Modernîteya Kapîtalîst Pergala Qirkirinê Ye
19 Hezîran 2014 Pêncşem
Qirkirin ne tênê qirkirineke li dijî ziman e. Jixwe eger girîngiya ziman nebûya, dijmin ew qas li ser nedisekinî. Ziman ne tênê amûrekî xwe îfadekirinê ye. Ziman ji wê wêdetir, rihê gel û civakê ye.
Akademiya Zanistên Civakî Ya Abdullah Ocalan
Qirkirin, destwerdaneke li dijî zanebûna xwebûnê, bûyîna ya xwe ye. Qirkirin vê zanebûnê ji holê radike, ji riya wê ango ji cewhera wê dûrdixe. Şaş e, em dîroka qirkirinê bi modernitêya kapîtalîst re bidin destpêkirin. Ev xaleke girîng e. Mînak zanebûna xwebûyînê tenê ne di dema netew-dewletê de hatiye binpêkirin ango astêng kirin. Siyaseta ji xwe dûrxistin, kirina xerîbê xwe, kirina yê din û avakirina perdeyeke jiyanê di vê çarçoveyê de, xwe dispêre dîrokeke kevintir. Eger tu dest li vê wernedî, tu yê nikaribî bi ti awayî li ser çavderiyekê pêşbixî. Li ser vî bingehî destpêkirina dîroka qirkirina çandî bi netew-dewletê re, bi Modernitêya Kapîtalîst re wê pênaseyeke kêm be. Ji ber dîroka wê ji vê hîn kevintir e. Ev mijareke pir girîng e. Ferq ango cudabûn çi ye? Ferq wiha ye; niha eger tu yê pergala siyasî li ser bingehê modela netew-dewletê înşa bikî, ya ku di vir de derkeve holê ev e ku êrîş ango êrîşkariya qirkirinê li ser zimanê etnîtiseyekê, li ser çanda wê, zanebûna wê zêdetir û têr-tijîtir dibe. Di encam de ti çand, ziman, bawerî û nasnameya pêkhateyên ku di erdnigariya ku ew xistiye bin kontrola xwe, di nava xwe de dihelîne. Wekî ku di karxaneyan de pêlîstokan çêdike, mirovan jî her wisa çêdike. Jixwe ev qirkirin e. Li gorî vê yekê pêvajoya netew-dewletbûyînê ango pêvajoya ku modernitêya kapîtalîst tê de pêngav li pêşxist ku ew pêvajo jî pêvajoya ku netew-dewletan li beramberî civakên xwe qirkirin bi awayekî têr û tijî pêkaniye ye. Eger tu Tirkan di pergala qirkirinê re derbas nekî, li ser Tirkan jî qirkirinê pêkneyînî, jixwe tu yê nikari wana bixî hêzeke qirkirinê li ser Kurdan, her wiha tu yê nikaribî wana li beramberî Kurdan bikarbînî. Eger tu Farsan di qirkirinê re derbas nekî, tu Ereban di qirkirinê re derbas nekî, ango civakên serdest ku tu dixwazî wê bikî kirdeya netew-dewletê kîjan be, eger ew di qirkirinê de derbas nebîn, eger ew di terbiya netew-dewletê re derbas nebin, eger wê netew-dewletê nexî nava çarçove ya xwe, tu yê nikaribî qirkirinê li ser civakeke cudatir jî pêkbînî. Destpêkê pêwîst e tu wê civakê ji qirkirinê re derbas bikî. Pêvajoya netew-dewletbûnê di heman demê de, pêvajoya qirkirina li dijî mirovahiyê ye. Pêvajoya ku zanistiya xwebûyûnê tê de tine dibe ye. Her wiha netew-dewlet vê ne tênê li dijî gelên dîtir pêktîne, gelê xwe jî qirkirinê re derbas dike. Ev xalekî gelek girîng e. Xala din, eger em qirkirina çandî tenê li ser bingehê qedexeyên ku li dijî zimanê etnîsîteyekê tê meşandin fêmbikin wê di têgihiştina me ji meselê re kêm be. Qirkirin ne tênê qirkirineke li dijî ziman