xwe dixe dewrê. Îdealîzm, xîret û azweriyan tîne ziman. Baş e, bi tevahî ev e, yan na? Naxêr! Zîldayîna rastînekê heye; heya ku ev zîldayîn neyê dîtin, nivîsandina romaneke rasteqînî gengaz nîn e
Abdullah OCALAN
Ku qonax baş neyê vekolandin kesayet baş nayê dahûrandin
Ev têkoşîn di heman demê de şerê hestan e. Hezkirin dikeve hundirê vê, weke derbirîna ponijîn evîn dikevê; wekî din nîşanên kerbê û heta xiyanet tê vegotin. Dîsa têginên kirêtî û xweşiktî dikevin dewrê. Tîpên berwenda û qehreman tê pêşxistin. Ev tev hinek jî bi razberkirinê ve tê çêkirin. Yanî di bingehê çavderiyê de şûna yek bi yek kesayet bê vegotin, hindik zêde hemû kesên ku tevlî pêvajoyê bûne taybetmendiyên wan yên hevbeş di romanê de tê vekirin. Ev razberkirinek e. Ji şênberiyê razberkirin, ji asta razberkirinê jî tim û tim daxistina takekesan û pêşketina dema bê bi çavderiyê sepandin, dibe teknîka romanê. Her wiha hinek hêman di hinek qonaxan de bi ponijîn tê vekolandin. Ku qonax baş neyên vekolandin, hêman jî baş nayên vekolandin. Heta hinek aliyên hêmanan, di hinek qonaxan de zêde tê vekolandin. Di hinek qonaxan de ji wana berhem namîne. Yek jî têkilhev tê vekolandin. Yanî vekolandinek tenê bi serê xwe ne pêşketina hestan e. Bandor û bertek di nava hev de ye. Rik, hezkirin; xafil, şiyar; şoreşger, dij-şoreşger di nava hev de ne. Dîsa tîpê bintûte û tîpê balkêş ku li hember wî derdikeve di halê pevçûnê de ne. Carna ev pevçûn gur dibe, carna jî gihanekê pêk tîne û ber bi çareseriyê ve diçe. Carna jî dixitime û dikeve nava qeyranê. Yek jî tê veguhertin. Hemin veguherînê dije. Dema ku vediguhere, carna tê qezenckirin, carna jî tê wendakirin. Carna tê derbaskirin, carna jî tê pîrozkirin. Weke ku têkilî û nakokî ji têkilheviyeke wisa difilitin, ber bi pergal û asteke pêşketîtir ve diçin, carna jî dikevin nava xeniqandinekê û dimirin jî. Pêwîst e Roman, di bingehê vê teqalê de bê gihandin derbirînekê.
Bi taybetî, di gelaleyê de mînakdayînê, min ji xwe da destpêkirin. Li ba vê yekê em kesên din jî didin axaftin. Wisa tê fêmkirin ku emê gelek kesan bidin axaftin. Her kesê ku diaxive, di kesayeta xwe de gelek rasteqînan tîne ziman; qasî aliyên bingehîn, aliyên talî jî datîne rastê. Qasî aliyên ku giştî bi xwe ve girê didin, aliyên eksantrîk jî hene. Lê bi sentezkirineke ku piştî van tevan bê çêkirin, em dikarin romanê şênber bikin.
Jixwe di romanan de bi giştî kes, viyan , hest û azwerî diaxivin. Ger ku em jî, bi vê wateyê takekesan bidin axaftin (bi taybetî ku ev hindik zêde giştîbûyînekî tînin ziman) ev azîneke rast e. Di virê de ya girîng ew e ku veqetandina tiştên bingehîn û talî bê çêkirin, yên bingehîn ê civakî-netewî û heta mirovanî bê dîtin, di nava kitekitan de neyê xeniqandin û yên zêde ne balkêş in, asta xwe ya temsîliyê nîn in, di nav re neyê heşandin.
