JINA KURD; AFIRÎNER, MERTAL Û BARHILGIRA BÊDENG A ÇANDA KURD
09 Adar 2014 Yekşem
Jinên Kurd jî mîna ku me da xuyakirin, di rewşeke wiha de, bi lorîk, çîrok, çîrvanok, zûgotinok, tiştanok, metelok, zêmar, newa û stranên xwe hê jî barhilgirên mîrateya wêjeya devkî ya Kurd in ku ji nifşek derbasî nifşan dibe.
Sema AMED
Çîroka mirovbûna mirov mijareke hêjayî lêkolîn û rohnîkirinê ye. Ew faktorên ku mirov kirin mirov çi bûn, çawa çêbûn û çawa pêş ketin, lêkolînkirina van mijaran bi taybetî jî di çaxê me de girîngiya xwe diparêze. Hê ji destpêkê ve mirov dikare bipirse; ev hemû bên zanîn jî wê ji bo çareserkirina kaos û krîzên ku çavkaniya xwe ji pênc hezar salî digirin alîkariyeke wan a çawa çêbibe! Çima, ji ber ku wehşeta modernîteya kapîtalîst, ev du sed salên dawîn bi êrîş û parçekirina nirxên ku mirov dikin mirov dixwaze çavbirçîtiya xwe ya karê têr bike. Yên ku di serî de berê xwe didê û ji xwe re hedef digire jî jin û afirîneriyên jinê ne. Ev afirîneriyên mûcîzewî ew nirx in ku hê heta îro jî mirovahiyê xwedî dikin. Di beşên pêş ên mijara me de em ê hewl bidin bi mînakên berbiçav van nirxan bidin nasîn. Lê em biçin destpêkê, yanê li ser pêvajoya mirovbûnê bisekinin em ê bikaribin bersivên herî rast ji pirsên xwe re bibînin.
Serpêhatiya mirov a ku ji cureyên din veqetiya û mirovbûn dest pê kir bi civakbûnê re pêş dikeve. Bi guncawbûn, başbûna dem û mekanê re jî cureyê bû mirov komên destpêkê ava kirin. Ji bo vê dema herî baş; demên dawî yên serdema qeşayî, B.Z. 20.000 û mîna erdnîgarî jî keviyên hundir ên qûntarên Toros û Zagrosan bûn. Îro êdî hemû zanyar li serê hemfikir in ku komên destpêkê di vê dem û mekanê de derbasî jiyana cîwarbûyî bûne. Wêneyên di şikeftên bilind ên Colemêrg (an jî Xekarî) û Geverê de hatine dîtin û hem bermahî hem jî awayê jiyana ku hê jî li qûntarên Zagrosan didome di nav nîşaneyên herî berbiçav ên vê destnîşankirinê de ne.
Jina Dayîk li Ser Dika Dîrokê ye
Beriya civaka dîrokî jî bi zayokiya jinê cureyê mirov nijada xwe berdewam dike. Belê wê demê jî jina dayîk hebû lê çima mirov encax di vê dem û mekanê de komên destpêkê ava kirin û derbasî jiyana cîwarbûyî bûn? Me balê kişandibû ser guncawbûna dem û mekanê. Cureyê ku bû mirov Homo Sapîens, li çar aliyên dinyayê belav bûn lê tenê li ser van axan, li qûntarên Toros-Zagrosan karibûn jiyana cîwarbûyî ava bikin. Ev ax bûne dergûşa şoreşa Homo Sapîens, şoreşa çandiniyê ya neolîtîkê, şoreşa şaristaniyê ya bajêr û nirxên hatine afirandin hatine mezinkirin û heta şoreşa pîşesaziyê ya Ewrûpaya Rojava gihîştine.1
Ber û bereketa xwezayî ya erdnîgariya Toros û Zagrosan derfetên afirîneriyeke bêhempa didin. Komên heta wê demê li derdora xwe zîvirîne rastî jiyaneke cuda tên. Jina dayîk hemû derfetên vê erdnîgariyê pêşkêş dike nirxandiye, bi tevahiya berhemdariya xwe li derdora xwe jiyanê birêxistin kiriye. Êdî her afirînerî mûcîzeyek e. Jina dayîk ku zarok tîne, xwedî dike, mezin dike li derdora xwe civakbûnê ava dike. Her wiha, civakbûna yekem bi destê jinê çêdibe. Amûrên ku çêdikin ji wan amûrên ji serdema kevirên niqirandî gelek pêşketîtir in. Bi van amûran şertên jiyana cîwarbûyî tên avakirin, çandinî tê kirin. Cara yekê heywan tên kedîkirin û ber û berhemên wan tên girtin. Yanê kurt û cewherî çanda mirovahiyê êdî ava dibe.
