DERBASBÛNA DİNYAYA QİRKİRİNÊ
24 Hezîran 2015 Çarşem
Elîteke dewletparêz li ser civaka xwe berê xwe bide çewisandineke çandî ya bêrehmane û dihelîne, armanca wî ew e ku civakê ji xwe re bike tebaa û rajêrî
Argêş BAWER
Zîhniyeta bajarên dewletparêziyê her ku berê xwe dida avakirina xwe ya çandî, bidestxistina nirxên civaka dîrokî ya aydî civakê û dîroka mirovbûn û civakîbûnê bi hîle û zordariyê bi xwe dan destpêkirin, di nav hev de meşand. Desthilatiyên dewletparêz, ji aliyekî ve hewl didan wekî tek û tekane xwedî û afirînerê civaka xwe û destpêka dîrokê xwe sazî bikin, ango avahîbûna xwe saz bikin, ji aliyê din ve watedarî û binyatgeriyên civakên cuda ku dihatin maneya dewlemendiya mirovahiyê bi erdê re dikirin yek û îhtimaleke mezin dane ku cudahiyan bikin weke pêvek û dûvikên xwe. Di bin navê ji yên paşvemayî û hov re şaristanî û esaletê bibin de, bi jiholêrakirina wan a ji dîrokê re mijûlbûn bûye hîsteriyeke desthilatdariyê. Di vê mijûliyê de asta ku gihîştinê, mirov dikare di pîvandina firehbûn û serdestiya sînorên paranoyaya desthilatdarbûnê de weke daneya bingehîn bigire dest.
Elîteke dewletparêz li ser civaka xwe berê xwe bide çewisandineke çandî ya bêrehmane û dihelîne, armanca wî ew e ku civakê ji xwe re bike tebaa û rajêrî. Tê xwestin ku dîroka civakê weke dîroka elîta dewletparêz di hişê mirovan de bê kolandin, bicîhkirin.
Di rewşeke wiha de hemû mijûliyên çandî, divê li gor xizmeta mayîndetî û beka elîta dewletparêz bin. Yên di viya de bi ser bikevin weke guzîde û delalên dewletê, di bin ewlehiya wê de dikaribûn xwe bigirin bin ewletî û garantiyê. Berevajî viya jî êdî çi bi serê te de hat Di vê rewşê de civakê dikin weke pêlîstoka dewletê û gêj dikin. Di vê dinyayê de êdî hal û tevgerên ruhekî ku her tiştî ji dewletê hêvî dike raser û serdest dibe. Ji jiyan û cudahiyên çandî yên ku dewlet jê re dibêjin derz û wan fel (eksantrîk) dibînin û ji cudahiyên çandî re tehamûl namîne. Cudahî, êdî li hemberî wan dijderketin e. Bêhişbêjiya (hezeyana) ku psîkoza desthilatdariyê, nenaskirina hebûnên ji bilî xwe û her heyînên gengaz jî ji bo xwe weke tehdîteke xedar dibîne, di heman demê de pîvana zîrektiyên polîtîk ên hemû kadroyên dewletê ne. Rastiyek heye ku di dinyaya mirov a ruhî de reha bingehîn a paranoya û şîzofreniyê, dema ku çanda desthilatdariya bajarên dewletparêziyê dikeve dinyaya mirovahiyê destpê dike. Di bingeha xerîbî û ecêbiya ji civakîbûna di paşxaneya jiyana xwediyên desthilatdariyê re berevajî de ev heye. Ji ber ku şaristanîbûn, di eslê xwe de, navê destpêka hevduxwarina mirov e. Her ku sîstema desthilatparêz xwe sazî kir, xwe bi nexweşiyên sîstemî yên xwe, halên ruh, şêwazên tevgeran, helwestan, bizeyan, her tiştê mirov da xwarin. Civak, vegeriya rengvedana halê ruh û tengaviya ku sîstem tê de dijî. Di rastiyê de tek afirîner, sedem, xwedî û efendiyê hemû xerabûnên tevgerî yên pasîko-sosyal ên bi civakîbûnê re nakok in û ne mirovî ne, seknên jiyanê yên bi hilweşîna exlaqî re wekhev in, kurt û cewherî sîstem bixwe ye. Asta jiyana mirovan neynika dewletê ye. Girtîxane, bi encamên tirs û pêkanînên dewletekê tên tijekirin an jî tije ne. Vedîtina zîhniyeta dewletparêz a ku bi navê hiqûqê tê binavkirin, bi karê mertalê parastinê tenê ewlekirina sîstema dewletparêz dike armanc. Di dewletan de exlaq tu car nabe, ango tine ye. Dîsa li ser navê hiqûqê dîwarekî ji kevirên sar hatiye danîn û lêkirin.
Veguherîna çandî ya ku dewlet li ser civakên xwe pêk anîn, tenê bi viya re bi sînor neman. Bi dîroka dewletbûnê re awayên cur bi cur ên qirkirina çandî li ser gelên din hatin pêkanîn. Li ser civakên di warê çandî de binyatgerî û watedariya wan hîn bi hêz û xurt, hat xwestin bi qirkirina fizîkî serdestî bê danîn. Weke mînak Cihû. Lê li ser gelên ku di rewşa xwe bi xwe têr dikirin de ne jî, qirkirina çandî ya bi bişaftinê destpê dikir û dihat kûrkirin, lê ya herî xeternak û belavker bû. Bi qirkirina çandî nirxên civakî yên gelan hatin talankirin û xespkirin. Li gor xerîbkirinê kirin aydî xwe. Ew binyatgeriyên ku bikaribin wî gelî li ser piyan bihêlin, hatin parçekirin, qedexekirin, sûc hatin hesibandin û heramkirin. Kes, her çiqas bi fizîkî nasnameya wî/wê ya gelê ku aydî wê ye eşkere li holê be jî, anîn halekî wisa ku bi çandî, di ziman, tevger, cil û berg, zar û xîtab, di avakirina xeyal û utopyayên wan ên pêşerojê de şopên kûr ên dewleta netewe ya serdest dide der û dijî. Bi vî awayî ji bo wan civak û kesan, pirsgirêka hebûnê (ontolojîk) bû pirsgirêka sereke. Ji bo vê mirov dikare Kurdan weke mînaka herî bandorker (kartêker) nîşan bide. Hemû saziyên wan hatine belavkirin, bi parçebûna wateyî ya kûr re rû bi rû mane, zîhniyeta wan hatiye wendakirin, dinyaya wan a çandî bi qedexeyan hatiye tengkirin û bi biçûkdîtinan ji pêş çav hatine xistin, ji bêxwedîtiyê re hatine terikandin. Li ser navê wî jî meşandina nîqaşa hebûn û tinebûnê, ji bêmerhametiya qirkirina çandî re mînaka herî balkêş e. Kurd ji kêm gelên ku li ser wan dîroka qirkirina çandî hatiye cêribandin û pêkanîn in. Berdêlên lêgerîna dinyayeke li derveyî red û qebûlên qirkirina çandî xedar in û ev, di her fersendê de pê dane hînkirin.
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42