Peymana Lozanê

30 Cotmeh 2017 Duşem

Bi vî rengî bi peymana Lozanê Kurdistan parçe bû, lê tam ne weke îro ye. Parçayê Rojava tam zelal nebûye; pişt re dema ku Tirkiye û Fransa bi...








Di navbera mijdara 1922?yan û tirmeha 1923?yan de civînên Lozanê çêdibin. Di van civînan de li ser esasê hevsengî û tevazûnên nû meseleyê çawa hal bikine, nîqaş dikin.

Di vê demê de, sînorên Suriye jî teng dikin; berê heya Gurgum û Rihayê diçûn, lê di encamê de weke niha dimînin. Antakya jî li gorî wê peymanê dikeve nav sînorên Suriye, lê pişt re Tirkiye ca-reke din ew der girt.

Li Iraqê jî, di sala 1921?an de nîqaşeke cîdî çêdibe. Kongreya Kahîrê heye; ji bo naveroka nîqaşên wê girîng e, Serokatî jî bal dikşîne ser. Heya îro tesîra vê kongreyê li ser siyaseta Rojhilata Navîn heye. Di kongreya Kahîrê de, li ser dewleta Iraqê û mesele-ya Mûsilê nîqaş çêdibin. Dewleta Iraqê, tenê ji Baisra û Bexda pêk bê, an Mûsil jî bikeve nav sînorên Iraqê? Vê yekê nîqaş dikin. Mûsil bibe beşeke Iraqê, bikeve nav sînorê Iraqê, ji Tirkiyê re bê berdan, an bibe dewleteke serbixwe? Lewra Mistefa Kemal jî di salên 1921?an de dawaya Mûsilê dike û fermandarekî xwe bi navê Ozdemîr dişîne hêrêma Revanduzê. Ew fermandar bi eşîrên Kurd re têkilî datîne û nîqaş dike, da ku herêma Mûsilê vegerînin ser Tirkiye.

Ji ber vê yekê di vê kongreyê de, li ser qedera Mûsil û Iraqê nîqaş dike. Di vê derê de du nêrînên esasî derdikevin; yek, dixwa-zin Mûsilê bikin dewletekê serbixwe û bi Brîtanya ve girê bidin. Hinek kesên weke Noel, vê nêrînê diparêzin. Nunerê Brîtanya yê wê demê Çerçîl jî vê fikrê diparêze, ji bo berjewendiyên Brîtanya vê yekê rastir dibîne. Lê ji bo parastina berjewendiyên li Hîndîstanê yên Brîtanya, nêrînên cûda jî derdikevin holê. Bala xwe bidinê, li Rojhilata Navîn van dewletên hêgemonîk her navendên xwe yên leşkerî hildibêjêrin û konevaniyên xwe yên Rojhilata Navîn, ji ser wê navendê re dimeşînin. Mesela niha navenda Amerîqa ya li Rojhilata Navîn, Katar e.

Wê demê navenda Brîtanya jî Hîndîstan bû. Hîndîstan, Çîn, Îran, Pakîstan, Iraq, Efganîstan û heya Osmanî ji vê navendê kontrol dikirin. Wê demê nunerên Brîtanya yên Hîndîstan, Bexda û Kahîrê dibêjin, ?bila Mûsil nebe dewleteke serbixwe, bi Iraqê ve bê girêdan baştir e.? Dibêjin, ?ger tenê Bexda û Baisra di nava sînorên Iraqê de bimîne, zêdetirî xelkên van hêrêman Şîa ne, zêdetirî Îranê jî Şîa ye; ger em dewleta Iraqê bi vî rengî çêbikin, dibe ku di demên pêş de ew dewlet bibe beşeke Îranê û bikeve bin çavdêriya Îranê.? Vê yekê ji bo xwe xeterî dibînin, lewra Şîagerî pêş dikeve, Îran xurt dibe û Iraq jî ji destê Brîtanya derdikeve.

Yek jî dibêjin, ?ger Mûsilê bikin dewleteke serbixwe, Kurd nikarin xwe îdare bikin. Di encamê de jî çawa ku herêmên Riha, Dîlok û Gurgumê ji destê Fransa derketin, dê Mûsil jî ji dest me derkeve. Dibe ku sibê Mistefa Kemal van herêman careke dîtir bixe bin destê xwe.? Lewra pêşengê herêmê Şêx Mehmûd bû, ew jî çûye; yên din jî nikarin xwe komî ser hev û din bikin. Ew nêrînek e. Nêrîna duyemîn jî; dixwazin Mûsilê jî tevlî xakên Iraqê bikin û Melîk Faysal bînin û bikin paşayê Iraqê.

