DÎROKA TEVGERA KURD

28 Gulan 2015 Pêncşem

Tevger û bîreweriya Zerdeşt a dewama şêweyê bîr û baweriya Mazdaîk e, exlaqê mirovê azad mumkîn dike. Baweriya Zerdeşt şêweyê bîr û tevgera pêşî ye ku xwedayê afirîner xistiye ber lêpirsînê.


 







Abdullah OCALAN


Tevgerên civakî bûyerên bi bîreweriyê re pêwendîdar in. Tevgerên xweber bi xwe jî bîrbirineke paşvemayî nebin, pêkan nîne pêk bên. Kengî mijar dibe civak, bîrbirin û objektîvîte bêhtir xweser dibin. Di çarçoveyeke gerdûnî de ya tevgerê mumkîn dike, hebûna em jêre dibêjin enerjî ye ku bi awayekî diyalektîkî ji rewşekê vediguhere rewşeke din. Enerjî bi xwe mûammayek e, ango rewşek e ku hê diyar nebûye; lê em pê dizanin ku bi veguherînê tevgerê, ya rastî pêkhatinê pêk tîne. Dîsa em dizanin ku bêyî zeman û mekan tevger nikare bibe. Mûammaya jêre enerjî tê gotin, kengî di nava demê de bi lez dibe, di nava mekan de ji qonaxan dibihure, tevger pêk tê. Ev jî tê maneya pêkhatin û heyînê. Dema ku em bûyerên ji teqîna mezin a pêşî (big bang) ya tê îdeakirin pêk hatiye, heta bi civaka mirovî şîrove bikin, em ê bibînin ku yên têne ziman ji rewşên cuda yên enerjiyê bêhtir tiştekî din nînin. Gerdûn xwe bi xwe bi rêya enerjîk ava dike. Ji fizîkê heta biyolojiyê zanistan di vê mijarê de danasînên girîng ên zanistî kirine, bi pêş xistine. Enerjî vediguhere maddeyê. Têkiliya van xusûsên ku em behsa wan dikin hemûyan bi vê veguherînê re hene. Ji bo zanist mumkîn bibe, bi kêmanî bi zêhniyet û rêbaza Rojavayî, divê obje û sûbje ji hev bêne cihêkirin. Sîstema şaristaniya Rojava bi xwe ji nêz ve têkiliya xwe bi pêşketinên zanistî yên xwe disipêrin cihêkirina obje û sûbjeyê hene. Dîroka modernîteya kapîtalîst xwe sipartiye rêbazên zanistî û zêhniyeta wê ya cihêkirina obje-sûbjeyê û ev weke ji sedî sed rêyeke heqîqetê qebûl kiriye û xwe pê kiriye hêza hegemonîk. Eger modernîteya kapîtalîst hûrûkûr li ser jihevcihêkirina obje-sûbjeyê weke bîrbirin û pêkanînê nesekine, nikare hegemonya modernîteya kapîtalîst pêk bîne. Lewma gelekî girîng e ku mirov tevgerên pişta xwe didin jihevcihêkirina obje-sûbjeyê bixe ber lêkolînê.

Civakên dema neolîtîkê û yên beriya wê, pirsgirêkeke wan a obje-sûbjeyê tineye. Hîmê vê cihêbûnê bi pêşdeçûna şaristaniya bajarî, çînî û dewletdarî hatiye danîn. Em dizanin ku rahibên şaristaniya Sumerê ku şaristaniya pêşî ye, di çarçoveya xweda û evdên wan de cara pêşî obje û sûbje ji hev cihê kirine. Bi xwe têgînên xweda û evd xwe disipêrin hukmê bajêr li ser gund, hukmê çîna jor li ser a jêr, hukmê dewletê li ser civakê û li ser yekdestdariyê pêk tîne û nirxê zêde desteser dike. Şêweyê mîtolojîk ê destpêkê yê cihêkirina obje û sûbje ye. Di vê rewşê de mîtolojî dibe şêweyê pêşî yê zanist an jî bîrbirinê yê xwe disipêre cihêkirina obje û sûbjeyê. Di çanda Rojhilata Navîn de şêweyê bîrbirinê yê rêûresma pêxembertiyê ku weke reaksiyoneke li dijî mîtolojiya Sumer û Misrê derket holê, têgînên evd û xwedê, cihêkirina obje û sûbjeyê bêhtir pêşde birin. Li vir xwedê kirdar û evd jî obje ye. Lê ji mîtolojiyê cudatir evdîtî hinekî hatiye nermkirin; hindik be jî derfeta tevgerê dane mirovê kole ye.

