FIKIRÎNA LI SER SÎSTEMA ŞARISTANIYA DEMOKRATÎK
24 Hezîran 2015 Çarşem
Ya ku ez li vir dikim, herçiqasî bêyî amadekarî be jî xwe li caribandinekê radikişînim.
Ji dema ku min xwe nas kiriye, guman min weke pêjneke xeternak a naterikîne dişopîne. Ev rewş carnan dibû mîna nexweşiyekê. Wexta ku hin baweriyên min ên dogmatîk dihejiyan, min xwe di kêliya herî qels de his dikir. Di jiyanê de ez diketim rewşekê ku min xwe têde herî kêm bê îdea didît. Guman û şik birina min a ji mijarên bi ti awayî parastina wan mirov nikarîbû bikirana bi kêra kesayeta min hat. Belkî jî dersa herî baş da min ew bû ku heqîqet bi hêsanî nayê dîtin. Kir ku ez heta bi xerîzeyên xwe her tiştê xwe bixim ber lêpirsînê û ez yeqîn dikim ku vê yekê hêz da min, ji bo ez karibim ji şêwazê fikra dogmatîk a di rêûresma civaka Rojhilata Navîn de hê jî xurt e, qut bibim. Di tehlîla dawî de şêwazê fikra hegemonîk a navenda wê Ewrûpa çi di dogmakariya modernîst pozîtîvîst de, çi jî di fikirkariya postmodernîst de hê jî bi bandor e, û ev jî girîngiya mijarê nîşan dide. Min hewl da qabîliyeta fikrê ya Rojhilat a bingehê wê bawerî û hêza fikrê ya Rojava ya bingehê wê lêpirsîner bidim berhev û cihê xwe li gorî wê diyar bikim. Eşkere ye ku min li herdu aliyan jî ji xwe re cih nedît. Wexta ku fikra min welê bû, bi awayekî xwezayî jiyana min jî roj bi roj ji van qut bû û ev yek hê bi kûrahî dewam kir.
Yên weke bawerî û fikrên lêpirsîner hatin pêşkêşkirin ti carî min têr û tatmîn nekirin. Rexneya min a bingehîn ew e, di mezinbûna pirsgirêka civakî de berpirsiyariya van fikran girîng e. Vê yekê jî hewcedarî bi rexnekirina sîstematîka baweriyê ya Rojhilat û sîstematîka rasyonel a Rojava nîşan da, vê mijarê jî cisaret da min.
Duyemîn xisleteke min, serwextbûna min a hişyarbûyî ti carî ji pratîka min a civakî qut nebû. Di vê mijarê de kesayeta min di xwe de karektereke awarte ya parveker pirr zû nîşan da. Ez hê wexta peyatî diçûm dibistana seretayî (ev gundê cîran Cibîn bû), bi çend duayên min ji ber kiribûn min xwe li serê koma xwendekarên piçûk li îmamtiyê datanî û ev ne tiştekî welê ye ku bê fêhmkirin. Min weke lîstikeke jî gelekî ciddî dikir. Ez yeqîn dikim ku di bingehê vê de duayên min bi zor û zehmetî ji ber kiribûn hebûn ango min dest bi fikirînê kiribû û bi parvekirina wê min dixwest rêzgirtina wê ispat bikim. Tişta tu hînbûyî zor û girîng e; lewma ji sedî sed divê parve bikî! Diyar bû ku min pîvaneke ciddî ya exlaqî nas kiribû. Di cildên berê yên parêznameya xwe de min bi kurteçîrokê behskiribû ku tîrêjên pêşî yên modernîteyê çawa li rûyê min dabûn. Ji lewra ez ê li vir wê çîrokê dubare nekim. Kengî di maratona fikrê de ez li hêza texrîbkar a vê beza dîn û har modernîteya kapîtalîst hayil bûm, ez rawestiyam. Êdî parçekirina xwedayên çarsed salên dawî (sîstema dinya kapîtalîst) para min ketibû. Çi seyr e, di derketina Hz. Brahîmê Ûrfayî de hêzeke hisê ya mîna bexteweriya wî ya pût şikandinê xwe li min jî bada. Min hem guman û şik birina xwe bi hêsanî dikarîbû kontrol bikirana, hem jî min bi heqîqetên li pey wan dibeziyam randevûyên tatmînkar dikarîbû pêk bianiya.
Ben-î adem bi carekê qels û lawaz ketiye. Di dîrokê de randevûya wî bi heqîqetê re daketiye asta herî xerîzeyên hundir û belkî jî ev cihê xemê ye. Îro hevjînek, zarokek û mûçeyek ferdê êsîr negire hema hema mîna ku nîne. Ez nabêjim ez vê diyardeyê înkar dikim. Fikra herî rasyonel a li şûna felsefeyê hat danîn perestinê ji xwe re dixwaze û ez jî dixwazim rebenî û belengaziya di vî warî de diyar bikim. Xwedatiya dewleta netewe dinya ji evdên xwe yên bextewer re bexşandiye evqas e. Ma mirov dikare înkar bike ku em li dinyayeke gelekî zêde hatiye tengkirin najîn? Ez bi xwe jiyana li bin sembola xwedayekî serdemên herî kevin qat bi qat ji jiyana di bin xwedatiya dewleta netewe ya îro de manedartir û pîroztir dibînim. Bêguman ez dizanim ku ez behsa xwedatiya pûç a yekdestdariya sermayeyê dikim. Lê dîsa jî yên jê derbên her bi qehr xwarine jî nikarin ji bandora vê xwedatiyê derkevin û ji bo derketinê aqil nekirina wan jî êdî bi awayekî dilêşane dibînim. Haya min jê heye ku ev rewşeke rojane ya mirovatiyê ye. Ya vê herî baş nîşan dide jî bûyera qirkirinê ya Cihûyan e ku ev jî şaxên trajîk ên rewşê deşîfre dike. Çi heyf e, hem di pêkhatina vê rewşê de hem jî di qurbandana wê de çîroka qebîleya Ibranî para xwe gelekî girîng e. Mîna gotina pêşiyan a dibêje Te bi xwe kir, te bi xwe dît. (Tu çi biçîne, tu yê wî biçine) Ez ji karekterê hêza hegemonîk a fikra Cihû gumanê nakim. Ez di kesayeta xwe de jî vê hêza fikrê ji ezberkirina duayê hat bi pût şikandinê girîngiya bandorên wê ji nedîtî ve nayêm û ti carî piçûk nabînim. Lê trajediya qirkirinê ya bi serê wan de hat li ser Cihûyan ferz dike û wan deyndar dike ku Adornowarî xwe bixin ber lêpirsîneke bi kok û bingehîn. Ez bi xwe jî bi qasî ku jê bi tesîr bûme, bi niyeta dayîna kirtikeke vî deynî, min hewl da li ser Sîstema Şaristaniya Demokratîk bifikirim.
