Kêliyek ji Dîroka Agir

27 Cotmeh 2017 În

Li wir ji aliyekî ve dengê dewletê yê ?mezin? û hemû ?sembolên? wê hebûn. Ji aliyê din ve dengê kesekî ku bi tiştekî nedihat hesibandin; lê dengê hemû mirovahiyê bû, dengê hemû ...








MUZAFER AYATA

Dîroka Zindana Amedê tê zanîn, kêm be jî ji gelek aliyan ve hatiye ziman. Lê di vir de ez dixwazim keliyeke ji vê dîrokê vebibêjim. Piştî ewqas tundî û zilma li Zindana Amedê, dema ku êdî îtîraf û lixwemikurhatin li ser me ferz kirin, hemû heval gihîştibûn wê qenaetê ku em çalakiyeke mezin bidin destpêkirin. Lê me digot, bila doz dest pê bikin, em parastina partiyê li dadgehan bikin, piştre bikevin rojiya mirinê. Di vê navberê de Heval Mazlum û Çaran çalakî pêk anîn. Her çiqas ji aliyê hestan ve me nidikaribû giraniya van şehadetan rabikira jî van çalakiyan peyameke vekirî dabû her kesî; divê êdî çalakiyên teqez bihatana kirin. Jixwe dijmin jî zêdetir bê perwa bûbû. Bi tirsa ku ketiye nava dilê wan êrîş dikirin. Dizanîn ku dê teqînek çêbibe.

Li ser vê êdî me jî dadgeh, parastin hemû dan aliyekî, em li firsendeke digerîn ku çalakiyê îlan bikin. Ew firsend di roja ku Koma Rihayê derdiket dadgehê, derket. Berî wî jî heval Hayrî ceribandinek kiribû. Lê nebibû. Heval Kemal biryarek girtibû. Digot; di vê zindanê de kesê ku berxwedanê bide destpêkirin, ne ez im. Lewre min ew mafê xwe winda kir. Lewre rojiya mirinê ya ewil ku me di çil û sê rojan de berda, serkeftî nebû; ew yek jî heval Kemal hezm nekir. Ji bo wê digot; ez nabim kesê yekemîn, lê kî dest pê dike bila bike, ez kesê duyemîn bim. Êdî bi awayekî xwezayî çavên her kesî li heval Hayrî bû.

Komeke pir biçûk, agahiya xwe bi çalakiyê hebû lê gelek kes di bendewariyê de bûn û dizanîn ku dê çalakiyek pêk were. Şêwazê çalakiyê jî her kesî texmîn dikir, lewre tenê tiştek li ser te ferz dikirin; ew jî mirin bû. Tenê giyaneke te di destên te de maye, li ser wê jî îşkence dikin, dixwazin bi wê, te bixin. Lê ger tu dixwazî bi rûmetî navê xwe ji dîrokê re bihêlê, divê tu wî giyanê jî biavêjî ser wan; tu bibêjî, ?vaye were beden, lê ruhê min ê min e.? Li ser vê esasê em hatin roja 14?ê Tîrmehê.

Roja dadgehê, yekî îtîrafkar rabû û axifî; li hemberî wî heval Hayrî destê xwe rakir ku biaxife, lê dadger nehişt biaxife. Heval Hayrî jî israr nekir. Lê dadgeran jî êdî em nas dikirin. Ûslub û nêzikatiyên me dizanîn. Jixwe di dosyayên me de tonek agahî hebûn. Ji bo vê yekê li hemberî heval Hayrî wan bi rêz tevdigerîn. Aliyê din ve nerehetbûnek jî hebû. Ew ditirsîn.

Bi vî awayî dadgehê du saetan berdewam kir. Ew şexsê îtîrafkar dîsa rabû axifî, li ser vê yekê heval Hayrî dîsa destê xwe rakir, dadger nihêjî ku dîmenekî xweş dernakeve mafê axaftinê da heval Hayrî. Heval Hayrî çû kûrsiyê. Jixwe ew salona dadgehê ji bo doza PKK'ê, bi taybetî çêkiribûn. Hejmara me ji pêncsed hevalî zêdetir bû. Lê wê rojê tenê Koma Rihayê derxistibûn dadgehê. Ji bo wê salon mezin bû. Gelek kes tê de hebûn.

Heval Hayrî li kûrsiyê got; Rewşa zindanê ne baş e, hûn jî dizanin, me pir caran anî ziman jî. Mirovan jiyana xwe dest da, cenaze derketin; lê guhartinek nabe. Em ji bo dozeke li vir tên dadgeh kirin, lê hûn firsenda ku em xwe biparêzin jî nadin me. Li vir em nikarin fikrên xwe û doza xwe biparêzin. Ji aliyekî ve ew şert û mercên xirab ên zindanê hene, ji aliyekî ve jî ew mafê me yê parastinê ji destê me hatiye girtin. Di vê ortamê de tu mahneya jiyana me jî namîne. Ji bo vê bi armanca protestokirina vê rewşê, ez dest bi rojiya mirinê dikim.?