Rêûresma Zerdeşt li ber evdîtiyê serî radike, têgîna xwedê dixe ber lêpirsînê û hewl dide cihêkirina hişk a obje û sûbje bi dawî bike. Bi sînor be jî hinekî xwe nêzî têgîna mirovê azad dike. Li vir, mirov bêyî ku hewcedarî xwedê bibe, bi exlaqê azadiyê dikare tevbigere. Rêûresma Zerdeştiyê di çanda Îon de tê pêşdebirin û bi vî awayî çanda felsefeya serbixwe pêk tê. Mirov bi xwe dibe kirdar û xwezayê weke obje nîşan didin. Li şûna xweda-evd obje-sûbje, dualîteya kirdar mirov-ojbe xweza tê danîn. Di serdema navîn de dîsa li dualîteya xweda-evd obje-sûbjeyê vedigerin û felsefeya vê tê pêşdebirin. Di Xiristiyantî û Îslamiyetê de dualîteya xweda-evd bi awayekî dînê felsefî tê pêşkêşkirin.

Li Ewrûpaya Rojava cihêkirina obje-sûbjeyê (Descartes, Spinoza) hat pêşdebirin. Li vir bûyer ev e, bi awayekî rewşa nîvçemayî ya obje-sûbjeyê di serdema destpêkê û navîn de tê temamkirin û herî zêde tê bi hêzkirin. Hersê rewşên xwezayê fizîk, biyolojî û civakê dikin obje, mirov dixin şûna xwedê û bi vî awayî mirov dikin kirdarekî temam. Ev şoreşa zêhniyetê pêşî li modernîteya demokratîk vedike û wê rewa dike. Sûbjektîvîteya mutleq a mirov û objektîvîteya mutleq a xwezayê rê dide sîstema kapîtalîzmê da ku bibe hegemon. Di ti serdema şaristaniyê de ji kapîtalîzmê re bi vî awayî rê û şens nehatiye dayîn û ev jî bi têkiliya wekhevkirinê ya di navbera sûbjektîvîteya mutleq a mirov û objektîvîteya mutleq a xwezayê de pêk tê. Di vê dualîteyê de mirov bi temamî bi rola xwedê radibe. Xweza jî bi hersê şêweyan jî bi temamî di xizmeta mirov-xwedê de obje ye. Bêguman kirdarê mutleq di dawiyê de dewleta netewe ye ku di asta herî jor de yekîtiya sê hêmanên bingehîn ên modernîteya kapîtalîst îfade dike. Bi felsefeya Hegel mirovê kirdar derdikeve asta herî jor û kengî bi dewleta netewe li şûna xwedê tê danîn pêvajoya xwe temam dike. Serhatiya ruhê mutleq bi mirovê herî azad ê bîrbir ê dewleta netewe weke xwedatiya nû temam dibe. Kengî dewleta netewe bi tevahiya aliyên xwe yên dîrokî û civakî hat analîzkirin wê bê dîtin ku xwedatiya herî pêşdebirî ye, û welatî jî evdê wê yê herî pêşdebirî ye. Ya rastî, di dîroka şaristaniyê de rewşa kirdarbûnê ya îdeolojiyên xwedatiyê, di dewleta netewe de xwedatiya herî bi hêzkirî îfade dike, îdeolojiya evdîtiya objetiyê jî bi evdîtiya welatî xwe îfade dike.

Xwedatiya dewleta netewe di dema Şerê Cîhanê Yê Duyemîn de bi şexsê Hîtler temsîla xwe ya xwedatiyê kir û piştre jî ji kuştina zêdetirî pêncî mîlyon mirovî berpirsiyar hat dîtin û xistin ber lêpirsînê. Ya rastî, di dema mezinbûna wî de hin fîlozofên mîna Nietzsche ew bi tehlûke dîtibûn û rexne lê girtibûn. Di duyemîn nîvê sedsala 20. de maskeya wî ketibû xwarê û bi vî awayî derketibû holê ku xwedayê herî kujer e. Jihevderxistina wî û jihevdeketina wî bi hev re meşiyan. Di salên 1970’î de dewleta netewe ya di dema xwe ya herî xweş de bû dest pê kir ji hev de ket û ev jî vê rastiyê îfade dike. Lewma lingê distanê yê herî bi hêz ê modernîteya kapîtalîst çiqasî ji hev de ket ewqasî jî bivênevê sîstem ji hev de ket. Piştî salên 1970’î herî dawî xwe avêt bextê xwedatiya pereyê Serdema Kapîtala Fînansê, lê ev yek dihat wê maneyê ku jihevdeketin bi leztir dibe. Weke xwedayê şer maskeya wî çiqasî dihat xwarê, bêhtir eşkere dibû ku weke xwedayê pereyan xwedatiya wî çiqasî kirêt e, dijminê mirov û xwezayê ye. Ew hêzek e ku piştrast bûye, bi rêbazên ferazî şelandinên di dîrokê de nedîtî dike, civakê hildiweşîne û talana hawîrdorê ya xweber pêk tîne. Bûye hêza ferazî û divê ev weke xulaseyeke stûr a dîroka şaristaniyê were şîrovekirin. Bi tevahî xwedatiyên bi maske deşîfre dibin, karekterên wan ên rastî li naverastê li pêş çavan têne raxistin.

