RASTIYA NÎJADKUJIYÊ YA ŞARISTANIYA DEWLETPARÊZ

24 Hezîran 2015 Çarşem

Di rêya kêf û sefaya sed salî de çandên bi deh hezar salî hatine tunekirin, bi milyonan mirov hatine qetilkirin.






 




Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan


Kok û rehên nîjadkujiyê xwe dispêrin heta derza ku mirovahî di merhaleya civaka xwezayî de pê re rû bi rû dimîne û piştre heta desthilatdariya sîstema dewletê. Nîjadkujî tê maneya êrîşa li ser civaka xwezayî. Her êrîşa li hemberî civaka xwezayî tê kirin dikare weke pêkanîneke nîjadkujiyê bê nirxandin. Koka dîroka nîjadkujiyê ev qas kevn e, lê li hemberî nîjadkujiya ku kapîtalîzm pêk tîne kralên berê yên herî xedar jî şaşwaz dimînin. Di tu çaxekî de nîjadkujiyên bi qasî ku kapîtalîzmê pêk anîne mezin û berfireh nehatine jiyankirin.

Kokên kapîtalîzmê her çiqas heta dewletên destpêkê biçe jî, serekebûna wê, li parzemîna Ewrûpayê ji sedsala 16. ve pêk hatiye. Destpêkê bi giranî di ser bazirganiyê re pêş ketibe jî, ji ber ku sîstema dest danîna ser nirxên civakê ye li ku derê dewlemendiyek hebe, çav berdaye wê derê. Seferên Xaçiyan beşek dîrokî ya viya ya balkêş e. Korsantiya îngilîzan a deryayan ji bo ku sermaye bi diziyeke çawa hatiye berhevkirin mînakek e. Şerên ku naqedin ên li ser navê çîn, dîn û netewê tên ferzkirin, vedibêjin ku kapîtalîzm sîstemeke hilweşandinê ya çawan e. Lê kapîtalîzm serekebûna çaxa xwe herî zêde jî di ser nîjadkujiyan re daye pêşxistin. Ji sîstemeke ku bi hêrsa kara herî zêde, çeka sîstema dewleta neteweyî û endustriyalîzme hatiye avakirin ji bilî li ser xweza û civakê pêkanîna nîjadkujiyê mirov nikare tiştekî din hêvî bike.

Yek ji hêmayên ku ji serekebûna kapîtalîzmê re bingeh amade kiriye ye û dema ku jê re ‘dema keşfên coxrafî’ tê gotin ji serî heta binî dema nîjadkujiyan e.

Çend çekdarên ewrûpî karibûne bi hezaran xwecihiyên Emerîkayê tune bikin, raza vê bi piranî bi çekên bi barûd ên dest wan ve tê girêdan. Lê hêmaneke ji wê girîngtir heye ku kesayeta rastîn a kapîtalîzme dide dest. Ev jî; sîstemeke kedxwariyê ya ku tu sînorên exlaqî nas nake ye. Vê rastiyê nota ku dema Krîstof Kolomb digihê parzemîna Emerîkayê ji kralîçeya Îspanyayê re nivîsandiye bi awayekî pir sade nîşan dide:

“Ez dikarim li ber Majesteyê sond bixwim ku li ser rûyê erdê ji vana baştir tu neteweyek tune ye. Qet nizanin ka xerabî çi ye, diziyê nakin, nakujin. Ji cîranên xwe bi qasî xwe hez dikin, heta bibêjî şirîn û nazik in, dema diaxivin her tim dibişirin, dikenin. Bi pêncî mirovî em dikarin vî gelî hemûyê bigirin bin dest û her daxwaziya xwe bi wan bidin kirin.”

Rastiya ku Kolomb aniye ziman, civaka xwezayî civakeke exlaqî ye û ji nîjadkujiyê re biyanî ye, ji ber vê yekê jî tedbîrên parastinê pêş nexistine. Ev rewş nedihat wê maneyê ku xwecihî paşverû bûn, berevajî bi qabîliyetên xwe bi qasî ku ewrûpiyan şok bikin pêşverû bûn ku ji ber vê yekê rastî nîjadkujiya fizîkî hatin. Dagirkeriya parzemîna Emerîkayê û wehşeta nîjadkujiyê îlankirina sîstemeke talanê ya ku li ser bêexlaqiyê hatibû avakirin bû. Pêvajoya ku destpêkê bi nîjadkujiya bi armanca talanê dest pê kir, di demeke kin de veguherî nîjadkujiyeke etnîkî ya ku bidestxistina hemû axan dike hedef. Çîroka bi êş a gelên di hedefa vê wehşetê de ji bo dijminayetiya gel a kapîtalîzmê weke mînaka herî aşkere di dîroka şermê ya dinyayê de cihê xwe girtiye.

