HUNER, TAYBETMENDİYA CİVAKÎ YA HERÎ BERXWEDÊR E!

19 Hezîran 2014 Pêncşem

Estetîk dîmena civakê ya şênber dide diyarkirin. Ango tiştên ku bi çav têne dîtin in. Xweşikbûn jî hem milê şênber û hem jî milê muceret ve hêz, hest û şadî dide mirov.

Murat AKDAX

Zanebûna hunerî li ser mêjiyê mirov û ji bo pêşketina mêjiyê mirov ku diyardeyekî civaki ye, demekî dirêj e tê zanîn. Pêkanîna hêza mirov a hindirîn ji bo derve dihêle ku ew hêza hindirîn hîn zêdetir pêşbikeve. Ev di cîhana mirov de pêvajoyekî xwezayî ye. Eger bi vê diyalektîkê pêşneketa taybetmendiyên mirovbûnê jî nikaribûn pêşbikevin û cêwaziya mirov a ji zindiyên dîtir jî pêşbikeve. Heman tişt ji bo kargîniya hunerê ya li ser civakê jî derbasdar e. Huner weke diyardeya ragihandinê di her demên dîrokê de di tevahî civakên komûnî de ji bo pirsgirêkên civakî û çînî anîna ser ziman û ji bo çareserkirina wan pirsgirêkan rolek girîng lîstiye. Di civaka dîrokî de her pêwîstiyên jiyanî, civakî û xwezayî herî zêde bi rêka hunerê hatiye ser ziman. Di hişê mirov ê civakî  de heya pêwîstiyên civakî hebin wê huner jî her hebe. Huner ber bi jiyana komûnî ve û ber bi civaka azad ve her tim bûye ronahiya rêya mirov. Bêguman divê mirov di vê pêvajoyê de di pîvana afrîneriya hunerê de pirsgirêkên ku derbikevin û asta afirîneriyê jî dikare li ber çavan bigre. Ango her çêbûnên civakî li gorî hêza hunera xwe dikarin bi bandor bibin.

Huner, ya ku pirsgirêkên exlaqî û civakî tîne ser ziman, ya ku têkoşîna jiyanî û ya ku di jiyana civakî de têkoşîna li hemberî serweriyê tê dayîn bi awayekî rast tîne ser ziman, ya ku bi berhemên hunerî ve mirovan ber bi başî û ber bi  rastiyê ve dişîne û her wiha ji hunera ku ti tiştekî nade zihnê mirov û jiyana mirov, berhemên ku mirov ji hestê jiyanê dûr dihêle û qut dike de veqetandinekî rast kirin weke ku mirov xwe ji nû ve biafirîne felsefa hunerê her tim pêşbixe. Dema mirov di milekî de berheman pêşkêşî civakê bike, di milê dîtir de jî divê mirov pirsgirêkên civakî, siyasî, aborî, çandî, olî, exlaqî û zanistî bi her milê xwe ve û bi awayekî kûr nîqaş bike, çareserî peyda bike; dema mirov vê bike wê demê mirov di qada hunerê de hêza vîna hunerê dikare bibîne.         

Hebûna asta civakê bi hunera wê diyarker dibe. Di bin bandora mêjiyê civakî de ango hunerî de dîmenên mirovî yên ku çêdibin rewşa wê civakê dide diyarkirin. Nîşaneya jiyana civakê, nasname û helwesta civakê ya li hemberî xwezayê û xweşikbûnê di çi rewşê de ye pênase dike. Ango civak cîhana ku tê de dijî bi zimanê hunerê tîne ser ziman. Huner, ew jiyana ku bi awayekî çor û hişk were derbaskirin de peywira rihdayînê dilîze. Coş û hêza jiyanê mirov dikare bi hunerê îfade bike. Her çi zorî û zehmetî hebin jî bi rola xwe ya bûyîna hêza çareseriyê û berxwedêriyê radibe. Bi şaneyên azadiyê tevdigere û dilşadiyê armanc dike. Dilşadî xwastek û pêwîstiyên ku di mêjiyê mirov de têne derbaskirin in. Çawa ku di xwezayê de tevger û lêgerîna hevsengiyê bêdawî ye û hîç xilas nabe, dîsa çawa ku cûrbicûriyên xwe yên bê dawî hene, lêgerîna dilşadiyê ya di mirov de jî ew qas zêde ye.