Qada ku ev xwedatiya şaristaniyê lê meyiyaye qûntar û serê rêzeçiyayên Toros-Zagrosê ye. Di nava civaka neolîtîk de, lê bi awayekî mîna ‘kurmê ji darê’ dar dixwar û pê  çêdibû. Rêxistina bajar, çîn û dewleta li deştên Mezopotmayayê serdema wê ya rastî ya ciwanî û gihiştinê bû. Şaristaniya Ewrûpaya Rojava jî serdema wê ya yextiyarî û mirinê bû.

Weke welat Kurdistan û weke civak jî Kurd, ji vê xwedatiya di serdema mirinê de ku ji nava erd û civaka wan derket û pêşdeçû, ezabekî herî bi qehr û êş dikişînin. Kengî mirov hêmanên modernîteya kapîtalîst weke rewşên yextiyarî û mirinê yê xwedayê şaristaniyê şîrove bike, wê rastî bêhtir berbiçav bibe. Di rastiya modernîteya kapîtalîst a weke sûbjektîvîte û rastiya Kurd û Kurdistanê weke objektîvîte de, gewixandineke li ti devera dinyayê nehatiye dîtin pêk tê. Çawa ku di gelek şoreşên mezin de hatiye dîtin, mîna ku tevahiya dîrokê careke din vejiyaye, bi hunerên xwe hemûyan şer dike. Bi vî şerî re ya hildiweşe û ji hev de dikeve bi tenê dewleta netewe, qanûna kara herî zêde, sêlingên distanê îndustriyalîzm û ‘sêla sor’ nîne; cihêkirina obje-sûbje jî hildiweşe. Ev parçebûna têgînê xulaseya xulase ya şoreşê ye. Kengî ev têgîn ji holê rabe şoreş ê pêk bê. Mezinbûn, hişkbûn (dogmatîkbûn) û jihevdeketina îdeolojiya obje-sûbje, bi kêmanî ji bo sîstemeke mêtinkar û xwînrij a temenê wê ji pênc hezar salan bêhtir e, pêk hat. Ev sîstem li ser dîroka mirovatiyê bi temamî bi rola kabûsê rabû. Mirovatî ji vê kabûsê hino hino nû hişyar dibe. Weke mirov û welatê azad tevgera hişyarbûna Kurd û Kurdistanê hêviyê dide.

Orîjînên Kurd ên şoreşa neolîtîkê li qûntar û rêzeçiyayên Toros-Zagrosê pêk anîn, cihêkirina obje-sûbjeyê nas nedikirin; cihêkirina kirdar-mirov û obje-xweza jî li cem wan tinebû. Jiyan bi heybet bû, weke mûcîzeyeke bi coş û boş manedar pêk dihat. Jiyan bi xwe weke serhatiyeke tijî mûcîze diherikî. Ango di vê demê de mirovatî bi awayê qebîleyan civakî dibe û bi awayekî azad tevger her tişt bû. Bi tenê tevger hebû, ew jî bi awayekî azad û serxweşker bû. Jiyan li dora jina dayik bi rêxistin dibû. Ango mûcîze dibûn malê jina dayik; di vê çarçoveyê de xwe digihandin xwedawendiyê. Bi hêza çor a mil û destan xwe nedigihandin rûmetbilindiya xwedawendîtiyê, qedirbilindiyeke zêhnî bû ku bi pêkanîna jiyanê û xwedîderketina li wê pêk dihat. Civaka neolîtîk bi dest, dil û zêhnê jina dayik pêk dihat. Li ser tevahiya vedîtin û keşfên bi cotkarî û heywan xwedîkirinê re têkildar mohra wê hebû. Bi derengî be jî xwedawenda bajarê pêşî Ûrûkê Înannayê li dijî mêrê desteserkar û xasûk Xweda Enkî şer dike bi sedema ku “104 vedîtinên wê” dizîne, û destana pêşî vê rastiyê îfade dike. Tevî ku bajarbûna pêşî ye, xwedawendek hê bajêr rêve dibe û li dijî xwedatiya mêr têdikoşe. Bêguman ev gelekî manedar e. Hêza çanda civakî ya jina dayik, tevgera wê û berxwedana wê li dijî şaristaniyê tîne ziman. Gelekî zehmet e ku mirov çanda jina dayik bi zêhniyeta roja me ya îro ya şaristaniya mêrê serwer şîrove bike. Ev çand rastiyek e ku bi hezarê salan dewam kiriye. Sîstema şaristaniya navendî ya ji pênc hezar salî zêdetir dom kiriye, timî weke sîstemeke serwer a mêr pêşde çû û ev vê rastiyê îspat dike. Çawa ku di xwezayê de dibe, di civakê de jî her tişt bi dijberê xwe pêşde diçe. Li gorî vê yekê, pêşdeçûna sîstema şaristaniyê bi serweriya mêr bi tenê bi hebûna sîstema jina dayik a xwedî erk tiştekî îfade dike.