Melîk Faysal ji Meke ye û ji malbata Mihemed e, sûnî ye. Dibêjin, ?ji ber ku piraniya Iraqê Şîa ne, dibe ku Faysal qebûl nekin. Lê ji ber ku Kurd û Erebên Mûsilê Sûnî ne, li Iraqê di navbera Şîa û Sûniyan de hevsengî çêdibe.? Dema niha jî em Iraqê mezî dikin, texrîben ji sedî 55 Şîa ne, ji sedî 45 jî Sûnî ne. Dervayî ol û rêolên din, rêjeyeke wisa çêdibe. Hê jî Şîa zêde ne, ger mirov herêma Mûsilê (Başûrê Kurdistanê) jê derbixa, ji sedî 80 dibin Şîa. Lewra Sûnî zêdetir li herêma Mûsilê hene. Dibêjin, ?ger em hev-sengiya Sûnî û Şîayan çêbikin, ji bo rêvebirina Kral Faysal jî baş e, ji bo îdarekirina me jî baş e.?

Yek jî bi herêma Mûsilê dixwazin Faysal jî bikin bin kontrolê. Ger Faysal li hemberî Brîtanya derkeve û ji kontrola wan derbike-ve, dikarin Kurdan li hemberî Faysal derbixin. Lewra Kurd ji mile-tekî cuda ne û nakokiyên wan çêdibin. Bi vî rengî dixwazin hem Kurd, hem jî Erebên Sûnî û Şîa kontrol bikin. Dibêjin, ?bi hin ma-fan, em dikarin Kurdan jî bi xwe ve girê bidin û tesîrê li ser Kurdên parçeyên din jî bikin. Ji ber ku Kurdên Başûrê Kurdistanê, di bin serweriya wan de ne; em hinek maf bidin wan, em dikarin Kurdên parçeyên din jî bi xwe ve girêbidin û dema ku pêwîst kir em li hemberî wan dewletan bi kar bînin.? Di encamê de kesên ku vê nêrînê diparêzin, yên din jî qaneh dikin û Mûsilê tevlî xaqa Iraqê dikin.

Di vê kongreyê de, biryar didin ku Mûsil bikeve ser Iraqê û Faysal jî bikin paşayê Iraqê. Heya wê demê 4-5 mehin ku qraliyeta Iraqê çêbûye, lê hê qralê wê tune. Di wan deman de ji, Mistefa Kemal fermandarên xwe şandine herêmê. Ji bona wê jî weke alternatîf û tevdîr,  biryar didin ku Şêx Mehmûd vegerînin Başûrê Kurdistanê. Biryar didin ku Şêx Mehmûd Berzencî vegerînin, qaneh bikin da ku li hemberî Mistefa Kemal bi hev re tevbigerin. Diçin gel Şêx Mehmûd û pê re dibêjin, ?Mistefa Kemal, dixwaze wîlayeta Mûsilê bixe ser Tirkiyê, em dixwazin te vegerînin û ger tu bi me re hereket bikî, em ê hûkimeta te ya Kurdî jî qebûl bikin.? Diyare şêx Mehmûd jî qebûl dike.

Bi vî rengî di sala 1922?yan de Şêx Mehmûd vedigerînin. Di meha 11?emîn ya 1922?yan de, Şêx Mehmûd hûkimeteke nû çêdi-ke. Hûkimeta Brîtanya îlana hûkimeta Şêx Mehmûd qebûl dike. lê piştî wê hevdîtinên Mistefa Kemal û Brîtanya çêdibin. Piştî mehekê jî Mistefa Kemal, Brîtanya û Fransa li hev dikin. Heya meha sibatê bi hev nakin, di meha sibatê de weke prensîb li hev dikin. Lê tenê di meseleya Mûsilê de bi hev nakin, dibêjin ?em ê komîsyonekê çêbikin, da ku vê mişqûleyê çareser bike.? Ango di kongreya Lo-zanê de, hemû pirsgirekên Tirkiye tên çareserkirin; ew biryarên avakirina Kurdistan û Ermenîstanê hemû tên bîrkirin. Lê tenê meseleya Mûsilê naye çareserkirin.

