Dİ WÊJEYÊ DE BÛYERÊN HEVPAR

09 Nîsan 2015 Pêncşem

Civakbûyîn bixwe polîtîk e û berpirsyariyên her hunermendekê li hemberî vê rastiyê hene. Ya ku di wêjeyê de bûyer û têgehên hevpar çêdike jî ev tişt bixwe ye.








Nûman AMED

Ev mijarên ku pênaseya wan tên kirin ne encamên pirsgirêkên civak, wêje, çand û dîroka Rojhilata Navîn an jî Kurdistanê ne. Pirsgirêkên Rojava sîtava xwe bi vî şêwazî li Rojhilata Navîn ango Kurdistanê dike. Di demekê de ku wêje û zimanê gelê Kurd zindî dibe, pirsgirêkên bi vî rengî pêwîst e neyên wateya ku ev pirsgirêk dawiya her tiştî ne. Kurd û Kurdistan divê ji derveyî van pirsgirêkan tevger bikin û xwedî paradîgmayek xweser bin. Rêber APO, beriya her kesî ev tişt ferq kir û paradîgmayek pir nûjen û bi kok pêşxist. Ger wêje xwe li gorî vê saz neke, ne gengaz e ku karibe pêşbikeve. Li cihê dramê divê ku pêşkeftinên civakî û kesayetî yên bi şoreşa PKK’ê re pêk hatin werin dahûrandin. Di hêla teoriya wêjeyê de ev pêwîst e, lê berî wê pêwîstiya teorîk, hewcehî bi hevpariya hinek bûyer û têgehan heye. Wekî mînak; her kes li ser encamên şoreşa azadiyê ya bi pêşengiya PKK’ê pêşketiye dinivîse û ev pêşketin di kîjan pêvajoyan re derbas bûye, ji xwe re nakin derd ango serî li ser naêşînin. Di van nivîsan de tişta ku herî bala mirov dikişîne jî ev e ku zedetirî xwe dramasyon tê bikaranîn.

Pêşketinên civakî û kesayetî nayên dahûrandin û dîtin. Dema ku mirov van nivîsan dixwîne ji wan nivîsan dilteng dibe, weke ku rewşa civaka Kurd ji ya berê xirabtir e. Ev rewş ji derveyî korbûnê ne tiştek e. Ger nivîskarek ku dibêje ez wêjeya civaka Kurd dikim, gelo li çiyayên Botan’ê negere, şerê qewimiye nezanibe dê çi wêjeyê bike? Di wêjeya Kurdî de ji bo wêjeyê, ya were kirin, vegotina bûyerên hevpar û şerê li Kurdistanê hatiye jiyankirin e. Ya duyem jî mijara têgehên hevpar e. Pirsa gelo çi ye ev hevparî, di heman demê de dibe bersiv jî. Jiyana PKK’ê ji sedî heştê civakê bandor dike û gihîştina jiyana azad ev bandorbûn bixwe ye. Di wêjeyê de ev tîpolojî nehatiye nivîsandin. Tîpolojiya jin û zilam ji aliyê Rêber APO ve di pirtûka bi navê ‘Evîna Kurd’ de pir xweş hatiye nirxandin. Ev têgeh pêwîst e di wêjaya Kurd de bibe têgehekî hevpar. Ger wisa nebe, wêje dê pêş nekeve. Di wêjeya Kurdî ya klasîk de zimanê Kurdî yê nazenîn û bedew heye. Di wêjeya klasîk a Kurdî de hema bêje hevpariyeke xwezayî heye. Ev hevparî bi evînê, xurtkirina peyv û gotinên zimanê Kurdî ye. Jixwe ji derveyî Osmanî, zimanên heremê bi giştî di van salan de di hêla wêjeyê de xurt dibin. Zimanê Kurdî çiqas nazenîn û bedew e, mirov di wêjeya Kurdî ya klasîk de dibîne.

Bê pesn û terîf, mirov dikare bêje ku wêjawanên Kurd ên wê demê li Rojhilata Navîn sereke ne. Sedema wê ev tişt e ku di têgeh û bûyeran de hevpar in. Li gorî min, di serdema Feqiyê Teyran de, bi qasî helbesta Feqî asta helbesteke ku cînavk bi hostatî li şûna kafiyeyê bêyî ku wate kêm bike hatiye bikarînin nîn e. Bijî ji wan re yên ku helbestên wisa ji me re kirine yad û bîrewerî! Bi rastî jî dema min ev helbest xwend ez şaş mam. Ez qala vê helbesta li jêr dikim: ‘Bizan ko min yar tuyî/ Ez kuştim yekcar tuyî/Çi bikim ko min yar tu yî/Bê dest û hem pa tuyî/Pir li min kubar tuyî/Ê bi xezeb xwendî ez im/Di qeyd û bendê ez im/Zencîr bi zendê ez im/Miştaqî rindî ez im/Aşiqê cindî ez im/Perwazî findê ez im…’ (Feqiyê Teyran)

Di wêjeya wê demê de hemû hêman û mûnîn tên dîtin. Ev hevparî tenê ne li Kurdistanê, hema mirov dikare bêje cihê ku wêje lê pêş diket hebû. Di wêjeyê de wekî pîvan ji cîhana îlahî derbasbûna cîhana sekûler de ev şêwaz xwe dide der. Li rojava(Ewrûpa) jî heman tişt heye. Destana Ehmedê Xanî û Romeo Jûliyeta William Shakespeare di qirneke nêzî hev de bi heman şêwazî tên nivîsandin. Bêguman evîndariya îlahî belagata wêjeya pirtûkên olî gelekî pêşxist û wêjewanên nêzî wan, demên qanûna desthilatdariya wêjeya olî jiya ne, di ferqa vî tiştî de bûn. Di van deman de sedema zimanê evîndariyê tê bikaranîn ev e ku wêje ji aliyê qanûna saziyên olî ve hatibû dîlgirtin. Dibe sedemek jî ev be ku ekumeniya du olên mezin ji aliyê van saziyan ve li ser gelên ku cuda zimanan bikar tînin e. Bertekekî bi vî rengî li du cihan derdikeve holê û ev derketin di dîroka wêjeyê de pir girîng e. Li Kurdistanê li pey hev û bi pergal hevpariyeke balkêş xwe dide rû.

