SEKNA RAST
31 Çile 2015 Şemî
Hêzên demokratîk ên ku paradîgmaya netewa demokratîk esas digrin, divê vî aliyê Elewîtiyê bibînin û li gorî vê yekê nêzîkatiyekî raber bikin: Civaka Elewiyan jî divê li gorî ku bikarin li Rojhilata Navîn bibin pêşengên çareseriya demokratîk tevbigerin.
Ayhan KAYA
Tirkiye, dîsa ket pêvajoyekî hilbijartinê û elimandinên ku têne zanîn dubare dibin. Partiyên heyî, bi hezar fêl û fenan ve dixwazin ji xwe re dengan peyda bikin. Serokên partiyan, dikevin hezar şêweyên cuda. Tişta herî xirab jî ew e, weke hemû hilbijartinan, di van hilbijartinan de jî çavê her kesê li dengên Elewiyan e.
Mirov dikare di vê mijarê de behsa sê nêzîkatiyan bike. Ya yekem, nêzîkatiya şovenên netewperest ên CHPê ye ku bi avakirina tirsekî weke eger hûn dengên xwe nedin min, wê laîktî ji dest biçe û dînparêz ji we re derfeta jiyanê nahêlin re dixwaze civaka Elewî neçarî xwe bike û lê belê ti perspektîfekî xwe yê çareseriyê tine ye.
Ya duyemîn, nêzîkatiya muhafazakar û berjewendîparêz a AKPê ye ku tenê di pêvajoyên hilbijartinan de Elewî têne bîra wî, beriya her hilbijartinekê behsa projeya xwe ya ji bo Elewiyan dike, Elewiyan weke beşekî civakê yê ku dikare bi hêsanî bê xapandin dibîne, piştî hilbijartinan jî gotinên xwe jibîr dike û roj bi roj qadên jiyanê li Elewiyan tengtir dike û dixwaze naveroka Elewitiyên vala bike û tevlî Sunîtiyê bike ye.
Ya sêyemîn jî, nêzîkatiya netewa demokratîk a HDPê ye ku ji yekitiya çend avahiyên demokratîk pêk tê, dibêjin em ê pirsgirêkên Elewiyan çareser bikin, di warê fikir û niyetê de her çend dirûst bin jî ji afirîneriya polîtîk dûr in û di warê Elewiyan de jî projeyekî xwe yê bi sîstem û pêkan tine ne.
Helbet, pir zêde aliyê nirxandina nêzîkatiyên AKPê û CHPê tine ye. Ji ber ku her du jî partiyên dewleta netew, desthilatxwaz û modernîstên kapîtalîst in. Ev her du partî jî tenê li ser bingehê berjewendiyên xwe tevdigerin û ji bilî vê yekê ti ferasetekî xwe yê cuda nîn in. Jixwe pirsgirêka esasî jî ev zîhniyeta desthilatxwaz û netew-dewletparêz e. Ji ber vê jî ne gengaz e ku ev her du partî bikarin pirsgirêkên Elewiyan çareser bikin. Tenê bi ferasetekî azadîxwaz, demokratîk û wekhevîxwaz re ev pirsgirêk dikarin bêne çareserkirin. Ji ber vê jî bi zîhniyeta dewletparêz û desthilatxwaz re na, ev pirsgirêk tenê dikarin di nava netewa demokratîk de bêne çareserkirin û Elewî jî dikarin weke hemwelatiyên azad û wekhev bijîn û ji pirsgirêkên xwe re bibin bersiv.
Li ser bingehê van rastiyan, divê Elewî êdî ji partiyên sîstemê yên weke AKP û CHPê vegerin û berê xwe bidin sîstema Netewa Demokratîk ku xwedî idiaya demokrasiyê ye. Divê tevlî vê sîstemê bibin, hêza xwe pê re bikin yek û heta pêşengiya Netewa Demokratîk bikin. Nêzîkatiyên li derveyî vê yekê her weke ku şaş in û çewt in, pir zêde birûmet jî nîn in. Ji ber çawa ku AKP û CHP wer difikirin ku dikarin bi hêsanî Elewiyan bixapînin, nêzîkatiyên ku ji AKPê û CHPê hêvîdar in jî ew qas zirar û ziyanekî mezin didin Elewiyan. Ev yek bi felsefeya Elewiyan re binakok e. Weke ferd û kesekî Elewî, ev nêzîkatiyên AKPê û CHPê yên li hemberî Elewiyan, bi rastî jî dilê mirov diêşî ne û mirov pê dilteng dibe. Yek jî ew kesên ku di nav Elewiyan de ku ji van lîstokan re vekirî ne, mirov nikare bi ti awayî bipejirîne.