Tebî hêza ziman û uslûp jî pir girîng e. Jixwe rola hunerê di virê de ye. Ev war, wareke ku pir afirandinerî dixwaze. Jiyana wê jî, hindek hunermendane ye. Vegotina wê jî, bêguman ê wê temam bike. Gelala tê pêşxistin jî, wê di vê çarçoveyê de be. Dema ku em, hinek tîpan di nava vê çarçoveyê de didin rûniştandin, em carna yên ji zindanê derketine jî didin axaftin. Ji ber ku yên ji zindanê derketine, hinek rasteqînên ku jiyane hene. Ger ku rasteqîna dijwar a zindanê neyê dahûrandin, hemû hest û asta jiyana wan bi tevahî aliyên xwe ve neyê ser ziman, roman nayê temamkirin, wê kêm bimîne. Her wiha dana axaftina yên ji zindanê derketine, pêwîst e bê domandin. Qasî gelek aliyên wan ên erênî, aliyên xeternak û rizî jî hene. Ji vana hinek tîp bi cinewirî, hinek tîp jî bi qehremanî derketin; vana daxistina rastê û dîtin pêwîst e. Yen ku li ser nave hest û azweriyan pergalê bi rengekê herî pûç dijin û pergalê dihebînin hene. Hem jî ew kesên ku vê bi rûpoşa şoreşgerî dikin, me dît ku ne hindik in. Wêjeyeke sexte ya zindanê, bêriya pergalê, hate xwestin ku li ser navê bêriya şoreşî daxînin rastê. Heta nepixandin û demagojî pir zêde ye. Ji ber ku jiyana pratîk û şênber nîn e. Bi vî awayî zemînê sextetiyê zêdetir xurt dibe. Pêwîsit e rexneya vê bê çêkirin û hê jî em li ser vê disekinin.
Ji vê zêdetir girîng pratîka çiya heye. Me hewl da ku, ev pratîka çiya qasî taybetmendiyên xwe yên paşdemayîkirin û wehşîkirinê, taybetmendiyên ku civakê ji hev vediçirîne û azad dike derxin rastê. Jixwe milîtanê çekdarî tê nirxandin. Milîtanê çekdarî kî ye, çawa ye? Heya niha jî dahûrîna wê weke peywireke girîng disekine.
Di nava partiyê de qasî ku derbirîna zanistî hatiye gihandin bo derbirîna taktîk, tê xwestin ku derbirîna wê ya wêjeyî jî pêk were. Dema ku em van hemûyan pêk tînin, di nava pêwendiyên sazgeha kevin de bi taybetî jî, damezraka malbatê û eşîriyê hate destgirtin. Çima? Ji ber ku ev der wek zindana giştî ya rasteqîna civaka me ye; warê kevneşopiya giştî û zincirbûna giştî ye. Di vê navberê de ji ber ku her çîn, tebeqe û hemû girseyên civakê dikevin dewrê, serûbin dibin, tê xwestin ku ew taybetmendiyên rewşenbîriya bajarî û taybetmendiyên gundîtî bê vegotin. Rewşenbîrê bajarî kî ye ango bajar çi ye? Em, ji vê dest pê dikin. Ev rewşenbîrên pêk hatine çi û kê temsîl dikin? Bi kevneşopiya me ve çiqas pêwendiya wan heye? Rasteqîna azad û welatparêziyê çiqas esas digire? Ji mêtîngerî, kemalîzm û dij-şoreşê çiqas bandor digire û wan çiqas esas digire?
