BI NAVÊ HUQÛQ Û ZAGONAN TALAN Û ZORDESTIYA DEWLETÊ

19 Adar 2017 Yekşem

bi navê heq neheqiyê, bi navê rastiya civakî derewê û bi navê jiyana bi pîvan...



  

 





Akademiya Zanistên Civakî Ya Abdullah Ocalan

Munzur Şiyar

     Têgînên zagon û maf (huqûq) bi giranî piştî serdema navîn û şûnde derketine. Bêguman beriya wê jî hebûn lê ne wek van çend sedsalên dawî, nexasim piştî sedsala şanzdehan û şûn ve. Mirov dikare bibêje  huqûq berhemeke sermayedar e, navgîna bingehîn ya rewakirina modernîteya kapîtalîst e, di heman demê de şêweyê pêşketî yê sîstema koletiya berê ye.

       Mirov û komên mirovan yên destpêkê, serdemeke pir dûr û dirêj bi awayekî xwezayî, jiyana xwe bi rê ve birine. Bi dirêjiya vê demê, têkiliya wan di çarçoveya sazûmaniyeke civakî exlaqî de bûye, vê sazûmanî bi ketin û rabûnê pîroziyek qezenc kiriye ta roja me ya îro hatiye. Ji wê ketin û rabûnê ders ezmûn hatine derxistin, bi demê re formeke jiberkirî di hiş û zihiniyetê de ava kiriye nav lê hatiye kirin dab, nîret û exlaq. Her mirovî di zaroktiya xwe de ji wê avê vexwariye û ji nivşekî derbazî nivşekî din kiriye, roja me ya îro jî ev yek didome lê hinek qelsî têde çêbûne. Tevahî civakên  mirovahiyê di vê qonaxa sertayî re derbas bûne, ta serdema me hatine, bê ku pirsgirêkên pir giran derkevin, jiyana xwe domandine.           

         Dibe ku maf ango huqûq cihekî xwe yê taybet di nava civakan de hebe lê tişta ku dewlet roja îro bi navê huqûq û zagona dike, baskûkirin û dîlgirtina civankan e. Li gundan li bajaran kevokvan (gûtirkvan) hene kevokan xwedî dikin. Dema kevokvan nexwaze kevokên wî dûr bifirin baskû dike da ku dûr neçin, eger wê jî pere(encam neda) nekir, wan digire û dixe qefesê. Vê gavê jî tişta dewlet bi navê huqûqê dike baskûkirina civakan e. Bi huqûq û yasayên xwe civak dîl girtine, hergav huqûq û zagona wekî şûrê Demoqlîs bi ser serê civankan de dihejînin. Rola huqûq ew ku wekhevî û dadê pêş bixe, alozî û pirsgirên civakê çareser bike. Lê tiştê dixuyê bi vî huqûq û zagonên heyî pirsgirên civakan girantir bûne. Berê sê goşeya hîrarşiyê hebû. Li serî Xweda Qiral li goşeya rastê şefê leşkerî, goşeya çepê pîremêrê xwedî ezmûn, mirov û civak bi potan ditirsandin tiştê dixwestin li ser wan pêktanîn. Roja îro jî bi huqûq û zagonan wan ditirsînin û tiştên dixwazin li ser civakan pêktînin. Dewlet dibêje her kes li hember van huqûq û zagonan wekhev in, ev maf ji bo her kesî ne, gelo bi rastî hemû kes wek hev in li beramber huqûqê? Nexêr, ne wek hev in. Di vê derbarê de Rêber Apo di parêznameya xwe ya Manefistoya Şaristaniya Demokratîk de dibêje: "Di civaknasiyê de her diçe huqûqê derdixin rêzên jor, ji ber ku pêdiviya wan pê heye bi navê heq neheqiyê, bi navê rastiya civakî derewê û bi navê jiyana bi pîvan, jiyana zincîrkirî veşêrin."

