BERXWEDANA ÇANDÎ

24 Hezîran 2015 Çarşem

Çanda dewletparêz a ku ne pêwîst û ne jî mecbûrî bû, di rastiyê de di dîroka civakîbûniya mirov de jirêderketineke zîhnî bû.









Zagros ZOZAN


Cudahiya herî bingehîn a mirov ji candarên din, bêguman kêrhatina wî/ê ya afirîneriyê ye. Bi pênaseyeke din; bûyîna xwezaya duyem bixwe ye. Xwezaya duyem tê wateya pêvajoya civakîbûna mirov. Jixwe xala bingehîn a ku mirov ji candarên din vediqetîne ew e ku bi saya (xêra) afirîneriya xwe dijî. Xwezaya yekemîn bi tevahî rêzikên çêbûn û pêşketina hemû gerdûnê pêk tîne, xwezaya duyemîn xwe di şexsê mirov de heyî dike.

Xwezaya duyemîn, di heman demê de destpêka dîroka civakî ye. Dîroka gerdûnî jî destpêka xwezaya yekemîn e. Bi vî aliyê xwe dîroka civakî wekî ku her tim tê bikaranîn, bi dîroka nivîskî re dest pê nake. Berovajî dîroka nivîskî, ji dîroka ku ji asta koma destpêkê ya ku mirov wek cure dest bi cudahîbûn û afirandina çanda aydî xwe dike û berdewam dike tenê rûpelek e.

Di nav xwezaya yekem de mirov xwezaya xwe ava dike (kom, civakîbûn), avahîbûnên (binyatgerîtiyên) ku civakîbûnê pêk tînin, serpêhatiya destpêkê ya watedariyên ku naveroka vê avahîbûnê pêk tîne, di heman demê de (bi gelemperî) tê maneya derketina holê ya çandê jî.

Jiyaneke bi qasî asîmanan zelal, kelecaneke ku her roj çavkaniya xwe ji vedîtinên (îcadên) nû digire xwe serbest îfade dike, destpêka demeke ku bihuştên xeyal û çîrokên heta nîvê şevan ne tenê ji bo zarokan ji hemû endamên civaka mirovên heyî re, di tama helbestê de tê vegotin e. Ew demên ku ti nîşaneya veqetîna kirde û obje jî di heban û jiyana mirov de tine ye. Çanda ahengê bi temamî li gor şexsiyeta xwezaya yekemîn berdewam dike.

Piştî bi hezaran salan êdî destpê dike temayên (mijarên ) sereke yên lêgerîna bihuştê li xeyal û çîrokan tê barkirin. Ji ber ku êdî di nav dilê xwezaya duyem de çand, hîle, xasûkî û despotiya zîhniyeta bajarên dewletparêz, desthilatparêz û ferdparêz ku xwezaya yekem û duyem weke lûtfeke xwedayî ku divê di bin fermana wan de be dibînin hat (girt ser ruhê jiyana mirov) li ser serê jiyana mirov danî. Dîroka nexweşiyên civakî, êş, kul û keder, evd û koletiyan di jiyana mirov de hem bi têgîn û hem bi arguman, hem jî  bi zar û zimanê xwe hat û miseletî serê mirov bû, vaye zayîna xwe ya anormal di van deman de kir. Bi gotineke din serboriya afirandina çand a mirovahiyê bi du milan ve veqetiya. Ya yekem û xwedî dîroka herî dirêj çanda Neolîtîkê bû. Ya duyem jî çanda desthilatparêz a bajarên dewletparêz ku di temenekî çend hezar salane de bû. Ev, di heman demê de nirxên çandî yên ku mirovahiyê ew afirandine û ziman, edebiyat, huner û her cure çalakiyên ku wê tînin ziman bi reng, şexsiyet, cewher û şêweyê xwe bi aliyên din ve averêkirin û jirêderxistin bû. Ya ku pêk hat jî ev bû. Çanda dewletparêz a ku ne pêwîst û ne jî mecbûrî bû, di rastiyê de di dîroka civakîbûniya mirov de jirêderketineke zîhnî bû. Bi ferzkirinan, bi zordarî, dek û dolab û bi qirkirinan li ber boçûna dîroka civakîbûnê destpê kir û bû levîathanek. Hat xwestin li şûna dîroka civakîbûnê dîroka çanda dewletbûn û desthilatdarbûnê bê serdestkirin. Bijardeya jiyanê bi du aliyan ve veqetiya. Veqetîneke tûj û mecbûrî! Ji bo tercîhên jiyanê yên mirovan di xwezaya xwe de bi rê ve neçin, ji aliyê zîhniyeta dewletparêz ve her cure hewldan hatin dayîn. Hemû nirxên ku mirovahiyê ew afirandine êdî biçûk hatin dîtin, sivik û hov hatin hesibandin, her tiştên li ser navê doh û paşerojê hatin kavilkirin, çi hebe di niha de lê hat gerandin, hikmên wate û pêwîstî nîn e ku ji siberojan re jî tiştek bê hiştin, ew demên ku ev hemû rakêşer hatin kirin, di dinyaya mirovahiyê de di eyara erdhejê de çûn û hatinên xwe ava kirin.

Di rewşekê de ku mirovan hewl dan heqîqetê nas û fêm bikin, çanda bajarên dewletparêziyê civak weke kabûsekê xist bin fermana xwe. Vê yekê jî bi xwe re feraseteke (çemk) nû derxist holê. Mirov ketin ser rêya lêgerîna heqîqetê. Ji ber ku her tiştên li ser navê jiyan û mirovahiyê bi qurnazî û bêwîcdanî berevajî kirin; bi qirkirinên fizîkî, bi neheqiyan, kevir li ser kevirî nehiştin, talan, xesp, girtina bin destê xwe ku li ser nirxên mirovahiyê ew afirandine hatine pêşxistin, êdî bibû weke toqa çarenûs  û qederê.  Û toqa qederê di teolojiyê de, mohra xwe jî lê xist ku di rastiyê de xwediyê rastîn ê civakîbûn û afirandina çandî ya ku li derdora jina dayîk teşe girtiye ew bixwe nîn e û hestiyekî ji parsûyê ye û êdî dawî li dinyaya azad hatinê bû.   

 Ji aliyekî ve pêvajoya çandîbûn û çandbûnê berdewam dikir, ji aliyê din ve jî dîroka şer û fikara parastina hebûna çandî,  bi derketina holê ya çanda bajarên dewletparêziyê dest pê kir.