Proto Kurd
Kokên mirov û avabûna jiyana wan a civakî ya di pêvajoya dîrokî de, çi ji bo her mirovê/î, çi jî ji bo zanyaran bûye cihê meraqê. Li ser vê mijarê, her ol û fikrek xwedî efsaneyeke afirîneriyê ye ku bikeve xizmeta berjewendiyên wan. Gelek ji van jî çavkaniyên xwe ji efsaneyên afirîneriyên serdema neolîtîkê digirin û her kesî li gor xwe li hev anîne. Em di mîtolojiyan de dibînin ku di demên şaristaniya dewletparêz a desthilatdar a mêr de hê jî di jiyanê de bandorên xurt ên dayîka xwedawend hene. Bi derfetên pêşketî yên teknolojî û zanistê mirovên zanyar êdî bi kîtabe, pêyker, wêne û kevalan bi rengekî hîn berbiçav dikarin bigihîjin van mîtolojî û efsaneyan. Dîsa di du sed salên dawîn de bi şîroveyên zanistên civakî ku naveroka wan hîn demokrat bûye pirsa di destpêka civaka dîrokî de çi qewimî gihîşt bersivên xwe yên rastîn. Ji sedsala 18. ve antropolog ji bo bersiva vê pirsê çavdêriya qebîleyên hê şaristanî nas nekirine (belkî jî xera nebûne, qirêj nebûne) û jiyaneke mîna ya neolîtîkê xwezayî dijîn kirine û gihîştine agahiyên îro di dest me de. Dema em van agahiyan tînin gel hev û ji nêrîna zanist û dîroka serwer dûr, heta bi nêrîneke berevajî nêrîna wan şîrove dikin em di destpêka dîroka civakî de rastî orjînên Kurd tên.
Navenda sereke ya van şoreşên ku cureyê mirov gavên civakî avêtin, li gor erdnîgariya xwe pergala çiya ya Toros û Zagrosan e. Em li ser sedemên viya sekinîbûn. Dapîr û bapîrên Kurd komên sereke yên vê pergalê bûn.2 Bi gotina proto Kurd bêguman em nikarin qala Kurdên yan jî çanda Kurd a mîna îro bikin. Lê em dikarin qala orjîneke Kurd bikin. Em viya jî çi ji daneyên ji kolanên arkeolojîk çi jî ji awayê jiyana îro fêm dikin. Ji Kevana bi Bereket û Toros û Zagrosan ber bi çar aliyê dinyayê ve belavbûneke çandî çêbûye. Ev hem bi genetîkî hem jî etîmolojîk hatiye tespîtkirin. Serpêhatiya dîrokî ya orjîna Kurd, proto Kurd, mijara sosyolojî û lêkolînên dîrokî yên bêalî û berfireh bin jî, em ê zêdetir li ser vê pêkhateyê, ya rastî li ser çanda Kurd û di nav vê de li ser rola jina Kurd bisekinin.
ÇÊBÛNA ÇANDA KURD
Çand, weke berhema civakîbûnekê çêdibe, derdikeve. Tevahiya berhem, afirîneriyên madî û manewî yên civakekê çanda wê civakê ne. Ji bo çandê bi giştî nasîneke kurt wê mijarê zelaltir bike; di nav pêvajoya dîrokî de tevahiya avahî û watedariyên ku civaka mirov ava kiriye. Di vî warî de aşkere ye ku jinê di civakbûna destpêkê de bi rengekî diyar pêşengtiyê kiriye. Avabûna çanda hem madî û hem jî manewî destpêkê li Kevana Zêrîn, bi pêşengiya jinê, weke civaka Neolîtîk bi pêş ketiye. Hetanî sedsala 16. berhemên vê demê di wesfê çavkaniya bingehîn de ne ku mirovahiyê xwedî kirine.
Derketina Zimanê Sîmgeyî
Di nav amûrên civakbûnê yên tên zanîn de ziman ê herî kevn e. Di civakbûnê de roleke mezin leyîstiye. Parçeyê herî girîng ê çandê, heta ew bixwe ye. Zimanê sîmgeyî, di mirovbûna Homo Sapîens de amûrê herî girîng e. Hevokên destpêkê zêdetir bi diyalogên (axaftinên) di navbera dê û zarok de dest pê dike. Jixwe ji aliyê kêrhatina, bikaranîna zimên ve mêjiyê jinê hîn pêşketî ye, hîn formel e. Her wiha zimanê îşaretê vediguhere zimanê sîmgeyî. Bi vê pergala ziman mirovahî hêza xwe ya fikirandinê bi pêş xistiye, ev jî bi xwe re rê li ber pêşketinên şoreşî vekiriye. Gotin; di jiyana hevpar de bûye amûrê ragihandinê yê asta hişmendiya hatiye bidestxistin. Bi pêşketina zimên şoreşeke zîhniyetê çêdibe. Pêşketina zimanî, bi pêşketinên amûrî ve girêdayî ye û bi her alî bandor li ser hev dikin. Pêşketina zimanê civakekê nîşaneya asta pêşketina wê civakê ye. Jina dayîk di jiyanê de her ku afirandiye bi têgîn jî kiriye. Weke mînak; şîrê ku dotiye haveyn kiriye û navê mast li tiştê nû derketiye kiriye. Yanê civaka neolîtîk, di dest, dil û zîhnê jina dayîk de çêdibe, bi pêş dikeve.
Dema kîteyên destpêkê yên ziman tên lêkolînkirin tê dîtin ku bi hêmanên mê tije ne. Bi afirîneriyên jinê re paralel e. Bi çandinî û kedîkirina heywanan ve pêwendîdar e. Ew aşînatiya guh ku bi dengên ji xwezayê tên tije bûye bi watedayînê li dengên ragihandinê yên bi rêk û pêk, li zimanê axaftinê tê veguherandin. Jin xwezayê li gor xwe na lê xwe li gor xwezayê li hev tîne, bi rêk û pêk dike. Ji ber vê yekê ziman helbestî ye. Mîna şirîniya avê diherike, wek wîçewîça çivîkan şên û bi şahî ye û mîna bayê bahorê nermik e. Di kevalên nivîskî yên ji demên destpêkê yên Sumeran mayî de ziman hê jî wiha helbestî ye.
