PİRSGİRÊKÊN CİVAKÊ YÊN PERWERDE Û TENDURİSTİYÊ

24 Hezîran 2015 Çarşem

Em careke din dibînin ku di bingehê tevahiya pirsgirêkên hebûnî yên civakê de yekdestdariya dewlet û desthilatdariyê heye.



 






Abdullah OCALAN


Her çiqasî weke mijareke zêde xuya bike jî perwerde û tenduristî jî bi sedema mîna zanistê ketine bin yekdestdariya desthilatdarî û dewletê rê li gelek pirsgirêkan vedikin û girîng e ku mirov li wan serwext bibe. Zanista bûye ya dewletê çawa ku bûye amûrekî herî bibandor ê hegemondariya îdeolojîk, tenduristî û perwerdeya bi desthilatdariyê re bûne yek jî heman karekterê nîşan didin.

Civak tecrûbe û ezmûnên xwe yên teorîk û pratîk weke agahî dide endamên xwe nexasim jî dide ciwanan, mirov vê hewldana civakê ya dixwaze tecrûbeyên xwe bide qebûlkirin weke perwerde bi nav bike. Dîsa bi çalakiya perwerdeyê zarokan dikin civakî. Perwerdekirina zarokan wezîfeya desthilatdarî û dewletê nîne, wezîfeya herî girîng a civakê ye. Ji ber ku zarok û ciwan ê wê ne. Hem heqek e, hem jî wezîfeyek e ku civak zarok û ciwanên xwe li gorî rêûresmên xwe, xisletên xwezaya xwe ya civakî bigihîne, veguherîne xwe û ev jî mijareke man nemanê ye; ji ber ku ji bo civak hebûna xwe dewam bike ev pirsgirêk e. Ti civak mafê xwe yê hebûnê û ji bo vê jî wezîfeya perwerdekirina ciwanên xwe bi ti hêzê re parve nake, dewrî ti hêzê nake. Hêzên behsa wan têne kirin, herçiqasî dewlet an jî amûrên desthilatdariyê yên cûrbicûr bin jî ev heq û wezîfe nayê dewrkirin. Naxwe wê xwe radestî serweriyên yekdestdariyan kiribe were hesibandin. Pîrozbûna mafê perwerdeyê ji ber rola wê ya di hebûnê de ye, ango man û nemanê ye. Di serî de dê û bav ti hêz bi qasî civakê nikare zarok û ciwanên xwe be, ne jî dikare pêdiviyê bi nêzîkbûna wan bibîne. Di tevahiya dîrokê de yek ji çalakiya dijber a şaristaniyê ew e, civakê ji zarok û ciwanan mehrûm dihêle. Van çalakiyên xwe bi du rêyan pêk tîne: Yan yên mezin îmha dike û zarokên wan dike kole, yan jî bi armanca qaşo perwerdekirinê wan ji bo bi kar bînin digirin qatê desthilatdariyê.

Yek ji armancên herî girîng ên şeran ew e, weke malê  herî bi qîmet zarokan, keçikan û xortan bi van herdu rêyan di nava xwe de dihelînin, ji bo vê jî malên dewşirmekirinê pêk tînin. Tevî ku bingehê burokrasiya destpêkê bi vî rengî hatiye danîn jî dîroka şaristaniyê jî ji aliyêkî ve bi vê rêbazê hem qelskirina civakê ye, hem jî çalakiya pêkanîna hêzên amûrên burokratîk e: ango li dijî civakê pêkanîna civakê ye; li dijî civaka xwezayî pêkanîna civaka desthilatdarî û dewletê ye. Di vê pêkanînê de zarok û ciwanên ji civakê bi xwe hatine şuştin bi ziman, çand û dîrokeke din têne perwerdekirin. Armanca bingehîn ew e, ciwan û zarok bi rastiya xwe ya civakî re xerîb bikevin. Dikin ku nikaribin bê desthilatdarî bijîn. Hem maddî hem jî îdeolojîk wan dikin xwedî nasnameyekê xwe herî zêde dewletdar dihesibînin. Dewlet û desthilatdariyê ji bo wan dikin rêya bi tenê ya hebûnê. Ev beşên têne dewşirmekirin hem xwe dewlet û desthilatdarî dihesibînin, hem jî bi vî rengî bi civaka xwezayî re dibin dijber. Carnan civakak dewletê û xwezaya civakî wekhev dikin. Ev şaş e, bi nakok e. Dîroka şaristaniyê li ser vê nakokiyê hatiye avakirin.

Ji ber van sedemên dîrokî desthilatdariyan perwerde desteserkirine. Naxwe wezîfeya perwerdekirina civakê xema wan nîne. Sermayedarek karkerên xwe çiqasî perwerde bike, desthilatdarî jî li yên hukim dike bi heman mentiqî karker û evdên xwe perwerde dike. Navê wê burokrasî be jî endamên wê ji herî jêr heta bi herî jor weke evd têne perwerdekirin.

Nexasim desthilatdariyên dewleta netewe yekdestdariya xwe li ser tevahiya zarok û ciwanên civakê berê pêşî bi rêya perwerdeyê dihûnin. Kesên bi têgihiştina xwe ya dîrok û huner, bi zêhniyeta dînî û felsefî strane êdî ew zarok û ciwanên malbatên xwe yên berê nînin, ew zarok û malên xas ên xwediyê desthilatdariyê ne. Xerîbxistina mezin bi vî awayî bi sazî dikin. Ji aliyê perwerdeyê çîna herî zêde yekdestdariya xwe li ser civaka gel pêk tîne bûrjûvazî ye. Perwerdeya seretayî û navîn mecbûrî dike û  wexta dîplomaya zanîngehê bi bîra yên li kar digerin dixe, pêvajoya xistina qefesê û pencê hewcedarkirin û xerîbkirinê yê li ser ciwanên civakê êdî destpêkiriye. Zor, hêza maddî û perwerde êdî bûne sîlehên mêtingehkirinê yên mirov bi zor xwe li ber wan bigire.

