DÎPLOMASIYA LI ROJHILATA NAVÎN

24 Hezîran 2015 Çarşem

Gelek aşkere ye, heya ku em xebatên dîplomatîk ji sê aliyan ve, ango ji aliyê herêmî, xwecihî û gerdûnî nemeşînin, zehmet e ku mirov bikare encamên mezin jî bidest bixe.

 








Denîz GUL


Dema ku behsa dîplomasiyê tê kirin, hema têkiliyên di navbera dewletan tê bîra mirovan. Ji xebatên di navbera dewletan de heyî re dibêjin dîplomasî. Di esasê xwe de dîplomasî tenê di navbera dewletan de nîn e û tenê nayê wê wateyê jî. Dîplomasî, di navbera rêxistinên Şoreşger de jî tê meşandin. Hem bi rêxistinên şoreşger û civaka sivîl re û hem jî bi dewletan re tê meşandin. Dîplomasiya di navbera dewletan de tê meşandin, piranî weke xebatekî beriya şer û piştî şer e. Li gorî van xebatan taktîk têne diyarkirin û hevdigirin. Eger ku dewlet nekaribin dîplomasiyê baş bimeşînin, şerê ku li eniyên şer serxisti ne, dibe ku li ser mêzê wenda bikin. Di dîrokê de jî gelek mînakên wiha yên trajîk û diltezîn hene.

Di siyaseta dinyayê de, Rojhilata Navîn cîhekî gelek girîng e. Ji ber vê jî xebatên dîplomatîk bi awayekî stratejîkî herî zêde bi dewletên herêmî re tê meşandin. Bi pêşketina kûrewîbûnê re civak û dewlet, herî zêde li vê herêmê bandora xwe li hevdu dikin. Şaristaniya navendî, sed sal berê dema ku Rojhilata Navîn dîzayn kir û sîstema xwe lê ava kir, wer pêşbînî kir ku dikare bi netew-dewlet û rejîmên noker re sîstema xwe biparêze. Lê belê di van salên dawiyê de aşkera bû ku, ev sîstem mayînde nîn e. Bi pêşketina raperîn û pêvçûnên di navbera gelan û dewletan re, van dewletan rewatiya xwe jî jidest dan.

Ev destwerdanên siyasî û leşkerî, li ser bingehê ji nû ve avakirina hegemonyaya xwe û rewakirina wê têne pêşxistin. Ev projeya kûrewî û destwerdanên heyî, her weke ku ji pirsgirêkên gelan re çareserî nîn in, di heman demê de her ku diçe rê li ber pevçûnên kûrtir jî vedike. Ev raperînên ku bi Tunis’ê destpê kirin û li welatên din jî belav bû, piştî ku ji kontrola wan derket, vê yekê hem hêzên kûrewî û hem jî hêzên herêmî xiste nav fikar û gumanan. Ew pêvajoya ku jê re dihat gotin ‘Bahara Ereban’, bi qasî hêzên herêmî, hêzên kûrewî jî eleqedar dike. Ev yek bû sedem ku hêzên kûrewî dest li herêmê werdin. Bi vê destwerdanê ya ku bi Iraq’ê destpê kir û bi Sûriyê jî domiya, li herêma me valatiyekî mezin a otorîteyê jî afirand. Her du hêzên girîng ên herêmê yên weke Tirkiye û Îran jî, ji bo ku ji vê rewşê sûd bigirin, ketin nav liv û tevgerê û her wiha hemû derfetên xwe bikar anîn. Lê belê ne van hêzan û ne jî hêzên kûrewî, nekarîn ji pirsgirêkan re ti çareseriyekê bibînin. Dixwazin neçariyê weke çareseriyekê li vê herêmê bidomînin.

