LI KURDISTANÊ QIRKIRINA ABORÎ Û PARASTINA CEWHERÎ YA ABORÎ

24 Hezîran 2015 Çarşem

Qirkirina aborî, bi qirkirinên din re di nava hev de, bi awayekî sîstematîk û bi plan tê pêkanîn.









Akademiya Zanistên Civakî Ya Abdullah Ocalan


 “Aborî, rastiyek civakî ya ku herî kêm xistine bin bandora dewletê û herî kêm hatiye arizîkirin e. Raçînka herî bingehîn a kolektîvizma civakî ye. Arizîkirin û xistina wê ya bin bandora dewletê nayê fikirîn jî. Arizîkirin û xistina bin bandora dewletê ya aboriyê, tê wateya hilweşandina raçînka binhegîn a civakê; tê wateya ku civak ji rêzikên herî jiyanî yên jiyanê bêpar bê hiştin.”

Aborî, di wateya giştî de çalakiyên mirovan ên ji bo ku pêdiviyên xwe pêşwazî bikin pêk tînin û ji derfetên di xwezayê de feyde girtin e. Di civaka mirovan de jî, aborî tenê bi hişmendiyê pêk tê. Civakîbûna mirovan, di rastiyê de li dora xebatên aborî çêbû ye.

A-LI HEMBERÎ KURDAN Û KURDISTANÊ QIRKIRINA ABORÎ

Di beşa dîrokê ya heta sedsala 19’emîn de, li hemberî erdnîgariya Kurdistanê û civaka wê êrîşên ku di bingeha wan de aborî heye, her çiqasî dem bi dem bi zêdehî dom kiribin jî, di asta qirkirinê de pêk nehatine. Civaka Kurdistanê, di wateya giştî de, li gel çanda xwe ya madî û manewî karibuye hebûna xwe bi parêz e. Qirkirina aborî, bi bingehîn (esasen) ji sedsala 19’emîn ku modernîteya kapîtalîst li Rojhilata Navîn dest bi avakirina hegemonyaya xwe kir û heta roja me ya îroyîn dom dike.

Qirkirina aborî, bi qirkirinên din re di nava hev de, bi awayekî sîstematîk û bi plan tê pêkanîn; li gorî dem û cîh şekil diguherîne, kûr, berfireh û nixaftî ye. Li gel qirkirina çandî, encamên herî wêranker bi qirkirina aborî re derdikevin holê. Ji bo ku kurd jî qirkirina li ser wan tê meşandin ferq nekin, ferq bikin jî li hemberî dernekevin, hîn bibin û bi awayekî bêhişmendî tevkariyê bikin, çi pêwîst be tê kirin.

1-Nêzîkahiya qirkirina aborî ya KT’yê û polîtîkayên wê yên li hemberî kurdan

Hêzên hegemon ên modernîteya kapîtalîst û hêzên desthilatdariya KT’yê qirkirina aborî, bi qirkirinên çandî, siyasî û fizîkî re di nava hev de pêk tînin. Qirkirina aborî, hem yek ji qadên peyikandina nêzîkahiya înkar, tunekirin û asîmîlasyonê ye hem jî, ji bo ev nêzîkahî xwe bigihîne encamê, yek ji pêkanînên qirkirinê yên herî bibandor e. Parçekirin, belavkirin û helandina civaka kurd, li gel jiholêrakirina çanda wê ya manewî, di serî de ax û milkê wê, desteserkirina hemû nirxên wê yên madî, hilweşandina qada aborî ya civaka Kurdistanê, her tim bûne hedefên sereke yên qirkirina aborî.  

Ji dema damezirandina KT’yê heta roja me ya îro, qirkirina aborî bûye polîtîkaya dewletê ya ku nayê guhertin û ji bo vê armancê konsept û planên taybet jî hatine çêkirin.

a- Têkildarî Qirkirina Aborî Qanûn û Polîtîkayên Fermî:

Plana Îsleheta (Reforma) Şerqê ( 24 Îlon 1925 )

6) Divê axa li vê herêmê (Li rojhilat), bi awayekî lezgînî li ser mulkiyeta wezareta aboriyê bê qeytkirin.

