Nasiyonalîzma Şî?a ya Îranê û Bandora Wê li ser Civakê - 1

26 Cotmeh 2017 Pêncşem

Civaka Îranê ji êşa nasiyonalîzm û şiyîgerî ahê dikişîne. Tevîhevkirina van têgehan xwîna civakên Îranê dimije?









Beşa Yekem

Pêkhatina dewlet-netew li Rojhilata Navîn zererên zêde gihandiye vê navçeyê û ji bilî hêsir û xwîn, tiştek li pey nebûye. Ev yek Rojhilata Navîn xistiye nava mehîrek ku bi dîtineke dewletgera, rewşa heyî nayê guhertin. Rêbazên piştestûr bi desthilat û dewlet, Rojhilata Navîn zêdetir bi qeyran dike. Rojhilata Navîna zengîn di qadên civakî û çandî tenê li ser bingeha hêzên demokratîk a xwe dikare ji vê rewşa aloz rizgar bibe. Îran di vê têkoşînê de roleke wê ya girîng heye; ji ber ku mûzayîkeke ji çandan e û xwedî pêşîneya pêkve jiyana aştiyane ya ????????????hemû netewe û olan e. Civaka Îranê ji êşa nasyonalîzm û şiyîgerî ahê dikişîne. Tevîhevkirina van têgehan xwîna civakên Îranê dimije. Lewma ji bo çêkirina Îraneke demokratîk, pêwîstî bi fêmkirin û lêhûrbûn li ser sedemên pêkhatin û tevîhevbûna nasyonalîzm û şiyîgerî û hêzên piştperde heye. Bi vê nirxandinê em dikarin bi kûraniya karesat û rêya herî guncaw ji bo derbasbûn ji qeyran bigîjin. Hemû hêzên civakê yê ku di eniya dijberê nasyonalîzma şiyiyê Îran û şaristaniya dewletgera ne, di nava hêzên jiyara demokratîk de cih digirin. Şerê di navberê hêzên şaristaniya demokratîk ên di navçeyê de, şerekî navxweyî ye ku qurbaniyên wê gelên herêmê ne. şaristaniya dewletgera xwedî cewherekî qeyransaz e û rewşa heyî ya Rojhilata Navîn bi temamî ji vê çavkanî digire. Rewşa ku rojane bi sedan qurbanî digire û gelek ji welatên Rojhilata Navîn girtiye naw xwe. Lewma tenê hêzên jiyara demokratîk dikare aştiyeke mayînde û bi şeref biafrîne û demokrasî û azadiya rastîn di civakê de belav bike.

