Jİ DÎROKÊ WERE KOMPLOYÊN Lİ SER JİNAN

18 Tebax 2015 Sêşem

Di serdema bi destê mirov kolekirina mirov de di bin nîrê mêrê desthilatdar û saziyên wî de mirovahî gelek êşên mezin dijî.







 

 


Sema Delîl AMED


Komplo; weke peyv, bûyereke neyînî ye ku ketiye nav lîteratira mirovahiyê. Dema mirovek an jî zêdetir mirov di derbarê hinekên din de armancên xwe bi rêyên asayî nikarin bibin serî, îcar serî li rêyên din ên bi dizî didin. Dek û dolaban digerînin, planan girê didin. Bi piranî digihîjin armancên xwe jî! Ji ber ku ne bi aşkerayî, bi plangerî çalakiyên xwe didin meşandin. Kesên dibin mijar an jî mexdûrê vê plangeriyê hay ji xwe nîn in. Bi dilê saf, bi tevgerên asayî jiyana xwe didin berdewamkirin.

Komplo û jin; du peyvên an jî du têgîn in ku pir zêde nêzî hev nasekinin. Em çav li dîrokê digerînin, ji civakîbûna mirov ango ji mirovbûna mirov û heya niha zû bi zû ev her du peyv li gel hev nabînin. Hebe jî pir kêm û bi sînor in. Kengî dema hatine gel hev bûye mijara komploya jinê bixwe. Bi gotineke din jin, hema bêje bi tevahî bûne mexdûrê komployan.

Belê, jin bûye mexdûr, zêde pêwîstî bi komplogeriyê nedîtiye. Rêbazên wê; bi xwezayî, her tim bi aşkerayî, bi parvekirin û rû bi rû tevgerkirin bûye. Ti hewcedarî bi xwe veşartinê nedîti ne. Li gorî belgeyên arkeolojîk, di dema dayiksalariyê de ji sedî not û heşt mirov bi sedemên xwezayî jiyana xwe ji dest dane. Mirov dikare vê rewşê bi hesanî wiha şîrove bike; ti mirov pêwîstî bi kuştina miroveke din nedîtiye. Ango kesê bêbextî li serê ti kesê nekiriye. Berê mirov her tim li pêşenga jiyanê; dayika xwedawend bûye, bi sernermî li dûv wê çû ne. Bi tevahî encamên ber û bereketên ji afirînerî û hilberîna jiyana çandiniyê derketine di nav mirovan de wisa hatine parvekirin ku ti rê ji şer û pevçûn, lihevnekirin, alozî û hwd. re nema ye. Tevna jiyanê ya manewî bi vî rengî daye meşandin.

Ev rewş, weke çandeke jiyanê bi hezaran salan berdewam kiriye. Lê kengî dema mêrê pîr, xasûk, ê li kêleka jiyanê mayî li derdora xwe xortên ciwan kom kir, hevsengiya jiyanê berê xwe ber bi mêr ve guherand. Serweriya dayika xwedawend, di jiyanê de gav bi gav heliya. Mêr, dest danî ser berhemên wê yên bi hezar kedî afirandî. Rêvebirina nirxên dema dayiksalariyê hatine afirandin derbasî mêrê serdest bûne. Ev pêvajoya derbasbûnê bêguman wisa bi rihetî jî derbas nebû ye. Ango wekî me di serî de jî destnîşan kir, ne bi rêbazên rasterast, aşkere, dildarî, bi ked û têkoşînê, lê bi dek û dolab, bi komployê nirxên dayikê hatine dizîn.

 

Perestgeha Sumer; biryargeha despêkê ya komployan

 

Di manewiyata mirovahiyê de weke yek ji îfadeya dinyaya madî mîtolojî vê derbasbûnê nîşan didin. Îfadeyên mîtolojîk ên xweda û evdan di vê mijarê de xala pêwîst e herî zêde were lêkolînkirin e. Di vî warî de mîtolojiya Sumeran a têkoşîna di navbera Enkî û Înana de vê mijarê baş rave dike. Xwedayê xasûk Enkî 104 ME’yên Xwedawend Înana’yê didize. 104 me; nîşaneya nirxên dayika xwedawend in. Perestgeha Sumer weke biryargeha destpêkê ya komployê dikare were nirxandin.

