Pirsgirêka Jinê Ne Biyolojîk e, Civakî Ye

28 Cotmeh 2017 Şemî

Di bin mêjiyê me û fikrê me de hin tişt hene, ger em di wir de guhertin, veguhertin çênekin; têgihiştinên nû çênekin, em ...








Derdorek ne femînîst û ne jin jî wiha digire dest; (di civakê de jî zêhniyeteke wisa heye, herî zêde jî ji zayendperestiya civakî bingeha xwe digire) Dibêjin pirsgirêka jinê; ne pirsgirêkeke civakî ye, pisrgirekeke biyolojîk e. Yanî çawa? Fîzîka jin û mêr ji hev cûda ye, ji ber wê ew pirsgirêkên ku jin jiyan dike jî xwezayî ne, yanî ji ber vê jin kole ye. Tê wê maneyê. Xwezaya jin û mêr wisa hatiye çêkirin, ji ber wê jî mêr, ji jinê xurtir e. Biyolojiya mêr ji ya jinê xurtir e, bi hêztir e. Ji ber wê jî ew pirsgirêkeke biyolojîk e. Yên herî zêde ev pirsgirêka heyî weke pirsgirêka biyolojîk digirin dest, yên xwedî feraseta zayendperestiya civakî ne.

Niha ew feraset bingeha xwe ji ku digire, weke tespît em ê vekin. Niha di civakê de tiştên wisa jî hene. Vê zêhniyetê bandora xwe li ser civaka Kurdîstanê jî kiriye, hê jî heye. Yanî biyolojî û fîzyolojiya jinê wisa ye, ji ber wê karê wê jî ew e. Li pirsgirêka jin û civakê wisa dinêrin, yanî ew hemû mêzekirinên pirsgirêkê ne. Serokatî li hemberî vê jî, hevalan di paraznameyan de teqez xwendine, got pirsgirêka jinê ne biyolojîk e, pirsgirêka jinê civakî ye, sosyolojîk e. Ji bo wê, Serokatî perspektîfa jineolojî da. Pirsgirêka jin ne biyolojî ye, civakî ye. Ji bo wê, jî nêzikbûna me ya di vê mijarê de jî cûda ye, zelal dibe û dertê holê. Di heman demê de ew nêzikbûn, bi nakokî xwe rêxistin dikin. Di nava civakê de ew nêzikbûn xwe rêxistin dikin, xwe diyar dikin û bingeha xwe didin avakirin. Mêzekirinekê datînin holê.

Bi rastî jî mirov li xweza û civakê dinêre, zayend (cîns) heye, cûr bi cûr zayend hene. Mesela di civakê de zayenda jin û mêr heye, di xwezayê de mê û ner heye, cûr bi cûr zayend hene. Lê belê za-yendperestî hatiye avakirin (înşa kirin), hatiye îcat kirin. Em niha dikarin mûdaxaleyeke vê zêhniyete bikin, lê em nikarin mûdaxaleyê zayendekê bikin. Mînak jin weke zayendekê heye, em nikarin bibêjin di gerdûn û xwezayê de ew zayend tune. Wisa dibe înkar, dibe guhertin, wisa nabe. Ji bo mêr jî em nikarin bibêjin hebûna mêr tune. Ew di xweza û gerdûn bi xwe de heye. Dibe ku hevalan di waneya civaka xwezayî de jî dîtibin, weke hebûn di xwezayê de zayendên cûda hene. Ew hebûn hene, lê belê zayendperestî, xwe li dora zayendekî rêxistinkirin e, îcatkirin e, xwe bi zêhniyetkirin e, feraset e. Êdî wisa xwe derxistye holê. Mînak li ser zêhniyeta deshilatiya mêr fikrekê, nêzikbûnekê xwe derxistiye holê. Zêhniyet ji bo hebûna civak pir girîng e, ji ber wê Serokatî pir li ser disekine.

Tu kîjan zêhniyetê pêş bixê, civak bi ser wê xwe ava dike. Di bingeha xwe de du zêhniyet in; yek zêhniyeta civaka xwezayî, ya diduyan jî zêhniyeta zayendperestiya civakî ku em îro weke modernîteya kapîtalîst digirin dest e. Ew zêhniyeta zayendperestî, an jî zayendperestiya civakî xwe wisa ava kiriye. Li dora zêhniyeta mêr, li dora hebûna mêr xwe yekemîn dîtin, xwe kirde dîtin û li gora vê civak rêxistinkirin, an jî xistina bin bandora xwe. Xwe wisa rêxistin kiriye ku nîvî civakê zêdetir, heta ji sedî nodî civakê di bin vê zêhniyetê de ha-tiye meşandin.

