KAPÎTALÎZM NE EKEONOMÎ, DESTHİLATDARÎ YE

03 Nîsan 2015 În

Dîsa pirsa ez timî dikim tê pêşberî me. Kapîtalîzm li ku ye? Kapîtalîzm li ku dera dewleta netewe û îndustriyê ye? Ez van pirsan di çarçoveya ekonomiyê de dikim

 








Abdullah OCALAN

Mirov bifikire kapîtalîzm ekonomî nîne, fikrek e ku herî kêm bi qasî pirtûka Das Kapîtal a Marks encamên xwe hene. Ez hema berê pêşî bibêjim ku fikra ez hewl didim qala wê bikim, têkiliya wê bi reduksiyontiya desthilatdariyê nîne. Her weha ez rexneyê li xwe qebûl nakim ku kapîtalîzmê weke ekonomî bi dewletê re têkildar bikin. Ez dibêjim, ya weke têgîn kapîtalîzm, kapîtalîst û ekonomiya kapîtalîst tê gotin, pêkhatina klîk û hêzeke polîtîk e ku ekonomiyê kontrol dike. Ev hêz cara pêşî di sedsala 16. de li Ewrûpayê bi tesîr bûye, li Hollanda û Ingilîstanê bi navên me behskirî bûye serwerê polîtîk ê van welatan. Bikaranîna wê ya ekonomiyê nîşan nade ku ew ekonomîk e. Mirov dikare bêje, Fernand Braudel dîroknas-civaknasekî hêja ye ku cara pêşî haya wî ji vê rastiyê çêbûye. Lê belê nikarîbû fikra xwe sîstematîze bike. Herçiqas haya wî jê hebe ku bi tevahî fikreke Ewrûpayê ya weke amentûyê xira kiribe jî pirr zêde nikarîbû vê bîne ziman. Belkî jî di vî warî de nikarîbû fikra xwe pêşde bibe. Pirr eşkere dibêje; kapîtalîzm dijberê bazarê ye, talana yekdestdariyê ye û ji derve tê ferzkirin. Wê wextê divê mirov bipirse: ya xwe ji derve ferz dike, dijberê bazarê ye û ne ekonomî ye, çi ye? Bersiva mirov dide vê pirsê kêm e. Hêzeke polîtîk e, dîn e, yan jî dibistaneke fikrê ye?

Li deverên fikra teorîk dikevin nav hev lêkolînkirina bûyerên pratîk dikare hînê encamên mirov jê hîn bibe bide. Em mînaka xwe li ser Venedîkê bidin û em dest pê bikin lêbikolin. Di sedsala 13. de li Venedîkê komeke mezin a bazirganan heye. Lê ev kom di heman demê de li ser rêveberiya bajêr jî serwer e. Bi hevrikên xwe re şer dike. Keştiyên wan ên şer hene. Ango Venedîkeke eskerî jî heye. Her weha palpiştiya Ronesansê jî dike. Li ser civak û ekonomiyê kontrola wê xurt e. Ev têkilî bi tevahî di zikhev de ne, û bi hêsanî mirov dikare bibêje pere weke zamqekê wan bi hev ve dike. Naxwe kîjan têgîn dikare yekparebûna van têkiliyan îfade bike? Xusûsên mirov dikare wan rave bike ev in; bi koma ku weke bazirganên mezin bi nav dike ekonomiyê di bin destê xwe de digire û beşekî mezin ê nirxê zêde vedidize. Ji bo vê jî erka polîtîk bi xwe yan jî kontrola wê di destê xwe de digire. Wexta pêdivî bi zorê dibîne hêza artêşê bi kar tîne.

Eger mirov baş dêhnê xwe bidiyê, mirov ê bibîne, yek kêm yek zêde, tevgera komple ya komê xuya dike. Di nava komê de herçend hin nav biguherin jî herî kêm li Venedîkê komeke di pozîsyona diyarker de heye. Dubare em vê komê bi nav bikin. Yekdestdariya bazirganan e, dewlet e, artêş e, burokrasî ye. Palpiştê cemawera huner û dêrên li pêş in. Komek e ku ji dewletê wêdetir, ji derve xwe li ser ekonomiyê ferz dike, lê ekonomî nîne, ji dewletê wêdetir li ser civakê hegemonyayekê ferz dike. Mirov ji vê komê re bêje desthilatdariyeke şidandî, heta wê yekser weke desthilatdariyê bi nav bike, şîroveyek e ku aliyê wê yê rastiyê xurt e. Eger koma me li tevahiya Îtalyayê bi tesîr bûbaya, me yê jêre bigota desthilatdariya neteweyî ye. Eger xwe li tevahiya beşên civakê belav bikirana, me yê jêre bigota dewleta netewe ye. Ekonomiya welat bixista bin destê xwe, me yê jêre bigota desthilatdariya ekonomîk. Vê rewşê xwe li tevahiya Ewrûpayê û ji wir jî li dinyayê belav bikira, me yê jêre bigota împaratoriya dinyayê ye.