Jinên Kurd ku ji gelên qedîm in li ser wê erdnîgariya ku ziman û zimanên sîmgeyî yên destpêkê lê bi pêş ketine, di pêşketina Kurdî de bi rola sereke û pêşeng radibin. Çawa ku dayîk perwerdeya destpêkê dide zarok, ragihandina ziman a serê pêşîn jî ji dayîkê ber bi zarok ve çêdibe. Ew lorînên ku hê dayîk di pêçekê de di guhê zarok de dinihirîne di zarok de jêrhiş-binhişek ava dike. Kî ji me dikare lorîkên dayîka xwe ji bîr bike kî? Kurdî ji vî alî ve heta bibêjî dewlemend e. Di çanda Kurd de cihê lorîkên dayîkê gelek girîng e. Jina Kurd perwerdeya xwe ya destpêkê bi lorîkan, bi zimanê xwe dide. Ev çand ji hezarê salan ve ye heta roja me xwe gihandiye.
Di Kurdî de peyv, qertaf û pêvekên mê û nêr digirin. Di zaravayên kurmancî, dimilkî (zazakî) û hewramî de ev qertaf heta bibêjî zêde ne. Di van zaravayan de têgînkirina hilberînên, afirîneriyên madî, yanê peyvên nû her tim qertafên mê digirin. Her tiştekî ku piştre hatiye çêkirin navê mê digirin. Mirov guh bide vê rastiyê jî mirov dikare di çêbûn, pêşketin û parastina ziman û çanda Kurd de rola çalak a jina Kurd bibîne.
Tevahiya dîroka şaristaniya çînîdar, welatê Kurdan, axên Kevana bi Bereket, zêdetir jî ji ber taybetiyên erdnîgarî, her tim bi êrîşan re rû bi rû maye. Qebîle û eşîrên Kurd ku miriyê ser azadiya xwe bûne, çi car li hember van êrîşan serî dananîne û her tim di nav berxwedanekê de bûne. Wexta ku bi van êrîşan re serî dernexistine jî hilkişiyane çiyayên bilind û karibûne hebûna xwe wiha biparêzin. Bi vî rengî di heman demê de karibûne çanda xwe ya kok û zimanê xwe biparêzin. Ew beşa jê re Kurdên çiyayî tê gotin esas li ser vê xetê, qebîleyên bi eslê xwe Hûrrî ne ku derdorî pênc hezar salan jiyane. Koka hin peyvên hûrrîkî û dimilî û hewramî heman mîna hev in. Ev jî vê rastiyê têra xwe rave dike. 3 Lê Kurdên li deştan zêdetir bi bişaftinê re rû bi rû mane, beşên desthilatdar û esîlzade, arîstokrat bi dildarî ziman û çanda dagirkeran qebûl kirine. Xanedaniya Eyyûbî û Xanedaniya Şeddadiyan ji bo vê mînakin berbiçav in ku di dîrokê de dewlet jî ava kirine.
Em di Zend Avestayê de li forma herî kevn a Kurdî rast tên. Bêguman em nikarin bibêjin Kurdiya îro ku em pê diaxivin forma destpêkê ya Kurdî ye. Gelek guheriye, ji zimanên cîran peyv girtine û dane, li gor şertên erdnîgariyê û bi pêşketinên jiyana rojane re têkildar hê jî berfireh û dewlemendtir bûye. Di zimanzaniyê de zaravayê dimilkî mîna forma destpêkê ya Kurdî tê qebûlkirin. Kurdên dimilkî diaxivin bi piranî li çiyayan dijîn. Dîsa zaravayê hewramanî jî bi piranî dişibe zaravayê dimilkî û Kurdên bi hewramî diaxivin jî li herêmên çiyayî dijîn. Di her du zaravayan de jî peyvên qertafên mê girtine zêdetir in.
Jinên Kurd jî mîna ku me da xuyakirin, di rewşeke wiha de, bi lorîk, çîrok, çîrvanok, zûgotinok, tiştanok, metelok, zêmar, newa û stranên xwe hê jî barhilgirên mîrateya wêjeya devkî ya Kurd in ku ji nifşek derbasî nifşan dibe.
Li Ba Jina Kurd Çanda Welatparêziyê
Çawa ku me li jor jî diyar kir proto Kurd destpêkê li ser axa Kevana bi Bereket tên tespîtkirin. Û çandinî û kedîkirina heywan jî li vê erdnîgariyê bi pêş ketiye. Eger em bi pîvanên antropolojîk û sosyolojîk van her du tespîtan bigihînin hev, mirov dikare bibêje ku hilberîna çandinî destpêkê di pêşengiya dayîkên Kurd de bi pêş dikeve. Her tim mijûliyek bi axê re heye, kedeke zêde tê dayîn. Berhemên di encama vê kedê de ji axê tên girtin; genim, ceh, ar û hwd. nirxên giranbuha ne. Ji bo ku mirovahiyê xwedî dike ax gelekî pîroz e. Wiha ye ku jina Kurd pir bi axa xwe ve girêdayî ye, li gel wê çanda welatparêziyê heta bibêjî pêşketî ye. Di tevahiya şaristaniya dewletdar de, li dijî her cure êrîş û xeteriya li ser welatê xwe, ji bo nirxên xwe biparêze, bi mêrên Kurd re li ber xwe dide. Li ser pişta hespê bi qehremanî şer dike. Ji bo wê welat anor e, ji bo parastina anora xwe bi qasî ku bê dudilî, bi dildarî bikaribe canê xwe bide bi nirxên xwe ve girêdayî ye.
