NÎJADKUJIYA NÎJADPEREST Û BERXWEDAN

24 Hezîran 2015 Çarşem

“Dema ez hatim dinyayê ez reş bûm. Dema ez mezin bûm ez reş bûm. Dema ez derketim ber rojê ez reş bûm. Ecêb reş bûm. Dema ku ez nexweş bûm ez reş bûm…”



 






 

Akademiya Zanistên Civakî Ya Abdullah OCALAN


“Dema ez hatim dinyayê ez reş bûm. Dema ez mezin bûm ez reş bûm. Dema ez derketim ber rojê ez reş bûm. Ecêb reş bûm. Dema ku ez nexweş bûm ez reş bûm…” (Helbesta Zarokê Reşik)

Di sala 1488’an de kaşifê Portekîzî Bartolomeu Dîas Kepiya Hêviyê keşif kiriye û dîsa Vasco da Gamayê Portekîzî di vê rêyê de heta Hindistanê gihaye, keşifkirina rêyên deryayê bûbûn fişeka îşaretê ya nîjadkujiyên li parzemîna Efrîkayꅠ

Fransî, Holandî û Ingilîzan Portekîzî şopandin. Rêya Efrîkayê ya ku ewilî ji bo welatên dûr ên weke Hindistanê bigirin bin desthilatdariya xwe bi kar dianîn her ku çû veguherandin qada cîwarbûnê. Li ser rê derdiketin bejahiyê û ji xwecihiyan dewarên reş distendin. Di 1652’yan de Holandiyan li Cape Townê koloniyeke biçûk ava kirin û dewarên xwe bixwe xwedî kirin. Her ku çewlikên ku karê depo û lazmatiyan dikirin zêde bûn dest bi qetilkirina gelê xwecihî jî hat kirin. Di dawiya salên 1700’î de hejmara rûniştvanan gihîştibû 15 hezarî. Ji bo hejmara xwecihiyên Efrîkî kêm bikin û nehêlin bibin tehdît bi wan re şer kirin û ew ji axên wan dûr xistin. Mîna ku li çermesoran kirin nexweşiyên şewbê anîn û mirinên bi tevahî pêk anîn. Xwecihiyên ku tendirustî, ekonomî û axa wan ji dest wan girtin ew mehkûm kirin ku li gel wan bixebitin.

Rûniştvanên (dagirkerên) Ewrûpî berê xwe dan rojhilatê Efrîkayê û xwecihiyên li wê derî dîl girtin û kirin kole. Koleyên ku anîn başûr jî li gel xwe dan xebitandin. Êdî bi çavê ketî, kirêt li kole û xwecihiyan nihêrtin û di vê demê de tovên nîjadperestiyê avêtin. Piştî demekê şûnde li qebîleyên çandîniyê dikin rast hatin û li hemberî wan şer kirin. Li hemberî çekên bi barûd û qetlîamên seyr qebîleyên çandinî dikirin jî axa xwe winda kirin. Yên mayî mecbûr man ku jiyana xwe di karên ku dagirkeran didan de bixebitin û berdewam bikin.

Ji dagirkerên Holandî re di maneya cotkar de Boer dihat gotin. Di 1820’an de 5 hezar Ingilîz hatin derdora Boeran û tovên dagirkeriya Ingilîz avêtin. Her ku bandora Ingilîzan zêde bû Holandî hinek din jî xwe kişandin ber bi bakur ve û li van qadan du komar ava kirin: Komara Efrîkaya Başûr û Dewleta Serbixwe ya Oranj…

Ingilîz bi her du dewletên dagirker ên hundir re demeke dirêj di nav şer de bûn, lê di 1902’yan de biser ketin. Vana mehkûmî tezmînatê kirin û her du dewletan jî fermî nas kirin û li van deran ji bo gelê xwecihî mafê dengdanê nedan, bi vî rengî meşandina siyaseta nîjadperest destpê kir. Di vê navberê de du dewletên din jî hatin damezrandin, Efrîkaya Başûr veguherandin federasyoneke bi çar dewletan.

