MİROV BİBE ŞOPGER Û LÊGERÊ ÇARESERİYA NETEWEYA DEMOKRATÎK

16 Hezîran 2014 Duşem

Eger ez ji vê pirsgirêkê nebihurîbûma û wê ez têk biribûma, pirr zehmet bû ku mirov bigota, ez ê di gavavêtinên ber bi rastiya Kurd de bi ser ketama.

Abdullah OCALAN

Ji bo piçûkên mirovan bi herhalî pirsgirêka herî zor bi civakbûnê dest pê dike. Bi qasî ku tê bîra min, têkiliya herî zor a tê hişê min, têkiliya ‘namûsê’ bû ku ez bi diya xwe re li ser pevçûbûm. Wer xuya ye ku di şertên wê demê yên gund de şertê pêşî yê civakbûyînê ew e, divê mirov bi namûs be. Ji bo mirov bi namûs be jî divê mirov guh bide rêzik û pîvanên malbatê ango bi namûsa xwe ve girêdayî bimîne. Çênedibû ku ez bi vê têgihiştina namûsê ya bi jidayikbûnê çêdibû girêdayî bimama. Bi civakbûyîna ku mirov piştre hîn dibû mirov bi namûs dibû. Bi herhalî diya min jî li gorî xwe ez civakî dikirim. Lewma dixwest min bi pîvanên malbatê ve girê bide. Ji ber ku riya bi tenê ya zanîbû ev bû. Li ser vê ez û wê pirr bi dijwarî pevçûn. Tevî ku ez zarok bûm jî min hê di wî temenî de pîvanên malbatê kêm û nerast didîtin. Cara pêşî serîrakirina li ber rêûresmê mewzûbehs e. Nakokiya di vî warî de demeke dirêj dewam kir. Pirsgirêka malbatê veguherî pirsgirêka jinê, pirsgirêka jinê veguherî pirsgirêka azadî û demokrasiyê û herî dawî jî veguherî pirsgirêka neteweya demokratîk.

Min behsa têkiliya xwe ya bi mizgeft û dîn re kiribû. Di destpêkê de min di asteke mînak de guh dabû dîn û li gorî wê meşiyabûm. Min li derdora sîhûsê duayan ji ber kiribûn û di nava zarokên din de herî zêde ez ketibûm çavê melê. Min ji zarokên dibistana seretayî komek çêkiribû û min ji vê komê re îmamtî kiribû. Di vê mijarê de nota min temam bû. Lê bi xwedayê dîn re pirsgirêkên min ên zêhnî serî dabûn. Ev xweda çi ye, li ku ye, çawa ye, pirsên bi vî rengî her ku diçûn zêdetir serê min tev didan. Di dîn de kûrfikirînê ev pirsgirêk çareser nedikir, berevajî bêhtir giran dikir. Min hewl da nakokiyeke bi vî rengî bi felsefeyê ji hev derxim, li pey vê hinek gavên din hatin û min tevgerên civakî nas kirin û biryara xwe di sosyalîzma zanistî de da. Min tercîhên wilo kiribûn ku gelekî zehmet bû mirov ji bin barê wan rabe. Têkiliya rastî ya civakbûnê nasnameya Kurd bû. Pirsgirêka nasnameya Kurd min li dibistana seretayî ya perwerdeya wê bi zimanê Tirkî bû nas kir. Vê pirsgirêkê hebûna xwe pirr zû dabû hiskirin. Pirsgirêkê birînên kûr di min de vedikirin, lê ji bo çareseriya wê taqeta min tinebû ez demeke dirêj gav biavêjim. Ne kapasîteya min a teorîk û ne jî ya pratîk derfet û îmkan nedidan ku gaveke piçûk jî biavêjim. Di encamê de her ku min dît di bingehê pirsgirêkên malbat, dîn, felsefe û sosyalîzmê de reva ji pirsgirêka nasnameya Kurd heye, min fêhm kir ku ez ê nikaribim xwe ji çareseriyê dûr bixim û ez ê li ser wê neçar biponijim, hûrûkûr bifikirim.