Li ba dayîkên Kurd çanda dayîka xwedawend a xurt a dema Neolîtîkê, hê jî bi awayekî xurt tê jiyîn. Jinên Kurd, bi qasî ku îdîaya xwe biparêzin, di cehwera xwe de zêde girêdayîn û hurmeta wan bi çand, şêweyê jiyanê û olê bi desthilatdariya mêr re tune ye. Yê heyi jî ji ber pêkutiyên madî û manewî yên mecbûrî û kevneşopiyan vê rewşê qebûl kirine. Mirov ji ku derê viya fêm dike; çawa firsend dibînin îsyan dikin, serî radikin.4
Ji bo radestî dijmin nebin carna xwe di bedenên kelehan de, ji kendalan davêje, carna jî xwe bi ava çem û rûbaran ve berdide. Em gelek caran di dîrokê de li mînakên wiha berxwedanê yên jina Kurd rast tên. Di berxwedana Kela Dimdimê de jinên Kurd, ji bo radestî dagirkerên fars nebin xwe ji bedenên kelehan ve berdidin ser tehtan. Di serhildana Sasonê de Mala Eliyê Ûnis li hember dagirkerên tirk bi jin û zaroyan şer dikin. Dagirker piştî ku serhildanê bi rengekî dijwar têk dibin, Rindêxana bi xweşikî û şerkeriya xwe bi nav û deng e ji bo nekeve destê dijmin xwe ji ser pira Malabadê berdide ava dijwar. Di roja me de jî di berxwedana PKKê ya sî û pênc salên dawîn berdewam dike de jinên Kurd vê kevneşopiyê didomînin. Gerîla Bêrîtan, di şerê birakujî de ji bo nekeve destê dijmin xwe ji kendalan ve avêtiye xwarê û bi vî rengî bûye yek ji temsîlkara herî xurt ya vê kevneşopiyê.
Di Jiyana Civakî de Cihê Jina Kurd
Me di beşên beriya vê de diyar kiribû ku di dema Neolîtîkê de jiyana civakî, bi pêşengiya jinê û bi şêweyê wê hatiye avakirin. Xerca civakîbûnê ruh, şêwe û keda jinê ye. Di Kurdî de peyvên jin û jiyan ji heman kokê ne. Ji ber ku afirînerên nirxên bingehîn ên mirovahiyê ne çanda dîrokî gelek xurt û bi bingeh, bi kok e. Civaka Kurd, ji dema neolîtîkê ve jiyana xwe ya civakî bi formên eşîr û qebîleyan berdewam dike. Eşîr û qebîle jî zû bi zû rê nadin ku di nava wan de çînîbûn û desthilatdarî derkeve. Di demokrasiya qebîleyê de bi israr in. Ev çand bi giranî bi bandora jina Kurd bi pêş dikeve û tê parastin. Ji ber ku jina Kurd di jiyanê de bi sekna xwe, bi jîrekî û afirîneriya xwe otorîteyeke xwezayî ye. Lewra civaka wê jî bi rengê wê şekil girtiye. Zindî be nezindî be, li her tiştî wateyên xurt bar dike, cudahiya nesne û kirde nake. Beriya her tiştî ew dayîk e ku tê hezkirin, jê re rêz tê girtin. Di nav Kurdan de, di roja me de hê jî zarok bi nav û bernavên dayîkên xwe tên nasîn. Heta hin navên eşîran jî bi navên jinan tên zanîn.
Jina Kurd, di dîroka civakî de, ji ber ku di çêbûna çanda manewî de bi rola sereke rabûye vê şexsiyeta xwe xurt dijî. Di diyarkirin, parastin û berdewamkirina pîvanên exlaqî yên civakê de xwe yekser berpirsiyar dibîne. Şexsiyeta wê ya aştîxwaz di her demê dîrokê de karibûye rola xwe bilîze. Di şer û pevçûnên herî dijwar de jî dema jinên Kurd laçika serê xwe davêjin erdê şer disekinin û rêya aştiyê vedibe. Ev mînak têrê dike ku mirov bi rengekî balkêş bibîne ka di civaka Kurd de, di şerên herî mezin ên eşîr, qebîle û malbatan de jin çiqas hêza aştiyê ye.
Zarok ya dê ye, ne ya bavê ye, dê ji bav şîrîntir e. Di van gotinên pêşiyan de jî tê fêmkirin ku di civaka Kurd de nirxê dayîkê çiqas mezin e. Di nav Kurdan de zarok ne bi mirina bav lê bi mirina dê sêwî û stûxwar dimîne. Dîsa nifirên dê di civakîbûna Kurd de mîna tabû ye. Dema dê şîrê xwe li zarok heram dike êdî ew kes di ruh de dikeve bin barekî giran. Çawa karên wî/wê li rê neçin tê bîrê ku nifirê dê girtiye.
Di gotinên pêşiyan de jina Kurd mîna avakara malê tê zanîn: Avahiya malê kevanî ye. Dîsa di gelek gotinên pêşiyan de tê dîtin ku jina Kurd ne tenê avakara malê ye, di heman demê de debara malbatê jî dike û diparêze; Jin gol e, mêr çem e.