Me destnîşankiribû ku dualîteya sûbje-obje pêşî di dema civaka Sumer de diyar bûye. Ji aliyê orîjînên Kurdan ve, maneya vê rastiyê şerekî dûvdirêj e, bi civaka qebîleyê re ya ku bi erka dayikê radibe. Bi rastî, tevahiya şaristaniya Sumerê, komên qebîleyan ên li rêzeçiyayên Toros-Zagrosan xwedî jiyaneke neolîtîk bûn, timî li dijî vê şaristaniyê di nava liv û tevgerê de bûn. Çawa ku sosyolojiya Rojava îddîa dike, qebîle bi tenê yekîtiyeke li ser xwîn û xizimtiyê ava nebûye, komek e ku li dijî şaristaniyê xwe disipêre xweparastin, hilberandin û xwezêdekirinê. Ev pêvajoya di salên 5000-4000’î B.Z. de dest pê kir heta roja me ya îro dewam kir. Tevî ku hêzên hiyerarşîk û hêzên bi şaristaniyê re hevkarî kirin ji nava wê derketin jî komên qebîleyan bi awayekî bingehîn karekterê xwe parastin. Ango qebîle di warê xweparastin, hilberîn û xwezêdekirinê de komên civakan ên herî kêrhatî ne. Di tevger û bîreweriya qebîleyê de ji cihêkirina obje-sûbjeyê wêdetir tevger û bîreweriya kominî ya ji rêûresmê giraniya xwe heye. Tevî pêngavên şaristaniyan ên li ber serê wan, qebîleyan ev tevger û bîrbirinên xwe yên kolektîf parastine û pêşde birine.

Hiyerarşî û hevkartiya bi şaristaniyê re çiqasî pêşde çû, çanda qebîleyê ji hev parçe bû, di nava tevger û bîrbirina qebîleyê de bivênevê cihêbûna obje-sûbjeyê pêk hat. Li dijî vê tevgera bîrbirinê ku hegemonya îdeolojîk a Sumer nîşan dide, tevî çanda dayika xwendawend a ji rêûresmê (Çanda Xwedawend Starê) tevgera baweriyê ya nûjenxwaz a Mazdayê bi pêş ket. Sîstema baweriyê ya Mazdaîk xwe disipêre dualîteya hêzên ronahî û tariyê. Ew bi xwe digihîje dualîteya diyalektîkê. Nîşan dide ku bîrewerî çêbûye di biwara tevgera diyalektîk tez-antîtezê de ya ku ji bo bûyînê hewce ye. Bi vî aliyê xwe, tevgerek e ku ji dualîteya xwedayê afirîner û evdê afirandî ya vedîtineke çor a mîtolojiya Sumer e, gelekî li pêştir e. Baweriya Mazdaîk bi xwe diyalektîka gerdûnî dike bingehê xwe. Bi îdeolojiya xwedayê afirîner û evdê afirandî evd-obje rastiya gerdûnî îfade nake û ji vê jî wêdetir di bîreweriya mirov de rê li ber berevajîkirinekê vekir ku sererastkirina wê gelekî zor e. Ev tevgera bîrbirinê ya mohra xwe li tevahiya dînan, nexasim jî li dînên yekxwedayî xistiye, bingehê tevgerên zêhniyetê yên xwe disipêrin cihêbûna obje-sûbje yên heta îro hatine, danîne. Tevî Taotiya li Çînê û hin şêweyên din ên li Hindistanê, şêweyê bîrbirinê yê Mazdaîk celebekî cuda yê zêhniyetê temsîl dike. Bi vê zêhniyetê li şûna dualîteya afirîner-afirandî, li pêşketina diyalektîkî ya xwe bi xwe pêk tîne, derî vedibe.