Di çarçoveya van feraziyan de em li cografya sedsala 16. a Hollanda û Ingilîstana îro binêrin. Bûyera diyarker ew e ku timî ji aliyê qraliyetên Franse û Spanyayê ve têne tengavkirin. Ev qraliyet dixwazin xwe weke împaratorî îlan bikin Ingilîstan û Hollandayê jî weke eyalet bi ser xwe ve bikin. Lê prens û qralên van welatan dixwazin serxwebûna xwe ya siyasî biparêzin û pêşde bibin. Ji lewra gelekî zû pêdiviya wan bi hêzê heye. Naxwe her kêlî dibe ku bêne daqurtandin. Hêza hewcedarî jî pê heye, siyasî, eskerî, pereyî û entelektuelî ye. Fikirdar û hunermendan vedixwînin. Descartes, Spînoza, Erasmûs li wan deran in. Serafên Cihûyan weke xwediyên peran diherikin wê derê. Hîmê artêşeke nû tê danîn. Ev artêşeke profesyonel e, bi disîplîn, bi perwerde û teknîka nû ye. Ji bo destek û piştgiriya civakê girîngiyê bi azadiyê didin. Şerên siyasî yên navxweyî çareser dikin. Ya girîngtir jî li Ewrûpayê ji bo ekonomiyeke berdar hostatiyeke ekonomîk nîşan didin. Wexta mirov li van sedem û bandoran gişan bi hev re difikire, mirov dibîne Hollanda û Ingilîstan li beramberî hevrikên xwe baş xwe diparêzin. Ji vê jî wêdetir di dawiya sedsalê de keysê dibînin xwe bikin hegemon. Yên ku kêm zêde pê dizanin ku xeta sereke ya bûyeran a di pratîkê de bi vî rengî ye, wê wê qebûl bikin.

Hingê em pirsên xwe ji nû ve bikin. Em ê bi tevahî van têkilî û pêwendiyên di zikhev de çawa bi nav bikin? Em weke sîstemeke çawa bi nav bikin? Bi tevahî van bûyeran çîneke afirîner a aboriyeke nû pêk anî? Li naverastê aboriyeke berdar heye. Kê ev afirand? Bi hezaran reng pîşesaz, cotkar, karker, bazirganên piçûk, dikandar, bazar, pere û senedên çerxê bi lez dikin. Ya girîngtir, ev ekonomiya berdar nirxê zêde mezin dike. Kî para zêde distîne? Herhal yên ekonomiyê bi hêza siyasî-eskerî û pere di bin destê xwe de digirin. Ji ber ku pere nebe, firotin nabe. Ew nebe jî berdar nabe. Hêza siyasî û eskerî jî nebe wê dagirkerî bibe, hingî jî dîsa berdarî wê kêm bibe. Naxwe, tevî ku di diyarkeriyê de bandora pere û tiştên weke wî yê jê peyde bûyî hene jî ew bi tenê dikarin ekonomiyê di asta kontrolkirî de bigirin û di berdêla wê de jî ji bo ku karibin nirxê zêde yê mezin dibe desteser bikin vê kontrolê dewam dikin. Muhtemel e ku ev beş têkiliyeke xwe ya xurt bi erka siyasî û eskerî re heye. Prens û qral serê artêşê ne. hewcedariya wan jî bi pereyan heye. Ji lewra îhtimaleke mezin e ku bi kesên nirxê zêde berhev dikin yan di heman komê de ne, yan jî bi wan re di nav têkiliyên gelekî baş de ne. Di vê navberê de, têkiliyên xwe bi tevgerên fikrî û hunerî re xweş digirin. Li hesabê wan jî tê ku li Ewrûpayê weke prens û qralên girîngiyê bi azadiyê didin, bêne naskirin. Tevgerên muxalefetê yên hevrikên xwe jî destek dikin û xwe ji vê paş ve nadin. Em careke din bipirsin: em vê tevgerê bi tevahî çawa dikarin bikin têgîn? Eger em bibêjin ekonomî ye, li naverastê kesekî xweşik bi ekonomiyê re mijûl dibe tineye. Yên hene nirxê zêde desteser dikin. Ev kî ne? Ji derve xwe li ser ekonomiyê ferz dikin. Nirxê pere di nava çerxê de bi lez dikin û pê pereyên xwe zêde dikin. Weke deyn didin dewletê. Belkî jî di berdêlê de dibin hevparê dewletê.

