EKONOMÎ

26 Sibat 2015 Pêncşem

Sîstema kapîtalîst civaknasiyê weke ekonomî pêşkêş dike û ekonomî jî li cem wê timî înkara ekonomiyê ye.









Abdullah OCALAN

Nexasim, ji ber ku hatiye fetîşkirin, gelekî girîng e ku mirov ekonomiyê di nava sînorên destnîşankirî de bide naskirin. Lîberalîzm her tiştî bi ekonomiyê rave dike û bi vî awayî danasînê bêmane dike û her diyardeya berevajî ekonomiyê jî ekonomî dihesibîne. Bi awayekî giştî, mirov dikare ekonomiyê weke çalakiya tedarik û debarê ya pêdiviyên civakê yên maddî û weke îfadeya pîvan û saziyên wê rave bike û di çarçoveyeke tengtir de mirov dikare weke pevguhertina pêdiviyên maddî bi rêya bazarekê bide naskirin. Ekonomiya bazarê ya li şûna nirxa bikaranînê nirxa pevguhertinê esas digire û bi vî awayî danasîna wê tê qebûlkirin, lê rastiyek heye ku divê neyê jibîrkirin, kapîtalîzmê çawa qada demokratîk rizandiye, qada ekonomîk jî kiriye bin destê yekdestdariyên sermaye û dewleta netewe û bi vî awayî pûç kiriye. Ekonomiyê mîna xebateke yekdestdariyên sermayeyê li bazarên di bin banê dewleta netewe de têne avakirin, didin naskirin. Li vir, ekonomî tê înkarkirin, li şûna wê ya ne ekonomî ye, û ya înkara ekonomiyê ye, sîstema kara zêde ya yekdestdariyên bazirganî, pîşesazî û fînansî tê danîn; mîna ku xebata ekonomîk a ezel-ebed ji van yekdestdariyan pêve tiştekî din nîne û bi vî awayî ev sîstem di bin navê zanista ekonomiyê de bi rewakirineke zêde tê pêşkêşkirin. Mirov vê xebatê dikare weke terora ekonomîk jî şîrove bike. Ango civak ji aliyê aborî ve tê hilweşandin, dor li bazarê tê girtin bi tenê dikin qadeke karê, bi navgînên fînansî li qadên bazirganî û pîşesaziyê bi tevahî têkiliyên yekdestdariyên kapîtalîst bi ekonomiyê re ji holê têne rakirin û bi vî awayî bi pereyan bidestxistina pereyan dikin kategoriyeke bingehîn a bidestxistinê û ev jî dibe faleketeke ku di dîrokê de nehatiye dîtin.

Serdema fînans kapîtalê asta herî jor a hilweşîna ekonomî û civakê ye. Em bi cinawirekî wisa har re rûbirû ne ku karekterekî xwe yê antî-civak, antî-mirov û antî-xweza heye; hema bêje nîviyê civakê bêkar kiriye, di bin navê ekonomiya sîlehan de hilberandina amûrên tinekirinê kiriye karekî bingehîn ê ekonomîk, bi tenê armanca xwe kar e, ti têkiliya xwe bi pêdiviyên hewce yên civakê re nîne, hawîrdorê hildiweşîne, bi tevahî çavkaniyên xweza û civakê vediguherîne karê. Li vir a girîng ew e, li rêza pêş qurbanên vê sîstemê jin û ciwan in; keda wan bêkêr dikin û wan neçar dihêlin ku bê ekonomî bimînin. Li hemberî vê, her yek ji begzadeyên CEO’yan (Chief Executive Officer) ku gurên rêveberiya desthilatdariyê ne û ti têkiliya wan bi ekonomiyê re nîne, weke damezrînerên ekonomiyê têne pêşkêşkirin û ev nakokiya bi serê mirov nakeve weke xebateke sereke ya ekonomîk manedar dibe. Yekdestdariyên olîgarşîk ên pirraniya civakê ji ekonomiyê qut dikin, karê weke ajoya bi tenê dibînin û yekdestdariyên mêtinkariyê yên ti têkiliya wan bi civakê re nîne ava dikin, divê mirov kansêrkirina wan a civakê ya ji desthilatdariya dewletê jî wêdetir e, ekonomîk nehesibîne û di asta manûnemanê de girîng e ku mirov hukim bide ew înkara ekonomiyê ne.

Di serdema me de (serdema modernîteya kapîtalîst) di bin navê zanista ekonomî û polîtîkayê de ji afirandinên mîtolojîk ên Serdema Rahibên Sumeran hezar carî zêdetir berjewendiyên hêzên li derveyî civakê rahibên modern kirine mît û divê mirov fonksiyona wan a rastî baş bide naskirin. Divê mirov şîrketên CEO’yan jî li vê kategoriyê zêde bike. Divê em ji bîr nekin ku dewleta netewe bi awayekî bingehîn ev sîstema zorê ya nîzama rahibên modern e. Li ser navê zanistê yê herî zêde xwe li kapîtalîzmê rakişandiye K. Marks e. Lê ew jî mîna ku zemînekî wî yê rewa hebe, xwestiye vê sîstemê zanistî bike û di vê çarçoveyê de xebata xwe ya Kapîtal kiriye. Lewma hewce ye ku xebata wî ya bi navê Kapîtal ji nû ve were şîrovekirin. Herçiqasî di gelek qadan de hewl daye maskeya wê ji rûyê wê bike jî bi sedema ku kapîtalîzm weke sîstemeke dîrokî ya bivênevê pêşkêş kiriye, di tehlîla dawî de ev sedema bingehîn e ku Marksîzm di nava modernîteyê de bihele. Weke ku li cem Yekîtiya Sovyetê ya sosyalîzma pêkhatî û ezmûna Çînê hat dîtin xizmeta herî mezin ji lîberalîzmê re kirin û bi vî awayî di nava sîstemê de cihê xwe girtin û ev jî ji nêz ve bi vê rastiyê re têkildar e. Sîstema kapîtalîst civaknasiyê weke ekonomî pêşkêş dike û ekonomî jî li cem wê timî înkara ekonomiyê ye. Eger ev analîz di çarçoveya sîstema kapîtalîst de were kirin, di qada zanistî de ev krîz bi xwe ye. Lewma mirov heta ji krîza ekonomîk-polîtîk a ku tevahiya zanista civakî dibe krîzê nebihure, nikare ji krîza li cem tevahiya zanistên giştî yên ku perspektîfa xwe ya sazîbûn (zanîngeh), mejî û felsefî ji dest dane, bibihure. Mirov heta ji krîza zanistî nebihure, zanist ji nû ve xwe di warê sazî û manedanê de ava neke, nikare ji krîza giştî ya civakî û harbûna modernîteya kapîtalîst bibihure.

Ji Parêznameya ‘Parastina Kurdên Di Nava Pencên Qirkirina Çandî De’ (Pirtûka 5’emîn)