NÊRÎNEKE GIŞTÎ LI SER QIRKIRINA JINÊ

24 Hezîran 2015 Çarşem

“Pirsgirêka jinê, bingeha hemû pirsgirêkan e, çareserkirina meseleya azadiya jinê bi giştî jî çareserkirina têkoşîna azadiyê ya civakê ye.”







 


Akademiya Zanistên Civakî Ya Abdullah Ocalan


Pirsgirêka jinê, qirkirina jinê, ji ber ku mijareke heta bibêjî rojane ye û civak ji ber vê pirsgirêkê di nav krîzekê de ye divê bi her aliyî ve bê destgirtin û lêkolînkirin. Ji rêgeza, rojane dîrok, dîrok niha ye jî mirov derkeve rê heman hesasiyet dîsa girîngiya xwe diparêze.

“Pirsgirêka jinê, bingeha hemû pirsgirêkan e, çareserkirina meseleya azadiya jinê bi giştî jî çareserkirina têkoşîna azadiyê ya civakê ye.”  

Ji bo destpêkeke hîn rast pêşî em bi kurtî jinê pênase bikin û rola wê ya di nav civakê de diyar bikin wê ji bo jiyaneke rast esas be. Peyva jinê di Kurdî de ji ‘jîn’ê tê, ango maneya wê jiyan e. Hêza herî bingehîn a ku civakîbûna bi mirovbûna mirov re dest pê kiriye ava kiriye, rêxistin kiriye û bi pêş xistiye jin e. Ne tenê hebûneke biyolojîkî, şêwazeke jiyanê, çandek e.

Dema ku em qirkirinên jinê lêkolîn dikin ger tenê wek rewşeke aydî îro an jî encameke sîstema kapîtalîst bigirin dest hê di despêkê de em ê bikevin nav şaşitiyeke bingehîn. Bi vî awî nirxandina viya jî li ser navê mirovahiyê qirkirinek e. Mirov sedemên esasîn ên kaos û krîzên ku di serdema me de tên jiyankirin di vir de bigere wê ji bo tehlîlkirineke rast a sosyolojîk, ji bo sosyolojiya rastiyan wê bibe yek ji gavên yekemîn.

“Divê neyê jibîrkirin ku dîrok, çekeke (sîlaheke) her tim dixebite ye. Çekeke her tim tije mermî, dest li ser tetîkê dixebite ye.” Ji vê diyarkirina Rêbertiya me ya ku divê destpêkê bê kirin; pênaseyeke rast a dîroke ye. Dîroka jinê û gelan, ya etnîsîte, eşîret, mezhep û tarîqatan, pênaseya rast a nirxên bingehîn ên mirovahiyê kirin e. Dîroka fermî; dîroka ku ji aliyê mêrê desthilatdar, zîhniyeta desthilatparêz ve hatiye nivîsîn; bi derewan hatiye honandin, bi taybetî jî dîroka kolekirina jinê ye. Dîroka kolekirina hemû nirxên jiyanê, pevbestina bênirxkirinê, ya sextekarî û komployan e. Rast fêmkirina dîroka azadiya mirovahiyê ya ku ters, berevajî hatiye qelabtin bi fêmkirina dîroka jinê mimkun e. Pergal û zîhniyeta desthilatparêz, bi serdestiya mêr, dîrokeke ev qas bi heybet û çavkaniya hemû nirxên şaristaniyê ye wek qet nehatibe jiyankirin nîşan dide, serdema heta perqala şaristaniya bidewlet, bi çîn zêdetir wek serdema barbariyê an jî hovîtiyê bi nav dike. Hemû afirîneriyên di civaka xwezayî de hatine kirin wek yên xwe nîşan didin û dîrokê ji xwe didin destpêkirin. Jinê dike wek tişt, obje û xwe jî wek kirdeyê (sûbje) jiyanê di bîra mirovahiyê de dide kolandin, nexişandin. Nedîtin û bi zanebûn ji nedîtî ve hatina dîroka jinan û civakên azadîxwaz bêhêziya yên tên bindestkirin her tim kûr dike. Feraseta dîrokê ya ku desthilatdar li gorî xwe çêdikin herî zêde jî jinê tîne rewşa ku ji pergalê re xizmet dike.

Qirkirina Jinê

Dîroka qirkirina jinê dîroka qirkirina herî kevn, piralî û herî kûr e. Tu nîjad, çîn an jî netewe bi qasî jinê nehatiye qirkirin. Dîroka qirkirina jinê ya ku di dîrokê de jiyaye aliyê dîroka mirovahiyê ya herî zêde hatiye veşartin û ser hatiye girtin e. Dîroka kolekirinê ji aliyê pergala desthilatparêz û dewletparêz a mêrê serdest ve bi rêbazên ostayî tê çêkirin. Dizanin ku berdewamkirina hebûna wan di kolekirina jinê de derbas dibe. Mînak tu car têgeha qirkirinê ji bo jinan nehat bikaranîn. Heta sedsala dawîn jî kesekî/ê behsa têgeha qirkirina jinê nekir. Jin wek nîjad (soy) jî nedihat qebûlkirin. Lê ger jin ji nasname û çanda xwe bê dûrxistin û tunekirin darbeyeke herî dijwar li koka bingehîn a mirovahiyê tê xistin, qirkirina herî mezin tê kirin. Peyva nîjad (soy) jî bi zîhniyeteke heta bibêjî baviksalarî hatiye îfadekirin. Nîjad; koma kesên ji bavekî ne, ezbet, binemal. Pênaseyeke şaş û kêm a wekî ku mêr heyînekî bi serê xwe zarok tîne dinyayê, ked didêkê û mezin dike tê kirin. Pênase bi temamî li ser bingeha zîhniyeta baviksalarî ya di zîhniyeta mirov de xurt bike bi zanebûn û ostayî tê kirin û rojane di bîra mirovahiyê de cî digire.