Em dibînin ku yên em ji wan re kapîtalîzm, kapîtalîst û ekonomiya kapîtalîzmê dibêjin, ew kes in ku ekonomiyê yekser kontrol dikin, lê ya rastî bi xwe di navê de cih nagirin. Ev kes esas bi çi mijûl in? Têkiliya wan bi yekdestdariya desthilatdariyê re heye. Yekdestdariya xwe ya ekonomiyê bi yekdestdariya desthilatdariyê re dikin yek. Şer dikin; dema li welêt di şer de bi ser bikevin di nava welêt de jî hêza wan zêde dibe. Maneya vê jî hînê pirr nirxê zêde ye. Wexta di şerê li beramberî derve de jî bi ser dikevin, maneya vê destketiyên mêtingeriyê û hegemonyayê ye. Bi vê re jî talana yekdestdariyê tê.

Eger em mîna Ingilîstan û Hollandayê li zeman û mekan belav bikin, bûyer ê hînê berçavtir bibin. Hevgirtina xwe pêşî ji bo hegemonya xwe ya Ewrûpayê bi kar tînin. Di dawiya sedsala 16. de serweriya Împaratoriya Spanyayê şikiya û li Ewrûpayê armancên ji bo împaratoriyê derbên xedar xwarin. Di dawiya sedsala 17. de monarşiya Franseyê têkçûye û daxwazên wê yên hegemonîk li ser Ewrûpayê derbeke xedar xwariye. Li hemberî Awûsturyayê bi destekdana Prûsya Elmanyayê derbeke xedar li daxwazên împaratoriyê yên binemala Habsbûrgê hatin xistin. Bi Şerên Sîh Salan re dawî li serdema şerên dînan hat, di 1649 de bi Peymana Westphaliayê di nava xetên xwe de li gorî wezna dewletên netewe hîmê sîstemê danîn. Bersiva Franseyê bi Şoreşa 1789’an da vê, di şexsê Napolyon de bi têkçûna hegemonya stratejîk bi encam bû. Di heman deman de şerên mêtingehan bi ser ketin, û bi şoreşa îndustriyê ketin sedsala 19’an. Şoreşa îndustriyê hegemonyadariya Ingilîz misoger kiriye, ji xwe re derî li împaratoriya dinyayê vekiriye. Dêwê Elman di şexsê Prûsyayê de dereng hişyar bû, piştî serketina di 1870î de li dijî Franseyê, ji bo bibe hegemonyadarê Ewrûpa û dinyayê bi du şerên cîhanê gelekî xirab têkçû û şikest xwar. Weke Ingilîstana duyemîn DYE ji du şerên cîhanê serketî derket û ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn ve hêza hegemonîk a cîhanê ye. Împaratoriya Sovyet a Rûsyayê ku xwest rola Elmanyayê dubare bike ji şerê hegemonyayê têkçûyî derket. Êdî Emerîkayek heye ku bi rola Împaratoriya Dinyayê radibe, ji bo pêşî li hilweşînê bigire hema bêje bi şerekî parastinê temenê xwe dirêj dike.

Berê desthilatdariyê bi xetên xwe yên sereke bi vî awayî ye. Çemê desthilatdariyê ji sîteya Ûrûkê dest pê dike diherike, bi hezaran rûbarokan tevlî xwe dike û li peravên bajarê New Yorkê yê DYE’yê êdî di nava avên okyanûsê de wenda dibe. Peravekî din a tê texmînkirin biherikê peravên okyanûsa Çînê ye, lê ev niha bi tenê feraziyeyek e. Îhtimala wê ya xwe bigihîne wir, ji îhtimala xwe negihînê qelstir e. Şensekî mezin heye ku civaka şaristaniyê ji hev de bikeve. Li gelemperiya dinyayê pirsgirêkên hawîrdorê û yên civakî yên ku gelekî mezin bûne, kirine ku civakên demokratîk bikevin dewreyê û berî her tiştî şaristaniyên xwe ava bikin. Ev yek êdî yek ji îhtimalan e. Li şûna kulta împaratoriyan a ji sîstemên dewletên berê mayî, yekîtiya konfederatîf a demokrasiyan şensê xwe zêdetir heye bi pirsgirêkên global re serî derxîne.

