ŞOREŞ Û ROLA JINA KURD

24 Cotmeh 2014 În

Pêwîst e her jineke azadîxwaz êşa her jineke bindest wekî êşa xwe bibîne, lê bi xurtkirina têkoşînê xwedî lê derbikeve.

Jiyan LAVA

Divê mirov destpêkê bibêje ku di encama Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya 2012’an de îro li Rojavayê Kurdistanê taybet bi navê gelê Kurd, her wisa bi navê tevahî gelên bindest û xizan ên wekî Ereb, Asûrî, Ermenî, Sûryanî, Çeçen û hwd. ên li Rojavayê Kurdistanê dijîn, pêşketinên dîrokî têne jiyankirin. Ev ji bo wan serdemeke nû, pêngaveke azadî û demokrasiyê ye.

Bi dehan sal bû gelê Kurd ji aliyê rejîmeke zordar ve dihat înkarkirin; heta li ser erdê bav û kalên xwe yên heq wekî mirovên biyanî dihatin hesibandin. Ji ber vê bi milyonan Kurdên azadîxwaz ên xwe li ser navê Partiya Baas a şoven nenivîsandîn, bê nasname hatibûn hiştin. Her wiha piraniya gelê Ereb li welatê xwe di nava jiyaneke sefîl û xizan de hatibûn hiştin; li gel ku dahatûya dewlemendiyên xwezayî yên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bi rihetî dikare welatekî di nava rewşeke xweş de bidin jiyankirin! Cardin taybet gelê Sûryanî ji ber baweriya xwe ya olî û cihêrengiya xwe ya gelêrî di hinek taxan de hatibû sînordarkirin û wan û gelên din ên cîranên hev wekî biyaniyan dûrî hev dijiyan. Bi vî awayî li gel ku Rojavayê Kurdistanê û Sûriye tam mozayîkeke gelan, çandan, baweriyan û olan e, ji ber fikra Baasgeriya şoven bi ser vê dewlemendiya pir-çandî hatibû girtin.

 Tenê bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re ku sîstema Baas ji herêmên Kurdan hat derxistin û gelê Kurd ew îradeya xwe birêxistinkirin û rêvebirinê nîşan da, îro em dibînin di her civîneke gel de gelê Kurd, Ereb, Sûryanî, Ermenî, Tirkmen û hwd. yên azadîxwaz bi rengekî demokratîk li hev kom dibin, pirsgirêkên xwe bi hev re nîqaş dikin, bi xweşbînî nêrîn û pêşniyarên xwe bi hev re parve dikin. Ango ew sînorên ku berê di navbera van gelan de hatibûn danîn, niha gav bi gav ji holê têne rakirin. Her kes ji ol, ziman, çand û cihêrengiyên hev re rêz digire. Ev bi navê tevahî gelên li Rojavayê Kurdistanê dijîn şoreşeke mezin e.

Bi taybetî piştî ku gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ew îradeya xwe birêxistinkirin û rêvebirinê nîşan da, dewletên dagirker ên wekî Tirkiye, Îran û gelek hêzên herêmî û navneteweyî yên ev serkeftina Kurdan hezim nekirin, bi piştewanî li hêzên çete û parewan ên çekdar kirinê re -ên bi navê DAÎŞ- êrîşî herêmên Rojavayê Kurdistanê kirin. Bi vî awayî hewl dan destkeftiyên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê di salvegera avabûnê de têk bibin, tarî bikin. Lê belê, taybetî gelê Kurd, Ereb û Sûryanî yên azadîxwaz di parastina herêmên Rojavayê Kurdistanê de bi hev re bûn yek û di berdêla şehadeta gelek keç û lawên xwe yên leheng û hêja de sînorên xwe parastin. Li gel gelek êrîşên siyasî û leşkerî, li gel ambargoya li ser Rojavayê Kurdistanê jî Yekîneyên Parastina Gel YPG-YPJ’ê berxwedaneke dîrokî raber kirin û herêmên xwe li hemberî hêzên çete parastin. Vaye îro di encama van berdêlên giranbûha de gelên Rojavayê Kurdistanê rêveberiya xwe ya demî saz kirin û hewl didin sîstema xwe ya civakî tevî hevgirtina hemû dewlemendiyên gelan ava bikin.