Di vê nuqteyê de em Brahîmî ne. Lê di serî de jî wexta em hinekî dibin Zerdeştî, cuda şîrovekirin bi hêz dibe. Têgihiştina serdest a dîrokê bi şêweyên çîrokkirina şaristaniyê têra xwe hatiye şikandin. Tê qebûlkirin ku meşa dewlet û desthilatdariyê dikare weke dîroka fermî were vegotin, lê dîroka civakî wê bi awayekî nikaribe hebe. Şêwazê hebûna dewlet û desthilatdariyê bi tenê dikare bibe seriyekî sembolîk ê vemirî ji aliyê heqîqeta dîrokê bi sûda yekdestdariyên sermayeyê. Ya dîrokê bêzarker dike dîsa ev têgihiştina li seriyekî din ê bersivê nade rêûresmê ye. Ev avahiya dîrokê ya bi xwe antî-civakgir e, wê nikaribe weke rêûresm civakê îfade bike, berevajî eşkere ye ku wê ji gelek aliyan ve berevajî bike û ser rastiyan bigire. Çîrokên xanedaniyê jî şêweyekî van vegotina ne. Vegotinên dîrokê yên dînî ku ji aliyê temsîla civakê ve gelekî seresere ne, nexasim di ketina pêvajoya şaristanîbûnê de ji dîroka dewlet û desthilatdariyê wêdetir ti maneyê îfade nakin.
Şîroveyên dîrokê yên çînî û ekonomîk, bi xisletên xwe yên rastiya civakî ji tevahiyê qut digirin dest û bi awayekî reduksiyonîst nêzîk dibin, ji aliyekî din be jî dîrokên dewletan bi bîra mirov dixin. Beşek ji şêweyê nirxandinê yê pozîtîvîst, bi qasî dîroka dînan jî ji hêza manedanê mehrûm e. Ev vegotinên dîrokê hemû, herçiqasî dijberê hev xuya bikin jî di koka xwe ya şaristaniyê de digihîjin hev.
Ez yeqîn nakim ku dîroka xwezaya civakî hem paradîgmatîk hem jî ampîrîk gihiştiye maneya xwe. Nivîsên li ser dîrokê yên ji wan re dîroka civakî têne gotin, ji beşên zêde parçebûyî yên sosyolojiya pozîtîvîst wêdetir ti maneyê îfade nakin. Ji teswîrkirina parçeyekî yekpareya beden wêdetir naçin.
Mirov dûrûdirêj dikare van tespîtan bîne ziman. Lê bawer nakim ku alîkariya mijara me bikin.
Herçiqasî gelekî dubare dibe jî weke vegotina şaristaniya demokratîk ez li ser dîrokê gelekî diponijim. Ji ber ku ez hê jî ji bo fêhmkirinê gelekî zehmetî dikişînim bê ka çima pirsgirêkên civakî bê çareserî dimînin. Çaresernebûn bi tenê di jiyana pratîkî de nîne, di vegotinê de jî têra xwe çaresernebûn barkirî ye. Dema ku herdu rewş digihîjin hev, ji vegotinên fermî yên şaristaniyê kes nikare li naverastê bimeşe. Li ser navê dîroka civakî pêvedanîna hin parçeyan jî ji tevlîhevkirina rewşê wêdetir naçin.
Ez timî diyar dikim ku sosyalîzma zanistî tevî ku vê rewşê bi karektera çînî ya dîrokê hin rastiyan rohnî bike jî nikarîbû pirsgirêkê çareser bike, heta nikarîbû xwe rizgar bike ji bo nebe parçeyekî pirsgirêkê.
Ji ber van sedeman ez gelek caran tînim ziman ku heta paradîgma modernîst a kapîtalîst li dawiyê neyê hiştin, bihêlin heqîqeta dîrokî were fêhmkirin, wê ji dîroka dînan zêdetir ser heqîqetê bigire û bê mane bike. Ev nêrtina paradîgmatîk a Marks encamên wê yên dîrokî di roja me ya îro de baştir têne fêhmkirin. Dîroka şaş, tê maneya pratîka şaş. Bi giştî şaristanî û bi taybetî jî nêzîkatiyên paradîgmatîk û ampîrîk yên modernîteya kapîtalîst heta li dawiyê neyên hiştin, xwe gihandina nêzîkatiya paradîgmatîk û ampîrîk a xwezaya civakî pêk nayê. Ya ku ez li vir dikim, her çiqasî bêyî amadekarî be jî xwe li caribandinekê radikişînim.
Ji Parêznameya Ceribandinek Li Ser Sosyolojiya Azadiyê (Pirtûka 3emîn)
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42