Derbasbûn Ji Împiratoriyet Ber Bi Dewlet-Netew û Despêkirina Yeknetewsazî

Di dawiya sedsala 19?emîn û despêka sedsala 20?ê de, ligel pêşketina kapîtalîzma komprador li Îran û bi sedema nifûza aborî û çanda welatên kapîtalîstî ku di mêjiyê xwe de dagîrkirina Rojhilata Navîn dihewandin, bêjeya netew li Îranê belav bû. Ev têgeh her çi qas berê jî hebû, lê di vê qonaxê de bi şêwazeke rêkxistinkirî bû rojev. Ev têgeha nû ji netew û pênaseyên Nasiyonalîstî (netewperistî), tevî milîgeriya heyî li Îranê bû û hêzeke wêranker da wî. Ziman, çand, dîrok, bîrgeha komî û nejada yekane ji xalên sereke ya pênaseya netewekî yekane ye. Lê van pênaseyan li welatên ku pêşîneya wan ya împiraturiyê heye, kêmtir ligel rastiya wan ya dîrokî digunce. Di rastiyê de şûna ku wan di pêşîneya dîrokî de cî bigirin û bingeha yekparçebûna netew ji despêkeka dîrokê çavkanî bigire, diviyaye di nava çerxên dewleta modern a ku ji navenda Ewrûpa ya endustrî ser hildaye, bi rêya prosesa netewsazî wiha rolekî bilîzin. Wate, netewa yekpare bi ziman, dîrok û çanda yekane derxistin holê. Her ku netewa yekparçe, kokê wê ya dîrokî tuneye û berhema dewrana modern e. Nasnameya yekpare tenê di nava qewman, ew jî bi radeyî tê dîtin, lê li navenda pêkhateyên dîrokî û împiraturiyên mezin ev têgeh nayê dîtin. Neteweyan li têkiliyên ligel hev, ji hev û din bandor bûne. Lê dewlet-netewe hewl didin dîroka netew û gelên din yên di nav cogirafiya xwe de lêç bikin û di proseya asmîlasyonê de hemû veguherin neteweke yekane; cudahiyan ji holê radikin û çavkaniya vê guhertinê, ew netewe ku dewlet-netew bi xwespartine wî, dixwaze nasnameyeke yekpare ava bikin. Bi dîtina dewlet-netew di welatekî de du an çend netew û gel nikarin hebin û wan weke sedema parçebûnê dibîne. Wate her girûbek ku xwedî taybetmendiyên netew be, dikare welatek pêk bîne. Ji ber vê sedemê, dewlet-netew, li Rojhilata Navîn hewldana yeknetewsazî (netewsaziay yekstûnî) kirin. Bi rêya komkujî û pişaftina çandî ku mînakên vê di dîroka hemdemî de pir in, hewl dan bigihîjin vê armaca xwe. Di vê dîtingehê de dewlet, desthilata serhildayî ji xwesteka netewe, herwiha welat aydê netew, û dewlet jî parêzvana tevahî welat dizane. Şerta netewzanîna gelekî, damezrandina dewlet e. Lihevxistina hemû gelan bi taybetîî ji aliyê zimanî ve, tevgereke ku ji nasionalizma ewrûpî ya sedsala 19?ê hatiye girtin. Di dewlet-netewan de her sê têgehên Welat, Netew û Dewlet şûna hev û din tên bikaranîn. Ev tê wateya hewldan ji bo tevhevkirina gelan û netewan di nava yekîneyekî netewî û yekparesaz. Wan bi dîroksazî û di bin navê dahênanên dîrokî, ji bo çêkirina nasnameyeke yekane ya yek netew, dîrokê berovajî dikin. Dîroka netewî ya ku rastiyên etnîsîte û netewên din nedîtî digire, bi şêwazekî rêkxistinkirî wan înkar dike. Saziyên perwerdeyî, ragihandin, polîs û leşkerî, dezgehên brokratîk û ewlekarî, saziyên herî xurt yê dewlet-netew in ji bo pêkanîna siyaseta wê. Wiha sîstemek, pêkhateyeke yekane ya siyasî, aborî û zimanî ? çandî çê dike. Lûmên siyasî ? aborî bi alîkariya lûmên ewleyî û leşkerî, bi desteka ku ji îdolojiya nasyonalîzmê digirin, yekparçekirina zimanî ? çandî pêk tînin. Dema ji aliyê netew û etnîsîteyên din ve li hemberî asîmîlasiyon û otoasîmîlasiyonê berxwedanî were nîşandan, pêkanîna wê rengê zorê digire xwe.

Hemû dewlet-netewên desthilatdar li ser Kurdistanê, berî pêk werin, di nava du împiraturiyên Osmanî û Îranî de cih girtine. Împiraturî yekeyeke mezin e ku di firehiya cogirafiyeke berfireh de, çend gel bi ziman û çandê cuda tê de dijîn. Îmoiraturî ji hêlê pêkhateyî ve, ji dewlet-netewan demokratîktir bûn. Împiraturiyên herî xwînxwar heta dema xwe sipartibe etnîsîteyeke serdest, ziman û çanda wî, dîsa nasnameya qewm û netewên din înkar nedikir, belkî dixwest li ser wan hikum bike. Ji ber vê, wan ji bo pişaftina etnîsîteyên din di etnîsîteya hikumdar de hewldan nedekirin. Çunke sembola serwerî ji bo netewa serdest, netewên bindest bû. Lewma hewl nedane wan tune bikin, belkî sembolên serweriya xwe parastine. Lê Siyaseta pişaftina çandî di împiraturiyên olî ku pişt re pêk hatin, heya astek tê rêvebirin, helbet ne bi tundî û kuraniya dewlet-netewan. Wan ligel ola averêkirî, xwe xwedî peyamdariya cîhanî dizanîn ji bo yekdestkirina çand û netewên din. Împiraturiyên Bîzans, Emewî, ?Ebasî û Osmanî bi navê peyamê cîhanî ya mesîhî û islamê, hewl didan bi netewên bin hikumdariya xwe nasnameya yekane ya olî bidin. ?Erebkirina netew û qewmên din, bû beşek ji projeya misilmankirina wan. Rumîkirin jî bi heman rengî di împiraturiya Rûm ya mesîhî dihat dîtin.