Zêdebûna cinsê mirov, xebat, hezkirin, parastin, fêrbûyîn û hwd. ev hemû di çarçova dilşadiyê de pêk tên. Pêwîstî û xwesteka bedena mirov li pey hev dema yek xilas dibe ya din tê û dihêle ku bi hedefekî nû mirov ber bi şadiyê ve biçe. Bêdawîbûna şadiyê bi bêdawîbûna pêwîstî û xwestekên mirov ve girêdayî ye. Dilşadî, ji nêzîkatiyên takekes bigre heya têkoşînên serdestiyê û bindestiyê armanca mirovane ye. Ango hêza ku mirov pê dikeve nava tevgerê ye. Dilşadî, di rastiyê de herî zêde bi şaristaniya navendî ve bûye mijara gotinê. Ji ber beriya wê pirsgirêka dilşadiyê tinebû. Dîsa pirsgirêka azadiyê tinebû ku heya pirsgirêka koletiyê hebe. Lê mirov dikare bibêje ku di dîrokê de yan jî di xwezayê de diyardeya “nakokiyê”li pêş e. Ango nakokî dibe sedema pêşketinê; eger ew nebe pêşketin jî çênabe. Dîmena nakokiya ku di zindiyan de xuya dike jî pêwîstî û xwastekên jiyanî ne (di zîhniyeta pergala serwer de nakokî bi zanebûn têne derxistin, ew jî ji bo ku karibe civakê zeft bike û li ser vê jî xwe bike hêz). Dema ku ev pêwîstî û xwastekên jiyanî pêk tên wê demê aramî û dilşadî çêdibe. Jixwe di civaka dîrokî de di têkiliya mirov û xwezayê de pirsgirêka şadiyê tine ye. Pirsgirêka şadiyê di navbera mirovan de çêdibe. Sedema vê jî çêbûna zîhniyetên ku dûrî xwezayê ne û  çêbûna serdestiyê û bindestiyê ye.

Têgîna hunerê jî bi qasî ku şadiyê armanc dike rêya rast a ku diçe ber bi azadiyê ve jî ji xwe re dike armanc. Di vê wateyê de mirov dikare bibêje huner, li hemberî şert û mercên jiyanê yên zehmet û bi her awayî metirsiyên ku ji derve de li ser civakê werin, weke hêza berxwedêr bi ziravî dikare tekoşînên mezin pêşbixe. Di jiyana civakî de diyardeya ku hest û ramanê mirov dide diyarkirin û dibe hêza fêrkirinê huner e. Tenê ne di jiyana mirov de, di jiyana hemû zindiyên gerdûnî de bandora hunerê bi awayekî balkêş derdikeve holê. Hema hema hemû zindiyên gerdûnî di vê wateyê de li hemberî dengê hunerê bi baldar in. Ev jî derdixe holê ku li hemberî xweşikbûnê ango azadiyê hişyariya gerdûnî çi qas zêde ye. Ji dengê hunerê di serî de mirov, heya sewal û nebat jî bi bandor dibin, guherînên balkêş di xwe de çêdikin. Weke nebatekî mînaka mîmozaya ku li hemberî dengê muzîkê bi bandor dibe rastiya vî tiştî tîne ser ziman. Jixwe di rastiya sewalan de ev mînak pir heye û tê dîtin. Ev jî hêz û efsûniya hunerê dide diyarkirin.