Wisa kin axifî û rewş diyar kir, jixwe zimanê heval Hayrî pir xwezayî bû. Mirov fêm nedikir ku axaftineke birdozî ji mirov re dike, pir xwezayî bû û pratîk zekaya wî jî pir pêş ketibû. Serê wî, li ser rêxistin û hevalan bû. Mesela di zindanê de tiştê ku herî zêde zora wî diçû; digot; ?me ji zarokên wê welatî, yên herî baş kom kirin û tevli vê têkoşînê kirin, lê niha ber çavên me îşkence dibînin û em jî nikarin tiştekî bikin.? Ew pê re pir giran dihat. Ji bo xwe na, lê ji bo hevalan li ber xwe diket.

Piştî ku heval Hayrî wisa ew axaftina kurt kir, jixwe her tişt hat fêmkirin. Hakîm ket navberê û wiha got; Em ê weke şandeya dadgehê ji berpirsyarên zindanê re binivisînin da ku şert û mercên zindanê baş bikin ku hûn jî bikaribin xwe biparêzin lê nekeve rojiya mirinê. Heval Hayrî jî wiha got: ?Ger hûn wê bikin, şert û merc baş bibin, ez ê li ser navê hevalan memnûn bibim, lê baweriya min pir nemaye. Ez biryara xwe naguherînim û ez ê bikevim rojiya mirinê. Her wiha ez dixwazim çend tiştên din jî lê zêde bikim, lewre careke din fersenda axaftinê bi destên min nakeve. Li gorî dîtin û zanebûna min, yên ku dixwazin li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê têkoşînê bimeşînin, divê bi şerê çekdarî yê gel têkoşînê bimeşînin.? Tabî heval Hayrî hevalekî kûr bû, tenê wisa propagandayeke seranser nedikir. Ciwan bû û qapasîteyeke wî ya aqil hebû. Wehşet û terora dewletê jî dît, hê tevger jî lewaz e, gel bêxwedî maye, hevalên din hemû derketine derveyî welat. Ji bo vê yekê, li gorî nêrîna wî divê li hemberî vê rewşê bibe bersiv lê çareyek tune ye. Lewre dike bikeve çalakiyê û bimre, ji bo vê xwe kêm dibîne. Dibêje; ?divê me zêdetir bikira, lê em nikarin.? Wisa difikire. Ji bo wê got; ger ez bimirim; li ser qebra min, bila ji gelê xwe re deyndar çû, bê nivîsandin. Bêyî canê xwe tiştekî ku bide nemaye. Di dema herî krîtîk ku tu kes nikare bike de, wê dike; lê hê jî xwe deyndar dibîne.

Pêwîstiyeke dîrokî bû piştî vê axaftinê, heval Hayrî çû û cihê xwe rûnişt. Lê atmosferê dadgehê hat guhertin. Demeke kin bû lê hemû heval weke ku dengê dîrokê guhdarî bikin, guh didanê. Leşker li wir in, nûnerên dewletê li wir in, lê êdî kes guh nade wan. Weke ku cîhan sekiniye û hemû malûqat ketine secdeyê. Ortameke wisa manewî çêbûbû. Lewre her kesî dizanî ku pêwîst e derketineke wisa çêbe. Hem pêwîstiyeke dîrokî bû, hem jî manewiyeteke giran bû.

Li wir ji aliyekî ve dengê dewletê yê mezin û hemû sembolên wê hebûn. Ji aliyê din ve dengê kesekî ku bi tiştekî nedihat hesibandin; lê dengê hemû mirovahiyê bû, dengê hemû berxwedanên dîrokî bû, dihat. Bindestên cîhanê serî radikirin û digot, ?em jî hene, ew dîroka we ne dîrokeke ebedî ye. Di şexsê dadger de, te digot qey ew hêza îlahî ya dewletê diheliya û tûne dibû. Lê aliyê mirovahiyê mezin dibû. Di wê keliyê de, tu van tiştan hemûyan dikarî hîs bikî. Bêguman tu kes nikare wan hestan bêkêmasî bîne ziman. Tiştê ku li wir dihat jiyîn û derbasî dîrokê dibû, ne tiştekî hêsan bû. Jixwe di demên pêş de hinek hat fêmkirin. Vê kêliyê hemû dîroka PKK?ê, hemû dîroka kurd û tirkan tesîr kir. Îro jî bi awayekî din berdewam dike.