      Dema mirov li ser erdê li rewşê temaşe dike, dibîne ku sûc, girtin, biçûkxistin û kuştin ketiye para belengaz û feqîran, kara, dewlemendî û refahiyet jî ketiya para dewletê û zaroyên wê. Gotinek bav û kalan heye dibêje: "Mîh pêl berxa xwe nake." Yanî dewlet zaroyên xwe nagire naxe zindanê. Dewlet ser qirêjiya xwe digire nahêle eşkere bibe. Eger gunehkar û berpirsyarên dewletê yên sûc kirine bigire, pîsîtiya wê aşkere dibe, rewabûna wê di çavên gel de namîne. Lewma ji karmend û berpirsyarên xwe yên tewanbar re qilfekî huqûqî dibîne û çi cûre qirêjiya wan kirye diparêze. Li navarastê tewanbar dîsa dibe qurbanî û civak. Li Bakurê Kurdistanê li Mardîn, Sêrt, Amed û hwd bi dehan destdirêjî li ser zarokên kur û keç yên temenê wan di bin duwazdeh salî re çêbûn. Kî ji wan girtin? Dozger û dadgehê got; zarok bi rizaya xwe kiriye! Di bin navê diziyê de mirovan digire davêje zindanê dibêje li gor huqûqê sûc kiriye. Dewlet qet ji xwe napirse gelo ka çi hiştiye ew diziyê bike. Ma ne polîtîkeyên dewletê ew birçî kiriye ku ew diziyê bike? Ya rast dizê mezin dewlet e, huqûq jî qilfê rewakirina wê ye. Yê xizan dikare çi bidize? Eger ku bidize jî dibe ku nanek yan jî tiştekî pê debara xwe bike ye. ji ber ku dewlet ji milekî ve bi birçîkirinê, ji milê din ve jî bi huqûq û tirsandinê civakan terbiye dike, dixe qalibekî hema bêje dike koma kole û xizmetkaran.

        Yek ji zagonên dewletê zagona girtina bacê ye. di çarçoveya wan zagonên ku bixwe çêkirine, ji xwe re maf dibîne ku her cûre bac ji xelk bigire. Baca xanî, ya erdan, ya pez û lawiran, ya avê, ya elektirk û hwd bacan digire. Bi girtina van bacan roj bi roj jiyana gel aloz û giran dike. Yê ku nikaribe wê bacê bide jî digire û davêje zindanê. Li vir car din diyar dibe ku dewlet civak û gel talan dike dimije.  Lê gelo we bihîstiye ku ji berdêla bacê ve keçên xelkê ji xwediyên  wan bên stand û li bazaran bên firotin? Ji dewletê şaş nemînin!.

        Belê Sê sed keç, sê sed qîz, sê sed gul ji gulên kurdên Qoçana Xorasanê hatin firotin!

Li bihara sala 1905'an Asifidewle waliyê Xorasanê, ji aliyê Mizaferiddîn şahê nexweş yê hukumeta Qacarî yê Îranê ve hatibû erkdarkirin. Sal salek hişk bû, xelkê cotyar û gundî berhemek hilnehanîbûn, tinebûn û birçîbûn li ber çavan bû. Baca hukumeta merkezî wê salê pir girê dabûn. Zora hakimên Xorasanê ji bo girtina baça wê salê trajîdiyek herî xemgîn anîbû. Çaxa xelkê kurd yê bêçare nedikarîbûn baca dewletê bidin, li Bûjnûrda Xorasanê ji navenda hukumeta merkezî agahî hat ku ji bo bacê pêwîste her karê hûn dikarin bikin, êşa xwe berdin, hûn tiştên xwe bifiroşin û baca hukumetê bidin. Bi destûra hakimê Xorasanê ji her malekê keçek berdêla bacê birin û firotin.

     Gotinek heye di nava gel de dihat gotin: "Li ezman xwedê ye, li erdê jî dewlet e." Bêguman gel ji ber xwe de ew tişt negotiye. Ji ber ku şah, empertor û desthilatdaran li ser rûyê erdê xwe zîlûlah (siya Xwedê) dihesibandin.  Rabûna li ber dewlet û desthiladariyê yanî rabûna li ber xwedê ye, evqas kûr zihniyetek li ser mirov û civakê çêkiribû û hîn jî heye. Gelek kes jî wê wekî rastiyekê an jî qederekê dibînin. Gelo wê demê kesek nebû di rûyê wî hakimê Xorasanê de rawestiya û pêş li zordariya wî bigirta? Bêguman hebûn. Di wêrekî fedakarî û qehremaniya kurdan de qet guman nînin, dîrok şahidê vê rastiyê ye. Lê heta ku mirov dewletê weke xwedayê ser erdê bibîne û li ber kiryarên wiha ranebe, wan qaliban neşkîne, zihniyeta heyî  neguhere, bûyerên weke firotina keçan ê her rû bidin. Dewletê dest avêtiye exlaqê civakê, sîstema wê ya nirxan têk biriye, ew serûbinî kiriye. Civak tê tecawîzkirin; lê ew kiryara reş şerma mirovahiyê nabe sedema rabûna gel li dijî xwedayê ser erdê. Bêguman mirov nikare wê yekê înkar bike ku li milekî dewlet civakê bi zagon û huqûqê ditirsîne, li milê din bi top tivingên xwe bi ser civakê de diçe wer lê kiriye ku qet newêribe serî rake. Lê em dibêjin tevî wê hemû jî, divê rihê berxwedaniya civakan ji dagirkerî û zordedestiyê re bêje na, ji ber ku ew ê dada civakî bîne, ne huqûq û zagonên dewletê.  Weke me dît çawa dewleta tirk ji bo ku gropek şervanên azadiyê tune bike, topên xwe yên giran derxistin ser Sûra Amedê ya dîrokî, berê topên xwe dan nava kolanên Sûrê û top barandin, mal û avahî hemû rûxandin, her cûre cek li wir bikaranîn lê nikarîn şervanên azadiyê tune bikin. Li hember vê hovîtiya dewleta tirk deng ji huqûqa navnetewî derneket. Bi sedan însan di jêrzemînan hatin kuştin, bajar bi erdê re hatin duzkirin, deng ji wan welatên ku îmze avêtine bin metin tawanên dij mirovahiyê derneket.  