 

TRAJEDIYA GELÊN MAYA, ÎNKA Û AZTEKÊN EFSANEWÎ

Rûpelên herî bi xwîn ên dîroka nîjadkujiyê li parzemîna Emerîkayê hatine nivîsandin. Dema ku di sala 1492’yan de Krîstof Kolomb ji girava San Salvadorê pê avêt parzemîna Emerîkayê, ji bo împaratoriya Îspanyolî dema dewlemendiya madî ya bêsînor a bi talanê wê bê bidestxistin, ji bo xwecihiyan jî dema nîjadkujiyên herî mezin dest pê dikir. Di nav 12 salan de bi sedhezaran ji xwecihiyên Taîno hatine qetilkirin. Di nav 20 salan de nêzî 8 milyon xwecihiyên Arawaks di qetlîamê re hatine derbaskirin. Çavê yên ku dewlemendiyên parzemînê didîtin bi zêr û xwînê hatiye girtin û pêvajoya nîjadkujiyan dest pê kiriye.

Aztekên xwedî 13 milyon nifûs ku li Meksîkaya Navîn a îro dijîn her çiqas nîjadkujî hîs kiribin jî, bê tedbîr tevgeriyane û encax heta kralê wan dîl ketiye, berxwedan daye destpêkirin.

Hernan Cortes li ser navê Îspanyayê, bi artêşa xwe ya taybet a ji 500-600 kesî pêk tê, dema hatiye paytexta Aztekan Tenochtitalanê weke mêvanekî hatiye pêşwazîkirin. Cortesê ku bûye mêvanê bajarê ku nifûsa wî digihê 300 hezarî, piştî çend rojan kralê Aztek Montezûma dîl girtiye. Gel, bi kralê xwe yê ku hatiye dîlgirtin re girêdayî ye û ji ber vê yekê jî dest nedane Cortes û mirovên wî yên bi hejmareke kêm ku wê bikaribin bi rihetî wan biperçiqînin. Bi xêra vê Cortes karibûye bi rihetî li bajêr bimîne û piştî çavdêriyên xwe yên bi çend mehan vegeriyaye Ewrûpayê. Lê îcar li ser bajêr êrîşên komên artêşê yên îspanyolî yên din dest pê kirine. Li hemberî van êrîşan Aztekan berxwedan dane destpêkirin û li ser serê wan jî kralekî nû heye. Dema Cortes cardin vedigere ji ber ku ji guherîna kral ne agahdar e, careke din Montezûma dîl digire û bi wî re derkeve pêşberî gel, lê gel şerê xwe berdewam kiriye. Di encama şerê ku 4 mehan berdewam kiriye de berxwedana Aztekan hatiye şikandin.

Tiştên ku hatine serê gelê Înka jî mîna yên Aztekan e. Îspanyolî mîna ku li Aztekan kirine kralê Înkayan jî dîl girtine û bi vî rengî xwestine berxwedana gel bişikînin. Welatê Înkayan bi qasî împaratoriya Romaya kevin re bê qiyaskirin fireh û dewlemend bû. Înkayan sîstemeke aborî ya komunî ava kirine û bi şêwazê jiyana xwe xeyalên rewşenbîrên ewrûpî xemilandine. Lê dewlemendiya wan jî hişê îspanyolan ji serê wan biriye. Piştî ku banên avahiyên înkayan ên ku ji zêr hatine çêkirin dîtine, tu hêzî nikaribûye fatihên îspanyolî yên çavbirçî bigire.

Di sala 1532’yan de komeke biçûk hatine navenda bajarê ku piştre îspanyolan navê Perûyê lê kirine. Pîzarroyê li ser artêşê li hemberî kralê înka Atahualpa re kemîn datîne. Dibêje ku ji bo guftûgoyê dixwaze hevdîtinê çêbike û rengekî helwesteke dostane dide xwe. Înka hemû girên derdorê dorpêç dikin û kralên wan ji bo hevdîtinê dadikeve dolê.

Ew nefikirîbûn ku biyaniyên hatine welatê wan wê bikaribin tevgereke komployî bi pêş bixin, hîleyekê bikin. Li welatê wan ê ku mulkiyeta taybet lê tune ye, xerabiyeke ev qas mezin çi ye nas nedikirin.

Birastî jî înkayan dikarin li hemberî îspanyolên ku hejmara wan kêm bû, biser bikevin. Lê yê ku tê serê aztekan tê serê înkayan jî. Di dema hevdîtinê de Pîzarro kral Atahualpa dîl digire û nahêle înka tevbigerin. Piştre jî kral dikuje. Piştî vê bi êrîşên îspanyolan ên ku li pey hev hatine, dibe pêvajoya nîjadkujiya nifûsa înkayan a bi 8 milyonî. Înka bi şêwazekî mîna gerîlatiyê dest bi berxwedanê dikin, lê piştî ku ji nîvî zêdetir nifûsa wan tê qetilkirin di salên 1560’î de berxwedana wan têk diçe.