Dengên ku bi dengê xwezayê re di nav hevsengiyekê de bin bala hemû zindiyên gerdûnî dikşîne. Mînaka vê dînamîzmê civaka dîrokî pêk tîne. Di civaka dîrokî de têgihiştina wateya xwezayî de fesefeya jiyana hunerî bi qasî komûnkariya civakbûnê tîne ser ziman erk û pêwîstiyên jiyana zanistî, bîrdozî, aborî û baweriyê jî di her kêliyên jiyanê de pêkan dike. Estetik û xweşikbûna jiyanê jî dide raber kirin. Estetîk dîmena civakê ya şênber dide diyarkirin. Ango tiştên ku bi çav têne dîtin in. Xweşikbûn jî hem milê şênber û hem jî milê muceret ve hêz, hest û şadî dide mirov. Estetîk weke parçeyek ji xweşikbûnê tenê milên ku bi çav têne dîtin dide diyarkirin. Ango her xweşikbûn dikare estetîk nebe, lê her tişta estetîk misoger divê xweşik be. Bi gotinekî din estetîk bi milê xweşikbûnê yê şênber ve girêdayî ye. Huner, xweşikbûn û estetîk di cewher de hersê bihev ve girêdayî ne û ji hev nayên qut kirin.  

Feraseta mirovane, di warê fikrî û hestî de herî xweş bi zimanê hunerê hatina wê ya ser ziman e. Mirovê di civaka dîrokî de dijî, di wateya têgihiştinê de rêbaza jiyankirinê bi saya hunera xwe derxistiye zanebûnê. Weke ku tê zanîn civaka dîrokî, hem rabihûriya xwe û hem jî pêşeroja xwe di tama hunerê de bi rêkûpêk kiriye û hezkirina jiyanê jî di vê wateyê de daye raberkirin. Weke ku em îro jî dibînin dîrok herî zêde bi rêka hunerê tê ser ziman. Ango nivîs û beriya nivîsê, hem fîgûrên wêjeyî û hem jî fîgurên wêneyî ( hiyeroglîf )yên destpêkê li ser kevir û kevalberan, piştre jî li ser çerm û papîrûsan hatin neqişandin û ev jî di wateya hunerê de bûn. Dîsa destan, çîrok û bûyerên ku bi devkî têne gotin bi hunerê mayînde bûne. Di wateyekê de mirov dikare bibêje, zimanê serdemên bi hezaran salan hunerî ye. Di nava  têgîn û wateya hunerê de bi her mijara civakî ve girêdayî mirov dikare rastî heqîqetên civakî  were.

Huner bi rastiya xwe ve çawa ku di dîrokê de bandor li ser zanistên xwezayî û civakî kiriye, di roja me de jî vê bandorê bi heman awayî li ser hemû çalakiyên mirov dike. Dema di wateya civakî de were destgirtin, hûnandinên pir mezin dikare çêbike. Lê dema ku bi mêjiyekî ne di hevsengiya wê de be were dest girtin, dikare xirabiyên mezin çêbike. Di jiyana civakî de mirov dikare di astekê de li ser esasê jiyankirina di wateya madî de xwe têr bike û bijî, lê bê huner mirov bijî. Bê huner jiyan bibe jî wê demê cêwaziya mirov ji nebatekê wêdetir naçe. Ji ber huner di cîhana mirov de hêza arişî dide diyarkirin, hebûna rihê mirov ango weke mirovê civakî jiyankirinê dide nîşandan. Bi danesîneke din ferqa di navbera mirov û zindiyên din de çi hebe dide diyarkirin.

 Mirovahî bi hunerê teşeya xwe ya civakî û ramanê xwe yê gerdûnî daye avakirin. Di wateya bîrdozî, felsefî, dînî, zanistî, siyasî û civakî de mirov çi qas xwe bi hunerê re yekpare bike ew qas jî mirov dikare xwe di bîrewerî û baweriya xwe de israr bike û bide berdewamkirin. Eger ev têgihîştin nebe di wateya “xwebûnê” de berdewamiya mirov jî zehmet dibe. Sedema ku zîhniyeta serwer ango modernîteya kapitalîst dest avêtiye hunerê û dijberê civakê bikartîne jî ev e. Weke ku tê zanîn di roja me de huner, li ser esasê terbiyekirina civakê tê bikaranîn. Civak bi hunerê, li gorî zîhniyeta pergala serwer tê guherandin û terbiye kirin.