Di demeke wiha de îlankirina Rêveberiya Demî bêguman ji bo gelên Rojavayê Kurdistanê pir watedar e. Ev gaveke herî azad û demokratîk e. Eger em rewşê bînin ber çavên xwe, beriya ku Rêveberiya Demî weke Kantonên Cizîrê, Kobanê û Efrînê bêne îlankirin, mijara ku gelê Kurd wê di II. Konferansa Cenevê de bên naskirin an na, ji bo rewşa Sûriyê wê çareseriyek derkeve yan na rojeva cîhanê tijî kiribû. Ev mijar di nav hêz û dewletên herêmî û navnetewî de bû mijara bazarê. Hesabên hemû hêz û dewletan li ser Rojavayê Kurdistanê hebûn û tev li gorî berjewendiyên xwe nêzîk dibûn. Di encama van bazar û hesaban de dema ku gelên Rojavayê Kurdistanê zanîn ji civîna Cenev II bi navê wan ti encameke bi hêvî û çareserker dernakeve, gel bixwe biryara çareseriya xwe da. Lewre bêyî ku li benda encama civîna Cenev II bimînin, bi îradeya xwe ya azad Rêveberiya xwe ya Demî îlan kirin û gel jî bi daketina meydanan, bi şahî û govendan hem îlankirina Rêveberiya Demî silav kir, hem jî lê xwedî derket.

Li Rojavayê Kurdistanê li ser esasê azadî û demokrasiyê di ji nû ve avakirina civakê de jin roleke pêşeng dilîze. Ev ked, xebat û berxwedaniya ku jin raber dike, bi rastî hêjayî pesendkirinê ye. Rojane pêşketinên ku jin di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de didin çêkirin, dîroka ku 5000 sal in bi destê mêrê desthilatdar hatî berovajîkirin, ji nû ve bi rengê jinê dinexşîne. Li hemberî wî zîhniyetê ku jin li paş dihişt, kêm û şikestî didît, jinê ew zîhniyet derbas kir û ji her kesî re îspat kir ku jin hêza pêşeng a jiyan û civakê ye. Jin di milê çandî, siyasî, civakî, leşkerî, rêxistinî û hwd. de roleke pêşeng dilîze. Bi taybetî li hemberî hêzên çete-parewan ên wekî DAÎŞ’ê di parastina gelên Rojavayê Kurdistanê de hêza parastinê ya jin YPJ’ê sekneke mînak û bi qehremanî raber kir û raber dike. Di hemû eniyên şer de cihê xwe girt û rolekî çalak lîst. Bi vî awayî ev şoreş bi pêşengiya jinê pêşve diçe. Di vê wateyê de têkoşîna jinê ya li Rojavayê Kurdistanê pir bi nirx û watedar e.  

Jina Kurd di vê dema şoreşê de bi nasnameya xwe, bi rengê xwe, xwe birêxistin dike û derdikeve ser dika dîrokê. Yek jî jina Kurd xwe tenê bi jinên Kurd re sînordar nahêle; hewl dide xwe bigihîne tevahî jinan. Ji ber ku Tevgera me ya Azadiya Jinê xwe tenê di ber jinên Kurd de na, xwe di ber tevahî jinan de berpirsiyar dibîne. Hewl dide tevahî civakê pêşbixe. Ji ber vê rola pêşeng a ku jin dilîze îro Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bûye Şoreşa Jinê.

Rêber APO ku dibêje, “Azadbûna jinê azadbûna civakê ye”, wekî Tevgera Azadiya Jinê dirûşmeya me ya demê jî “Bi Jina Azad Ber Bi Neteweya Demokratîk ve” ye. Di vê hemleya me ya nû de jin bi rola xwe ya pêşeng wê pêşengiya civaka Kurd û tevahî civaka Sûriyê bikin. Ji bo jiyaneke birûmet û wekhev wê civakê ber bi civakeke azad û demokratîk ve bibin. Jinên Kurd, Ereb, Sûryanî û hwd. li Rojavayê Kurdistanê ji niha ve ew hêz û îradeya guhertin û ji nû ve avakirina civakê bi rêxistin, sazî û çalakiyên xwe nîşan dane. Lewre jin niha di xeta civakeke azad û demokratîk de pêşve diçin. Ev ji bo tevahî jinên azadîxwaz û têkoşer cihê şahnazî û serbilindiyê ye. 