Divê Elewî çi bikin û seknekî çawa raber bikin? Em li bendê nebin ku hinekên din bersiva vê pirsê bidin! Mirov dikare li cewher, felsefe û nirxên Elewîtiyê binêre û xwe bigihîne bersivên herî rast. Weke mînak; ma di cewherê Elewîtiyê de fikrekî weke bi heman çavî li 72 gelan binêre tine ye? Baş e, vê yekê qet peywendiya xwe bi zîhniyeta netew-dewlet, desthilatxwaz û tekparêz re heye? Ma ev felsefeya Elewîtiyê ya ku cêwaziyan weke dewlemendî dibîne û bi xweşbînî nêzîkî mirovan dibe, cewherê demokrasî û netewa demokratîk nîn e? Her wiha mebdeya ku dibêje, xwedî li dest, pişt û zimanê xwe derbikeve, baştirîn şêwe civaka exlaqî rave nake; li hemberî xapînokiya hiquqa dewletê cewherê civaka xwezayî û exlaqê wê di xwe de ranagire? Yan jî felsefeya ku dibêje, yek ji me ji bo çil ên ji me, çilên ji me jî ji bo yekê me, ma nabe îfadeya jiyana komûnal a li hemberî jiyana madîgir û kapîtalîst? Jixwe aliyê herî berbiçav ê Elewîtiyê ew e, taybetmendiyên komûnal ên ku civaka xwezayî heya roja me ya îro aniye û ti caran têkilî desthilatiyê nebû ye. Her wiha her tim xwedî felsefeya jiyan û baweriyê bûye ku li ser bingehê jiyandina mirovan pêşketiye. Di roja me ya îro de her çend bandorên modernîteya Kapîtalîst di nav Elewiyan de pêşketibin jî, ev cewherê ku em behsa wê dikin hem zindî ye û hem jî jiyanî ye û tê jiyankirin. Xwedî li vî cehwerî derketin, bandor kirin û li gorî pêdiviyên vî cewherî tevgeriyan, hem wê rêka rast nîşan mirov bide û hem jî wê bi xwe re sekna herî rast derbixe holê.
Helbet ji bo vê yekê divê HDP jî paradîgmaya netewa demokratîk ji niyeta baş û fikirandina baş wêdetir, bi awayê ku bikare ji xwastekên Elewiyan re jî bibe bersiv pêkbîne û bi polîtîka û projeyekî encamgir re demildest planên xwe derbasî meriyetê bike. Ev yek jî bi qasî hewldanên din, xwedî girîngiyekî mezin e. Weke mînak; wê di nava Xweseriya Demokratîk de Elewîtî çawa bê pênasekirin, wê çawa tevlî dayîna biryaran bin, wê çawa vê tehdayiya li ser wan hatiye kirin bibihûrînin, wê çawa cewherê xwe derbasî pêşeroj û ayîndeyê bikin. Wê çawa wan neheqî û tevkujiyên ku li wan hatine kirin şî û şîrove bikin, wê zemanet û garantiya şêwazê jiyan û fikirandina wan çi be? Şert e ku ev yek veguhere projeyekî çareseriyê.
Li Rojhilata Navîn ku ev qas mehzeban bihev didin şerkirin, bihev didin şikandin, ceribandin û taqîkirinên tevkujiyan têne kirin, çareserî û rêka herî rast a ku mirov ji vê qeyranê xilas bibe, feraset û pêkanîna netewa demokratîk e. Sîstema bawerî û ji çandên herî qedîm ku yek jê çand û baweriya Elewîtiyê ye, civaka herî zêde ji vê yekê re vekirî jî civaka Elewiyan bixwe ye. Hêzên demokratîk ên ku paradîgmaya netewa demokratîk esas digrin, divê vî aliyê Elewîtiyê bibînin û li gorî vê yekê nêzîkatiyekî raber bikin: Civaka Elewiyan jî divê li gorî ku bikarin li Rojhilata Navîn bibin pêşengên çareseriya demokratîk tevbigerin. Sekna rast ev e, cewherê Elewîtiyê jî vê yekê ferzdike.
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42