Em dikarin bibêjin ku, di serî de jin, di nava civakê de yên ku ew zêhniyet nepejirandine jî pir in, lê pêk anîne. Li hemberî ew zêhniyeta zayendperest, mêr jî di nav de gelek derdoran têkoşîn daye, şer kiriye, pevçûn û berxwedan çêbûye, lê ya ku li ser civakê xwe serdest kiriye, xwe bandor kiriye li derdora mertiyê zêhniyeta zayendperesti-ya civakî ye.  Ji bo vê jî navê xwe ji wir girtiye, zayendperestiya civakî. Bi kurdî weke têgeh dibe zayendperestiya civakî, hevalan digotin ew têgeh tam cih nagire, ji bo wê em jî carina bi guman nêz dibin. Yanî li dora vê ferasetê civak tê rêxistinkirin. Tabî ew nêzikatiya zayendpe-rest êdî ferqek derxist holê. Ew zayendperestiya civakî çawa penc hezar sal xwe rêxistin kir û Modelekê wisa derxist holê, ez bawer im di waneyên din de hûn bi berfirehî bi ser sekinîne. Êdî hemû der-dorên civakê xwe da bawerkirin. Yên bawer nekirin jî serî tewandin, an jî bêdeng man, bê hêz man. Ew qes xwe bi bandor kir. Vê zêhniyetê xwe xist şûna xwedayan, xwe xist şûna qralan, yanî xwe xist şûna hemû tiştên ku xwe pê civakê bide qebûlkirin. Yanî wisa zû bi zû civakê jî ew zêhniyet qebûl nekir. Li dijî vê têkoşîn jî tên kirin. Tabî ew têgehên ku xwe bi civak kirine, divê mirov baldar ser bisekine. Yanî her têgehên ku dertên, îcatên ku pêş dikevin, li ser civakê bandoreke dike. Bi taybetî di roja me îro de îcatên ku derdikevin di keliyê de li ser civakê bandor dike, têgêhên derdikevin jî li ser civakê bandor dikin.

Mesela Serokatî di paraznameya pencemîn de pir bal dikişîne ser û bi têgehan dest pê dike. Têgehên ku ji despêka vê pergalê û pê ve hatine danîn, Serokatî hemûyan berovajî dike. Lewra rastiya van têgehan ne wisa ye. Mesela civak, jin, netew çawa hatine pênasekirin. Zêhniyeta zayendperest,  ew li gorî zêhniyeta xwe, li gorî paradîgmaya xwe pênasekirin e. Paradîgmaya wî çi ye? Paradîgmaya zayendperest, serdest, deshilatdar, li ser civakê tahakûm danîn e. Li gorî vê tahakûmê jî têgehên xwe, algiyên xwe di mêjî de çêdike.  Dema ku yek fikrekê datîne holê, têgeh û teoriyên wî çêdike. Di mêjî de ferasetekê, fêmkirinekê dide çêkirin, ji bo Serokatî xwest di serî de di algiyên me de guhertin çêbike. Ji bo ku em bikaribin pergala xwe ava bikin, pêwîst e em di serî de paradîgmaya xwe fêm bikin, lêwra mêjiyê me li ser algiyên cûda hatiye dagirtin. Mêjiyê me li ser hinek fêmkirin, têgihiştineke û nêrînên cûda hatiye dagirtin. Ger em li ser van tegêhan, algiyan em bêjin hinek tişt bigirin bidin ser, ne gengaz e, dê wî birizîne. Di bin mêjiyê me û fikrê me de hin tişt hene, ger em di wir de guhertin, veguhertin çênekin; têgihiştinên nû çênekin, em tiştên nû bidin ser ew tiştên kevn, ku gelek caran em wisa dikin, ew tiştên nû te girtiye jî wê xirab bibe. Serokatî ji bo ku mêjiyê me de guhertin bê çêkirin, fêmkirina paradîgmayê rast bide çêkirin di kûram û têgehan de, rastiya ku di paradîgmayê de çêkiriye datîne holê. Yanî tiştê ku em rast fêm bikin, guhertinên ku tên çêkirin, çarpitmayên ku hatine kirin, tiştên ku rast in, hemûyan pênase dike. Cewher ew e û li ser vê di têgihiştinên me de guhertinan çêdike. Ji bo vê têgeh girîng in.

Li hemberî zayendperestiya civakî jî pêwîst e fêmkirina me di vê astê de derkeve holê. An na ya din wê bibe pênaseyeke jiberkirî, em ê bibêjin hebe jî dibe nabe jî dibe, wê mêzekirina me wisa bibe. Ew jî nêzikbûneka erzan e, bi erzanî nêzikbûna fikir jî nêzikbûna modernîteya kapîtalîst e. Her tiştî erzan dinêre; jiyan, mirin, fikir, civak û hwd. erzan in. Ji bo modernîteya kapîtalîst wateya wî penc daqîqa ye, piştî wî tiştekî din derdixe. Ji ber wî jî divê em erzan nêzî tiştan nebin; bi taybetî li hemberî berxwedan, têkoşîn, hebûn, cewherê heyî erzan nêzik nabe. Ji bo vê divê em algiyên xwe bidin guhertin.








Di meselaya jin de jî di serî de ew tê, mêzekirineke wisa bidin diyar kirin. Wê di me de guhertin bide çêkirin, bawerî bide avakirin. Ji bo vê jî weke li hember tegêha zayendperestî, di paradîgmaya me ya nû de Serokatî li dora jin fikra azadî û wekhevîbûnê derxist holê. Di şexsa azadiya jin de, Serokatî fikra azadiya civakê pênase kir. Ew jî êdî weke têgeha me ye. Ji ber vê jî min di despêkê de jî da diyarkirin; sê çar mijarên paradîgmayê bi hev ve girêdayîne, yeka herî girîng jî mija-ra jin e. Tu van hemûyan rast fêm nekê, tê de guhertin çênekê, tu nikarê paradîgmaya xwe jî bi jiyan bikî. Fikrên ku tu dipejirînê, tu nikarê jiyanî bikî. Ger tu di van nêrîn, mêzekirin, fikir û algiyên xwe de guhertin nedê çêkirin, zelal bûn, kûrbûn nedê çêkirin; fikrê tu nû digrî jî bi jiyan nabe. Pirsgirêkeke me ya cidî ye; çima em tiştên ku digirin jiyan nakin, an jî kêm jiyan dikin? Sedem yek jî ew e. Ji guhertina zêhniyet ve, mijara min da diyarkirin ve pir girêdayî ye,  pêwîst dike em li ser bisekinin.