PARASTINA DI WARÊ ABORIYÊ DE

18 Tebax 2015 Sêşem

Divê mirov ekonomiya komin a xweseriya ekonomîk bi kapîtalîzma dewletê û ekonomiya wê re tevlîhev neke. Naşibe hewldanên kolektîfkirinê yên sosyalîzma pêkhatî jî.






 




Erdal ÊLIH


            Pêwîste ev êrîşên li ser aboriya civakê bi berfirehî bêne dîtin û sîstemeke nû ya aboriya civakê  li ser bingehê aboriya civaka xwezayî ya ku helwesta êrîşkar a kapîtalîst vale derdixe, civakê û xwezayê biparêze were avakirin. Pêşxistina sazûmeniyekî wisa tê wateya pêkanîna parastina cewherî ya civakê. Tenê qadên çandiniyê yên heyî jî dikarin tevahiya pêdiviyên aboriya civakê dabîn bikin. Bi endûstriya ku li hemberî ekolojiyê  hişyar e û bêyî ku xweza were xirapkirin jî, dikare hilberînê pêkbîne. Bi enerjiya xwezayî ya ku xwe bixwe nû dike re jî pêwîstiyên enerjiyê dikarin bêne dabînkirin. Bi hinek bendavên biçûk û heremî yên ku xwezayê tine nakin, xirab nakin jî dikarin pêwîstiyên avdanê û enerjiyê bêne rêkxistin.

            Di sîstema nû ya aboriyê de, di têgihiştina netewa demokratîk de ji sûda(kâra) zêde re cîh nîn e. Li ser bingehê berdewamkirina jiyana xwe û hîn zêdetir sûdkirin û pêşxistina karê xwe de rêjeya sûdê dibe ku were pejirandin. Komkirina sermayeyê , wê bibe sedema çînîbûnê, biyanîbûna ji civakê, desthilatdariyê û mêtingeriyê. Ger milkiyet hebe wê bi vî awayî hebe. Wê bajarbûna ku ji ekolojiyê re , civakbûnê re hişyar e wisan bibe. Bajarên mezin têne wateya nexweşî û pirsgirêkên mezin. Li hemberî çolahiyê wê daristan bêne armanckirin.

Karxaneyên mezin, şîrketên mezin, di heman demê de xisarên mezin ên xwezayê ne jî. Ji ber vê yekê heya ji dest tê di cihên heremî de jiyanek, aboriyekî komînal, ji bo pêkanîna pêdiviyên xwe, li gorî taybetmendiyên heremên xwe, bi koparatîfbûnekî giştî, hilberîna ku bi bingeh girtina kêrhatinê, dabînkirina pêdiviyan esas digre divê bê pêşxistin. Ev yek hem ji aliyê bazirganî, hem ji aliyê civakî û hem jî ji aliyê parastina ekolojiyê ve wê avantajên mezin bidest bixe.

Rêber APO di vê mijarê de wiha dibêje; “Karûbarên ekonomîk ên cih nadin îstîsmarê, di serî de civaka neolîtîk li cem tevahiya civakan bi coşa cejnê hatiye pîrozkirin. Xweseriya ekonomîk a neteweya demokratîk sîstemek e ku bi wê ev coş careke din pêk tê. Bendavên li ser çemên Kurdistanê hatine avakirin rê li ber felaketa mezin a dîrokê û ekolojîk vekirine. Xweseriya ekonomîk destûrê nade ti bendavên ku ekolojiyê, erdên bi bereket û dîrokê li ber çav nagire û heta destûrê nade ku li şûna yên temenê xwe temam kirine yên nû bêne avakirin. Ger gengaz be, di tesfiyekirina wan de texsîr nake. Bi ruhekî tam ê seferberiyê li dijî erozyon û çolistaniyê ku dijminê mezin ê civak û zindiyan in, radiweste. Parastina axê û bi daristankirina hawirdorê weke cureyekî herî pîroz ê kedê radigihîne û xebatên di van herdu qadan de têrê dikin ku bêkarmayîna sedsalan ji holê rabike. Çawa ku di dewlet-netewê de ji bo daneheva sermaye û karê qada herî pîroz a xebatê qada kara herî zêde ye, li cem neteweya demokratîk jî xebatên ji bo daristanan, erd û zeviyan qadên herî pîroz in ku xebatên di vî warî de tevahiya dîrokê civak li ser piyan girtine. Bêyî kapîtalîzm û îndustriyalîzmê civak dikarin jiyana xwe bidomînin; lê erd û daristan nebin jiyana civakî nikare dewam bike. Kapîtalîzmê civak ji erd, gund û daristanan qut kir û di bingehê bêkariyê de jî ev heye. Hêza kar a erzan û kewara bêkaran ji bo kara herî zêde ya kapîtalîzmê her hewce bûn û lewma diyardeyên wisa ne ku bi zanebûn û bi darê zorê hatine çêkirin. Careke din vegera li erd û zeviyan, li daristanan, bi kurtî vegera li jiyana ekolojîk wê bi tenê bêkariyê ji holê raneke; di heman demê de wê civakê ji kanserojeniya bajaran jî rizgar bike. Bi vî awayî wê bajêr jî rizgar bike. Bajarê weke ûr  mezin dibe nexweşiyeke kansêrê ye. Jixwe kansêrên ferdî jî weke gelek nexweşiyên din berhemên jiyana bajêr in. Ji ber vê yekê, vegera li erd û axê, li xebatên ji bo daristanan, cotkarî û xwarinên ekolojîk ne bi tenê ji bo bêkariyê çare ne; panjehra tevahiya nexweşiyên modernîteyê û bajêr in jî.

Divê mirov ekonomiya komin a xweseriya ekonomîk bi kapîtalîzma dewletê û ekonomiya wê re tevlîhev neke. Naşibe hewldanên kolektîfkirinê yên sosyalîzma pêkhatî jî. Em behsa yekeyên ekonomîk dikin ku herî zêde bi xwezaya mirov û hawîrdorê re li hev in. Di komûnê de ji suxre, hewldan û keda nabe azadiyê re cih nîn e. Em behsa model û çavkaniya jiyana bingehîn dikin ku civakan tevahiya dîrokê pê xwe heyî kirine, pîroz hesibandine û bi coş pêşwazî kirine. Li ku coş, bereket û xêrûbêr hebe, li wir ekonomiya komûn heye.

KCK weke hestiyê piştê yê neteweya demokratîk xweseriya ekonomîk û ekonomiya komûn bi kêmanî bi qasî xweparastina civakê hewce û esas dibîne. Çawa ku bêyî xweparastinê civak nikare hebûna xwe bidomîne, bêyî xweseriya ekonomîk, parastina erd û axê, bêyî daristan, ekolojî û komûnê, civak nikare xwe xwedî bike ango nikare hebûna xwe bidomîne.