Wekî tê zanîn, paradîgmaya Rêber APO di mîhvera azadiya jinê de xwe birêxistin dike. Ev pêşengiya ku jin niha di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de dikin, xwe dispêre ezmûn û daneheva bi dehan salan a têkoşîna azadiya jinê. Di vê yekê de hêjayî gotinê ye ku destpêkê keda Rêber APO û keda bi sedan Dîcleyan, Şervînan, Şîlanan, Fîdanan, Silavan, Bêrîvanan, Jîndayan, Rûkenan, Hêvîdaran, Warşînan, Ronahiyan heye. Lewre ev têkoşîn pir pîroz e. Li ser esasê vê têkoşîna pîroz niha jinên Kurd li gel tevahî jinên azadîxwaz ên herêmê di bin pêşengiya Yekîtiya Star de li her bajar û gundî sîstema xwe ya komûn û meclîsan ava dikin. Di navendên xwe de perwerdeyên xwe yên ramanê dibînin, pirsgirêkên civaka xwe gotûbêj dikin, ji bo çareseriya wan têdikoşin. Ew jinên ji wan navendan derdikevin di avakirin û pêşxistina civakê de dibin xwedî hêz û zanistiya birêxistinkirin û rêvebirina civakê. Jixwe di rêveberiyên her saziyeke civakî de jin cihekî diyar digirin.

Dema ez vê diyar dikim, ev nayê wê wateyê ku em di têkoşîna azadiya jinê de gihîştine dawiyê. Jixwe Rêber APO jî dibêje, “Di têkoşîna azadiya jinê de astek hatiye girtin, lê em hîn di rê de ne.” Ango em nikarin vê asta niha hatî bidestxistin bes bibînin û bêjin em gihîştin serî. Lê asta hatî bidestxistin ji bo ku jin bi awayekî hîn xurtir û bi xwe bawer têkoşîna azadiyê bimeşînin, hêzeke mezin derxistiye holê. Lewre pêwîst e her xebatkarekî jin hewl bide xwe bigihîne tevahî jinan, tevahî civakê û bi têgihîştina “divê yek jin jî li derveyî rêxistinê nemîne” tevahî jinan birêxistin bike. Ji ber ku kesê xwe birêxistinkirî, xurt e, xwedî hêz e, xwedî îrade ye. Kesê xwe birêxistinkirî dikare li hemberî paşverûtî û kevneperestiyên civakê têbikoşe û civakê biguherîne.

Yek jî, hê sîstem û zîhniyeta zilamê desthilatdar li hemberî jinê di nava êrîşekî mezin de ye. Ev qetilkirinên jinan, ev lêdan û êşkencekirina jinan, ev zexta li ser jinan ku rojane têne jiyankirin her yek êrîşeke li ser tevahî jinan e. Em nikarin xwe ji vê rastiyê dûr bigirin. Pêwîst e her jineke azadîxwaz êşa her jineke bindest wekî êşa xwe bibîne, lê bi xurtkirina têkoşînê xwedî lê derbikeve. Pêwîst e ti jin li hemberî zilma ku li ser jinekê tê meşandin, bêdeng û bêhelwest nemîne. Bêhelwest mayîn tê wateya çavê xwe jê re girtin e. Ev bi xwe jî nîşaneyeke koletiyê ye. Her jina bi xeta azadiyê bawer, divê bi ti awayî vê koletiyê ji xwe re qebûl neke.

Îro li Rojavayê Kurdistanê tevahî saziyên civakî yên ji aliyê Tev-Dem û Yekîtiya Star ve hatine avakirin, li ser esasê felsefe û sîstema Konfederalîzma Demokratîk a Rêber APO hatine avakirin. Ji bo vê jî, pêwîst e jin çi di nava YPJ’ê de, çi di nava meclîs û komînan de, çi jî di nava saziyên din ên civakî de dibe cihê xwe bigirin, di avakirin û xurtkirina wan de hîn zêde rol bilîzin. Jin tenê bi vî awayî dikare vê rola pêşeng a girtî ser milên xwe bigihîne encamê û deriyê azadiyê li tevahî jinan û gelan vebike. Ji ber ku ev dem û sedsala 21’emîn bi rastî dem û sedsala azadiya jinê ye.