Li gor van nirxandinan ger em ji nû ve dîrokê bixwînîn; çîroka ji destpêka ku mirovahî wek cure, cins cuda bûye heta roja me derbas dibe wek ‘dîroka mirovahiyê’ tê pênasekirin. Dîroka mirovahiyê; bi gelemperî wek dîroka nivîskî û dîroka berya dîroka nivîskî li du beşan tê veqetîn. Dîroka mirovahiyê ya heta dema ku Sumeran nivîsê dîtine zêdetir di xwezayê de, di bîra mirovahiyê de, di genên civakî de veşarî ye. Hem jî ev di roja me de hîn zindî ye. Ango bi kurtasî dîrok di roja me de, em di dîrokê de veşarî ne. Mirov dikare dîroka mirovahiyê ya heta ku dîroka nivîskî dest pê kiriye ji xwezayê bixwîne; di fosîlan de, di girên arkeolojîk, di parçeyên ber û keviran de, carna di wêneyekî li dîwarê şikeftekê hatiye xêzkirin de, carna tiştekî ji bo xemlê de yan jî di amûrekî nêçîrê de…  Dîsa civaka heta dîroka nivîskî  dest pê kiriye wek ‘civaka xwezayî’ jî tê binavkirin. Di vê civakê de jiyan, wek herikîna çemekî ku bi xwezayî rêya xwe dibîne bi aheng û wek strana çivîkeke daristanê sade û bi coş e. Ev, heyecan û coşa afirandina nirxên ku wê heta dawiyê di xizmeta mirovahiyê de bin e. Civakîbûna rê daye ku cureyê mirov bibe mirov bi destê jinê, di merhameta jinê de, di pêşengiya jinê de hatiye afirandin. Her wiha bûye afirîner û berdewamkara serdema ku em jê re dibêjin Civaka Neolîtîk ku ev dem pênc heta heft hezar salan berdewam kiriye. Wekî ku hemû dîroknas tê de hemfikir in di vê dêmê de pergaleke dayîksalari hatiye jiyankirin. Nasnameya îdeolojîk a serdemê di kulta Xwedavenda Dayîk de şênber bûye. Di vê serdemê de civakîbûna ku di pêşengiya jina dayîk de hatiya avakirin, hiştiye ku mirovahî wek çandek xwe biafirîne û heta roja me bîne.

Wisa be derbasbûna civaka bi çîn û dewlet kîngê û li ku derê çêbûye? Çi bû, çi hatin jiyankirin ku ev rewşa jinê hat berevajîkirin, di vê maneyê de nirxên mirovahiyê hatin bênirxkirin û serobino kirin?

“Sedemên hundirîn û derveyî hebûn ku pergala Dayîksalarî hat wergerandin. Mêr zeîftÎ derbas kir û  bû nêçîrvanekî serkeftî û bi yên derdora xwe re rewşeke serkeftî bi dest xist, dibe ku ev, pergala dayîksalariyê tehdît kiribe. Baş xwedîkirina ajal, giha û nebatan jî dibe ku rê li ber vê hêzê vekiribe. Lê bi giranî civaka Neolîtîk, bi sedemên ji derve ve hatine, hatiye helandin ku ev jî civaka dewleta pîroz a rahîb e… Di qelîştekên civakî de her tim ên qurnaz, ên li dûv komplo û xefikan bin wê hebin. Ya din di viya de çandeke pir kevn a ku rola bingehîn leyîstiye jî heye: NÊÇÎRVANÎ. Rêgeza çanda nêçîrvaniyê li hember giyandarên din xefik û komplo danîn e. Ev, çandeke ku di cîhana ajalan, heta ya gihayan de jî kokên wê heye. Ev kok di heman demê de kokên biyolojîk ên aqilê analîtîk e; ev nêçîrvaniya ku di civaka mirov de hîn cuda ye bi pêşketina aqilê analîtîk digihê hev, sentez dibe, di binyata, bastûra civakî û ekolojiya derdorê de zûtir qabiliyet û hêza avakirina tebeqe û hiyerarşiyê bi dest dixe. Felaket wiha dest pê kiriye. Ji hev veqetîna dojeh û bihuştê, bi aqlê analîtîk, bi hêza avakirina hiyerarşiya civakî re bi hev re diçe. Di civaka hiyerarşîk de çend ‘mirovên mêr ên xurt û bihêz’ li ser civakê rûdinîn rê li ber xeyala jiyana bihuştî vedikin, ji bo civaka jêr rêya dojeha her ku diçe kûr dibe û sedem û derketina wê nayê fêmkirin vebûye.”