PARTİYÊN HEVRENG Û HDP

18 Gulan 2015 Duşem

Kesên ku ne tenê hinek tişt, dixwazin gelek tişt biguherin, wê bi dil û can dengên xwe bidin HDP’ê.









Avaşîn ADAR


Li Tirkiyê, pêşbirka hilbijartinên giştî bi gelek nîqaş û pêşketinan re berdewam e. Helbet, partiyên sîstemê yên modernîteya kapîtalîst jî di vê pêşbirkê de cîhê xwe digirin. Lê belê her tişt weke ku tê payîn û hesibandin, naqewime. Ti kes, bi taybetî jî civaka Tirkiyê êdî xwe mehkûmê van partiyên hevreng ên kevin nake. Ji ber vê yekê jî HDP bi rastî jî tevgerekî mezin a hêvî û coşê ye. Ji ber vê jî ji xwe re dikin hedefa êrîşan.

Ji ber, her weke ku ew jî vê yekê dizanin, êdî AKP jî, CHP jî, MHP jî weke wan kesên xirab ên çîrokên zarokan de hene, lê hatine. Divê mirov pirsa van partiyan li zarokan jî bike. Divê mirov pirsa vê hilbijartinê li zarokên ku li Roboskî’yê hatin qetilkirin, li kolanan didin xebitan jî bike. Eger hûn bin, hûn ê reya xwe bikin kê? Baş e, em ji kesên ku bi her şêweyekê ma ne çi bipirsin? Em ê ji wan zarokên keç ên ku li girtîgeha Şakran’ê bi tecawûzê hatine hamilekirin re çi bibêjin? Di sîstemekê de ku serokê AKP’ê yê ku xwe weke padîşah dihesibîne lê hebe û êrîşan bibe ser zarok, jin û Kurdan, wê Pozanti jî hebe, Şakran jî. Bila zarok behsa vê sîstema qirker û tecawûzkar ji me re bikin! Divê herî zêde jî jin û zarok baxivin. Dema ku em li wan binêrin, em ê bizanin ka divê ‘kê vê dewleta heşamet’ birêve bibe. Yan jî em ê bizanin ka ev dewlet çi pêkhateyekî wehşî û tirsnak e. Ji ber vê ye ku, ev hilbijartin, hilbijartinekî siyasî nîn e. Hilbijartinekî wijdanî ye. Yên ku wê reya xwe bidin, di esasê xwe de wê reya wijdanên xwe bidin. Li ser vî bingehî jî HDP partî û tevgera wijdanî ye. Ev bend jî, benda wijdanên me ye.

Di vê pêvajoyê de ku gelek nîqaş li ser projeyan têne kirin, divê mirov bibêje ku AKP partiyek e ku li ser bingehê xirabkirina civakê hatiye avakirin. Divê mirov van dîtîtiyên civakî jî, weke teqînên bê serûber ên li dijî vê sîstemê binirxîne. Tevkujiya karkeran a li Soma’yê, tevkujiyek e ku sîstem li hemberî kesên ku weke kole dibîne, pêktîne. Li Kurdistanê jî hed û hudûdê lîstok û zora dewletê nîn e. Beşekî mezin ê civakê jî êdî baş dizane û dibîne ku em jiyanekî asayî najîn. Gelek derdor ji AKP’ê û partiyên din ên sîstemê nerehet û bêzar bû ne. HDP’ya ku bi vê hilbijartinê behsa jiyanekî nû dike jî, wê bibe nûner û hefizeya rastîn a hemû gel û çewsaweyan. Êdî dîwar û perjînên netew-dewletê yên hişk dihejin. Mirov nikare vê tengavî û nerehetiya Erdoxan tenê weke tengaviya ferdekê tenê binirxîne. Erdoxan weke fîxûrekê ye ku dixwaze siyaseta desthilatiya olîgarşîk bimeşîne û wer jî encam bigire. Ango endazyarê vê siyaseta olîgarşîk e. Ji ber ku di endazyariyê de her tişt bi reqem û hisaban tê kirin, rastiyên civakî yên ku neyên hesibandin û pîvandin, wê li wan bizivirin. HDP jî, partiyeke li derveyî vê hisaban e.

CHP jî, partiyekî memûrî ya muxalif û statûkoparêz e ku ji bo neguhere bi rêbazên taybet hatiye perwerdekirin. Baş tê zanîn ku hemû sîstem li ser van lingên fermî hatiye avakirin. CHP weke partiyekî ‘çepî’ ya pevçûna desthilatiya Sunî ya rast û çep, şirîk û hevkarê herî mezin e ku hiştiye AKP heya roja me ya îro li desthilatiyê bimîne.

Kesên ku ne tenê hinek tişt, dixwazin gelek tişt biguherin, wê bi dil û can dengên xwe bidin HDP’ê. HDP partiya azadiya jinê û mafên zarokan e jî. Di heman demê de partiyek e ku xiyanetkarên jiyan û xwezayê nikarin tê de cîh bigirin. Navnîşanekî gelek xurt e ku dikare bi têkoşîna xwe gelek guhertin û şoreşan bihev re bike.

Em niha pêvajoyekî hilbijartinê dijîn ku nirxên civakî di bin sîvana HDP’ê de têne cem hev. Li ser vî bingehî jî, her weke ku di beyanameya HDP’ê ya hilbijartinê de jî hatiye destnîşankirin, wê HDP bibe partiyeke bi idia ku şoreşan bike. Vê yekê wê bi biryara sosyalîzma demokratîk bike û her kesê ku bixwaze pêşeroja xwe radestî jin û zarokan jî bike wê dengê xwe bide HDP’ê.