Tevger û bîreweriya Zerdeşt a dewama şêweyê bîr û baweriya Mazdaîk e, exlaqê mirovê azad mumkîn dike. Baweriya Zerdeşt şêweyê bîr û tevgera pêşî ye ku xwedayê afirîner xistiye ber lêpirsînê. Banga “bêje tu kî yî?” ya ji rêûresma Zerdeşt gihiştiye îro, cewherê wê felsefeyê pêk tîne ku xwedayê afirîner dixe ber lêpirsînê. Şaristaniya Îonê vê felsefeyê ji Medan digire û bêhtir pêşde dibe. Ev felsefe bingehê şêweyê fikrê yê mohra xwe li serdema me dixe datîne. Bi pêşketina şêweyê fikrê yê diyalektîk ê ji xwedayan qut û xwe disipêre hêza mirov bi xwe, pêşî li mirovê azad dibe vedibe. Medan şaristaniya dawî ya Asûrê şikandin ku zalim bû û bi koka xwe ji şaristaniya Sumeran tê, û ev gaveke mezin a dîrokî ye. Medan li derdora sêsed salî tevgera bîrbirinê ya polîtîk û exlaqî meşandin û di şikandina wan a Asûran de ev hêmana bingehîn e. Dîsa ev bûyera dîrokî ye ku pêşî li şaristaniya Îonê vekiriye. Tiştekî xweber nîne ku van herdu tevgeran di salên 600’î B.Z. de mohra xwe li dîrokê daye, eger mirov bi carekê û bi hev ve girêdayî rahêje wan, dibe ku mirov bi awayekî rast li wan serwext bibe. Hêmanên Med-Kurdan di bin serweriya tevgerên Împaratoriya Pers û Sasaniyan de ketin dereceya duyemîn û bi vê re tevgerên bîrbirinê yên azad derb xwarin. Formên bîrbirinê yên eşîr û qebîleyên destpêkê jî xwe guvaştin ser hev. Bîr û baweriya Zerdeştî çiqasî bû amûrê împaratorîparastinê, ewqasî cewherê xwe yê azadîxwaziyê jî ji dest da û riziya. Rewşa em qala wê dikin heta serketina Skender (330 B.Z.) xwe nîşan daye. Felsefeya Îon a bi Arîsto herî zêde hatiye temsîlkirin bi vê serketinê diyarker bûye. Qonaxa şaristaniya Helenîstîk a paşê pêk hat (300 B.Z.-250 P.Z.), bi forma serketî ya bîrbirinê ya felsefeya Îonê ji nêz ve têkildar e. Di vê qonaxê de cara pêşî senteza Rojava-Rojhilat pêk hat. Lewma bîrbirina di vê qonaxê de mohra xwe li tevahiya şêweyên fikir û baweriyê xist. Eşkere ye ku mezinbûna Romayê û kulta împaratoriyê li ser şopa vê fikir û baweriyê pêşde çûye û manedar bûye.

Di vê demê de şaristaniyên Komagene (navenda wê Firata Jor), Abgar (navenda wê Ûrfa û Firata Navîn) û Palmyrayê (navenda wê Palmyra û Firata Jêr) ku ji nêz ve bi hêmanên Kurd re di nava têkiliyê de ne, heybeteke berbiçav îfade dikin. Hem li dijî Romayê li ber xwe didin, hem jî bi peymanên lihevkirinê yên serketî mezinkirina tevgerên bîrbirinê dewam dikin. Tevgera bîrbirinê ya Xiristiyan vê demê bi dawî dike.

Xiristiyantî li ser bingehê înkara yekemîn felsefeya rohnîbûnê (felsefeya Îonyayê) û neyênîkirina wê mezin bûye. Tevgereke bîrbirinê ya neyînî û nebextewar e; bîrbirina nebextewar a bêrehmiyên serweriya Romayê rê li ber vekiriye îfade dike. Tevî ku ji aliyê felsefeya rohnîbûnê ve paşketineke mezin îfade dike jî di çarçoveya tevgera kolektîf a xizanan de jî tê menaye pêşketineke mezin. Şêweyê pêşî yê bîrbirina çînî ya zû pêkhatî temsîl dike. Ji ber ku di salên 300’î P.Z. de vediguhere îdeolojiya împaratorî û begtiyê, vê xisleta xwe ji dest dide.