Mirov bi taybetî aqilmendê xwedayan Enkî dahûrîne wê gelek tiştan hîn bibe. Enkî wekî zanayê komployan e. Parçeyê herî girîng ê komploya li perestgehê hatî pêkanîn jî xistina cinsê jinê ye. Jin hem weke cins tê xistin hem jî weke çîn tê veqetandin û biçûkdîtin. Di mîtolojiyê de xapandinên jinê zêdetir di şer û lihevkirinên di navbera xweda Enkî û xwedawenda çiyayan Nînhûrsag û piştre Înana de tê dîtin. Xwedawenda dema Neolîtîkê ji aliyê civaka desthilatdar a mêr ve, bi sembola Enkî, gav bi gav tê daqurtandin. Lê têkoşîna Înana ya bi aqil a ku bi rehetî radest nabe jî mirov heyran dihêle.   

Mîtolojiyên piştre tên vê rewşê kûrtir dikin. Di demên 2000 B.Z de, di mîtolojiya Babîl a bi navê Enûma Elîş de komploya herî mezin li jinê tê kirin. Xwedayên din li xweda Mardûk şîret dikin, li ser vê li dijî dayika xwe Tîamatê şerekî dijwar dike û di encamê de wê ji textê xwedayan (pantheonê) davêje. Jina ku di şexsê Tîamatê de derbeya kujer dixwe êdî careke din weke berê nikare di jiyanê de bibe xwedî maf û gotin. 

Olên Yekxwedayî jî Komplo Li Serê Jinê Digerînin

Di serdema bi destê mirov kolekirina mirov de di bin nîrê mêrê desthilatdar û saziyên wî de mirovahî gelek êşên mezin dijî. Kralên zalim ji serê mirovên qetilkirî, yên koletî qebûl nekirine, kelheyan lêdikin û bi viya jî pesnê xwe didin. Di derdoreke wiha tijî zilm û zordestî de bi pêşengiya Hz. Îbrahîm derketina olên yekxwedayî bêhna mirovahiyê derdixe. Hz. Îbrahîm li hemberî radibe, li dijî derdikeve  ku mirov ji mirov re koletiyê neke. Qebîleyên ji kralên zalim re serî danaynin bi vê bangawaziya azadiyê hêdî hêdî birêxistin dibin. Nîşan didin ku jiyaneke azad jî gengaz e, mîna bi hezar salan berê.

Di vê tabloyê de rewşa jinê dîsa mîna berdewamiya berê, lê îcar bi rengekî cuda ye. Pirtûkên pîroz ên olên yekxwedayî destpêkê ji bo jinê statuyekê didin avakirin. Li gorî wan; şeytan (di kirasê mar de) jinê xapandiye û liba genim ê ji aliyê Xweda ve qedexekirî xwariye. Ev jî bûye sedem ku ji bihuşta xweda werin avêtin. Mirov sanahî dikare nakokiya di vê çîrokê de bibîne; jin her çawa be ew qas lewaz e ku hatiye xapandin, komplo lê hatiye kirin, lê ji aliyê din ve wisa tê nîşandan, weke ku bi fitne û fesadî mêr jî xapandiye ku genimê hatî qedexekirin bixwe û ji wê rojê were gunehkar e ji ber vê kirina xwe. Di encam de her du bihev re ji bihuştê tên avêtin.

Ev mîta afirandina mirov, di hemû pirtûkên pîroz ên yekxwedayî de bi navê Bavê Adem û Dayika Hewa cîh digire. Lê hê di mîtolojiyên Sumer de heman çîrok tên dîtin. Ji aliyê destpêkirin û girîngî dayîna mîtolojiyan ve di hiş û bîra mirov de, ji ber ku li jor hat vekirin dubare em ê li ser nesekinin. Ya girîng; di civakê de ji bo jinê cihekî çawa tê diyarkirin, layiqî kîjan jiyanê tê dîtin, aşkerakirina vê ye. Olên yekxwedayî, her çi qas ji aliyê exlaqî ve jiyana mirovahiyê baştir kiribin, xwestibin pêşî li kolekirin, zilma mirov a li ser mirov, xerabûna civakê bigirin jî ji bo jinê cihê ku veqetandine ne bi heman rengî ye. Hê di destpêka afirandina mirovahiyê de ya ku komplo lê tê kirin jin bixwe ye. Nirxên di pêşengiya wê de hatine afirandin careke din tên desteserkirin û cihê wê yê di civakê de li paş tê hiştin.