Em van feraziyan dikin ji bo ku em kapîtalîzmê li cihekî rast deynin. Yanî em di warê fikrî de li asoyan li gerûgeştê ne. Çemê mezin ê şaristaniyê li rawestgeha xwe ya li Hollanda û Ingilîstanê piştî ku dibe gerînek û gerdaveke kûr dewam dike. Bi lez û rengekî nû li rêya xwe diçe. Bi gerînekê re nedomdarên tevlî çemê mezin dibin, reng û lezeke nû didin herikîna çemê şaristaniyê. Dewleta netewe weke versiyona nû ya ji rêûresma dewleta berê, dîsa piştî şoreşa neolîtîkê weke şoreşa herî mezin a ekonomiyê îndustrî, du çemên bi hêz in. Ev du bandor rêûresma şaristaniyê bi lez û reng dikin.

Dîsa pirsa ez timî dikim tê pêşberî me. Kapîtalîzm li ku ye? Kapîtalîzm li ku dera dewleta netewe û îndustriyê ye? Ez van pirsan di çarçoveya ekonomiyê de dikim. Tevî ku ez timî di nava ekonomiyê de li bersiva wê digerim, tewş e, timî ez dubare dikim, ez bersivê di nava ekonomiyê de nabînim.

Dibe ku seyr xuya bike, lê li gorî min, tevî hewldanên dagirkerî û mêtingeriyê hemûyan, xwediyê rastî yê ekonomiyê jin e. Eger em bixwazin ekonomiyê ji aliyê sosyolojiyê ve bi awayekî manedar bigirin dest, helwesta herî rast ew e ku em weke hêza bingehîn jinê bibînin; ew zarok di zikê xwe de hildigire, piştî anîna wî/wê, heta li ser piyan bisekine bi awayekî pirr zehmet xwedî dike. Pîşesaza xwedîkirinê ya malê jin e. Bersiva min sosyolojîk e ku ji rastiyê re bi hurmet e. Ji sedî sed ez têkiliya mijarê ji aliyê biyolojîk ve li ber çavan digirim. Jixwe tevî rola wê ya di şoreşa cotkariyê de bi berhevkirina pincaran a bi mîlyonan sal û ne tenê di hundirê malê de di gelek qadên ekonomiyê de jin hînê jî çerxê digerîne. Yewnanên antîk xwediyê anora danîna hîmê zanistan in; yewnanan ji ekonomiyê re qanûna malê, qanûnan jinê digotin. Vê yekê jî ev rastî beriya bi hezaran salan piştrast kiriye.

Di rêza duyemîn de kategoriya kole, serf û karkeran heye. Hêzên şaristaniyê ew weke hunerekî sereke ji bo desteserkirina berhemê zêde û nirxê zêde bi rêbazên bêrehm û dewamî di bin destê xwe de xebitandine. Di rêza sêyemîn de hinekî din ên azad, her cure pîşesaz, bazirganên piçûk, dikandar û cotkarên xwediyê erdên hindik hene. Em li van hunermend, mîmar, muhendis, bijîşk û erbabên pîşeyên din zêde bikin, kêm zêde em ê tabloyê temam bikin. Bêguman yên tevahiya dîrokê çerxa ekonomiyê gerandine, ev kom an jî çînên civakî ne. Dîsa di nava wan de kapîtalîst, senyor, axa û efendî tine ne. Ev pirr eşkere hêzên ekonomîk nînin, ev li ser mirov û keda wî her cure mêtingerî, dagirkerî, mêtinkarî û asîmîlasyonê ji derve û bi yekdestdarî ferz dikin. Ev hêzên dagirker, mêtinger, mêtinkar û asîmîlasyonkar in. Ne bi tenê kapîtalîst e, yê ku xwe ji derve ferz dike û ne ekonomî ye. Bazirganên mezin, pîşesaz û weke kapîtalîst bankevan, ji bilî wan senyor, efendî, siyasetvan, esker û entelektuelên şaristanîparêz, hêzên ne ekonomîk in, xwe ji derve li ser ekonomiyê ferz dikin.

Ji Parêznameya ‘Şaristaniya Kapîtalîst’ (Pirtûka Duyemîn)