Ev nêzîkî sê sal e, hewl didin polîtîkayên xwe yên Rojhilata Navîn bi ser Sûriyê re bimeşînin. Axa Sûriyê, hem di warê jeo-stratejîkiya xwe û hem jî di warê cêwaziya neteweyan de li Rojhilata Navîn yek ji welatên girîng e. Ji aliyê gelek derdoran ve hat qebûlkirin ku, dîzaynkirina Rojhilata Navîn bi ser Sûriyê ve bibe. Rejîma Esed, li vê herêmê xwedî girîngiyekî kilîd e. Ya ku dihêle rejîm li ser piyan bimîne jî, ev rewşa statûko û tewazûna li herêmê ye. Ev tewazûn û statûkoya ku hatî avakirin, her weke ku pêşî li destwerdana li Sûriyê girt, di heman demê de jî herêm xiste nava pêvajoyekî tevlîhev û pevçûnan. Êrîşên DAÎŞ’ê mînaka vê yekê ye û ji ber vê jî rejîma Esed karî derfeta dirêjkirina temenê xwe peyda bike. Êrîşên DAÎŞ’ê, di encama têkiliyên dîplomatîk û polîtîkaya mezhebger a ku xwe dispêre feraseta netew-dewletparêz a hêzên herêmî û bi taybet jî ya Tirkiyê de pêşketin. Di rewşekî wiha de, Beşar Esed xurt bû. Tespîta ku tê gotin “bêyî Sûriyê aştî û bêyî Misrê jî şer nabe!”, careketin di pratîkê de pêkanîn. Gelek zehmet e ku Sûriye bikare ji encama ku li bendê ye bifilite û rizgar bibe, lê belê ev jî rastiyek e ku hinekê temenê xwe jî dirêj kir.

Di pêvajoyekî wisa de, dema Tevgera me li ser bingehê hêza xwe ya cewherî dest li polîtîkayên Sûriyê werda, gelên Rojhilata Navîn demokrasî, rêveberiya demokratîk û parastina cewherî nas kir. Gelan, ji nû ve bawerî bi xwe anîn. Tevgera me ya ku pêşketinên li Rojhilata Navîn û bi taybet jî yên li Sûriyê baş xwend in, li gorî vê yekê polîtîkayek destnîşan kir û tevî hemû gef û hereşeyan jî nirxên gel ên li herêmê parast û li Rojava ‘Sîstema Kantonan/sîstema kantonên xweser ên Sûriye’ya demokratîk’ ava kirin.

Ev sîstema kantonan ku alternatîfa li hemberî Modernîteya Kapîtalîst e, ji aliyê gelek hêzan ve weke metirsîdar hat nirxandin û bi guman dîtin. Dema ku xebatên me yên dîplomasiyê yên li ser bingehê perspektîfa netewa demokratîk pêşdikevin zêde bûn, li Sûriyê û Rojhilata Navîn rewa bûn. Ev destkeftî, bi sekna îdeolojîk, polîtîk û leşkerî hatin avakirin û wer jî pêşketin.

Xala herî girîng a siyasetê, rewabûn e. Ango di warê herêmî, xwecihî û gerdûnî de aşna bûn û qebûl kirin, bingehê hemû xebatên dîplomatîk e. Hevpar û hevbeşbûna Kurdan a navxweyî, ji bo xebatên dîplomatîk ên li ser bingehê netewa demokratîk pêşdikevin, gelek girîng e. Tenê li ser bingehê berjewendiyên gelan xebatekî dîplomatîk ê xurt dikare bê meşandin. Ji bo li qada herêmî û navnetewî de xebatekî xurt a dîplomatîk bê meşandin, şert e ku yekitiya Kurdan hebe. Dema ku mirov girîngiya Kurdan a qada navnetewî tîne ber çavan, xebat û encamên xebatên dîplomatîk ên ku li herêmê bêne meşandin û bidestxistin, ji bo dîplomasiya navnetewî jî gelek derfetan bi xwe re pêşdixe. Ev yek wê me zêdetir rewa bike û bibe wesîle ku em bên pejirandin.

Li gel naskirin û aşnabûnê, hevgirtin jî yek ji xebatên girîng ên dîplomatîkî ye. Feraseta Netewa Demokratîk a ku xwe dispêre nirxên hevpar ên gelan çendîn bê famkirin, hevgirtin jî wê li ser bingehê ferasetekî stratejîk pêşbikevin û bikevin meriyetê. Di vir de ya girîng ne ew e ku ka kî me çawa dibîne, ya girîng, ka em xwe çi qas baş didin naskirin e.

Gelek aşkere ye, heya ku em xebatên dîplomatîk ji sê aliyan ve, ango ji aliyê herêmî, xwecihî û gerdûnî nemeşînin, zehmet e ku mirov bikare encamên mezin jî bidest bixe. Ji bo ku ev xebat encamgir bin, divê bi awayekî kûr û berfireh bêne meşandin. Di warê çareseriya pirsgirêka Kurd, li herêmê pêşxistina demokrasiyê û jiyanekî aştiyane de encamgirbûna xebatên dîplomatîkî gelek girîng e.