Piştî Zerdeştiyê Dînê Manî weke tevger û bîrbirina rohnîbûnê di salên 250’î P.Z. de li dijî sîstema şaristaniya hegemonîk weke nerazîbûnê derket holê û gelekî bi tesîr bûye. Eger ji aliyê împaratoriya Sasanî ve nehatibûya mehkûmkirin, belkî jî berî Ewrûpayê li Rojhilata Navîn rê li ber duyemîn tevgera rohnîbûnê vekira. Manî bi xwe felsefeya Îon, baweriya Xiristiyantiyê û rêûresma Zerdeştiyê sentez kir û bi vî awayî, reforma herî mezin a fikir û baweriya wê demê pêk anî. Ev tevgera ji peravên Dîcleyê dest pê kir, di demeke pirr kin de ji Romayê heta bi Geliyê Îndus belav bû. Lê ji ber ku rêûresma riziyayî ya împaratoriya Sasanî firsend nedayê û di sala 276’an P.Z. de Manî gurandin û darvekirin, ev bextê dîrokî reş bûye. Ya rastî, cihê heq kiriye negirtiye û mohra xwe li demê nexistiye.

Dema ku mirov rahibên Suryaniyan (bi rahibên Xiristiyan ên bi koka xwe Asûr) bi Manîgir û Zerdeştiyan re bide berhev mirov ê bibîne ji wan serketîtir in. Heta tevger û bîrbirina Îslamî bê, tevger û bîreweriya mohra xwe li herêmê xistiye, ya rahibên Suryaniyan e. Ji salên 300-600’î P.Z. ji Deryaspî heta bi nava Hindistan û Çînê tevgereke bi hêz a bîreweriyê bi pêş xistine û cemaetên Xiristiyan pêk anîne. Bîreweriya Kurd di vê demê de ne bi temamî ji Zerdeştiyê qut bûye, ne jî bi temamî Dînê Manî qebûl kiriye, ne jî pêşengên Suryanî pejirandine. Kurdan forma xwe ya bîreweriyê ya pêşî û marjînal parastiye. Îdeolojiya qebîleyê ya ji rêûresmê ku gelekî li dawiya demê maye, bi tenê dikare hebûna qebîleyan li ser piyan bigire. Ji lewra Kurd di vê demê de ji pêşketinên civakên bi koka xwe Ermenî û Asûrî yên di nava wan de paşve mane. Bîreweriya Xiristiyantiyê komên bi koka xwe Ermenî û Asûrî bêhtir pêşde dibe û wan dike gelên hevdugirtî û yekpare, lê formên bîreweriyê yên pêşî dike ku Kurd bêhtir di nava xwe de bimînin û bi tenê hebûna xwe biparêzin. Asêmayîna îdeolojîk li pêşiya pêşketina civakî bendan datîne û dibe sedema pêxîrtengiyê.

Ji pêxîrtengiya bîreweriyê ya serdema destpêkê bi Îslamiyetê gav hatiye avêtin. Piştî Cihûtî û Xiristiyantiyê di civaka Rojhilata Navîn de Îslam tevgereke şaxê dînî û dawî ya civakîbûyîn û bîreweriya gerdûnî ye. Forma bîreweriya Îslamî herçiqasî xwe weke  gelekî nûjenxwaz û wehiyeke xwedayî pêşkêş bike jî belkî jî forma bîreweriyê yê herî têkel û biserhevvekirî îfade dike. Di bingehê wê de tesîra tevahiya formên bîreweriyê heye. Ji anîmîzmê heta bi afirînerekî bi tenê yê mutleq, formên bîreweriyê hemû nîzameke têkel pêşkêş dikin. Nexasim formên mîtolojîk ên Sumer û Misrê bi rêya dînên Brahîmî xwedî tesîreke bi hêz in. Piştî formên mîtolojîk ên Cihûtî û Xiristiyantiyê versiyona sêyemîn e. Lê ne bi tenê şopên van versiyon û forman, bi giranî bandora felsefeyên Zerdeş û Eflatûn-Arîsto jî li ser heye. Divê mirov bandora dînên pagan (pûtperest) ên ji rêûresmê jî li van zêde bike. Yek ji sedemên bingehîn di belavbûna bi lez a Îslamiyetê de ew e ku xwe bi van formên bîreweriyê yên têkel pêşkêş kiriye. Her kom dikare li gorî xwe şîroveyekê bike û bipejirîne. Jixwe ya dibe jî ev bi xwe ye. Mîna ku ji her derdî re derman e.