Jina Kurd di hilbijartina hevserê xwe de xwedî înîsiyatîf e. Dema ku endamên malê nehêlin bi hezkiriyê xwe re bizewice helwesta xwe datîne, bê teredut malbatê red dike û pê re direve.
Kedkarên Esasîn ên Çandinî û Heywankariyê
Weke ku êdî hemû beşên zanistê li ser li hev kirine di dema neolîtîkê de çandinî bi destê jinê hatiye pêşxistin. Jinên Kurd ên li ser axa Kevana bi Bereket jî berdewamiya vê çandê pêk anîne. Jinên Kurd, di tevahiya dîrokê de jî ji axê qut nebûne, bi keda destê xwe jiyana xwe domandine. Her tiştê ji axê bi dest xistine pîroz dîtine, xwezayê texrîb nekirine, bi çavê dayîkê li xwezayê nihêrtine. Ev şêwazê wê bûye çanda jiyanê.
Piştî ku debra deneyên genim dikin wan di navbera du keviran de dihêrin û ard-ar çêdikin. Bi demê re bi vî amûrî êdî hemû deneyan dihêrin. Û navê destar lê dikin. Ar bi avê distirên û hevîr çêdikin. Ji bo pehtinê pêwîstî bi kevirên li ser êgir hatine sorkirin, germkirin heye. Her ku diçe tenûr û firûnên destpêkê tên çêkirin. Di encamê de êdî nan xurekekî hatiye pehtin e. Ji çandiniya genim a destpêkê heta dibe nan ji bo her amûrê di her pêvajoyê de hatiye bikaranîn û her karê hatiye kirin bi dehan peyv hatine dariştin, çêkirin û bi nan re mîna xurekekî herî pîroz ji bo xizmeta mirovahiyê tê pêşkêşkirin. Bi hezar salan in heta roja me, ev amûr û peyv hê jî li gelek deveran qet neguherîne û tên bikaranîn; weke tenûrê.
Hê jî li gundan û deverên bi axê re mijûl e girêdanên jina Kurd bi axê re pir xurt in. Kedkareke çandiniyê ye ku naweste, acis nabe, bi sebir e naguhere. Her tiştê ji axê digire dinirxîne, tu tişt vala, beredayî naçe. Ji ber vê yekêye ku li gundan sergo, tune ne. Li ku derê be ew dizane kulîlk diçîne, ev jî girêdana wê ya ji hêşînahiyê re nîşan dide. Aliyê jiyanê yê estetîkê her tim li ber çav digire. Li bajaran, di nav betonan de, li mekanên ku her çar aliyê wê bi dîwaran dorpêçkirî de jî ji derdora wê hêşînahî û kulîlk tu car kêm nabin.
Jina Kurd, mîrateya wan jinên ku yekem car heywan kedî kirine girtiye. Nêzikahiya wê ya ji heywanan re dostane ye. Di tevahiya dîrokê de nêçîrvan û şivan her tim mêr bûne. Lê esas a ku heywanên kedîkirî xwedî kiriye, paqij kiriye û mezin kiriye jin in. Tenê ji bo ji wan ber û berhem bigire heywan xwedî nake, heywanên kedîkirî ji bo jinê mîna dostan in. Dema ku li derdora wê heywanên mîna pisîk, kûçik, mirîşk û çivîkan hebin sebra jinê tê. Her heywanekî xwe navek lê datîne. Mîna ku mirov bin bi wan re eleqedar dibe, diaxive, wan bi morîk û destkariyên rengîn dixemilîne. Heywanên pîr bûne mîna kedkarekî xwedî dike, nade xebitandin. Heywanê xwedî dike zû bi zû şerjê nake, naxwe.
Civaka Kurd, ji ber ku ji dema mirov cîwarbûyî ve bi çandinî û heywankariyê re mijûl dibe jina Kurd bi awayekî diyar cihê xwe yê di vî çandî de diparêze. Ev, di heman demê de nîşan dide ku jin, debara komê dike û aborîzana destpêkê ye.
Di Çand û Hunera Kurd de Cihê Jina Kurd
Hunera Kurd, ji ber ku çavkaniya xwe ji civaka xwezayî digire, bi kok, zindî, pir dewlemend û rengîn e, afirîneriyeke bêdawî heye. Jina Kurd, di çêkirina hunera Kurd de jî bi rola sereke radibe. Di jiyanê de her karê xwe bi hunerwarî dike, aliyê estetîkî bi her aliyî ve li ber çav dikeve. Lixwekirina wê heta bibêjî bi zewq e. Kiras û fîstanên dirêj û fireh, bi rengên biriqok û motîfên otantîk ku her yek mîna parçeyek ji xwezayê ne bi ser bejna xwe ve berdide. Di şêwazê lixwekirinê de guh nade qalibên muhafazakar û olî, li gor dilê xwe li xwe dike. Di karên rojane yên giran û zehmet de jî gelek girîngiyê dide paqijiya cil û bergên xwe, kincên xwe û nihêrtina xwe ya takekesî. Raxistina konên koçberiyê yên hundirîn bi ahengeke rengîn e û paqij e. Di dengbêjiyan de tim pesnê vê dahev û paqijiya wê tê dayîn. Jinên Kurd, tu car destvala nasekinin, di her fersendê de bi karên dest her qada jiyanê bi nexşan dixemilînin. Ji lûtkeyên çiyayan heta deştan, li her qada ku lê ye bi tevnan mehfûr û yemeniyan çêdike. Her yek ji vana bi serê xwe mîna berhemeke hunerî ya rengîn e. Her motîfeke tevnên wê di wateyeke cuda de ye.