Ji Baba Tahirê Uryan heya Ehmedê Xanî, zimaneke ku hevdu temam dike heye, lê bi taybetî ji Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û heya Xanî hevpariyeke li pey hev heye. Ehmedê Xanî, dibe lûtkeya van wêjewanan û pirsgirêka civaka Kurd dikşîne qada polîtîk. Destana Mem û Zîn’ê bi giştî polîtîk e. Xanî bixwe jî polîtîk tevdigere û pirtûkên wî ji bo avakirina civakeke nû rê nîşan didin. Heya vê demê wêje rista xwe pir baş dilîze. Pirsgirêkên wêje û polîtîkayê dikevin nava hev û di cewherê xwe de Xanî di qada wêjeyê de bertekekî tund li hemberî qada polîtîk nîşan dide. Birina Mem û Zîn’ê ya gorê hîn jî xwedî wateyeke pir girîng e. Ev helwesta Xanî li hemberî qada polîtîk raber dike jî, polîtîk e. Gelo Mem kî ne Derwêş kî ne? Di wêjeyê de hevpariya ku qala wê tê kirin ev tişt e. Lewre piştî Xanî, destana ku di vê şopê de tê berdewamkirin a Derwêşê Evdî ye û di vir de jî mixabin her du evîndarên bedew bi ser nakevin. Sedema vî tiştî jî bêguman têkçûna siyaseta Kurd a wê demê ye. Gelo di dema niha de jî revandina bi hezaran keçên Êzidî ne berdewama vê siyasetê ye? Mem kî ne, Derwêş kî ne û wêjeya revandina van keçên Kurd dê çawa bê kirin? Di siyasetê de hevparî çênebe dê çawa di wêjeyê de hevparî çêbibe?

Di roja me ya îro de wêjeyeke ku ji van pêşketinan qut be çawa tê pêşbînîkirin, mirovan matmayî dihêle. Nîqaşekî mîna: “Wêje amûrek polîtîk e yan na”, ne di cih de ye. Ji vê wêdetir wêjeyê bi pîvana estetîkê pîvandin jî li gorî min xwe veşartin ango şêlûkirina nasnameya xwe ye. Estetîk di wêjeyê de şîroveyek e ku tevahîbûnê temam dike û mijarek e ku bi encama tiştekî pênase dike ye. Ez bixwe heya ji destên min tê ez ji van peyvan xwe dûr dikim, lewre dizanim ku hemû hatine çêkirin û pir zêde bi desthilatdariya Rojava ve girêdayî ne. Polîtîkaya ku jê tê fêmkirin ev tişt e ango ev têgeh in. Bêyî ku hin tiştên li pêş û lezgîn bên sererastkirin, derbasbûna hin tiştên din dê ti pêşketinan çêneke. Gelo li ser estetîka Kurd hevparî heye, ango estetîka Kurd çi ye? Dibe ku bê gotin estetîk gerdûnî ye û estetîk nayê tekanekirin. Zanistekî hevpar a bi qanûn e û ne hewce ye mirov tiştên nû bêje. Jixwe xelkê çi kiriye diyar e û em jî heman tiştî bikin dê her tişt çareser bibe. Wê demê mafê hinek kesan jî heye bêjin ku em jî wêjeya qirna 18’an û 19’an bikin dê baş be. Di vir de tişta ku tê jibîrkirin ev e ku têgeha estetîk wekî têgehekî bîrdozî nayê dîtin. Tişta xwedî bîrdozî be, di heman demê de polîtîk e jî. Heya niha estetîk, mîna kirasekî li polîtîkayê hatiye kirin û wêjeya ji vê qut ango peydakirina beşên wêjeyê ya ji vê qut pir zor e.

Dualîteya di navbera van tiştan de çavkaniya xwe ji estetîkê nagire, berevajî wê, ev nakokî bîrdozî ne. Van têgehên ku qala wan têne kirin, pêwîst e ji nû ve bên lêkolînkirin. Lewre ev têgeh hemû wate li wan hatine barkirin û gelek ji wan jî xwedî temeneke kurt in. Di wêjeya kevn de her tişt di nava hev de ye û çi çawa ji hev hatiye cudakirin, mirov di wir de baş dibîne. Bêguman ev pênase têra tiştekî zêde nake lê pêwîst e bê nîqaşkirin. Parçekirin, şêwazekî zanista pozîtîvîzmê ye û ev tişt piştî serkeftina vê paradîgmayê biserxist, zêde pêk anî. Serkeftina wê ya herî mezin ev e ku parastina vî tiştî bi her kesî dide kirin.

Demokrasî û azadiya fikir wekî girêkên ta bi berjewendiyên xwe ve dan girêdan û îro ew bixwe dev jê berdidin, lê kesên ramana azad diparêzin dev jî vî tiştî bernadin. Gelo rastî ne ev e ku dûrxistina civak û bi taybetî hunermendan ji polîtîkayê ye. Hunermend endamên civakê ne. Civakbûyîn bixwe polîtîk e û berpirsyariyên her hunermendekê li hemberî vê rastiyê hene. Ya ku di wêjeyê de bûyer û têgehên hevpar çêdike jî ev tişt bixwe ye.