Gelê Maya yên ku xwedî dîrok û çandeke dewlemend a ji 10 hezar salî zêdetir e jî, ji nîjadkujiyê para xwe girtine û di nîjadkujiyeke ku li sedsalan hatiye belavkirin re derbas bûne. Gelê Maya li rojhilatê Meksîkayê pênc dewletên cuda ava kirine. Felaketên ku hatine serê wan bi qasî tu felaketa yên ku ji Ewrûpayê hatine çêkirine bi êş nebûye. Bajarên dewlet ên mayayan demeke dirêj bi hev re şer kirine û tevlihevî jiyan kirine, ji hêz ketine û di demeke wiha de dagirkeriya Îspanyolan dest pê kiriye. Tevî viya jî, dagirkeriya bajarên Maya rihet nebûye. Tevî ku ketine nav têkoşîna berxwedanê jî, pirsgirêkên yekîtiyê yên navxweyî yên mayayan di demeke dirêj de li karê dagirkerên îspanyolan hatiye û nikaribûne ji nîjadkujiyê xilas bibin. Bajarên Maya yên dawî jî di 1697’an de hatine dagirkirin.

Nîjadkujiya Maya tenê bi nîjadkujiya fizîkî nemaye, beşeke girîng a zimanên Maya ku xwedî bi sedan zaravayan e jî tune bûye. Berhemên edebî jî piştî vê hilweşînê winda bûne. Ji mayayan tenê çar destnivîs mane roja me. Ji vana yek li DYE, yek li Fransa, yek li Elmanya, yek jî li muzeyên Meksîkayê ne. Tiştên ku ji vî gelê efsanewî yê bi mîmariya xwe ya bilind, bi hunera xwe, bi şêwazê jiyana xwe bandorker in û razên wan hê tam jî nehatine fêmkirin mane, ji nîjadkujiyên nû derbas bûne û hebûna xwe heta roja me berdewam kirine. Di nîvê sedsala 20. de yên ji serhildana Mayayan tirsiyane li Gûatemalayê bi sedhezaran jê qetil kirine.

“Xwarina wan a bi têra xwe bê xwarin

 Avên wan ên bi têra xwe bê vewarin hebûn

Lê wê rojê toz û dûmanê her alî girt

Wê rojê çilmisî ax

Wê rojê ewr daket ser serê wê

Wê rojê çiyayek hat serê

Wê rojê ax ket destê mirovê bi hêz

Wê rojê êdî dû ji kulekan nehat

Wê rojê pelên ciwan ji guliyê xwe hatin qutkirin

Wê rojê çav li mirinê hatin girtin

Wê rojê li ser darê sê îşaret xuya kirin

Wê rojê sê nifş hatin dardekirin li wê derê

Vaye wê rojê serî danîn ji bo şer

Û belav bûn li nav kûrahiya daristanan

(Zêmareke Maya- Ji Pirtûka Pîroz a Maya a Popolvuh)

Tabloya ku bi xwînê hatiye xêzkirin a ji keşfên coxrafîk feyde girtine û çêkirine seyr û ecêb e. Zêr û zîvên di nîjadkujiyan de hatine bidestxistin, ji aliyê hikumdarên îspanyolî ve di nav sed salî de hatine xerckirin. Di rêya kêf û sefaya sed salî de çandên bi deh hezar salî hatine tunekirin, bi milyonan mirov hatine qetilkirin. Ku zîhniyeta nîjadkujîparêz a kapîtalîst, di kesayeteke wisa de ye ku dikare viya ji bo zewqa rojekê jî bike.

Yên ku nîjadkujiyê dikirin li hemberî mezinahiya çandên ku tune dikirin nikaribûn şaşwaziya xwe veşêrin. Lê her tim jî anîne ziman ku ew wehşiyên divê bêne tunekirin in.

Gelên çermesor ên ku li herêmên din ên parzemînê belav bûne jî girtine kategoriya wehşiyên ku divê di salên piştre de bên tunekirin. Ji ber ku serwerên Ewrûpayê dewlemendiya ku bi Seferên Xaçiyan nikaribûn bi dest bixin, xwestine parzemîneke nû ji xwe re bikin welat û bi dest bixin. Ji ber vê yekê Seferên Xaçiyan ên duyemîn li hemberî gelên çermesor ên xwediyê rastîn ên Emerîkayê ne, hatine destpêkirin.