Niha ev, di pêkhateyên bajarî de baştir zelal dibin. Gundî, zêdetir serdema navîn, heta gelek pêkhateyên jêderka serdema pêşîn temsîl dike. Alîyên xwe yên welatparêziya erênî hene. Bi axê ve girêdayî ye, hedarmend e. Lê zêde bi hundir ve hatiye girtin, di nava mercên paşdemayî de hatiye hiştin; weke ku nikare biaxive, nikare xwe bi ziman bike, hatiye rewşeke wisa; vê guzarişt dike. Vegotina vê teyisandinê ya di nava refan de tim tê çêkirin. Tîpên hîmî hene. Ew taybetmendiyê van ên ji afirandinêriyê dûr bûn, pir çewsandîner, sexbêr û belaşxur tên ser ziman. Dîsa dirêjahiya van ê piçûk û curbecur hene. Weke sermejiyê eşîrî, sermejiyê kevneperest û dîsa bi temen ve girêdayî welatparêzên kal û welatparêzên ciwan, hinek tîpên wisa jî anîna ziman mijara gotinê ye.
Dîsa wek bireke civakî tevlîbûna jinê û bandorên ku wê daye çêkirin hene. Di teşeyê azadiya jinê de ew tiştê ku em, di Kurdistanê de krîter û kategoriya herî girîng a azadiya giştî guzarişt dikin, derdikeve rastê; nirxandina wê tê çêkirin. Tê xwestin ku ji pirsa azadiya jinê çi ye? re bersîv bê dayîn. Tebî dema ku jin dibe mijara gotinê, de îcar dema tevlî şoreşê dibe bi hemû lewaziya giyanê, ka çi hatine teyisandin, ew dibe hêmaneke ku temsîla wê tîne ziman. Di ciyekî de ya herî xafîl, di ciyekî de ya herî xwerû, di ciyekî de jî weke tîpa herî sîketî viyana wê felç bûye. Ev dibe şêwaza ew tevlîbûn û kesayeta pir rajêr. Hemin bi hinek ciyan ve paldayî dibe xwedî meşekê. Weke tîpeke ku bi qeysikan dimeşe tê. Ango weke tîpeke pir hestiyar, pir bêpalpişt û pir bê amade ye. Ya herî girîng jî, weke zayendeke ku daraziyên nirxên civakê bi stemkarî li ser tê birêvebirin, tevlîbûneke wisa mijara gotinê ye. Ji nêzîkatiyên feodal, xwe ji meta-malbûyînekê wêdetir nikare bibe. Em azadbûyînê deynin aliyekê, xwe xistina mal aliyekê, ya xirabtirîn dibe tevlîbûneke ku teşeye herî zirav a malbûyînê ji xwe re peywir dihesibîne û diparêze.
Milîtan, di vê mijarê de rewşa herî sêr dije. Mebesta jinê ku jiyana xwe ya kevin di nava şoreşê de bi şêwazeke pir zirav wek malekê bêtir pêşketiye ajotin e. Jixwe romanek bi giranî dikare cî bide têkîliyên jin û zilam. Bi taybetî dixwaze têkilî û nakokiya wan bîne ziman. Bi rastî ji, di romana qonaxa şoreşê de, dixwaze têkiliyên damezraka malbatê, dixwaze têkiliyên di navbera du tîpên ku ji malbat û kevneşopiyê qut bûne bigire dest, em ji van re dikarin bibêjin teqala pêwendiyên di navbera wan tîpên ku şoreş ango dij-şoreşê diparêzin. Dema ku em hatina wan li hember hev û teşeyê têkiliyên wan digirine dest, di bingeh de em dibînin ku qasî şêwazeke zirav meşandina pergalê, bi zêdebûyîna têkiliyên mulkiyetdarî ku ne li ser bingehê keda azad, tevlîbûyîna azad e û xeternak e rû bi rû dimînin. Şêwaza têkiliyên fêodal di teşeyekê cuda de ku xwe dispêre kapîtalîzmê ango wek meta tê veguhêstin nav şoreşê, ji daxwaza xwe di gelek teşeyên curbecur de berdewamkirinê nêzîkatiya serdestî ya zilam, helwesta jinê bi şêwazeke zirav ku dixwaze xwe biha pêşwazî bike divê bê têgihîştin. Yanî yên mîna red, bertek û lewaziyên xwe bi rengekê xirab dayîn û her wekî din Bi rastî jî dema ku şênberiya Kurdistanê dibe mijara gotinê, mezin axayên malbatê hene. Malbat, bi palpiştiya pergala mêtîrgerî û hevkarmendiyê tê avakirin. Temsîla vê di jinê ango di bûyera zewacê de, bi taybetî rewşa zilam ya di nava malbatê de ku pir bêhevseng û bêberpirsiyarî ye, bi bandorên xirab têvlîbûna wî nava şoreşê, dîsa koledariya jinê û şêwaza ku pir girêdayî ye, di bingeh de ev şêwaza nêzîkatiyê ku baş nehatiyê dahûrandin û ronahîkirin jiyanê pir gef dike.