Pişt re heval Kemal destê xwe rakir, dadger got, Kemal, tuyê bibêji çi Dê tu jî bibêje. Di dengê wî de êdî radestbûneke xwe dida der. Tevizîbûn, nedikarî êdî mûdaxaleyekê bike. Heval Kemal di cihê xwe de dest bi axaftinê kir, neçû kursiyê jî. Got, ez zêde neaxifim, ez tevli hemû gotinên heval Xeyrî dibim, ez beşdarî rojiya mirinê jî dibim. Lê divê ez tiştekî jî lê zêde bikim, divê di serî de em bimirana. Wî jî bi kurtasî wisa got.

Tabî heval Kemal gotibû, ez ê bibim kesê dûyemîn. Ji bo wê rêya heval Xeyrî dipa, pişt re axifî. Ji ber ku Çaran xwe şewitandibû, digot, ?divê di serî de em bimirana. Milîtaniyeke wî wisa hebû, ji her aliyî ve pêşeng bû, di jiyanê de her bi moral bû, bi coş bû. Li gorî wî divê di mirinê de jî pêşengî bikira. Ji ber vê ew şehadeta hevalan pê re giran hat, hezm nekir. Pişt re heval Elî Çîçek destê xwe rakir. Hevalê herî ciwan ew bû, ez ne şaş bim ketibû bîst û duduyan. Jixwe benda mafdayina dadger nesekinî û çû kursiyê. Got, heta niha PKKê xeta berxwedanê da pêşiya me, ew fêrî me kir, lê em layiq nebûn. Îro pê ve jî, ez naxwazim zêdetir sûcdar bibim, êz ê wê xetê temsîl bikim û tevli rojiya mirinê bibim. Yanî weke ku rexnedayina xwe bide, diaxifî. Çalakiyên kiribûn jî girtin ser xwe, da ku kesî din ji ber wê cezayê negire. Pişt re çû li cihê xwe rûnişt. Pişt re Fuat, Bedredîn û Elî Kiliç tev lê bûn. Tabî ew heval êdî di cihê xwe de rabûn û tevlîbûna xwe eşkere kirin. Bi giştî şeş kesan, got ez dest bi rojiya mirinê dikim.

Tabî bi vî awayî danişîna dadgehê qediya, her kes di cihê xwe de pûç bibû, leşkeran nedizanî çi bikin. Di encamê de neçar man ku, me kelepçe bikin û derxin. Em bêdeng anîn zindanê, qet dest li me nadin, bêdeng in. Em hatin ku zebaniyê girtîgeha Amedê Esat Oktay li benda me ye. Çû cem heval Kemal û got, patron, divê vê dorê jî weke berê nebe.? Rojiya mirinê ya çil û sê rojan qest kir. Yanî got, divê vê dorê hûn bimirin, an na weke berê be ez qebûl nakim. Gotinên wî dihatin vê wateyê. Heval Kemal jî got, qet meraq neke, vê dorê dê wisa bibe. Nêrî ku heval, bersivên tund didinê, dev ji me berda û çû.

Dema ku em çûn hucreyê, ji bo ku agahî bide heval Karasu; heval Xeyrî li hesinên hucreyê xist û gazî heval Karasu kir. Dema ku dît heval Karasu li wî guhdarî dike; got, ?Em bi ser ketin Karasu, em bi ser ketin, bi şeş kesan em bi ser ketin. Te digot qey êdî barek ji ser xwe diavêt. Yanî îlana çalakiyê kiribû, an na bêyî dadgehê li tu cihên din, me nedikarî dengê xwe bidin bihîstin. Lewra em di hucreyan de bûn û têkiliya me bi tu kesî re tune bû. Hem li zindanê û hem li derve çalakî hatibû bihîstin. Sibê hevalên ku ketine rojiya mirinê birin hucreyên din, wê rojê heval Fuat Kav û Akîf Yilmaz jî tevlê bûn, lewra ew nehatibûn dadgehê. Heval Karasu got, ez ê jî bêm, lê heval Xeyrî got, ecele nekin, bila hinek navber bikevê. Jixwe piştî çend rojan ew jî çû. Pişt re hinekên din tevlê bûn. Lê pergala zindanê nedihat guhertin; li koxuşa 35?emîn, cihê ku em lê dimînin hinek tişt sist kirin, lê cihên din ên zindanê her tişt berdewam dikir. Em jî li benda dadgehan bûn ku li wir tevlêbûna xwe îlan bikin, lê êdî em dernedixistin dadgehan jî. Êdî em jî tevlê bûn û çûn cem hevalan. Kesî, ji tu kesî re tiştek nedigot, lewra berpirsiyarî pir mezin bû. Divê her hevalekî bi xwe biryar wergirta, bi vîna xwe tevlê bibûya. Lewra dibe ku encamên cuda jî derxista. Mesela Elî Kiliç ket, nikarî heta dawiyê bibe; ew derxistin hoperloyê û hemberî me propagandaya reşkirinê dan meşandin. Kirin rewşeke xirab. Ji bo vê her kesî bi serê xwe û bi îradeya xwe biryar werdigirt.