Di hunera Kurd de edebiyat û muzîk cihê herî girîng digire. Edebiyat, zêdetir, bi giranî devkî ye. Kurdî xwedî ahengeke helbestî ya xas aydî xwe ye. Di dîroka Kurd de gelek jinên helbestkar ên navdar hebûne. Bi taybetî sêwirandinên xwezayê cihekî berfireh digirin. Edebiyata devkî gelek dewlemend e û ev bi giranî bi hest, ziman û destê jinê ji bo nifşan tê ragihandin. Her jinên Kurd, bi taybetî yên pîr di şevên dirêj ên zivistanan de ji bo zarokan û endamên malê yên din çîrokên dirêj vedibêjin. Di çîrokên Kurd de dinyayeke xeyalan a heta bibêjî berfireh û rengîn heye. Di çanda pir gelên li Rojhilata Navîn dijîn de versiyonên van çîrokan tên dîtin. Dema mirov koka wan lêkolîn dike qet jî ne zehmet e mirov bibîne ku ev çavkaniya xwe ji vê çanda dewlemend digirin.
Di civaka Kurd de, tevahî dîrokê, di warê perwedeyê de pir zêde jî pergala dibistanên bi rêk û pêk tune ne. Lê zarok, ji aliyê dê û dapîrên xwe ve bi lorîk, tiştanok, çîrok û zûgotinokan, bi çîrvanokên mîna fabilan, bi lîstokên cur be cur, bi şîretan ji bo jiyanê tên amadekirin. Exlaqeke saxlem didin zarok. Her wiha çiqas devkî be jî wêje derfeta derbasbûna nifşên din jî dibîne.
Parçeya herî mezin û xurt a hunera Kurd muzîka wê ye. Dema em li muzîka Kurd guhdar dikin, em çanda civakî ya Kurd; hemû jiyana wî ya civakî, kêf û şahiyî, êş û azar, nirx, şêweyên hilberînê, têkiliyên civakî, bi awayên cur be cur dibînin. Bi xweza û mirov re girêdan û têkiliyên jina Kurd, di wê de hestên gelek dewlemend bi pêş xistiye. Muzîka bi van hestan tê çêkirin jî gelek rengîn, cur be cur û dewlemend e. Jina Kurd zêdetir bi muzîkê, bi newayan xwe îfade dike. Em ji dengbêjiyan hîn dibin ku li ser bedena xwe xwedî mafê gotinê ye. Dikare ji bo hezkiriyê xwe bangewaziyên pir rihet û serbest bike. Û viya gelek bi detay jî tîne ziman. Di vî warî de qalibên wê yên hişk ên li gor kes û baweriyên din tune ne. Lê her tim jî xwedî pîvan û înîsiyatîf e.
Di muzîkê de li derveyî def, zirne û bilûrê zêde amûr nayên bikaranîn. Muzîk bi giranî bi deng tê gotin. Her jina Kurd dengbêjek, hunermendeke xwezayî ye. Her jina Kurd zarokê xwe bi lorîkan di xew re dike, wisa mezin dike. Hemû daxwazî, derd, êş, hêrs, kêfxweşî û hesretên dilê xwe bi muzîkê îfade dike. Her karên xwe bi muzîkê dike. Li ber newayên li gor naveroka karê xwe li hev aniye, dixebite, kar dike. Dema çandiniyê li nav zeviyê, dema destar hêrandinê, giha û pincar komkirin, cilşûştin, şîr dotin, zarok razandin û nan pehtin, xwarin çêkirinê bi aheng dinihirîne, stranan distirê.
Pîr dibe, ciwan dibe di cejnan, rojên taybet û pîroz de serê dîlanê dikşîne. Yek jî jina Kurd bi tilîliya xwe navdar e. Zêdetir ji bo îfadeya şahî û kêfxweşiyê, lê carna jî ji bo bertekên xwe îfade bike, bi henaseyeke dirêj, bi aheng û mîna dengên herî xweş ên xwezayê dilîlînin. Hele jî dema ku jin bi hev re dilîlînin ji mirov ve ye qey di destpêka dîrokê de ye.
Zêmarên li dû miriyan tên gotin di dab û nerîtên Kurdan de xwedî cihekî girîng e. Tenê jin dibêjin, mêr zû bi zû nabêjin. Zêmar, mîna lawikan, bi tona dengekî bi şewat û bi pesnên ji mirî re tên gotin. Zêdetir jî dayîka kesa/ê mirî dest pê dike, xuşk û xizm, heval û dostên mirî bi saetan, bi rojan digirîn û di ber giriyê xwe de zêmaran dibêjin. Gelek dilê mirov diêşîne.
Yek ji kevneşopiyeke jinên Kurd ku bi hezar salan in berdewam dikin jî; şevên êvara înê ji bo miriyan xwarên çêdikin û belav dikin. Bi vê pêkanînê jî nîşan didin ku çiqas bi miriyên xwe ve girêdayî ne, hurmetkar in, tu car wan ji bîr nakin û wê her tim bîranîna wan bidin jiyankirin.