Ji lewra mirov bi hêsanî dikare bibêje, di tevahiya dîroka şaristaniyê de civakê herî zêde ji şerê desthilatdarî û dewletê bi amûrê perwerdeyê li dijî wê meşandine derbên xedar xwarine. Mafê perwerdekirina civakan yek ji wan mafê wan e ku pêkanîna wî herî zehmet e. Li hemberî hêzên dêwane yên dewleta netewe û yekdestdariyên ekonomîk bi rêya perwerdeyê pêkanîna hebûna civakê, ketiye pêvajoya herî zehmet a dîrokê. Hegemondariya îdeolojîk bi şoreşa ragihandinê ya dawî re bi şerê medyayê (mêtingehkirinê bi qasî aliyên eskerî û ekonomîk, belkî jî ji wan jî zêdetir û vedizî dimeşîne) yê li ser tevahiya civakê dimeşîne mêtingeriyeke çandî ya hê serketîtir ji nû ve rêve dibe. Li dijî vê mêtingerî û fetha çandî, amûrên bi tenê yên civak karibe pê hebe polîtîka û exlaqê wê bi xwe ne. Divê zanibe bi van amûran li ber xwe bide, ji ber ku rêya bi tenê ya rizgarî û azadiyê ev e. Civaka ciwanên xwe wendakirî yan jî berevajî ciwanên civaka xwe wendakirî ji têkçûnê wêdetir mafê xwe yê hebûnê bi xwe wenda kiriye, îxanet pêre kiriye. Piştre ya mayî rizîn, ji hev belavbûn û tinebûn e. Li dijî vê, wezîfeya bingehîn a civakî ew e, divê amûrên bingehîn ên hebûna xwe saziyên perwerdeyê pêşde bibe. Divê şîroveya zanistî, felsefî, hunerî û zimanî ji aliyê naverokê ve ji avahiya zanista desthilatdariyê veqetîne û di şoreşa maneyê de bi ser bikeve. Naxwe weke din mumkîn nîne  çaviyên polîtîk û exlaqî yên hebûna civakî wezîfedar bibin.

Bi vî awayî pirsgirêka perwerdeyê bi xwe saziyên (çaviyên) polîtîk û exlaqî yên civakê mecbûrî dikiin û wezîfeya bingehîn a exlaq û polîtîkayê jî bi cihanîna perwerdeya civakî ye. Civaka nikaribe xwe perwerde bike nikare saziya xwe ya exlaqî û polîtîk pêşde bibe û li ser piyan bigire, herweha wê nikaribe xwe ji jiyana timî di tehlûkeyê de, ji hev belavbûn û rizînê xilas bike.

Pirsgirêka tenduristiyê ya civakê jî mijareke gelekî nazik e. Bi qasî perwerdeyê girîng e. Civaka nikaribe tenduristiya xwe bi îmkanên xwe biparêze, bingeh, hebûn û azadiya wê yan di tehlûkeyê de ye yan jî bi temamî ji dest daye.

Hewcedariya tenduristiyê nîşaneyeke hewcedarbûna giştî ye. Civakeke pirsgirêkên xwe yên fizîkî û rûhî çareserkirî derfet û îmkanên azadbûnê bi dest xwe xistî ye. Di civakên mêtingeh de bi awayekî belav zêde nexweşî heye û ev jî têkiliya xwe bi rejîma mêtinkar ve heye. Divê civak karibe saziyên xwe yên tenduristiyê û pisporên wê pêk bîne û ev jî weke wezîfe û mafekî bingehîn ê civakê bê dîtin. Dewlet û desthilatdarî vê wezîfeyê ji destê civakê bigire û bixe bin yekdestdariya xwe ev derbeke mezin e ku li tenduristiya civakê dixe. Têkoşîna ji bo mafê tenduristiyê di mijara azadî û rêzgirtina xwe de hasasiyet e.

Modernîteya kapîtalîst bi servekirina dewleta netewe ya perwerde û tenduristiyê heyatî dihesibîne. Civak hebûn, tenduristî û rohnîbûna xwe bi van qadan ve girêdayî dikare dewam bike, ji lewra hat ev herdu qad nekevin kontrolê, li ser wan serdestiya yekdestdariyê neyê avakirin, mêtinkarî û serweriya giştî gelekî zehmet e ku xwe dewam bikin. Ji ber ku baş tê zanîn, bi tenê bi zora mîlîtarîst a berbiçav civak nabe milk û lewma kontrola li ser tenduristiyê ji bo yekdestdariyan bi awayekî awarte girîng e.

Em careke din dibînin ku di bingehê tevahiya pirsgirêkên hebûnî yên civakê de yekdestdariya dewlet û desthilatdariyê heye. Kar-sermaye bêyî vê yekdestdariya desthilatdariyê nikare dewam bike. Li hemberî vê, bêyî têkoşîna sîstemî ya şaristaniya demokratîk ti pirsgirêka civakê bi awayekî mayînde çareser nabe.

Ji Parêznameya ‘Ceribandinek Li Ser Sosyolojiya Azadiyê’ (Pirtûka 3’emîn)