Encam Bû Berxwedan

29 Cotmeh 2017 Yekşem

Ew hevalên me yên ku yek perçe çerm û hestî mabûn; di rojiya mezin a mirinê de nexwarin û venexwarin, dilêriya mezin nîşan dan ...










Abdullah Ocalan

       Sepandinên hetanî 1985?an di refên rizgariya netewî de û pêhtir derveyî me û di hundirê me de weke teşeyeke provakatîf rengê xwe dide. Di nava me de rasterast rewşa pêşvebirina provakasyonan a bi bikaranîna navê partî ya ji aliye MÎT ê ve, di zindanê de derdikeve holê. Di wê derê de dest pê dike. Û di bin pêşengtiya Şahîn Yildirim de dest pê dike. Milê wî yê derve Semîr-Seher îdare dikin û bi berxwedana mezin a hevalan ve, bi hewlên me yên wergir ên ji sala 1983?an ên li Ewrûpayê ve hate eşkerekirin û her ku çû bêbandor hate hiştin. Lê tenê ferqa di vê derê de ev e: berê li gel ku MÎT ê bi giştî li derveyî me û di nava refên rizgariya netewî de bi zindî hiştina xêtên nîjadperest û şovenîzma civakî ve dixwest di bin hindek navên cuda de birêve birineke pratikî bû, ya ku di zindana Amedê de hatiye pêşkeşkirin û dihat xwastin li Ewrûpayê were domandin cewaztir e.

Ji 1987?an û pê ve di qada Rojhilatanavîn de jî hate kirin. Lê li vê derê wêrekiya pêkanîna eşkere raber nekirin. Ji bo ku PKK di zindanê de biqedînin girtin hundir. Ma dê çawa were qedandin? Weke tu tê zanîn hevkar hatine diyarkirin, radest bûne, hatine kirîn û bi şêweyekê ve bi xwe ve dane girêdanê. Van tiştan bi giştî hevalên zindanê baş dizanin. Ez bawerim li ser binke bi şêweyeke xurt serdest bûne. Wateya ew berxwedana Mazlum hindekî jî ji bo pêşgirtina vê fetisînê bû. Ez bibêjim ger pêşveçûn ewqas bi aliyekî xirab ve ye û xiyanet hetanî qirikê hatiye, êdî karê ku were kirin, pêşkeşkirina çalakiya dawiyê ye û ya ku hatiye pêşkeşkirin jî ev e. 

Mîsoger li dij vê sepandinê ye. Çewisîn heye, lê aliyê din jî rewşa bi ser de çûyîna xiyanetê heye. Mînaka bi canê xwe xwedîderketina li partiya raber dikin û bi ser dikevin. Di pêvajoya dawiyê de, vê yekê Kemal û Xeyrî ew raber dikin, Ferhat ew didomînin. Lê divê haya wan jê hebe, rasterast li dijber dijmin e. Yanî li ber çavan li dij îşkenceyên KT û li dij binpêkirina şanaziya (onur, gurûr) mirovan e, lê di cewherê xwe de ger ev yek neyê kirin dê xiyanet her tiştî damale û bibe.

    Di nameyên xwe de diyar dikin, ?gav bi gav bi ser me ve tên? ?dixwazin me bikişînin xiyanetê. Weke din tu bijarteke me ya parastina partiyê nîne.? û di heman demê de kesên ku dibêjin ?werin em nermtir bin? hene û nêzîkatiyên ku dixwazin PKKê di xeteke nerm de bigrin hetanî roja îro jî didomînin. Wê demê ev yek tê sepandin: bi navê PKKê, PKK?yiyên ku bi navê PKK ya nerm radest bûne û bi karanîna PKK?yiyên xiyanet kirine ji PKKê tol wergirtin.

Semîr ev daxuyanî dida: ?di 1973 de çawa bingehê vê rexistinê hate avêtin? Divê em wê tespît bikin û li ku derê zaye em li wê derê erdê veqelêşin û wê bixine hundir. Ji bo mirovatiyê divê em vê dernexin rûyê rojê.? Wisa bersivdayîna wî ya ji derketina PKKê re, me di nivîsên wî yên têkildar de xwendibûn.

Reş reş dihizirin. Digot ?esas?, Dêrsim hemû kemalîst e. Digot ?di Dêrsimê de tu kesî ku ji xwe re bibêje ez Kurd im nîne. Tirkiya herî xalis em diaxivin.? Ev yek di pareznameya Yildirim de heye. Piştre ?yekîtiya kemalîstên ciwan? li ser vê bingehê hatibû damezrandin. Xwastin bi wî navî xwe binav bikin. Digot, ?destpêkê gotin çepgirî, piştre meseleya milî û herî dawiyê jî gotin PKK.? Wan xwest li Dêrsimê encam bigrin. Ev yek tê fêmkirin.