Nêzîkatiyên ku pir dûrê azadiyê ne, di nava partiyê de ew kesayetên ku pir zêde di bin bandora kevneşopiyê de ne, dikarin şoreşa me vala derbixin. Dixwaze di teşeyê redkirinê de, dixwaze di teşeyê malbûyînê de ango di teşeyê pejirandinê de be, ew têkiliyên ku xeternak ne pir zêde derketine rastê. İcar derketina jinê li çiyayan, wergirtina jinê ji her sehayê re, di vê mijarê de bandor-bertek bêtir derxistiye asteke pêşdetir. Rast nekanalîzekirin û nekişandina jinê ber bi tevgera şoreşê ve û di xalekê de girtin, sekinandin, lê di rewşa hatina wê de jî, bi têkiliyên bêpîvan û bêast hatin, her wiha xirakirina arteşê, di bingeh de ji ber ku pêwendiyên şoreşgerî tam ne serdest in ji tevlîheviyekê re rê dana vekirin û jiyanê hereşekirin dibe mijara gotinê.
Bi kurtasî, tengasiyên negihîştina jiyana nû û teşeyên têkiliyan tên jiyandin. Roman di wateyê de bêtir dikare ber bi şênberiyê ve biçe û hewl dide di ciyê civakî de derkeve pêş. Roman hindek jî ev e.
Erê, dema ku tîp bi aliyên curbecur wisa tên nirxandin, di bingehê têkiliyên jin-zilam-malbatê de dikare pêgirê dahûrandineke baş bê kirin. Kurtasîkirin yek jî di vî aliyê de tê çêkirin. Rewşên ku her milîtanê me hevbeş dijîn mijara gotinê ye. Her wiha roman, warekê baş guzarişt dike. Me xwest ku em hindek vê bidin. Ka çima pêwîstî heye ku bi jinê re destpêkirin bê çêkirin, bi encaman ve hate daxistin. Hate xwestin ku ji xalên serik hindek mînak bê dayîn. Jina hatî bijartin ango xwestek heye bê destgirtin û pêwendiya têkiliyan bi pergalê re (pêdiviya van bi derbirîneka wêjeyî heye) hevkarmend e yan na, sîxur e yan na, şoreşger e yan na; pênaseyeke misoger nîn e. Yanî raveyeke zanistî nin e, guncaw jî nîn e. Ger bibe jî wê bi hindek texmîn û şiroveyan pêş bikeve. Vê herî baş wêje dikare çêbike, lê encamên wê pir girîng in. Di virê de ya tê dahûrandin, pêşî mêtîngerî dibe, kemalîzm dibe, mîrzadeyî ango bijarteyî dibe. Dema ku partî dibe mijara gotinê, serdestiya hevkarmendî, çespandinên li ser PKKê, li ser tevgera şoreşger, nêzîkatiyên dekbazî yên pir zirav û dîsa ew şaş nêzîkatiyên li hember hemû taybetmendiyên tîpê milîtanê şoreşger
Cîhana kevin di bin kontrolê de ye