          Di sala 1925`an Dewleta tirk zagonek bi navê plana îslahata şerqê (şerq islahat plani) derxist. Armanca wê qirkirina gelê kurd bû. Wê demê mafên kurdan hatibû înkarin, li gelek cihan serhildanên gel rabûbûn. Ji bo ku  pêş li girseyên gel bigirin û gel di komkujiyan re derbas bikin ew zagon dexistin. Armanca wan ew bû ku dîmografiya Kurdistanê û sîstema wê  biguherin. Ji sala 1925'an ta 1940'î li ser wê zagonê kar kirin. Di sala 1926'an zagonek din derxistin bi navê Îskana Îcbarî yanî  niştecihkirina bi darê zorê. Bi vê zagonê dewletê kurd ji cihên wan derxistin û birin bajarên Tirkiyê yên mezin û cihên din, li cihê wan jî xelkên tirk yên li Bulxariya û Hingariya(meciristan) bûn anîn Tirkiyê li Kurdistanê bi cih kirin. Bi vî rengî dimografiya Kurdistanê guherîn. Weke ku çawa di sala 1963'an de dewleta Sûriyê û rejîma Be'asê demografiya herêma Rojava Kurdistan guhert, bi navê kembera erebî zagon derxistin û xelkê kurd bi darê zorê ji erdê wan derxistin û erdên wan radestî ereban kirin. Dewleta tirk jî li aliyekî serhildanên kurdan têk bikirin, li aliyekî komkujî pêk anîn, li aliyê din jî kurd ji warên wan der kirin. Dewletên dagirker van tiştên dikin tevahî jî li ser navê zagon û huqûq dikin. Civakan tune dikin, gelan îmha dikin, demografiya herêman diguherînin bi navê huqûq û zagonan. Ji bo dewletê girîng nîne civak qir bûye tune bûye, ya girîng xurtkirin û mayîndekirina desthilata xwe ye, ev jî faşîzim bixwe ye. Ji ber wê yekê em dibêjin zagon û huqûq di xizmeta dewletê de ye, di xizmeta mezinkirina û xwedakirina dewletê de ye. Ji çil milyonî zêdetir hebûneke civakî bi navê kurd li Rojhilata Navîn heye lê di huqûqa navnetewî de nîne, bi hukmê tine tên hejmartin. Bi hezaran civakên wekî kurdan hene lê cihê wan di ti defteran de nîne, ew  hatine avêtin. Gelo ma huqûq û edalet ev e?  Bê guman ev nabe huqûqa civakan, ancax bibe ya dewletan, ji ber ku huqûqa civakan bixwe heye, ew jî dada civakî û exlaqê wê ye. Civakên ku ji xwezaya xwe bi dûrneketine, bi nirx û pîroziyên xwe ve girêdayîne, ew hêman têde hîna zindîne. Ji ber ku exlaq zêde neriziye, manewiyat li pêşe, pirsgirên xwe yên giran jî bi guhdana li çend rîsipiyan çareser dikin. Lewma zindîkirina nirxên exlaqî di nava civakan de gelekî girîng e. Ew çavkaniya çareserkirina hemû pirsgirêkan e, ew giyan û dilê civakan yê lêdide ye. Dema lêdana dil lawaz bibe dê pirsgirêk û alozî di civakan de zêde bibin. Lewama divê ew dil pîr nebe her ciwan bimîne.