Tişta ku ez dixwazim bibêjim, zilaman teorîsyeniya pirsa ?dijminahiya can a ev rêxistina li dij kemalîzmê derketiye çawa tê kirin? dikirin. Lê destpêkê veşartî û sexte û piştre jî eşkere kirin. Di encam de weke ku tê zanîn bi bihayê xwîna hevalên nirxdar tekoşîn hate pêşvexistin. Divê şehît ketina hevalên hêja baş were bibîranîn. Divê dîroka tekoşînê baş were hînbûn. Divê mirov xiyanetê û provakasyonê baş hîn bibe. Ya girîng nêrîna cîhanê ya li paş wî ye. Hêza beralîkirina wî ye. Çend torîk di vê mijarê de bûne maşa zêde girîng nîne û wê berxwedanê da biserxistin.

Zilam dikarî bi ser bikeve û di salên 1982?an de PKK ê tune bike. Biryar bi xwe ew bû. Zîndan hatiye tunekirin û ji zîndana Amedê nûçeyên ji hezar kesî zêdetir berbi li xwe mukirhatinê ve diçin, ji me re tên. Jixwe piştî berxwedana Mazlum wan berxwedana Kemal û Xeyrî wan jî ji bo rawestandina vê leneta mezin e. Jixwe Kemal dibêje, dîsa şehîd Ferhat ew hene dibêjin, ?ji bo rawestandinê derveyî xwe şewitandinê weke din tu çareya me nîne.? Mazlum dibêje, ?di Newrozê de wisa xwe gihandina şehadetê wêdetir tu çareyên me nîne.? Yên din jî dibêjin, ?derveyî rojiya mirinê çareya me nîne.?

Di dîroka Kurdistanê de herhal yek ji mînakên herî şandar, herî nirxdar û herî şanaz di zindana Amedê de hate biserxistin. Ne li cîhanê, ne li Tirkiyê tu kesên ku rojiya mirinê bi qandî me demdirêj pêkanîne nînin. Çalakiya xwe şewitandinê jî ewqas çalakiyeke mezin e. Ez bawerim di cîhanê de bi şêwazê çalakiyeke wisa ya xwe şewitandinê ve rawestandina zilmê nehatiye biserxistin. Li dij xiyaneta ku di PKKê de derketiye holê û li dij dijminê ku dixwaze vê yekê xwedî bike wisa li hember derketineke van çalakiyan heye.

Ya di zindanê de dibe çi ye? 

Ew di hundir de berxwedana PKKê ye. Dibêjin, ?jixwe ev pêncî sal in cara yekem derdikevin emê wan bifetisînin. Dê erd veqelêşe û dê bikevin hundirê axê. Emê serê wan beton bikin. Ev deraz dê ji nû ve were sererastkirin.? Encam bû tekoşîneke mezin. 

Ew hevalên me yên ku yek perçe çerm û hestî mabûn; di rojiya mezin a mirinê de nexwarin û venexwarin, dilêriya mezin nîşan dan û berxwedaneke ku di nava dîrokê de mirov rastê hempayê wê nabe raber kirin. Di aliyê din de jî me nihêrt ku, tê gotin, ?mafên mirov, mafên xwarin û vexwarinê.?? Di hundirê zindanan de ji me jî pirtir gumrehiya jiyanê çêbûye. Rêhevalan ji bo rûmeta partiye xwe anîn rewşa çerm û hestî. Me cendekê Kemal Pîr dît, dibê qey xwe dane ziwakirin. Hinek jî, ji bo hindek xwarina zêde, qaşo ji bo hindek zêde mafê mirovan, dixwazî tevahî partiyê bikşinî bin xizmeta xwe.

Hindek halantêderên din jî derketin. Azadiya jiyaneke bêsînor diçespandin. Ma di cîhanê de ev gengaz e? Ma dijmin dikare vî mafî bide? Ger ku bide, ev ne xapandin e? Ma di zindanê de mirov dikare evînê bije? Tu esîr î. Belkî canê min jî bixwaze, lê ev ketîbûnî ye. Ma ya rast, li ser çarenûsa netew, li ser çarenûsa berxwedanê, li ser çarenûsa şer hizirandin nîn e? Ji dijminê ku hewqas tişt bi te kiriye re, ya rast ne ew e ku tu jî hinek tiştan pê bikî? Ger ku pêşketineke berevajî çêbe, wê ev bibe averiyeke mezin, hem jî li ser navê evînê wê bibe averiyeke mezin. Nameyên bi azwerî nivîsandine. Tê gotin, ?ez wisa ji te hez dikim, wisa te hembêz dikim?? û hwd. Temam hez bike û hembêz bike, lê hindek riyên vê yên rasteqînî jî birame. Ev çawa gengaz e?

Me hewl da ku em vê bi bî bixin. Me nihêrt ku, li hember me berxwedanên mezin hene; hê jî ji ber vê yekê rûniştin heye. Wê di nava pergalê de birûnên, wê li Ewrûpa birûnên. Wê bi gora xwe evînekê bijîn. Bila li serê xwe bixin, vê evîn û hesta ku asta netew diqedîne...