Hatiye xwestin ka tîpê şoreşger wê çawa pêş bikeve, ka çima nêzîkatiyên kujoker, valaker û sarker derketine rastê bê vegotin. Pergal ji vê kesayetiyê re gelek derfet dide. Dema ku li Kurdistanê ne jiyanek wan a berfireh heye. Pir mîrzade ye. Dîsa jiyana wan a li Enqerê herî hindik guncawê asta fermî ya komara Tirkiyê ye. Yanî pişta wê spartiyê hezekê wiha ye. Aliyê dijber tebî di rewşeke nakokî de ye. Ji gunditiya xizan direve û li hember mêtîngeriyê bi berteka gewre mezin dibe. Kesayetiya ku di nava malbata mîrzade de mezin dibe, qutbûna ji pergalê û tê de cûdabûn çêkirin esas digire. Ev şer cûrbecûr e; bîrdozî ye, siyasî ye, çalakî ye, rêkxistinî ye, hestiyarî ye, bertekî ye, hezkirinî ye, welatparêz e, bi azwerî ye, bi kerb e, rûxandiner û avakar e. Yanî di nava xwe de gelek taybetmendiyan dihewîne. Di xwiyangê de têkiliyeke civakî, têkiliya jin-zilam e, lê di cewher de jî mezintirîn pergala mêtîngerî, hevkarmendî û li hember vê jî, ew hilkeftinên şoreşgerî re dibe xala pevçûnê. Di heman demê de dibe vegotina rûxandin û avakarinê. Di vî aliyê de hema hindik dimîne ku xwe bigihîne wateyeke dîroka partiyê. Di wateyeke din de çalakiya şoreşgerî tê romankirin ango di wateyeke tê jiyandin de, cewhereke wiha diderbirîne. Yanî jiyan bi xwe dibe roman. Û tê fêmkirin ku ev tenê ne bûyereke yekejimar e, taybetmendiyeka giştî tîne ziman. Çima? Ji ber ku di şênberiya Kurdistanê de sîxurtî di çonayetiyeke sazgeha objektîf de ye. Weke ku civak li hember xwe mîna sazgeheke sîxurtiyê xebat dike. Malbatî di bingeh de ji mêtîngerî û pergalê re dixebite. Di vê mijarê de tê dîtin ku hevkarmendî di bingehê taybetmendiyên mînanî vê û belavî de, di qonaxa komarê de hatiye şekilkirin û zarokên wan jî temsîlkariya vê yekê dikin.
Tê dîtin ku pêşketina şoreşgerî ya nû ava dibe, bi vê re di nava dijberîtiyê de ye. Her wiha, her çiqas kes tevlî nava tevgerê bibin bila bibin, bi heman taybetmendiyan tên û hilkeftinan çêdikin; baş tê fêmkirin ku hatinên hevkarmendî jî bi heman taybetmendiyan e û em bêtir ber bi giştîbûyînekê ve diçin. Dema ku hinek tîp tên çêkirin, di vê wateyê de çiqas tê derbirandin? Mînak di gelala romanê de ew tîpên ku xatine xêzkirin, gelo cewaz in an na? Em lê dinêrin zêde cewaz nîn e. Piştre di gelek mînakan de hate dîtin ku ev bû cureyek, dûbareya vê ye. Tîpên ku xwe li ser partiyê diçespînin û dibin sedemê halanê, bûne mînanê wana. Heman hilkeftin û heman peyvan bi kar tînin. Minak, milîtantiyê asê dikin, viyanê dîşikînin û dibin sarker, xeniqandiner û xitimandiner. Ev di ciyekî de li ser taybetmendiyên milîtantiya nû, weke bandoreke kujoker ê hestiyarî ye. Yanî ev şêwaza pêwendîdarî û nêzîkatiya statukoya kevin nîşan dide. Nexwe wisa jixwe ve bi hestên wisa ve ji derketina milîtan re bersîvek nayê dayîn. Sedemê xwe hene.
