JIYANA KOMÛNAL Û EKOLOJÎ

28 Gulan 2015 Pêncşem

Em ji xwedîkirina ajal û nebatan bigirin, heya kêlandina axê, heya bi ser vê re hilberîna aboriyê ya bi axê re dîsa jî rola jinê her tim diyarker e.









 

Dîcle TEKMAN


Civaka ekolojîk, bijarde û lingê bingehîn ê avakirina Netewa Demokratîk û jiyana Ekolojîk e. Di vê serdemê de ku zanist û teknîk di astekî gelek jor de têne bikaranîn û her wiha derfetê jiyankirina hemû rihberan di gerdûnê de kêm maye, ya ku ji van hemû pirsgirêkan re bi awayekî rasteqîne bibe bersiv bêguman jiyana ekolojîk û rêxistiniya civaka ekolojîk e. Rêxistiniya civaka ekolojîk an jî xwasteke xwe gihandina wê zanebûnê, tenê li hemberî qirêjiya hewa, av an jî hawirdorê nîn e, di esasê xwe de em ji pirsgirêkên giştî yên ekolojîk bigirin heya pirsgirêkên civakî, heya bidawîkirina şer û tevkujiyan, ango li hemberî kapîtalîzma wehşiyane ye ku hewldide xwe mezintir bike. mêtingeran ji mêj ve herî zêde ax û dewlemendiyên wê xistine bin venêrîna xwe û xwe mezin û berfireh kirin. Gund vala kirin û ew ax desteser kirin. Daristan şewitandin û li pêşiya avan bendav û bend avakirin û bi vî awayî ango bi qirkirina xwezayê re temenê xwe dirêj kirin.

Mijara ku ez dixwazin bal bikşînim ser, mijara axê û komûna wê ye. Lê belê beriya vê yekê divê mirov axê pênase bike û behsa girîngiya wê ya ku rihber û nebatan re bike. Ew axa ku di beşa ekolojî û heta civaknasiyê de xwedî cihekî girîng e, ji hemû rihber û zindiyan re derfetê jiyankirinê pêşkêş dike, ji bo wê şer û tevkujiyên gelek mezin rû didin û her wiha berxwedaniyên rûmet, namûs û pîroziyê jî têne kirin. Ax, tê wateya civakê, tê wateya şaneya bingehîn, hêviya jiyanê û reha esasî. Tenê zindiyekî bê ax jî tine ye. Dema ku ax nebe, daristan jî nabin, dema ku daristan nebin ajal û mirov jî nabin, her wiha tiştekî bi navê jiyan û jiyankirinê jî nabe. Hemû jî weke heleqên zincîrê bihev ve girêdayî ne. Ax hêlîna te ye, ew welat e ku tu tê de vedihewî, radigirî û diparêzî. Bê ax bûyîn, tê wateya ku mirov bê nasname, bê kesayet, bê reh û bê bingeh be.

Di dinyaya şaristaniyê de bi taybet jî di dinyaya Modernîteya Kapîtalîst de mirov her tim bi awayekî berjewendîparêz nêzîkî xweza, gerdûn û axê dibe. Her tim bi awayekî xirab nêzîk bû ne. Dîdgaha navend-mirov û sîstema nêrane xwe rêxistin kiriye bi hezaran sal nêzîkatiyên xwe yên fetihkar û dagirker destpêkê li ser qada ekolojiyê pêk aniye û hê jî wer dimeşîne.

Di bingehê hemû fetih, şer, tevkujî, koçberî û bê mirov hiştinê de daxwaza deramet û qezenca desthilatiya aboriyê heye. Weke mînak, eger em herêma xwe binirxînin, erdnigariya Rojhilata Navîn hema bûye navenda dagirkerî û şeran. Êdî ne ew axa ku ji mirovahiyê re dergûştî dikir, bûye ew axa ku mirovahî jê direve û ew axa ku ji mirovahiyê re dibe goristan. Her wiha ji dîroka destpêkirina şaristaniya navendî heya îro axên Kurdistanê her tim rastî dagirkerî û talanê hatine. Fetihkirina welatekê yan jî axekê, tê wateya ku bibin xwediyê hemû çavkaniyên madî û manewî. Ev axên ku xwedî gelek çavkaniyên dewlemend in, mixabin ev gelek serdem in ku di bihêzbûn û mezinbûna yekdestdariyê de bûne çavkaniyên gelek hêja.