e. Jixwe eger girîngiya ziman nebûya, dijmin ew qas li ser nedisekinî. Ziman ne tênê amûrekî xwe îfadekirinê ye. Ziman ji wê wêdetir, rihê gel û civakê ye. Mînak; eger tu zimanê gelekê fêrbibî, tu rihê wî gelî jî nasdikî. Nivîsandin, xwendin, ango rêziman zanîn, nayê we wateyê ku tu wî zimanî dizanî. Carna gotinek tênê bi wî zimanî di girîngiya destanekê de ye. Stranek dikare rihê netewekê geşbike. Ziman tiştêkî bi vî rengî ye, pir girîng e. Li ser vî esasî em dikarin bêjin, rihê netewekê zimanê wê ye. Netew bi zimanê xwe îfadeya rihê xwe dike. Ev girîng e, lê mirov nikare bêje ku çand bi têmamî ango tenê ziman e. Lewma qirkirina çandî jî tenê qedexe û zextên li dijî ziman nîn e. Mirov dikarê bêje ku ziman yek ji sembolên herî li pêş ê qirkirina çandî ye, lê armanca qirkirina çandî ya esasî ne ziman e. Zîhniyeta ku ziman dixe tevgerê ye. Zanebûna xwebûyînê ye, cihana wateyê ye. Jixwe ya ku tê xwestin bê kirin di ser ziman re jî ew bixwe ye. Bi rêka ziman hewldidin zîhniyetê vemirînin, qels bikin. Divê em vê yekê baş bibînin. Cihana wateyê hatiye binpêkirin. Rewşa xwebûyînê hatiye hilweşandin. Li ser vê yekê jî tu dinêrî ku netew-dewletbûyîn her ku çûye hîn bêtir sîstematîk bûye, hîn bêtir di milê rêbaz de kûrbûyînek qezenc kiriye û gihîştiye rewşeke yeman, rewşeke bêhempa. Hemû ragihandin girtiye gel xwe. Her wiha êrîşên wê yên îdeolojîk gihîştine lûtkeyê. Mirov dikarê bêje ku beriya niha bi dused salan pêvajoya qirkirina çandî destpêkiriye. Ango pêvajoya qirkirina leşkerî, siyasî û ekonomîk a ku dewleta Komara Tirkiyê bi avabûyîna xwe li dijî Kurdan daye destpêkirin sedsaliya xwe derbas dike. Di vê pêvajoyê de zanebûna xwebûyînê ya Kurdan çi bû? Asta Kurdan a zîhniyetê çi bû? Mirov dikare bêje ku bi rastî Kurd xwedî avahiyeke zihnî ya xwebûyînêbûnê ne yan na? Bi rastî têgihîştinek û zanebûneke Kurdan a xwebûyînê ku yekîtî û rêûresma wî îfade dike, pêşeroja wî temsil dike heye yan na? Ev xal, ew xal in ku divê bêne fêmkirin. Dema ku Kurd rastî mêtîngeriya dewleta Tirk ango êrîşên netew-dewletê hatin, rewşa wê ya zanistiya xwebûnê di kîjan astê de bû? Mirov dikare bêje ku parçe parçê bûn. Wê demê qirkirina Kurdan tenê bi pêvajoya netew-dewletê re destpê nekiriye. Pêwîst e em biçin beriya wê dîrokê. Mînak em dikarin heta biçin pêvajoya Îslamiyetê. Yek ji şikandinên herî cidî ya ku Kurdan jiyankiriye di vê pêvajoyê de hatiye jiyîn. Em dizanin bêyî ku pêkhatinên qirkirina ku li dijî Kurdan hatiye meşandin û heta roja me ya îro berdewam kiriye ka çi qas têvlîhev in û di nava hev de têne meşandin. Ev jî bi destpêkirina pêvajoya Îslamiyetê re pêk tê. Ya rast a heya wê demê jî, heta dema Îslamiyetê, nizanim di çîna serdest de çi qas hebû, lê di civakbûyîna Kurdan de zanistiya xwebûnê hebûna xwe bi xurtî dida nîşandan. Kurdiniya ku Zerdeştiyê îfadeya wê dikir diyarker bû. Zerdeştiyê xîtabî hemû gelên Aryenî dikir, lê herî zede