Heval Kemal got, Me bi şeş kesan destpêkir, em îro bûne şanzdeh û sibê em ê bibin milyonBi vî rengî coşa wî her zêde bibûHer wiha me agahiyên di destê xwe de didan wan, carekê gardiyanekî got, di navbera xwe de neaxifin. Heval Kemal got, ?êdem azad in, kes nikare me bêdenbike?. Yanî di wan hucreyan de tenê me dikarî, biaxifin; lê heval Kemal ev yek weke azadiyeke mezin didît. Lê ji ber ku ew pir bi kelecen bû, her tişt pozîtîf dinirxand. Jixwe berê jî du caran hatibû girtin û fîrar kiribû. Digot, ez ê ji vê zindanê jî derkevim, li ser linga ne be jî, ez ê bi awayekî derkevim. Heval hemû wisa bi kelecanî bûn; hinekan helbest dixwendin, hinekan sohbet dikir, hinekan stran digotin. Herî dawî heval Kemal çavê xwe winda kir. Dema ku heval Kemal birin nexweşxanê, gazî me kir û got ?min dibin.? Piştre Fuat û Xeyrî birin. Jixwe doşek jî nedabûn heval Xeyrî, li ser ew kevirê hişk radiza. Wî tişt ji dijmin nexwest, li ser wan kevirên ku hestiyên mirov di canê mirov de diçin, dima. Dema ku ew birin, heval Xeyrî got, ?hemû girtîgeh neketiye çalakiyê, ji bo vê dibe ku ji bo hemû girtîgehê tiştekî nekin, tenê ji bo hucreyan, an jî koxûşa 35 an dibe ku hin tiştan sist bikin. Lê got, ?ger piştî me îşkenceyê bisekinînin û mafê parastinê bidin, hûn dikarin dev ji çalakiyê berdin.? Lewra bawer kiribûn ku tenê piştî mirina wan îradeya dijmin dikare were rewşa şikandinê.

Piştî çend rojan gazî me kirin û gotin, em ê şertên devjêberdanê nîqaş bikin. Heval Karasu, heval Xeyrî gotibûn; dema ku di hemû girtîgehê de îşkence rakirin û mafê parastinê jî serbest kirin, em ê biryara devjêberdanê wergirin. Wê demê em fêr bûn ku heval Kemal, Xeyrî, Elî û Akîf şehîd ketine. Heval Karasu û Fuat jî di navberê de bûn, hê ne diyar bû ku wê rizgar bibin, an na. Di dawiyê de me dev ji çalakiyê berda. Piştî hefteyekê em anîn girtîgehê; dema em hatin girtîgehê me dît ku Esat Oktay tune, ew ji wir biribûn. Nîşaneya herî berbiçav ya guhertinê, ew bû. Lewra ew parçeyê planekê bû, xetek temsîl dikir. Bi îşkence û zilmê radestgirtin ferz dikir. Lê çûyina wî îflasa wê konseptê bû. Êdî îşkence û îtiraf dabûn sekinandin. Pergala zindanê hatibû guhertin. Li Tirkiye, li hemberî generalan û dewletê, tu kesî nedikarî serî rakira. Lê di zindana Amedê de îsyanek teqiya û hê jî berdewam dike. Donzdehê Îlonê vala derket, têk çû. Hemû zindan hatin, merheleyeke din; gotin ew hevalên ku pêşeng û zane bûn, jiyana xwe dan ku li zindanan îşkence bisekine, lê em bêdeng temaşe dikin, dê heta ku ew rewş berdewam bike. Yanî dîtin ku di wan şertan de jî, mirov dikare serî netewîne, li ber xwe bide û rihê xwe teslîmî dijmin neke. Yanî vê çalakiyê û wan şehadetan her kes hejand. Dijmin jî dît ku pêşeng û berxwedêrên vî gelî, li ber zilma wan serî natewînin. Her wiha encamên vê kêliya ji dîroka agir, hê jî tên nîqaşkirin û dê werin nîqaşkirin jî. Jixwe asta têkoşîna PKK?ê ku îro gihêştiyê û berhemên ku dide, encamên herî şênber in. Tiştê ku em lê zêde bikin tenê ew e ku her ku diçe, dîrok me zêdetir nêzî heqîqeta 14'ê Tirmehê dike û zêdetir me serwext dike.