8) Pereyê ji bo têkbirina (pêpeskirin) serhildanê hatiye serfkirin, dê ji gelê herêmê bê girtin. Gundên li vê herêmê ne, lê tevlî serhildanê nebûne, dê li derveyî vê baceyê bêne girtin. (Ev gund ên ku ji aliyê erkan-ı harbiye-i umumiye ve hatine tespîtkirin in.)

Qanûna Bicîhkirina (Îskan) Mecbûrî (14 Hezîran 1934)

Herdu xalên destpêkê, têkildarî komên ku nenêzî çanda tirk in û divê bêne tunekirin, yanî destpêkê têkildarî kurdan in.

Qanûna Tuncelî (25 Kanun 1935)

Di nava bi dehan qanûnên ku li vir behsa wan tê kirin û nayê kirin de, derbarê kurdan de gelek xalên rasterast têkildarî qirkirina aborî hene. Lê ji ber ku cihê nivîsê bisînor e, me ancax çend ji wan dane. Armanca van qanûnan hemûyan ew e ku Kurdistanê bêkurd bihêlin, kurdan jî bikin tirk. Di vê çarçoveyê de armanc kirine ku hemû hebûnên kurdan û Kurdistanê desteser bikin, wan bidin dewleta Tirk û sermayeya wan a taybet; kurdan jî ji xaka wan, nirxên wan ên madî û manewî veqetînin û bikin koleyên ku bi buhayê herî kêm têne bikaranîn.

b-Feraseta demografîk (Mişext, Koçberkirin û Plana Nufusê)

Bi Qanûna Takrîr-î Sukun (aramî) (4 Adar 1925) heta 1938’an, di çarçoveya vê armancê de qanûn tên derxistin. Di navbera 1925’an û 1950’yan de, kurd wekî komên biçûk û mezin, bi darê zorê sirgunî Tirkiyeyê tên kirin. Bi vê pêkanînê hewl tê dayîn ku nufusa Kurdistanê li gorî nîvekiya nufusa Tirkiyeyê bê kêmkirin.

Lê belê di navbera salên 1950’yan û 1984’an de, ji bo koçberiyê hincetên aborî derxistine pêş. Lê koçberkirin polîtîkayek sîstematîk a dewletê ye û seriyekê wê digihîje qirkirina aborî. Piştî 1950’yan, di pergala dewleta KT de, hinek guhertin hatin pêkanîn û bi vî rengî yekparebûna (yekbûna) bi sîstema kapîtalîst re hîn zêdetir hate çêkirin. Girêdayî vê guhertinê, di pêkanînên înkar, tunekirin û asîmîlasyonê de jî guhertinên şeklî çêbûn. Di vê rewşê de ji Kurdistanê bi awayekî malbatî, komî û li pey van jî bi awayekî eşîretî koçên ber bi bajarên Tirkiyeyê ve bi zêdebûn dom kir. Ji destpêka salên 1950’yan heta dawiya salên 1970’yan, ji qadên bejayî bûyera koçberiyek komî pêk tê. Ji bajarên Kurdistanê koçên ciddî yên destpêkê, di navbera salên 1950-1955’an de pêk hatin.

Piştî salên 1960’an jî, ji Kurdistanê ber bi Ewropayê ve koçberî destpê dike. Di encama peymanên ku KT û dewletên Ewropayê çêkirine de, ji Tirkiye û Kurdistanê ber bi Ewropayê ve koçberiya karkeran tê destpêkirin. Di vê çarçoveyê de di navbera salên 1962’yan û 1971’an de, ji Kurdistanê 200 hezar kes koçî Ewropayê dikin. Di navbera salên 1965 û 1980’yan de, ji bilî çend bajaran, nufusa hemû bajarên Kurdistanê ji ber koçberiyê gelekî kêm dibe.

Piştî salên 1985’an, hem ji ber ku hem gund hatin valakirin hem jî deriyên Ewropayê hatin vekirin, ji gundan ber bi bajaran ve, ji bajaran jî ber bi Ewropayê ve koçberî zêde dibe. 