Lê pişaftina netew ji aliyê pêkhateya dewlet-netew, diyardeke ku hemû hêman û nîşaneyên pircurebûna zimanî û çandî tune dike. Îdeolojiya nasyonalîzm bi şêweya faşîzm û milîtarîzm, di piranî welatên Rojhilata Navîn de hakim e. Çanda serdest, çandên din weke (hûrdeçand) bi nav dike ku divê werê pişaftin. Netewa serdest bi sersipartina bê lêpirsîn bi rêbertiya siyasî û desthilata navendî, ji bo cîhangîrî bi navê netewa yekane, welatê xwe û welatê dinê dinyayê veguhertiye meydana şer. Lê belê bi çêbûna şerên zêde bi taybetî şerên cîhanî yê yekem û dûyem, bû sedema çêbûna guhertin di asta dinayê de ku mikûrhatin bû ji bo binketina vê sîstemê. Di Rojhilata Navîn de jî niha em dibînin çawa wiha sîstemek li pey hev bi bin dikeve. Ev proje di vê navçeyê de zêdetir ji heremê dinê cîhanê rastê binketinê hat. Hêza dewlet-netew têra zengînî û hêza pêkvejiyana netewên Rojhilata Navîn nekir. Ev heman taybetmendî bû sedema ku pêkvejiyana wan a bi salan, di nava aştî û aramiyê de. Lewma ji hev veqedandina wan bi rê xetên kişandî û bi navê sînorên dewletî gengaz nebû.  ?Çanda berxwedanê ? di Rojhilata Navîn de cihekî wê yê bilind û taybet heye û rê nade tu hêzekê, çi yên heremê çi yên derve ku yeknetewsazî pêk bînin.

 Yek ji sedemên vê binketinê, ev e ku hakimên dewlet-netew ji aliyê qewmên din ku hewldan ji bo yekdestkirina wan tê kirin, bi temamî nayên piştevanîkirin. Heta netewa serdest bi sedema danîna vî navî li ser wê, ew kiriye dijminê qewm û neteweyên din, dilê wî ne rehet e. Bi siyaseta dijminsazî di nava sînoran de û êriş li ser çandên din, şer digîje lûtkeya xwe. Meseleya şer û nebûna ewlehiyê dibe sedema bênirxbûna rêgeza netewî. Ev diyarde bi xwe re tenê kîn û nefretê ji bo welat tîne. 

Damezrandina Dewlet-Netewa Modern li Îran û Derketina Têgehên Nasiyonalîstî

Îdolojiya sazkirina dewlet-netewa modern li Îranê, ji sedsala 19?ê ve kete vî welatî û di encamê de, bi  ?Şoreşa Meşrûtiyet ? şeklê fermî û pêkhateya wê ya siyasî çêbû. Bi vê armancê gelek hewldan hatin kirin. Bingehên îdarî, artêş û perwerdeya netewî ji serdema qeymeqamên Qacar dest pê kir û heya niha dirêj kiriye. Îro em hêmayên binketina danepêşa ziman, çand û nasnameya yekane di dîrokeka yekane ji bo netewa yekpareya Îranê eşkeretir dibînin. Wanebêjiya dîroka netewî û guncandina wê di pirtûkên waneyî de, di dewreya seltenetê Pehlewî û seltenetê Welayî de bi şêweyekî sîstematîk praktîze bû. Pîlansazî û pêkanîna netewsazî û netewa yekparçe ji aliyê dewleta ku xwe bi nûnerê temam û kemalê netew dizane, li Îranê tenê di nava çîneke bajêrî ya girêdayî dewletê ma û giştî nebû. Di bicihanîna vê projeyê de pêkhateyekî çandan a berxwedêr hebû; lewma hikumdaran ev çand bi  ?rizî ? dizanin û xwestine tune bikin. Têgehên derkirinî û biyanî bi hebûn û nasnameya gel û netewên Îranê li proseya praktîzekirina netewsazî kapolî û sist bûye û bi şoreşên gel têk çûne. Dewleta komara islamî ya Îranê jî di berdewamiya siyasetên binketiyên pehlewî de her tim hewl daye bi navê  ?islamê petî ya mihemedî ? nasyonalîzma şî?a ya xwe belav bike, lê ew jî bi bin ket. Bi binketina dewlet-netew û berxwedan ji aliyê civakan ve, dewlet naçar ma hîleya hemwelatî bi kar bîne. Ya ku em niha dibînin  ?civaka aydê yek dewlet ? e. Dixwazin têgeha  ?netewa çêtir ? veguherin  ?hemwelatiyên dewletê çêtir ?. Lewma dewlet-netew ji aliyê çêkerên vê ve tên rakirin. Wate, hemwelatiya yek dewlet dikare bi ziman û çandê xwe hebe, lê divê civak beşek ji dewlet bizanibe. Di vê têgehê de faktora bingehîn, yasa ye ne ku faktorên çandî, dîrokî û nijadî. Dewletên netewî ku bi zor, yekbûna netewî ragirtiye, bi lez heldiweşin; Îraq, Îran, Tirkiye û Sûriye wek mînaka vê yekê, yek bi yek ber bi helweşînê ve diçin.

