ŞERVANTIYA HEQÎQETÊ

28 Gulan 2015 Pêncşem

Li ser van axan, mirovahiyê gelek nirxên mezin ên civakî derxistin holê. Her wiha li ser vê axê, ji aliyê şaristaniya dewletî ve gelek derbên giran jî hatin xwarin.

 




 



 


Hakî SERHED


Şervantiya Heqîqetê, ji ya ku tê payîn zêdetir ji bo roja me ya îro pêwîst û hewce ye. Dema ku di nav kar û barên jiyanî û platformên nîqaşan de em guftugo dikin û behsa şervantiya heqîqetê tê kirin, her tim em mînaka hinek çîrokên jiyana şervanên heqîqetê yên ku di dîrokê de jiya ne, didin. Gelo ma ev tiştekî şaş e? Bêguman na! Lê belê em pir zêde ji pirsa “ka di roja me de şervantiyeke heqîqetê yê çawa” re nabin bersiv.

Di dîrokê de hemû ew kes û saziyên ku li hemberî şaristaniya dewletparêz a navendî li berxwe dane, teslîm nebû ne, weke şervanên bê wiçan ên heqîqetê nirxandin, bêguman ne şaş e.

Xwezaya tiştekê, di heman demê de heqîqeta wê ye jî. Di xwezaya xwe de israrkirin, tê wateya ku mirov di heqîqeta xwe de israr bike. Îro sîstema dewletparêz û navendî dest li xwezaya mirov werdide. Her wiha li hemberî civaka polîtîk û exlaqî ji gelek aliyan ve êrîşan lidar dixe. Ji ber ku mezinahiya xwe li ser lewazxistina civaka polîtîk û exlaqî daye avakirin. Têkiliya di navbera civak-ferd, xweza-civak û jin-mêr ti caran ev qas zirar nedîtiye. Di vir de girîngiya şervantiya heqîqetê derdikeve holê.

Di roja me ya îro de girêdanbûna mirov a bi dîrokê re ew qas lewaz e ku mirov dikare bibêje, hema hema qet nema ye. Ji bo wî/wê rabirdu ‘doh’, pêşeroj jî tenê bi ‘sibê’ re sînordar e. Jiyankirin, tenê weke dabînkirina pêdiviyên biyolojîk tê dîtin. Di cîhana lihevçêkirî de(sanal) ew qas mirovan xwe wenda kirine ku nizanin ka çi diqewime. Wer li wan bûye ku nikarin stêrkan, tave hîvê û tavê bibînin; nikarin gulên ser rûyê erdê, xalxalûkan bibînin. Bi kurtasî nikarin xweşikahiyên jiyanê bibînin. Ev mirovê bi vî rengî, ketiye girtîxaneya sîstema lihevçêkirî û ji xwezaya xwe derketiye.

Rêber APO got, “di Sosyalîzmê de israrkirin, di mirovbûnê de israrkirin e”.

Jin û zilamên roja me ya îro jî ji xwezaya xwe gelek dûrketî ne. Ji nû ve xwe gihandina xwezaya xwe jî bi zîhniyet, rê û rêbazên rast ve bi wî têkoşîna cinsî ya ku wê bê meşandin re gengaz dibe.

Eger em weke xûlase bînin ziman; şervantiya heqîqetê, kêlî bi kêlî li hemberî modernîteya kapîtalîst şerê zîhniyetê dayîna meşandin e. Ji bo ku mirov bi xwezaya xwe re ji nû ve têkiliya xwe pêşbixe, ji nû ve xwe bigihîne civaka dîrokî û bi awayekî dostane nêzîkî xwezayê bibe, divê her tim di nava şerekê de be. Rêka vê yekê jî, li hemberî hemû bandorên şaristaniya navendî rexne û rexnedanekî rast û têrker raberkirin e. Her wiha li hemberî hemû feraset, şêwaz, têkilî û şêweyên jiyanê yên sîstemê dahûrandinekî têrker kirin û li gorî zîhniyeta nû kêlî bi kêlî xwe avakirin e. Bi vî awayî jî çalakiya xwe lidarxistin e. Çalakî, di encama wê fikirandin, wate û rêxistinbûna ku pêşketî de pêk tê. Fikirandin jî bi vî awayî vediguhere wate û rêxistinbûnê.

Her endamekî Tevgera Azadiyê bi awayekî teng tenê weke keseke ku têkoşîna leşkerî, siyasî û rêxistinî dimeşîne nirxandin gelek şaş e. Dibe ku hinek kes bi awayekî zanebûn bi vî rengî binirxînin. Lê belê em wer nanirxînin. Her endamekî Tevgera Azadiyê di heman demê de şervanekî heqîqetê ye jî.

Li ser van axan, mirovahiyê gelek nirxên mezin ên civakî derxistin holê. Her wiha li ser vê axê, ji aliyê şaristaniya dewletî ve gelek derbên giran jî hatin xwarin. Tevgera Azadiyê dike ku mirov xwe bigihîne heqîqeta xwe û dibe wesîle ku derketinên bi heybet pêkbên. Ji ber vê yekê jî milîtanê Tevgera Azadiyê şervanekî heqîqetê yê mezin e.