Polîtîkayên plankirina nufusê, piştî derketina PKK’ê, bi awayekî hîn berfirehtir û sîstematîk hatin pêşxistin û di vê çarçoveyê de bi pêşengiya TSK’ê, teşkîlata ewlehiyê û walîtiyan gelek saziyên dewletê û yên taybet, wekî planên demkurt, dema navîn û demdirêj xebatan dimeşînin.

c- Koçberiya karkerên demsalî:

Li Kurdistanê girêdayî hilweşandina aboriyê, bi taybetî di nava 20 salên dawî de, ji Kurdistanê ber bi Tirkiyeyê ve koçberiya karkerên demsalî jî, gelekî zêde bûye. Her sal di demsalên bihar û havînê de bi milyonan kedkarên kurd, wekî karkerên înşaatan an jî karkerên demborî yên çandiniyê diçin herêmên Marmara, Derya Spî, Derya Reş, Çukurova û Egeyê. Li van deran di şertên ku rûmeta mirovan dişikînin de, beramberî heqdestiyek gelekî kêm têne xebitandin. Li gel vê yekê, her sal bi sedan kurdên wekî karkerên demsalî derdikevin rê,  di qezayên trafîkê de jiyana xwe ji dest didin. 

d-Bajarîbûn (Bêbajarîbûn)

KT, li Kurdistanê polîtîkaya bajarîbûnê, bi armanca ku desthilatdariya xwe ya navendî ava bike û yekîtiya civaka Kurdistanê perçe bike, bi zora leşkerî û îdarî dimeşîne. Di vê çarçoveyê de wargehên ku rûpîvan û nufusa wan di asta navçeyan de ye, kirin bajar. Li Kurdistanê hejmara bajaran her ku diçe tê zêdekirin û bi vî rengî dewlet navendîbûna xwe belav dike. Li bajaran çareseriya pirsgirêkên jiyanî yên wekî aborî, binesazî, mîmariya bajar, derdor, tenduristî û hatinûçûnê esas nagire, berevajî vê yekê van pirsgirêkan ewqas mezin dike ku bajar nikarin ji bin derkevin. Di encama polîtîkaya valakirina gundan ku piştî sala 1985’an hate zêdekirin de, nufusa bajaran ji kapasîteya wan qat qat zêdetir bû. Ji bo ku şaredariyên bi îradeya gel birêve diçin kar nekin jî, dewlet çi ji destê wê tê dike.

Di vê rewşê de bajarên Kurdistanê hatin rewşek ku nikarin nefesê bigirin, lewre jî, ji van bajaran ber bi Tirkiye û Ewropayê ve korçberiya her ku diçe zêde dibe tê jiyandin.

e- Çûn û hatin (veguhêzî)- (çûn û hatina riyên hesin, riyên bejayî û riyên gundan)

Li Kurdistanê polîtîkaya çûn û hatinê (vehuhêziyê), bi rengekî ku xizmeta înkar, tunekirin û asîmîlasyonê bike tê meşandin.

1-Bi riyên hesin tê armanckirin ku dewlemendiyên ser erd û binerd ên Kurdistanê, berhemên çandiniyê rasterast bibin Tirkiyeyê, çavkaniyên aborî bêne talankirin û Kurdistan bi bazara kapîtalîst a Tirkiyeyê ve bê girêdan. Her wiha tê armançkirin ku sewqiyata leşker û amûrên leşkerî bê hêsankirin. 

2-Di çêkirina riyên bejayî de jî heman armanç heye. Li gel vê yekê tê xwestin riya di navbera wargehên Kurdistanê de bê dirêjkirin, bi vî rengî kurdan di navendên ku dewlet lê serdest e re derbas bikin û dibin kontrolê de bigirin. Her wiha bi vî rengî tê xwestin lêçûnên çûn û hatinê bêne zêdekirin da ku kurd feqîr bibin û têkiliya wan a bi hev re kêm bibe.

3-Çûn û hatina hewayî, bi temamî derbarê avakirina serdestiya leşkerî û îdarî de ye.

4-Riyên di navbera gundan bixwe de û di navbera gund û bajaran de jî, di çarçoveya heman armancan de têne bikaranîn. Piştî salên 1984’an çêkirina riyên gundan zêde bûye. Ev jî bi temamî ji bo hêsankirina dagirkirina leşkerî, parçekirin, xîzankirin û asîmîlasyonê xizmetê dikin.

Polîtîkaya çûn û hatinê ya KT’yê ku girêdayî feraseta tunekirinê ye, di dema AKP’ê de bi projeyên riyên duble û projeyên bi berfirehî tê domandin.