Ji salên 1970’î ve, piştî ku min nasnameya Kurd qebûl kir û weke pirsgirêk lê serwext bûm, bi tevahî dor li jiyana min girt. Bi tevahî pirsgirêkên bi kesayeta min re têkildar derdiketin holê min bi nasnameyê ve girêdida. Ango min fêhm kiribû û bawer kiribû ku heta nasnameya Kurd çareser nebe, ez ê nikaribim ti pirsgirêka maddî û manewî çareser bikim. Piştî vê, serhatiya min a îdeolojîk û rêxistinî dest pê kir bi awayekî bû çîroka min a jinûvelixwegerînê. Hewldanên min ên lêgerîn û çareseriya nasnameya Kurd bi awayekî dibûn hewldanên min ên ji nû ve xwe danasînê, jihevderxistinê û civakîkirinê. Min ev lêgerînên xwe car caran bi çîrokan anîn ziman, lewma ez ê dubare nekim. Lê qismî şîroveyên felsefî yên çîrokên min balkêş in. Çanda Kurd bi derfet û îmkanên kêm ê muzîkê xwe di zêhn û hestan de bi awayekî zelal dida der. Min ji zarokatiya xwe ve li kilamên Kurdî guhdarî kiribû. Dengên ku min ew pêşî bihîstibûn yên Meryemxan û Cizrewiyên birayên hev bûn. Lê di nava şert û mercên Enqereyê de cara pêşî min dengê Aramê Tîgran bihîst û bandoreke cuda li min kir. Min pirr gelekî paşê dema ev şîrove kir, min fêhm kir ku ev dengekî wisa ye, bêhtir nêzî rastiya Kurd, nexasim nêzî rastiya gelê Kurd e, nemaze di anîna ziman a heqîqeta gelê Kurd de ev deng bêhtir nêzî rastiya Kurd bû. Lewma min qebûl kir ku huner şêweyekî din ê ravekirina heqîqetê bû. Di nava wî dengî de hem bangek ji bo rastiya gelê Kurd hebû, hem jî weke naverok ‘eşqeke hêvîjibirî’ dianî ziman. Ji lewra bi rastiya min re gelekî li hev dikir. Ji aliyekî ve bi lêgerînên xwe min hewl dida pirsgirêka Kurd rave bikim, ji aliyê din ve jî ev yek bi muzîkê bi hêz dibû û ev xusûsek bû ku dihat fêhmkirin. Lêgerîna îdeolojîk û muzîk ji bo pirsgirêka Kurd êdî milê xwe dabûn hevdu û dimeşiyan.

Eleqeya min a ji bo jinê jî di van salan de bi heman awayî çêbû, beridî. Bi awayekî xwezayî girêdanên bi arezû yên di salên pêşî yên ciwaniyê de bi serê ciwanan de tê, ji bo min jî pêkan bûn. Bi awayekî biyolojîk û rêûresmî nêzî jinê nedibûm û ji vê dûr ketibûm, eleqeyeke min a di vî warî de jî çênebûbû. Di nava şert û mercên bajêr de jina xwe nîşan dida bi xemla modern bû. Bala min dikişand, lê nêzîkbûna min a keçeke ku li gorî modernîteya Tirk gihiştibû, bi qasî Çiyayê Qaf îhtîmaleke dûr bû. Ji bo vê, ne min xwe xwedî hêz didît, ne jî ji bo vê min hewl dida. Dema min xeyal meyal çav li hinek keçikên bi eslê xwe Kurd digerand, min ew çîrokên eşqê yên hêvî ji wan birrî yên di nava muzîkê de derbas dibûn his dikirin. Çawa ku min berê jî diyar kiribû, min ji bo rûyê hin keçan gotibû “Divê zuriyeta vê keçikê jî bibe zuriyeteke hêjayî azadiyê” bi vî awayî gotina min ji nêz ve têkiliya xwe bi pirsgirêk û rastiya Kurd re heye. Muzîka Aram çiqasî di rastiya Kurd de rewşa ‘bûyera hêvî jê birrî’ nîşan dida, ew dîmenê min li ser rûyê keçikê didît jî ewqasî nîşan dida ku rastiya Kurd bûyereke bêhêvî ye, lewma bi sînor be jî têgihiştineke min a namûsê hebûya, diviyabû ez bi pey vê bûyera bêhêvî biketama ango diviyabû bi pey rastiya Kurd biketama û min ev bi israr dianî ziman. Li gorî çavdêriya diya min, hatibû fêhmkirin ku ez ê bi vî halê xwe nikarîbûma bi jinê re bibûma. Jina modernîteyê, dema dibû Tirk bi qasî Çiyayê Qaf dûr, dema dibû Kurd jî bi dîmenekî eşqa bêhêvî xwe nîşan dida. Eleqeya ji bo jinê ya ciwanên Kurd û Tirk ên li cem min, ji bo min ne exlaqî û ne jî estetîk xuya dikir. Lewma min ti carî dilê xwe nebijand wan û ez nefikirîm xwe nêzî keçekê bikim.

Tevî vê yekê, ji nişkê ve di zewacê de bist bûm û ev hêja ye ku bê fêhmkirin. Çawa ku di beşên pêwendîdar de min rave kir, ev nêzîkatiyeke welê bû, aliyên wê yên îdeolojîk, etnîk, polîtîk û psîkolojîk ketibûn nava hev. Di wî temenî de min ceribandina zewacê bi awayekî weke ‘qebqebûkirinê’ qebûl kiribû. Ji aliyê rûhî û rêûresmî ve ti carî nezewicîm. Lê pirr zor be jî min bi xwe dabû qebûlkirin ku ji bo dîmenê îdeolojîk û polîtîk ê li dora jinê ji hev derxim ceribandineke bi vî rengî girîng e, û divê ez ji pêkanîna wê netirsim. Nexasim bi vê têkiliyê min xwe gihand rastiya Kurd Elewî û jinê, min têkiliya vê bi nasnameya Kurd, bi pirsgirêk û çareseriya wê re danî û divê ez bi girîng bibêjim, ev ‘gelekî zor’ bû, lê dersek bû ku pirr tiştan jê hîn bûm. Eger ez ji vê pirsgirêkê nebihurîbûma û wê ez têk biribûma, pirr zehmet bû ku mirov bigota, ez ê di gavavêtinên ber bi rastiya Kurd de bi ser ketama.

Ji Parêznameya: ‘Parastina Kurdên Di Nava Pencên Qirkirina Çandî De’ (cilda 5)