Di aliyê din de tîpê milîtan bi rastî jî dibe xwediyê hewldanên puxteyî û dixwazê yê nû ava bike. Sedemên vê jî hene. Ger cîhana nû nebe, çi şensê wê jî nîn e. Cîhana kevn di bin kontrolê de ye; mêtîngerî û hevkarmendî serdestên wê yên mitlaq in. Milîtan, di radeya ku hilweşîna vê cîhana kevin pêk bîne, wê bije. Ji ber vê yekê jî, di helweşandinê de xurt e. Xwedî hewldan e, bi azwerî ye û ji her cure pêşketinê re vekiriye. Cîhana wê cîhaneke ku wê di pêşerojê de bê qezenckirin e. Tebî tîpê li dijberê vê bi şêwaza tevgera xwe ya kevin, bi tiraliya xwe ve, bi bêuslûbiya xwe ve, bi bertekiya xwe ve, bi taloxkirina xwe ve, bi xirabkariya xwe ve, bi rizandina xwe ve dixwaze vê bîne ziman: Ez ji nêvenga xwe ya kevin qayîl im! Di bingeh de wê diparêze ango dixwaze berevaniya wê bike. Wateye vê ya felsefî û sincî ev e. Her çende ku dibêje: Ez bîrdozî û xeta partî û şoreşê diparêzim! jî, derbirîna hebûna şênber a vê wisa peyda dike.
Çima wisa bû? Ji ber ku neçar bû wisa bibe. Gelo milîtanê me ango tîpê me yê pêşeng, ger wisa nekiribana ma wê baştir biba? Ku di teşeyê bênakokî de dest pê kiriba, di vê pêvajoyê de, wê di bin venêrana pergalê de, di radeyeke mezin de bixeniqiya. Pir bi lez bi taybetmendiyên pergalê ve rû bi rû mayîn, bi taybetmendiyên pergalê re bi nakokî pêş ketin, li hember dijmin, li hember taybetmendiyên fêodal, eşîrî û malbatvaniyê dihêle ku were haleke hişyar.
Me, şêwaza di hundirê PKKê de wisa da destpêkirin. Ku tenê bi gundiyên xizan ve dest bi kar bê kirin, piranî evdal û xwerû ne. Nikarin pêşiya xwe bibînin, dikarin bi hêsanî têkevin bi venêranê; bi rastî jî wisa dibe. Lê ji destpêkê vir ve wisa şêwaza dij-şoreşî û temsîlkirinê bêbandor hiştin, KTyê bêbandor hiştin, hevkarmendan bêbandor hiştin, tê wateya wan aliyên wan ê tê dîtin û nayê dîtin, aliyê tê veşartin û yên ku bi rûpoş ango vekirî ne. Tê wê wateyê yên li paş bi vana re têkilhevkirin û xistina nav pevçûn û nakokiyê ye.
Gelek aliyên vê dikare bê ravekirin. A girîng dîsa encam e, pêvajoya destpêka qonaxa şoreşê ye. Lê di virê de tîpên rikoker derketin rastê. Mijara ku romanê têkildar dike ev der e, yanî pêşketina tîpên wisa. Aliyê dijber kete nav helwesteke wisa ku, di nava vê de gelek tiştên hene ku nayên hiş û xeyalan. Yanî wek hevkarmendekê heye, wek dekbazekê heye, wek kemalîstekê heye, wek jinekê heye, wek dijminê gundî heye, wek afirandineke zayendî heye, wek hakim ango serdest heye, wek yeka navtêder û halantêder heye û wek yeka hostayê taktik heye. Dîsa di aliyê berjewendiyên xwe de nêzîkatî û şêwazeke xwe yê jiyanê heye. Dîsa kesayetiyeke ku ji wan azînên bi sedsalan vir ve hatiye ezmûnekirin hêz digire, heye. Ev, dibe şêwaza ku bûye serok û xwe rêkxistin kiriye yê pergala fermî ku hatiye derbirandin e.