Bêjeya  ?hakimiyet ? (serwerî) çi di  ?zagona meşrutê ? û çi di têgeha  ?umeta komara islamî ? bi eşkere tê dîtin. Piştî şoreşa Îranê, dadgehên tewanên dijşoreş li 1980?yî bi armanca rûnîştandina  ?hakimiyeta netewî ? û parêzvanî ji deskeftên şoreşê çêbûn. Nasyonalîzma veşartî li pişt umet heman ji despêka şoreşê ve eşkere dibe. Di yasayên meşrutê de jî cezayê hewldana li dijî ewlehiya netewî û serxwebûna nîştiman, zîndana hetahetayî û sêdaredan bû. Di zagona bigehîn ya meşruteya netewî de hatiye nivîsandin ku  ?seltenet emanet û spardeyeke ku ji aliyê milet ve radestî padîşa tê kirin. ? Lewma her cure hewldana wan rewa û netewî ye. Di her du pergalan de jî çalakiyên gelî, netewî, bisazîkirin û xwerêxistinkirina civak ji aliyê gel ve, wek letemedayin bi serbixweyî û temamiyeta erdî (yekparçêtiya welat) ye. Hakimiyet tê wateya vîna li ser vînan. Wate netewa serdest jî li gorî têgeha hakimiyet nikare xwedî vîn be. Her cure desthilatî, aydê hakimiyetê ye û civak tenê erkdarê bicihanîna wê ye. Hakimiyet û dewlet têkilê hev in, Lewma bikaranîna bêjeyên weke dîn, gel û netew li kêleka hakimiyet û dewlet, tenê ji bo rewatîdan e bi van du diyardeyan desthilat û dijminîkirin ligel civakê. Li Rojhilata Navîn netew heye, lê ne gengaz e dewleta netewî çêbe. Di dewleta netewî de, netew ji şêweyên xwe yên xwezayî derdikevin û bi rêya dewlet, ji wan re şekil tê dayîn. Di rastiyê de neteweyên dewlet şêwe digirin. Ew civakên ku bi vê razî bin, êdî mirov nikare wek netew bi nav bike. Ji ber ku li pêkhate, nirx û çandê wan dest tê werdan. Têgeh û hêmayên pêkhateyeke civakî ne gengaz e di diyardeyeke were peydakirin ku rengê pêkhateya dewletî girtiye xwe. Dewleta netewî wek amûrekî ji bo sepandina dîtinên hikumeta navendî dixebite. Di vê dîtingehê de, dewlet diyadeyeke ku ji aliyê pergala çînî, zihniyeta mêrsalar û desthilatdar bi sazî bûye û dahênerê netewe ye; Pîroz e, bi nirx e, şaşîtî nake û li ser her tiştekî tê danîn. Heta dewlet di hinek welatan de bi  ?bavê netew ? tê binavkirin ku ji bilî başiyê zarokên xwe, tiştek naxwaze û karekî din nake. Helbet her wek me behs kir proseya çêkirina wiha neteweyeke sexte rastê binketinê hat û pêkhateya netewî ya derveyî Dewleta netewî di rûbirûbûna bi homojênsaziya sepandî ji aliyê dewletê ve li ser civakê, nasnameya xwe parast.

