AZADIYA HETA HETA

26 Sibat 2015 Pêncşem

Her kes difikire ku tenê êşên ku bixwe jiyan kirine, êşên tekane ne û keseke din êşên bi vî awayî nekişandine.


 

 






Rozan STAR

            Ji desthilatiya nêrane (eril) ya pênc hezar salî hevberdan û di vê yekê de xwe gihandina eşqê xeyal nîn e, berovajiyê vê, arezû û daxwaziya jinê ye. Eger eşq, kelecana ku ji zimanê avabûnê yê gerdûnê tê hiskirin be, hebûna herî nêzîkê wê ku jin bixwe ye, li ser vî bingehî êdî em dizanin ku jin, lêgerînwanê eşqê yê bêdawî ye. Li ser vî bingehî asta azadî û curbicurbûnê bidestxistin, ji bo azadiya jinê yek ji wan esasên herî girîng e. Ji wan niqaşên ku em didin meşandin, ev rastî derdikeve holê. Di vê mijarê de her çiqas nîqaş têne meşandin, çavên jinan rastiyên nû dibînin. Di hindirê wan çavan de, kûrahiyeke ku ji watedayin, hiskirin û dîtina rastiyên mezin tê, heye. Ew çav, bi biranînên şahîdiya dîrokê dagirtî ne. Ma gengaz e ku mirov şahîdiya dîroka qesabxaneyên bi xwîn neke û xwedî hafizayekî bi êş nebe? Ew litûfa zekaya nerm a ku xwezayê daye me, em ê bi çi awayî veguherînin qesabxaneyekî bi xwîn û dînemêriya bersivdayînê rave bikin? Di vê mijarê de lêpirsînên ku têne kirin, tenê aîdê dihû nîn in, êşên bê hemta yên roja me ya îro jî di xwe de radigirin.

            Mirovê ferzane wiha dibêje; “dîrok niha ye, em jî di kûrahiyên dîrokê de ne”... Pênc hezar sal in ku dîrok bûye gola xwînê û ev çav jî pênc hezar sal in şahîdiya vê yekê dikin. Di mekan û zemanên cuda cuda de, lê belê bêyî ku naverok û cewherê wê biguhere, bi awayekî bêdeng û sakit berdewam dike. Hinek caran eger dengeke cuda jî derbixe, desthilatiya nêrane vê yekê nabîne û nabihîse. Di dîrokê de jî nayên nivîsandin, eger bêne nivîsandin jî xelet têne nîvîsandin. Êşên dîrokê yên ku jin dijîn, wekhev in. Bi serê jinê de bûyerên weke; şewitandin, daliqandin, recmkirin, heqaret lê kirin û hwd. tînin. Tişta herî biêş jî ew e ku, ev yek weke çarenûsekê tê pejirandin. Her weke ku mirov hinek kodan li computerê barbike, ev jî wisa ye. Computer bi wan kodan vedibe, bi wan kodan re jî kar dike. Heya ew kod neyên vekirin, kar nayê kirin. Wê demê êdî jin nabe jiyan û di navbera çar diwaran de hatiye asêkirin, deng û bêhna wê lê hatiye birîn. Hertim weke hinek kesên din bûyîn, aîdê wan bûyîn û aîdê xwe nebûyîn weke heqîqetekê di mejiyê wê de hatiye bicihkirin. Eger tu ji vê yekê derbikevî, ji bilî mirinê ti şansekî te nîn e (mebesta min ew e ku, kuştina fîzîkî, rihî ye û her roj hewl didin ku bikûjin). Dibe ku ez niha rastiyên ku têne zanîn dubare dikim, lê belê xwe gihandina rastiya vê yekê pir girîng e. Ketina ferqa vê yekê, ji bo ku mirov têbikoşe, hecetekî pirr cidî ye.

            Di bingeh de, rastiya dîrokî ya ku her jinek tîne ser ziman, îfade dike. Her kes difikire ku tenê êşên ku bixwe jiyan kirine, êşên tekane ne û keseke din êşên bi vî awayî nekişandine. Lê, dema ku ferd kesayeta xwe tehlîl dike, nû nû pê dizane ku ev yek weke sîstemekê hatiye avakirin. Ji ber vê yekê jî, çîroka me hemûyan kêm an jî zêde dişibe hev. Ji ber ku em hemû di nava heman çerxê de derbas bûn. Ji ber vê yekê jî, her jin, weke awêneya (eynik) jineke din e. Di navbeyina jinan de kendal avakirin, xefika zîhniyeta nêrane ye. Pêhesiyana yekem a jinê ya di derbarê van lîstokan de, gava yekem a li dijî sîstemê derketinê ye jî. Êşên guherandina sîstemê û ji bo ku sîstem jî bê guherandin, bi îdîabûn, bi biryarbûn û xwedî azimbûn, niha rojeva bingehîn a jinê ye. Ji bo ku keseke din di nava vê çerxê de parçe parçe nebe, têkoşîn û keda vê yekê dayîn, mirov dikare bibêje xwe gihandina xweşikahiya jiyanê ye jî. Hevciviyana jinên Rojhilata Navîn ku di bin vê xweşikahiyê de pêkhat, têkoşîna ji desthilatiya nêrane ya pênc hezar salî û vegera cewherê xwe ye. Li çiyayên Kurdistanê ev têkoşîn bi salan e tê dayin û niha jî fêkiya xwe ya herî xweşik jî di qirîna jinên ku bûne dinyayî de dibîne. Ya ku em jê re dibêjin eşq, ango bi wê kelecana ji zimanê gerdûnê yê avabûnê tê hiskirinê re! Di vir de rastiya xwe peydakirin, li cewherê xwe vegerîn, tişta sade jiyankirin û li bilindahiyan gihîştina hev pêk tê. Çawa ku xweza xwe dixemilîne û xwe radixe pêşberê me, ez dibêjim ku, êdî di van çavan de li gel qesabxaneyên xwînawî divê eşqa azadiyê jî bibîne, divê vê yekê bike heceta jiyanê, dev ji giriyê berde û bikene.