Li aliyê hember jî, derketina serokatiyê ku bi gora xwe xwedî îdîayek mezin e, heye. Ew jî xwe, weke kevin bi hêsanî radest nake. Çawa ku di pergala kevin û malbatê de xwe radest dikir, xwe radest nake. Xwe radestê Kemalîzmê, Tirkiyê, hevkarmendî, axatiyê û dîsa malbatê nake. Bi şêwaza kevin nêzîkê jinê nabe. Ne nêzîk dibe, ne jî nêzîkê xwe dike. Di pîvanên diyar de azadbûnê esas digire. Yên kevin red dike û lêgerînên nû di radeyeke dawî de bi xurtî çêdike û ji vê pêveberdan nade. Di vê mijarê de xwe azad digire. Helwesta azad, dibe derbirîna zanebûn, viyan û azîm. Erê niha jiyandina van hemûyan bi ponijîn, bi lezgînî tempoyê meşandin heye. Û ev, li ser çîroka partîbûnê, di mijara pêşxistina xeta şer de bandorekê peyda dike. Vê yekê pêl bi pêl li nava civakê radigihîne.
Bi kurtasî, malbat û jina dîl perçe dike; û dîsa hevkarmendiyê belav dike. Têkiliyên jin-zilam ên di nava malbatê de belav dike û rûpoşa wan dixîne. Kê çi ye, çawa ye; derdixe rastê. Ji pirsên Çawa bibe ango Çawa bijîn re bersîvan digihîne. Bi vî awayî ev jiyan, bi rastî jî tam dibe kelûmelê romanekê.
Jiyan hindik zêde vê yekê anî ziman û teyisandina xwe da gelala romanê. Tebî hinek babet hene divê zêdetir bêne pêşxistin. Tenê yên jiyandî anîna ziman, wê bibe bîranîn, ji ber ku roman vê kategoriyê derbas dike. Roman, hindek a ku dest bi ajdayînê kiriye bi avakirina hindek xeyal û hêza gelaleyê vedike û ber bi çawa bibe ve dibe. Dikare bi geş pêş bikeve û dikare bibe dara azadiyê ya baş. Lê dibe ku aliyê çelexwarî jî bikeve. Di virê de erkdariya romanê heye; dikare asteke tam azad a pêşketî bigire; dikare bi rengê dara azadiyê , şêwaza jiyana azad bibe bandordar. Dar, bi awayekê din jî şîn dibe, zîl dide û mezin dibe, lê ku neyê xwedîkirin wê roman çelexwarî pêş bikeve, nikare zêde bilind bibe. Dîsa ji her cure xeternakiyan re wê vekirî be; wê bibe pêşketineke ku bêmazmazk e û xwe negihandiye hestî û goşt. Zêde estetîka vê pekhateyê nîn e, lewma dikare birûxe. Roman, dikare vê hindek asteng bike.
Roman, di derbarê diviyaye çawa bibe de xeyal û gelala xwe dixe dewrê. Îdealîzm, xîret û azweriyan tîne ziman. Baş e, bi tevahî ev e, yan na? Naxêr! Zîldayîna rastînekê heye; heya ku ev zîldayîn neyê dîtin, nivîsandina romaneke rasteqînî gengaz nîn e. Di hundirê civakê de zêde şensê nûbûyînê nabîne, nikare derbirîna yê kû hatiye qedandin bike. Roman tam pevbestînek û gelaleyek nîn e. Rewşa zîldayina rasteqînê bi hewldaneke mezin, bi heza gelale û bi heza xeyalê anîna ziman e. Di bingeh de bi cureyek çalakmendiya cuda, tê wateya temamkirina jiyandina li ciyekî. Ji ber ku yê tê jiyandin bi kiryarî jî, hindek ev e. Yanî bi gor zanistiyê, bi gor çîrokê hin tişt hatine jiyandin, lê gelale û xeyal jî hene. Yên nehatine pêkînandin, yên hatine çelexwarîkirin û dîsa yên ku saxlem pêş ketine hene. Va, roman wê vana bîne ziman.