Yanî ez tînim ku derê? Di xwiyangê de hesteke kesanî ya sihêl e, lê ku tu binê wê vekolî hêviya gelekî bi erdê ve dike yek. Tê wê wateyê ku têkilî, wisa gelşeke hêsan nîn e. Li hember van çîrokên evîn û hestan min şer veda. Dijminên me zêde dibin, lê parastina welat, parastina partiyê beriya her tiştî tê. Felatkirina mirov jî tenê di vê bingehê de gengaz e.

Di asta netew de dahîrînên mînanî van, dikare bêtir bên pêşxistin. Ji bo min dikarin vê jî bibêjin, ?bi damezraka zewacê ve dileyize.?? Jixwe hin kes dibêjin, ?jinan ji rê derxistiye.?? Ev axaftin pir tê gotin. Wê hê jî bibêjin. Yek car jinan ji rê derxisten çi ye. Ew riya ku we jinan xistiyê, riya kê ye? Ev rê jinan dibe ku derê? Pêwîst e em gotûbêj bikin. Ew riya ku zilam diçespînin dibe ku derê? Riya jina pêvek ji çi re rê vedike? Zarokên ku tînin û mezin dikin, ji dijmin re çawa xizmet dikin? Pêwîst e em vana gotûbêj bikin. Evînên sihêl bi karesateke çawa ve encam digire ango bi xitimandinê kesan çawa zû diqedîne? Pêwîst e em vana gotûbêj bikin. Ez mijarên din jî tabû nabînim. Zayendîtî, ne têgîneke ku bê qedandin, têgîneke ku divê bê pîrozkirin e.

  Ez dixwazim peyvekî jî şaş nekim û gavekî jî şaş navêjim. Evîna Kurd hetanî ku xwe neşewitîne nikare bi ser bixîne.

Va, di pêvajoyên dawî de sê keçên me xwe kirin bombe. Yek Bermal, yek Rojbîn û yek jî Binefş bû. Ev keç keçên evînê ne. Bi hezaran ciwanên Kurdan xwe wisa şewitandin. Çima wisa dibe? Yek; evîna Kurd ji qurmê xwe ve ji nû ve şîn dibe. A duyemîn jî ev hemû bi navê min dibin.

Niha ezê çi bikim? Divê ez pêk bînim ku careka dî Edûlê û Derwêş, Mem û Zîn xwe wisa neşewitînin. Hemû destanên Kurd bi evînê dest pê dikin. Berxwedêriyeke mezin û pişt re jî bêçareyî... Va, destan wisa diafirin. Di van destanan de yekîtî tune ye, şerê Kurdan bi serkeftinî nayê birêvebirin. Xiyanet heye û bêşensiya herî mezin jî dijmin hêzdar e.

Divê Kurd vê fêm bikin. Şêwaza min, meşa min tiştên nû diafirînin. Niha rewşên heyî, ji jandariya kevin xirabtir in. 60 kesan xwe şewitandin, ger min negotiba bisekinin, dê hemû Kurdan xwe bişewitandina. Ez mam û derdora min jî çeper kirine. Va, min her roj ramanên nû, teşeyên jiyana nû afirandin û ez li dijî vê sekinîm.

Rêhevalên Xeyrî û Kemal bi rojiya mirinê ku pêk anîbûn, gihîştin pakrewaniyê. Lê dîsa jî giraniyeke mezin a van pakrewaniyan li ser min heye. Ez hizirîm bi rengê ma nexwe divê ez jî xwe amade bikim ji bo mirineke wisa? Pişt re min got, ji vê re mafê te tune ye, ne dema wê ye û dê tu çawa xwe bidî jiyandin? Pirsgirêk bi kesaniya min ve ne eleqedar e. Ger milyon di dilê te de bin, tebatkirin pir zor e. Tu nikarî jiyana milyonan girê bidî, di şûnewarekî teng de bigrî, dê ew cî ji bo te bibe mahşer.

Pirsgirêk ne ez im, pirsgirêk dîrokek e, pirsgirêk jandariya pêkhatî ye. Dîroka Kurd carake dî rabûye ser piyan û dijmin dixwazin bi hemû hêza xwe ve bi ser de herin. Lê ez bi hişmendî tev geriyam. Min bergirî girtine û di serî de metirsiyên mirinî tune kirine. Va, divê ji bo vê yekê evîn bigihîje serkeftinê. Min vê neqlê jiyanê maf kiriye. Ez destê xwe dirêjî her kesî dikim, lê nikarin. Gel jî xwe dişewitîne. Nexêr, wê demê ez bi tenê me.Min keçikan bi evînê ve rast girê da û min şerê vê da. Heke tu li dijî dijmin bi ser ketî, wê demê evîn a te ye. Ez ji bo evînê xizmetên mezin dikim, ger hun bibine serkeftî evîndar bibin.