Di dewreya derbasbûna têgehên Nasiyonalîstî bi Îranê, çîna sermayedar ku hîna nebibû çîneke komprador û di mejiyê wî de sewdaya çêkirina têkilî bi bazara navxweyî û pêşbirkê ligel kala û sermayeya biyanî û bidestxistina mafê siyasî û dadê li hember saziya seltenet û derfetên geşekirina aborî hebû, bû propagendecî û bingeha civakî ya netewegeriyê. Di wê demê de du bizavên dijber derketin holê; yekem bizava reformîst ya çîn û tiwêjin zengîn û roşinbîrên girêdayê çînên navîn û bandorbûyî ji çanda welatên kapîtalîstî bû. Ya duwem jî bizava civakî ya şoreşgera netewî bû ku pişta xwe dabû çîn û tiwêjên deşenî û bi taybetî mehrûman, kedkaran û roşinbîrên ku xwezkarê rizgariya misogeriya girseya berfireh a gel ji belaya xizanî û zilmê bûn. Bizava yekem bi temamî ketibûn nav hêz û berjewendiyên xwe yên takekesî. Hejmareke zêde ji bizava duyem jî berê xwe dane lihevkirin, hevkarî, qaşo pêkvejiyana aştiyane, têkoşîn bi rê tevlîbûn li hikumet û zeliqîn bi pergalê ve, lê ew kesên ku heya dawî ji bo armanca xwe têkoşîn kirin pir bûn.

Hikumetên li Îranê salên piştî şoreşa 1979?ê, ji bo pêşxistina mêtingerî, bicihkirina desthilat û talanê li navçeyên curbicur ya Îranê, hevgav ligel destdirêjiya leşkerî û aborî, siayseta sivikandin, parçekirina netewî-mezhebî û çandî ya şêniyên van herêman pêk tînin. Ji dîtina wan dewleta şî?a, sazî, rêxistin û stûna siyasî ya herî mezin, ya civaka Îranê û misilmanan tê hesibandin. Vê îdêalê bi îqnakirin an bi rêya bikaranîna amûrên zorê li ser hemûyan didin pejrandin. Komara islamî ligel berovajîkirina dîrokê, siyaseta xwe dimeşîne. Dîroksazî ji rêbazên herî zirav û bi bandorê dizekirin û sulteya mêtingeriyê hikumdarên Îran e ji bo gehîştin bi armancên aborî û siyasiyên xwe li civakan. Li gorî wan, ziman, şêwazê kinc liberkirin û meseleyên rûkeşî, têkiliya wê rasterast bi têgehîştin, çand, siyaset, exlaq û hişê netewan re heye. Pîvandina van xalan, çand û gelê serdest e û bi qasî ku netewên din bi xwe re homojen bike, bi heman awayî bi qasî wan netewan têgehîştî û xwedî çand in; dikarin tevlî siyasetê bibin; xwedî exlaq in; mirovên hişmend tên hesbandin ku êdî wan bi  ?gêj û xêvik ? nayên binavkirin. Hewldan ji bo berovajîkirina dîrok, veşartina rastiyên dîrokî yê fikir û tevgerên azadîxwaz û dijezilm, herwiha dahêlankirinê lehiyên tohmet, bohtan û etîketên bêexlaqî ji serkirde û rêberên van tevgeran, bi dirêjahiya dîrok, stratîjiya siyasî û çandiya çînê hevbenda mêtingerî li civakên mêtingeh bi sebeba nasyonalîzmê ye. Herwiha xwekêmdîtin, meyl bi netewa serdest, bêbawerî bi xwe û qeyrana nasname di nava gelên din de belav dikin. Kesên ku nasyonalîzmê belav dikin, ji aliyê zanayan, dîroknivîsan, zanayên olî û civaka serdest (dewletî) tên destekirin. Di bin şert û mercên hakim ên li Îranê û etmosfera fetisandinê, beşek ji roşinbîran rakêşê saziyên pergalê hakim bûne an jî di dijwariya pirsgirêkên hundirîn hewl didin parê xwe ji desthilatê diyar bikin.