jî xîtabî gelê Kurd dikir. Kurdan xwe bi Zerdeştiyê îfade dikirin. Bi wê xwe didan jiyankirin, bi wê dîroka xwe, paşeroja xwe bi wate dikirin. Bi Îslamiyetê re ev jiyan ango ev xwebûyîn parçe dibe. Pêvajoya piştî vê destpê dike pêvajoya serberjêrçûyînê ye. Pêvajoya netew-dewletê pêvajoya ku tenê vê pêvajoyê berdewamkiriye ye, ne ya ku ev pêvajo daye destpêkirin e. Netew-dewletê ev pêvajo ber bi encamê ve biriye ango ya ku ev pêvajo bi encam kiriye ye. Em bala xwe bidinê, çeka qirkirina çandî ya herî xort di hemûyan de ol e. Hem di dagirkeriya Ereb de, hem di ya Fars de û hem jî di dagirkeriya Tirk de rêbaza herî bi bandor ku di qirkirina çandî de tê bikaranîn dîn e. Îro ya ku AKP jî hewldide pê qirkirina çandî pêkbîne jî dîsa rêbaza dîn e. Balkêş e! Yên ku dîn bikartînin jî, komên dîndar bixwe ne. Her tim gotin û rûyên wê yên balkêş tenê bikar nayînin. Dibe ku rêbaza herî bi bandor, rêbaza qirkirinê ya klasîk be. Em bala xwe bidinê, sîstema heyî tevî hêzên hegemonîk ên navnetewî yên ku dixwazin planên xwe li ser heremê bi encam bikin, hemû jî hêviyên xwe bi hêzên Îslama nerm û Îslama lîberalbûyî ve girêda ne. Tirkên spî, Erebên spî têkbirin û di cihê wan de dîn bi awayekî bi bandor bikaranîn. Bi dîn dixwazin sîperên çanda Rojhilata Navîn têk bibin û derbas bikin. Ji bo vê pêwîst e mirov di qirkirina çandî ya Kurdan de dîn bi awayekî kûr bigire dest. Pêwîst e ev xal bi awayekî kûr bê dahûrandin. Hem dişkîne, hem jî ber bi kapîtalîzmê ve dehfdide. Yê ku dişkîne jixwe di aşê xwe de dihêre. Bi kurtî hem di warê erênî de û hem jî neyînî de li kîjan cihê ku pêktê di qirkirina çandî de encam digire. Her wiha cihê ku tê de bi serbikeve, ew cih îflah nabe. Nikare êdî serê xwe rake. Mînak; milekî wê heya bi Hîzbûlahê çû. Yê ku qezenc dike jî ber bi kapîtalîzmê ve dehfdide. Bi vî rengî dihêle ku feraseta azadiya sexte derbikeve holê. Dîsa, mînakeke cuda jî em dikarin bidin. Gelek kesên Rojhilata Navînî, rêgezên Ewrûpa, rêgezên Rojavayî weke rêgezên azadiyê dinirxînin. Ya ku jê nefret dike, napejirîne û dixwaze jê dûrbikeve di rastiyê de jiyana civakî ya ku dînê bi dewletê re bûye yek e. Dema ku ji pencerê lê tê nêrandin Ewrûpa weke qadeke azadiyê dixûyê. Baş binêrin, hemû dewletên ku qirkirin tê de bi rêbaza dîn tê meşandin, li wan deran de berê civakê li Ewrûpa ye. Li ser vî esasî mirov dikare bêje ku dîn jî ciheke xwe yê bi bandor heye. Her wiha dîrokeke wê ya kevin jî heye. Di qirkirina çandî de dîn bi taybet dewleta dîn di bişaftina civakê û dûrxistina wê ji cewhera wê de roleke wê yê bi vî rengî heye. Cudahiyên ku bi pêvajoya netew-dewletê ango bi derkedina dewlet-netewê derketî ne çi ne? Mirov dikare li ser vê xalê hinekê raweste. Wekî din eger em qirkirina çandî weke derxistina ji cewher û dûrxistina ji xwebûnê binirxînin, wê demê divê em dîroka wê hîn bi pêşve bibin.
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42