Tebî em ji vê re dibêjin hunereke estetîk e. Tevahî erkdariya hunerê ev e. Jiyanê estetîzekirin, bêtirîn xweşikirin peywira hunerê ye. Tê wê wateyê ku wê roman jî bibe xwedî erkdariyeke wisa. Tebî di virê de yên tên pejirandin, yên nayên pejirandin û yên tên redkirin, yên nayên redkirin hene. Yanî wergira wê pir berfireh e; em pêwendiyê bi welatparêziyê re avakirinê bigirin, heya destgirtina taybetmendiyên baş ê şervanên rêkxistinê, wergir fireh e.
Erê, dubare diyar dikim: Raveya vê ya zanistî guncaw e û tê çêkirin jî. Çîrok û bîranîn gelek tên nivîsandin, wêne tên kişandin, tên weşandin. Lê belê, pergala têkiliyên mezintir, bêriyên têkiliyan, gelale, xeyal ka li ku derê man? Şoreş, di heman demê de xeyaleke mezin jî diderbirîne. Şoreş, her çende ku xeyal û asoya xwe fireh be, hewqas pêş dikeve. Lê ev ma tam xeyalek e? Naxêr; rasteqîneke wê ya civakî heye. Ma jixwe ew gelaleya ku me amade kiriye, tê de hem xeyal, hem jî xalên zîldayînê ava bûne. Her wiha wê nirxandinên rasteqînî jî hindek çêbin. Çawa ku min da diyarkirin, ji gelek waran statûkoperest, milîtan û qehremanan dana axaftin girîng e. Di mijara têkiliyên jin-zilam de aliyan dana axaftin, weke birekî jinê dana axaftin û dîsa çînên civakî dana axaftin girîng e. Ji çawa diaxivin wêdetir, pêwîst e çawa biaxivin re divê girîngî bê dayîn û ev ji bo romanê watedar e. Gelek bilêvkirin û jiyan hene. Û disa yên çawa ava bûne û pêwîst e çawa ava bibe hene.
Di vê mijarê de gelek kelûmel mijara gotinê ye. Niha em van kelûmelan kom dikin. Emê bineqînin, piştre jî bi teknîka vegotina baş vegerînin romanê. Ev xebata ku em dixwazin çêbikin, me got ku wê di rasteriya giştî de ye. Di gelek çarçovan de em gotûbêj dikin. Tenê ne gotûbêjkirin heta em dijîn. Di heman demê de jiyanên parmend jî hene. Bandorbûyîn jî derketin rastê. Li ba girêdana peywirên şoreşgerî, peywirên rêkxistinî, heta peywirên çalakmendiya milîtan nikare bên paşçavkirin. Ev di nav hev û dî de ne. Ger ku ev bi hev re ne pêwendîdar bin, nikare xwe bigihîne romaneke şoreşger. Ev tev di nav hev û dî de ne.
Romaneke şoreşger, kesekî statûkoperest qet nikare binivîsîne, nikare di nava bîra xwe de bihewîne. Dîsa yê ku hemû asta partiyê nedîtibe, nejiyabe nikare zêde xwedî îdîa be. Ji derve çavdêrek bêguman dikare romanekê binivisîne, lê em dikarin bibêjin ku romana herî baş wê ji milîtanên ku rasteqînê bi germî dijin were. Romana rasteqînî, ji nava hewldanên milîtanê şoreşger derxistin guncaw e. Romana rasteqînî, hin kes dikarin di vê kategoriyê de binivisînin. Di vê mijarê de hin tîpên ku em dibêjin hunermend, bêguman ji derve ve jî, bi çavdêriyekê dikarin binivisînin.
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42