Ev rewşa muxtelif a bîreweriya Îslamê di heman demê de qelsiya wê ya herî bingehîn e; ji ber ku wê ji xweseriyê mehrûm dike. Gerdûnîtiya pirr zêde xisletên beşan qels dike û kiriye ku bi tenê weke rîtuelên besît bimînin. Bi vî aliyê xwe, hem ji Cihûtiyê, hem jî ji Xiristiyantiyê bêbertir maye. Li şûna ku manedanê pêşde bibe, di vî warî de bibe forma pêşdebirina fikreke diyalektîkî, bûye kîsekî bîreweriyê yê cureyê çîrokê ku jihevbelavbûyî û bêserûber e. Di paşvemayîna civakên Îslamî de para van kîsên bîreweriyê mezin e. Di bîreweriya Cihûtî û Xiristiyantiyê de rewş cuda ye. Cihûtî ji xwedatiya xwe timî têgînan zêde dike û bi vî awayî serdestiya xwe ya îdeolojîk timî diparêze. Xiristiyantî bi rêxistintiya xwe ya şidandî ya dêrê cemaetên bêhtir berbiçav pêk tîne. Ji ber ku zêde girtî ye, derî li sekulerîzmê û laîsîzmê vedike. Ewrûpaya serdema navîn di bin bandora herdu dînan de li gorî diyalektîkê formên fikir û bîreweriya hem sekuler û hem jî laîk pêşde dibe û di vê de zehmetiyê nakişîne. Dogmatîzma hişk a di herdu dînan de, rê li ber tevgera modernîteya Ewrûpayê vekiriye. Bîreweriya dogmatîk ewqas bêmane dibe, bivênevê formên nû li ser bingehê dijberiyê derdikevin holê. Lê divê mirov ji bîr neke ku forma bîreweriyê yê herdu dînan di tevgera şaristaniya Ewrûpayê de bi rola diyarker rabûne. Naxwe em ê nikaribin tevgerên civakî û formên bîreweriyê yên modern ên Ewrûpayê fêhm û terîf bikin.

Îslamiyet li ser xeteke cuda meşiya ye. Ji bilî bawerî û fikrên têkel ên di nava wê de, gelek hêmanên sekulerîzm û laîktiyê jî dihewîne. Ji ber ku xwe hem weke dinê dinyewî hem jî yê uxrewî pêşkêş kiriye, ketiye nakokiyê û di nava xwe de xetimiye. Guftûgoyên felsefî yên di navbera sedsalên 9.-12. de ku mirov van sedsalan weke Ronesansa Îslamî jî dikare bi nav bike, mîna rohnîbûna Ewrûpayê bi kêra felsefeyê nehatine. Di vê çarçoveyê de forma îdeolojîk a dimîne, siya fîgura qralên xweda ne (Zîllûlah) ku ji dema Sumeran ve dewam dikin. Rejîmên mîrtî û siltantiyên despotîk ên xwe sipartina van fîguran, ji sedsala 12. ve heta roja me ya îro ji pêşkêşkirina bêhejmar mînakên desthilatdariyên keyfî û dogmatîzmên hişk wêdetir bi ti rolê ranebûne. Di van sedsalan de li Ewrûpayê, heta li Çînê bûyerên girîng diqewimin, lê herêma sereke ya pêşketinên dîrokî mehkûmî pêvajoyeke paşvemayî bûye; bi sedsala 19. re li hemberî modernîteya kapîtalîst ji hev belav bûye û ji vê rizgar nebûye.

Di vê dema jihevbelavbûnê de herçiqasî xwestine ji nû ve bîreweriya Îslamê şîrove û ava bikin jî ev yek ji karektera reformeke rastî dûr e. Bi qasî Xiristiyantiyê jî nikarîbûye reformasyonekê pêk bîne. Ji ber ku şoreşên felsefî û zanistî jî nas nekirin, bivênevê ket pêvajoya jihevbelavbûn û hilweşînê. Ya rastî, lêgerînên nû yên Îslamî ji modernbûnê wêdetir ti maneyên xwe tinene û bi van hewl dide entegreyî kapîtalîzmê bibe. Herçî ji afirînerî û xweseriyê dûr e.