Taybetiyeke civaka Kurd jî; di dîlan û pîrozbahiyan de, jin û mêr di mil hev de, bi saetan qet nawestin û bi strandina stranan govend digerînin. Li tu dereke dinyayê mîna di civaka Kurd de, komên qerebalix ên ji jin û mêran pêk tê, bi ahengeke tastamam, hem stran bibêjin û hem govend bigerînin tune ye. Ev şêwaz, nîşaneyek e ji bo civakîbûn, daxwaz û qabîliyeta bi hev re tevgerandinê. Di heman demê de nîşaneyek e ku jina Kurd di jiyana civakî de bi mêr re wekhev e.
Dengbêjî di çand û hunera Kurd de ew beş e ku herî bi kok, kevn, berfireh û heta roja me karibiye xwe bigihîne. Çawa mirov hunera dengbêjiya Kurd lêdikole, mirov dibîne ku hema bêje nêzî tevahiya dengbêjan jin bûne. Mirov dikare vê rastiyê ji gotinên stranan jî derxe. Her çiqas êdî di roja me de ji aliyê mêran ve bên strandin jî ger mirov bala xwe bidê, di rêzên destpêkê de bi piranî du jin li hember hev, destpêkê navê hev dibêjin û dest bi strandinê. Yanê stranên dengbêjiyê ji dil û zimanê jinê dertên. Mijarên wan cur be cur in; ji sêwirana bûyereke civakî bigire (şerê qebîle, eşîret û malbatan), mirin, hesreta veqetînê, zayîn, cejnên weke Newrozê, nexweşî, xizanî, xela, bûyerên xwezayî, êrîşên ji derve ve tên ser eşîr û qebîlê û hwd. Di hemûyan de jî jina Kurd hestên xwe bi dengbêjiyê tîne ziman. Îsyana xwe qet naveşêre, bi dilekî vekirî, bi wêrekî tîne ziman.
Carna dema mirov li dengbêjiyekê guhdar dike, rastî bûyereke, kevneşopiyeke civakî ya aydî hezar salan tê. Destan Derwêş û Edûlê ji vana ya herî balkêş e. Çawa ku tê zanîn, Destana Derwêşê Evdî di şexsê Edûlê de berxwedana hêvî jê birî ya hem Êzîdiyên dawî û hem jî di şexsê wan de Kurdîtiya li dijî asîmîlasyon û îmhayê hewl dide li ser piyan bimîne, îfade dikir. Tevî ku bi devê hozanê mêr tê gotin, her gotina Edûlê, mîna nefesdayîna dawî ya çandeke hezar salan li ser piyan mabû, xuya dikir. Derwêş her cara xwe ji Çiyayên Şengalê ber dide Deşta Mûsilê, ya rastî li dijî feodalîzma Ereb a Misilman berxwedaneke bi qehremanî nîşan dide. Ev jî kevneşopiyeke hezar salan bû. Koka wê heta bi Sumeran, belkî jî kevntir diçe. Koka wê diçe heta bi şerê di navbera qebîleyên çolê yên Semîtîk û qebîleyên deşt-çiya yên Aryenîk de diqewimîn. Derwêşê Evdî nûnerê dawî yê vê kevneşopiyê ye. Derwêş ji hespê dikeve û birîndar dibe, ya rastî ev ketin û birîndarbûna dîrok û civakbûnekê ye. Mirina hêdî hêdî ya Derwêşê birîndar li ser zimanê Edûlê dibe vegotineke wisa ku bi hêsanî têrê dike, dîrokeke hezar salan û kevneşopiyeke gel a herî kevn îfade bike.5
Li Hember Çandên Biyanî Şexsiyeta Berxwedêr
Di tevahiya dîroka Kurdan de bi sedemên guncawbûna şert û mercên erdnîgariya li ser dijîn, ji ber ku çanda wan bixwe çanda kok a mirovahiyê ye û gelek xurt e, miriyê azadiya xwe ne, kiriye ku li hember çandên din ên ji derve ve li ser wan tê ferzkirin, her tim di nav berxwedanekê de bin. Tevî ku karibûne bi van çandan re di nav hev de, li kêlek hev aştiyane bijîn jî çandên li ser wan hatine ferzkirin zû bi zû qebûl nekirine, çanda xwe jiyan kirine. Bi taybet jî mirov dikare vê helwesta wan ji berteka li hember olên yekxwedayî nîşan dane fêm bike. Yan van olan bi darê zorê qebûl kirine yan jî li gor çanda xwe li hev anîne û wisa jiyan kirine.
Zerduştî ji ber ku zêdetir nêrîneke felsefîk e û aliyê wî yê exlaqî li pêş e, ji jiyana civakî ya Kurdan re ne xerîb bûye, her wiha zehmet nebûye ku ji aliyê wan ve bê qebûlkirin. Ev çand heta roja me jî bi taybetî di jinên Kurd de temsîla xwe dibîne. Ji ber ku ew taybetiyên demokratîk, azad, bi xwezayê re bûye yek, wekhevîxwaz bi taybetiyên xwezayî yên jina Kurd re li hev tên. Di Zerduştiyê de rêgeza fikirandina baş, axaftina xweş û kirina baş gelek dişibe sekna jiyanê ya jina Kurd. Her wiha bûye sedem ku bi rihetî bê qebûlkirin. Weke mînak jinên Kurd ên temenmezin, hê jî bi tîrêjên rojê yên destpêkê re şiyar dibin û berê xwe didin rojê û dia dikin. Ji bo nîmetên ku daye spasiyên xwe ji xwezayê re pêşkêş dikin, ji rojê dixwazin ku jiyanê pîroz bike û wisa dest bi rojê dikin. Ev kevneşopiya çavkaniya xwe ji hezarê salan digire, hema bêje qet neguheriye û berdewam dike.
