PÊXÎRTENGIYA SOSYALÎZMA PÊKHATÎ Û GAVAVÊTINA ŞOREŞGER

28 Gulan 2015 Pêncşem

Heqîqetên bi têkoşîna îdeolojîk a li dijî pêxîrtengiya avahiyên modern (kapîtalîzm, dewleta netewe û îndustriyalîzm) ên li dinya û Tirkiya salên 1970’î derketin holê di pêkhatina PKK’ê de roleke wan a girîng heye.









Abdullah OCALAN


Pêxîrtengiya sîstemê ya di qada çanda maddî de xwe di qada îdeolojîk de jî nîşan da. Jixwe ya diviyabû bibe jî ev bû. Şoreşa 1968’an bi awayekî bingehîn weke şoreşa îdeolojîk di qada çanda manewî de teqiya. Li ber çanda modern, li ber tevahiya şaxên wê yên lîberal, rastgir û çepgir radibû. Di vê çarçoveyê de şoreşeke girîng bû. Bi kêmanî bi qasî Şoreşên Polîtîk ên Franse û Rûsyayê şoreşeke îdeolojîk bû. Hegemonya îdeolojîk a modernîteyê ji dema ku hatibû avakirin û vir ve cara pêşî şikest xwaribû. Ji sedan salan ve li ser navê homojenkirina civakê gelek hêmanên civakî yên çandî, cinsî, dînî û xwecihî hatibûn girtin, asîmîlekirin û heta qira wan hatibû anîn ji bo şerên nasnameyê rabûn. Ji vê serîrakirinê re ciwanan pêşengî kir û ev jî bi serê xwe manedar bû. Ji ber ku ciwan beşê civakê yê modernîteyê herî kêm bandor lêkirî bû. Şoreşa îdeolojîk bi tenê li dijî lîberalîzma kapîtalîst nedihat meşandin, bi qasî dewleta netewe ya lîberal bi dewleta netewe ya sosyalîzma pêkhatî re jî têkiliyên xwe birrîbûn. Li beramberî îndustriyalîzmê dijberiya îdeolojîk cara pêşî bû ku bi vegotinên bi hêz ên teorîk xwe îfade dikir. Femînîzmê bi kêmanî bi qasî teoriyên çînî xwe gihandibû argumanên girîng ên teorîk. Nasnameyên çandî yên ji rêûresmê îspat kiribûn ku bi qasî nasnameyên modern hêja ne, û dest ji wan nabe. Hatibû fêhmkirin ku teoriya neteweparêziya modern rewakirina etnîsîteya serdest e, û ne tiştekî din e. Derketibû holê ku ji îdeolojiyên wê demê ya herî populer û muteber fikra rizgariya neteweyî ya modern û pratîka wê bi qasî tê gotin ne antî-kapîtalîst û rizgarîxwaz e. Dîsa mirovan gelekî guftûgo dikir ku sosyalîzma pêkhatî ji modernîteya kapîtalîst nabihure, berevajî sîstemê bi hêz dike. Demokratbûna sosyal demokrasiyê ji zû ve kiribûn pelê mêwê yê ku eybên kapîtalîzmê vedişêre, dinixumîne.

Pêxîrtengiya îdeolojîk a sîstemê li Tirkiyê yek ji holanên xwe yên bi hêz veda. Pêxîrtengiya avabûna faşîzma Tirkê Spî di qada îdeolojîk de xwe nîşan dabû, bi derbên îdeolojîk ên şoreşger ketibû pêvajoya teşhîr û tecrîdê. Cîla modernîst a milliyetgiriya laîk negirtibû. Bi qasî îdeolojiya dînê ji rêûresmê îdeolojiyên modern ên şoreşger jî bi hêz holan didan. Tevgerên şoreşger ên salên 1970’î bi awayekî bingehîn tevgerên îdeolojîk bûn. Xislet û karekterên wan ên polîtîk nehatibûn bipêşxistin. Ji ber ku sîstem teşhîr dikirin, girîng bûn. Rastiyên civakî cara pêşî bû ku dihatin îfadekirin. Rastiyên ku yeqîn dikirin ji zû ve hatine veşartin û xistine qebrê, bi têkoşîna îdeolojîk yek bi yek vedijiyan. Li pey îdeolojiyên Îslamî îdeolojiyên sosyalîst hatin. Li pey herduyan jî formên îdeolojîk ên diyardeya Kurd îfade dikirin hêdî hêdî xwe nîşan dan. Ji vê nerazî bûn, lewma milliyetgiriya nijadperest rakirin pêdarê, rakirin ser herdu lingan. Tirkiya salên 1970’î di dîroka xwe de bi awayekî rastî li şerên herî mezin ê îdeolojîk şahidî kir. Milliyetgiriya nijadperest bi awayekî Elmanya Hîtler li pey dewletdariyeke netewe ya bi hêz diçû, îdeolojiyên Îslamî jî rola xwe ya ji rêûresmê ku bi destê dewleta neteweparêz a laîk ve berdabûn ji nû ve dixwestin pê rabin û di nava dewletê de cih bigirin. Îdeolojiyên çepgir di nava pêxîrtengiyeke kûr a têgînan de bûn û bi civakparêziyeke ji civakê şuştî re mijûl dibûn. Civakparêz û dewletdariya netewe tevlîhev kiribûn. Ezmûnên demokratîk ku diviyabû îdeayên wan ên herî bikok bûna, mixabin bi sînor bûn. Ji çalakiyên gel ên demokratîk zêdetir, di nava çalakiyên teng ên koman de bist bûbûn. Lê dîsa jî hemû bi awayekî giştî bi rola xwe ya ravekirina heqîqetên civakî radibûn.

Heqîqetên bi têkoşîna îdeolojîk a li dijî pêxîrtengiya avahiyên modern (kapîtalîzm, dewleta netewe û îndustriyalîzm) ên li dinya û Tirkiya salên 1970’î derketin holê di pêkhatina PKK’ê de roleke wan a girîng heye. Herçiqasî xwediyê gelek kêmasî û şaşiyan bin jî di pêkhatinê de para şehîdên têkoşînê diyarker e.

Ji Parêznameya ‘Parastina Kurdên Di Nava Pencên Qirkirina Çandî De’ (Pirtûka 5’emîn)