Herçiqasî komên Kurdan li beramberî Îslamê demeke dirêj li ber xwe dan jî, lê kengî tebeqeya wan a jor bi Îslamiyetê û bi rêya şîroveya wê ya Sunnî firsenda desthilatdariyê bi dest xist, veguherînên bi kok û bingehîn pêk hatin. Civakbûneke dualî pêk hat. Tebeqeya jor bi şoreşa feodal re civakên xwe yên begtiyê pirr zêde mezin kirin, lê tebeqeya jêr û beşên civakê yên çiya û baniyan, li dijî zordestiya desthilatdariyê û mêtinkariya wê bi awayekî xweparastinê xwe bi rêxistin kirin û ev jî bi rêya terîqet û mezheban pêk anîn, lewma bivênevê civakbûna wan jî di vê çarçoveyê de pêk hat. Formên cuda yên bîreweriya Îslamî ku dabeşbûna çînî xurt dikirin, xwe bi şêweyên terîqet û mezheban nîşan didan. Tebeqeya hiyerarşîk a jor, kengî ji bîreweriyên qebîle û eşîrê bihurî ket formên bîreweriya Îslama Sunnî û mezhebên wê yên cuda, lê tebeqeya jêr di serî de Elewîtî xwe bi şêweyên terîqetên tesewifî berbiçav dikir. Kurdîtiya begtiya Sunnî ji aliyekî ve xwe bi awayekî bi kêra tebeqeyên jêr neyê mezin dikir, ji aliyê din ve jî bi formên wan ên bîrbirinê re bi dijwarî pev diçû û şer dikir. Şer û pevçûna çînî xwe di bin perdeya dînî de dewam dikir. Li aliyê din, Kurdîtiya Elewî û tesewifî timûtim xwe vediguherand rêxistina siyasî û eskerî û bi vî awayî diket pozîsyona parastinê. Tevahiya civakê ji vê dabeşbûn û pevçûnê zirareke mezin didît û êş dikişand. Ji bo bidawîbûna vê rewşê hêviyên mirovan bi axretê ve girê didan, yan jî dihiştin ku ji rejîmeke qraltiyê ya bi hêz û hevgirtî hêvî bêne kirin. Li cem Kurdîtiya serdema navîn form û lêgerînên îdeolojîk ên di vî warî de wê her biçin bi hêz bibin.

Îdrîsî Bedlîsî (di sedsala 16. de) û Ehmedê Xanî (di sedsala 17. de) bi formên xwe yên bîrbirinê û lêgerînên xwe hewl didin di civaka Kurd de ji van bendewariyan re bibin bersiv. Li hemberî vê, kesekî bi navê Safiyuddîn ê ji binemaleke şêx û Kurd ji tevgera Şîî-Qizilbaş re pêşengiyê dike û di dawiyê de ev tevger bi desthilatdariyeke nû ya xanedaniyê bi Împaratoriya Safewî bi encam dibe. Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî (dawiya sedsala 16.) şîroveya qraltî û begtiya Kurd dike, terîqetên mîna Qadirîtî û Neqşîbendîtiyê jî civaka li derveyî desthilatdariyê mayî diparêzin. Tebeqeya jor a Kurd di navbera Safewî û Osmaniyan de ji xwe re li cihekî baş ê wan biparêze digere, lê Ehmedê Xanî çareya bi kok bi Qraltiyeke Mezin a Kurdistanê dibîne.

Di bîreweriya Îslamî ya Kurdan de pareke mezin a medreseyan heye. Hertim tebeqeyeke entelektuel a Kurd û bi hêz pêk hatiye. Pirraniya wan di qesrên Ereb, Fars û Tirkan de ji xwe re cih dîtine. Tevî ku têkiliya wan bi Kurdîtiyê re heye jî bi sedema karektera desthilatdariya li cem in, bi sînor mane. Bîreweriya qebîle û eşîrê tevahiya serdema navîn hebûna xwe dewam kiriye. Qebîle û eşîrên ku pirr û mezin dibin, çavkaniya sereke ya Kurdîtiya begtî û terîqetê ne.

Bîreweriya Îslamî komên Kurd bextewar nekirine, bi qasî Xiristiyantiyê nikarîbûye civakê homojen bike. Bi qasî ku civak kiriye xwenenas, ewqasî jî veguherandiye gelek komên bi hêviya axretê radibin û rûdinin. Ji civakên xwenenas û parçebûyî hêviya berdariyê nayê kirin û avakirina wan ne pêkan e. Di serê sedsala 19. de bi bandora modernîteya kapîtalîst burokrasiya bi pêş dikeve, xwestina esker û bacan statuya serdema navîn a Kurdan xira dike. Begtiyên Kurdan û terîqetên wan ên tesewifî hewl didin statuya xwe biparêzin û ev jî bivênevê rê li ber şeran vedike, civaka ji rêûresmê dixe nava kaos û krîzên kûr.

Ji Parêznameya ‘Parastina Kurdên Di Nava Pencên Qirkirina Çandî De’ (Pirtûka 5’emîn)