Kurdên elewî ya îslameke tam ne li gor pîvanên îslama sunî tercîh kirine yan jî îslamiyetê hîç qebûl nekirine. Di elewîtiyê de çanda berxwedêr tê parastin, bişaftin mîna kufur tê dîtin. Bi taybetî di jinan de taybetiyên jiyana xwezayî serwer in. Pêwendî û girêdanên wan ên bi xwezayê re tu car qut nabin, wêrekiya wan balkêş e. Di elewîtiyê de çanda Ana Fatma bi taybetî jî li herêmên çiyayî hê jî bi rengekî xurt tê jiyankirin. Ya rastî ev çand çanda dayîka xwedawend bixwe ye. Di elewîtiyê de xwedîtî li dest û zimanê xwe derketin rêgezeke bingehîn e, pîvanên jiyanê ne. Yên li gor vê hiqûqê tevnegerin ji aliyê civakê ve tên cezakirin. Kî ku tiştên hatine qedexekirin bike ji wan re ketî tê gotin. Êdî kes bi wî/wê re mijûl nabe, nabîne û nade nastîne.
Di Bin Pêkutiya Şaristaniya Dewletparêz de Jina Kurd û Vejîn
Dema mirov li çavkaniyên heta du sed salên dawî dinihêre mirov dibîne ku jina Kurd di civakê de cihê xwe yê bi awayê ku me hewl da li jor diyar bikin bi giranî parastiye. Lê ji ber ku şaristaniya dewletparêz a mêrê desthilat bi hezar salan in êrîşî nirxên jinê kiriye û xesp kiriye, wê ji xwezayê û hilberînê qut kirî, bi rêzikên hişk û giran ên olan wan di pişt dîwar û rûpoşan de veşartine, dengê wan jî qedexe kirine bûye sedem ku van taybetiyên xwe bi piranî winda bikin. Heta carna bûne parçe yan jî amûrekî berdewamkarên sîstemê. Di cewher de çanda wê birastî winda nebûye, hatiye pêkutîkirin, serkutkirin.
Li wan qadên ku şaristaniya dewletparêz hê jî negihîştiyê, lê belav nebûye, bi taybetî li çiyayên asê, jina Kurd çanda xwe ya ku mîrateya hezar salan e, bi gur û geşî dijîn. Li deşt û bajaran jî, çawa ku keys û fersenda xwe dibîne bi sebir, bi rik û înad li gor çanda xwe dijî. Jinên Kurd ku neçarî koçberbûna metropolan hatine kirin, li nav serê avahiyên betonî yên bi çend qatî tendûrên xwe datînin û nanê xwe tê de çêdikin. Ev, li dijî çanda modern a xerîb helwestek e. Mirov dikare di vê mînakê de jî baş bibîne, wisa bi hêsanî xwe berdandin, nakevin nav çerxa modernîteya kapîtalîst û li ber xwe didin.
Hêzên dagirker çawa ku van taybetiyên wê dizanin destpêkê berê xwe didin wê. Bi kampanyayên mîna de keçno werin dibistanê ku van salên dawîn dane destpêkirin, dixwazin jina Kurd a çanda xwe ya kok a hezar salan karibûye heta niha bi israr bîne, li dijî bişaftinê li ber xwe daye, têxin nav çerxên pergalê û bihêrin.
Jina Kurd, bi tevlîbûna çalak a têkoşîna PKKê ya 35 salan, careke din nîşan daye ku mîrateya xwe ya herî hêja ya ji serdema dayîka xwedawend, ji neolîtîkê mayî winda nekiriye û di parastina vê çandê de bi biryar e. Ji jinên ciwan heta yên pîr, taybetiyên wan ên serhildêr, asî û îsyankar ên di genên wan de heyî êdî xwe dide der. Bi dil û can tevlî Îdeolojiya Rizgariya Jinê ya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan bûne û bi vî rengî nîşan dane ku xwedî li nirxên jina Kurd ên dîrokî dertên, di vê rê de canê xwe feda dikin. Di vê rê de bi hezaran şehîd dane, ji cî û warên xwe hatine sirgûnkirin, di îşkencexaneyan de bi îşkenceyên herî dijwar re rû bi rû mane, mehkûmî birçîbûnê hatine kirin, lê bi hemû hêza xwe li nirxên xwe xwedî derketine û ji bo wan bi pêş bixin li ber xwe dane. Ji Rindêxan heta Leyla Qasim, Besê, Zerîfe, Bêrîvan, Zîlan, Sema, Bêrîtan, Nûda, Fîdan, Leyla û Sarayan ew xwîna ku ji bo nirxên bingehîn ên mirovahiyê biparêzin û bidin jiyankirin rêtine, dîsa di zeviyên anorê yên mirovahiyê de bûne kulîlk û bişkivîne.
Çavkanî
1,2,3,4,5; Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk, Parastina Kurdên di Nav Pencên Qirkirina Çandî de Abdullah Ocalan
Kürt Tarihi ve Uygarlığı (Şaristanî û Dîroka Kurd) / Cemşîd Bender
Folklor û Jinên Kurd/ Rohat Alakom
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42