Heta ku gihîştin vê demê beşa herî girîng a nîjadkujiyan veşarî hat girtin. Ev jî trajediya reşikên ku weke kole bi keştiyan ji Efrîkayê ber bi Emerîka û Ewrûpayê ve birin bû. Hejmara van mirovên ku pirî ji wan di rêyan de mirin îro jî hê zelal nebûye. Di navbera 10 û 13 milyonî de nifûsa neteweyekî mezin hatiye tunekirin. (Di 1891’an de dagirkerên Alman Efrîkaya Rojavayê Başûr (Namîmba) dagir kirine û ji 132 hezar xwecihiyan jê 117 hezarî qetil kirine.)

General Herzog di 1924’an de li Efrîkaya Başûr desthilatdarî bidest xistiye, bi derxistina qanûnên nîjadperest re xwestiye mîjadkujiyê rewa bike. Di 1948’an de pêkanînên nîjadparest ên di dema Dr. Molan de, li gel bertekên di dinyayê de gihîştiye asta herî jor.

 

Berxwedana ku Pencê Nîjadkujiyê Parçe Kiriye

Li hemberî rêveberiya jê re Apartheîd dihat gotin hêzên rêxistinkirî yên gel piştî merhaleyekî diyar dîtine ku berxwedana çekdarî jêneger e û bi vî rengî biryar girtine. Bi taybetî di 1960’î de Qetlîama Sharpevîlle ku bû xala vegerê ji bo berxwedana çekdarî bû sedem. Di 21’a Adar’a 1960’î de derdorê 7 hezar kes ji bo qanûna paso ya rejîma nîjadperest protesto bikin bi daxwaziya bên girtin serî li qereqolê dane, êrîşî xwepêşandanan hatiye kirin û 69 kes hatine qetilkirin. Piştî qetlîamê serhildanên gel pêş ketine û li hemberî viya jî desthilatdarî roja 30’ê Adar’ê rewşa awarte îlan kiriye û 18 hezar kes girtine. Zêde derbas nebûne ANC û rêxistinên din hatine qedexekirin. Li hemberî vê rewşê hêzên berxwedanê biryar dane ku ji berxwedana pasîf derbasî berxwedana çalak bibin. Umkhonto we Sizwer ku baskê leşkerî yê ANC’ê ye piştî vê merheleyê bi çalakiyên xurt derketine ser dikê.

Ji bo rêxistinbûna li hemberî qirkirina nîjadperest belav bikin di 1962’yan de rêberê tevgerê Nelson Mandela tê girtin. Piştî girtina Mandela bertekên destpêkê yên berfireh di 1968’an de di pêşengiya xwendevanan de hatine pêşxistin û ji aliyê mirovên dîndar ve jî hatiye destekirin. Li hemberî viya rejîma nîjadperest hêzên ewlehiyê xurtir kiriye, êrîşî tevgerên li hemberî nîjadperestiyê kiriye û bi sedan mirov qetil kirine. Lê çawa ku nikaribûne berxwedanê asteng bikin rejîma nîjadperest di qada navneteweyî de jî teşhîr bûye. Di encamê de têkiliyên wan ên bi NY re hatine asta qutbûnê ku di vê hindê de ji bo reşikan mafê avakirina sendikayê hatiye dayîn.

Di 1989’an de di dema serokomar Frederîk W de Klerk de berxwedan li hemû Efrîkaya Başûr belav bûye. Di 1990’î de qedexeya li ser rêxistinan hatiye rakirin û Nelson Mandela serbest hatiye berdan. Bi azadiya Nelson Mandela berxwedana gelê ku pêvajoya nîjadkujiya nîjadperest bi dawî kiriye bi serkeftî derbasî dîrokê bûye.

Lê polîtîkayên nîjadperest ên li hemberî reşikan hatine pêşxistin di serî de li Emerîkayê, li gelek herêmên dinyayê hatine pêkanîn û di warê çandî de encamên mezin bidest xistine. Di qadên ku berxwedan li ser bingehên xurt pêş neketiye de encam trajîk bûye. Encama li van qadan bi vê gotina bandorker bi kurtasî anîne ziman: “Ji bilî rengê çermê xwe me her tiştê xwe winda kir!”…