Di bingehê van tevkujî û şerên ku têne kirin de jî endûstriyalîzm û hêzên sermayedar ên yekdestdar hene. Di vê çarçoveyê de li ser axê hisab û kitabên xwe dikin. Di vê wateyê de pirsgirêkên endûstriyalîzmê jî, yên deramet û sermayeyê jî parçeyekî pirsgirêka ekolojîk in. Ji bo ku ev hemû pirsgirêk bi carekê bêne çareserkirin jî divê di çarçoveya avakirina Jiyana Azad û Rizgariya Demokratîk de civaka ekolojîk bê avakirin. Avakirina civaka ekolojîk jî divê ji bingeh ve bê damezrandin û bi avakirina komûnên axê re peywendîdar e. Komûn, rêxistiniya jiyana civakê ya azad û demokratîk e. Rêber APO ku “Komûnên ax, av û enerjiyê” pêşniyar kirin, komûna tendûristiyê, ya perwerdehiyê, ya ewlekariyê, ya aboriyê û hwd. li qadeke jiyanê damezrandin wê di çareserkirina van hemû pirsgirêkan de bibe hêmanekî sereke. Helbet, divê komûn destpêkê di zîhniyetê de bê avakirin. Feraseta ez ez a sîstema kapîtalîst li ser zîhnê civak û ferdan serwer e. Bêyî ku ev zîhniyet bê şikinandin mirov rabe jiyana komûnal saz bike, wê hem şaş be û wê hem jî nuqsan be. Civakekî bê komûn jî nikare behsa civakbûnekî azad û demokratîk bike. Dema ku rewş bi vî rengî be jî divê mirov komûnan ava bike û jiyana ekolojîk pêşbixe.

Weke ku tê zanîn, dema ku mirov li dîroka civakan dikole, mirov dibîne ku civaka mirovan a destpêkê bi ser ax û çandiniyê de jiyana xwe meşandine. Civakeke ku bi axê re peywendîdar e û bi çandiniyê jiyana xwe didomîne(Civaka Xwezayî-Civaka Neolîtîk) hebûna xwe bi şêweyekî komûnal û hevpar meşandiye. Ax, hêmana sereke ya civakbûn û jiyana civakî ye. Ew axa ku hêmana sereke ya hilberînê ye, li ser wê bicihbûna mirovan re hem ji aliyê madî û hem jî aliyê manewî ve bûye wesîle ku çandekî manewî avabibe û di bingeh de jî jiyana komûnal pêşxistiye. Têkiliya jinê ya bi axê re kûrtir û watedartir e. Bi mijûlbûna bi axê re civakbûn pêşxistiye. Têkiliya jinê ya bi axê re weke têkiliya di navbera dayîk û zarok de bûye. Çawa ku li zarokên xwe mêze kiriye, wer jî ax parastiye û lê mêze kiriye. Ew jina ku bi ax û çandiniyê re mijûl bûye, bi axê re hevcewher tê dîtin. Jina pîroz(Xwedawend-Dayîk), bi axa pîroz re wekhev hatiye dîtin. Peyvên weke Xweza-Ana(Dayîk) û Ax-Dayîk bi vê re girêdayî ne. Em ji xwedîkirina ajal û nebatan bigirin, heya kêlandina axê, heya bi ser vê re hilberîna aboriyê ya bi axê re dîsa jî rola jinê her tim diyarker e. Ji ber vê jî di mijara avakirina jiyana ekolojîk de jî ji ber herî zêde jin nêzîkî ax û xwezayê ye, herî zêde jin dikare xwedî li axê derbikeve û di wan komûnên axê yên ku wê bêne avakirin de jî rola sereke bilîze û li her cihekê komûnên axê damezrîne. Li cihê ku em xwediyê vê mîrateya çandî ya wiha dewlemend in, çima em vê çandê radestî hinekên din bikin. Em bixwe mîrateya xwe ya çandî biparêzin û xwedî lê derbikevin.