Xalên peymana Lozanê yên 40, 41 û 42?yan bi mafên çandî ve girêdayî ne. Mafê dewletê yên van qewmên din yên Tirkiye tune ye, lê divê hûkimeta Tirkiye mafên wan yên çandî biparêze. Divê Tirkiye destûr bide ku van gelan li herêmên xwe bi zimanê xwe bixwînin û jiyana xwe îdare bikin. Serokatî got, ?em hin tiştên ku di peymana Lozanê de hatine diyarkirin, qebûl dikin. Divê ew maf bên pêkanîn.? Lewra li gorî peymana Lozanê, divê Tirkiye çand û zimanê van qewm û miletan biparêze. Divê rê bide ku bi zimanê xwe bixwînin û bi zimanê xwe tevlî karên fermî bibin. Divê rê bidin ku rojname û çapemeniya xwe derbixin. Divê destûr bidin ku her miletek li herêma xwe îdareya xwe bike. Lê Tirkiye ew pêk neanîn.

Di dawiya sibatê de peymana Lozanê xilas dibe, lê divê parlamentoyên Tirkiye, Brîtanya û Fransa jî qebûl bikin. Parlemontoya Tirkiye, vê peymanê qebûl nake. Dibêjin ?parlementoya yekemîn ya Tirkiyê, bi îrade ye. Dema peymanê qebûl nakin, di adara 1923?yan de, ew meclîs tê fesihkirin. Meclîseke nû tê avakirin, ew meclîs di avrêla 1923?yan de tê îlankirin.? Dibêjin, ?ew meclîsa nû ji kesên piraniya nêzikî Mistefa Kemal pêk tê, di nava wan de kesên mûhalîf tune.? Jixwe di wê demê de hilbijartin tune, tên ta-yinkirin. Ew parlemento jî bi awayekî fermî di 24?ê Tirmêha 1923?yan de peymana Lozanê qebûl dike.

Tiştê ku di vê demê de mirov balê bikşîne ser; dema ku di meha şibatê de di navbera Mistefa Kemal û Brîtanya de hevkirin çêdibe, di heman demê de arteşa Brîtanya êrîşî Şêx Mehmûd dike. Di 28?ê sibata 1923?yan de êrîşî ser Şêx Mehmûd dikin û cara yekemîn, bi teyareyan bajarên Kurdan dixin. Wê demê navenda hûkimeta şêx Mehmûd Sûleymaniyê ye, bi teyareyan Sûleymaniyê dixin. Hûkimeta Şêx Mehmûd jî bajaran ber didin û li çiyan xwe bi cih dikin û şer berdewam dikin.

Bi vî rengî bi peymana Lozanê Kurdistan parçe bû, lê tam ne weke îro ye. Parçayê Rojava tam zelal nebûye; pişt re dema ku Tirkiye û Fransa bi hev dikin, Tirkiye dev ji Rojavayê Kurdistanê jî ber dide. Di sala 1925?an de, piştî ku serhildana Şêx Seîd hate tepisandin, Mistefa Kemal bi peymana Enkereyê dev ji wîlayeta Mûsilê jî berda. Di 5?ê hazîranê de, di navbera Tirkiye, Iraq û Brîtanya yê de îtîfaqa Enkere çêdibe û Tirkiye dev ji Mûsilê berdi-de. Serokatî di paraznameyan de dibêje, ?Mistefa Kemal bi rewşe-ke wisa ve rû bi rû mabû ku an Mûsil ji dest diçû, an jî Tirkiye ji dest diçû.?

Di peymana Enkereyê de tiştê ku hatiye îmzakirin; dewleta Tirkiye dev ji wîlayeta Mûsilê ber dide û Mûsil dibe beşeke Iraqê. Lê bi şert; şertê yekemîn, divê ji sedî 10 petrolê Mûsilê bidin Tirki-ye. Şertê duyemîn divê Iraq weke dewlet bi giştî bimîne, ger Iraq ne yek parçe be, an jî parçe bibe; divê Mûsilê vegerînin ser Tirkiyê.  Îtîfaqa Iraqê, di sala 2007?an de di navbera Tirkiye, Iraq û Amerîka de careke din hate nûkirin. Beriya ku Erdoxan biçe û Bush bibîne û êrîşî ser me bike, di sala 2007?an de kordîneyeke sê alî (Tirkiye, Iraq û Amerîqa) çêkirin. Soz dan Tirkiye ku Iraq parçe nebe, ger parçe bibe mafê Tirkiye heye ku Mûsilê bigre.

Ew tifaq hem di dîrokê de heye û Cemiyeta Miletan îmza kiri-ye, hem jî hatiye nû kirin. Bi vî rengî ger Iraq parçe bibe, mafê Tirkiye heye ku Mûsilê bigre. Vê yekê hinek weke karekî xirab dibînin. Lê ger bibe, ji bo me baş e. Di sala 1992?yan de, Serokatî got, ?em dewleta Botan û Behdînanê çêdikin.? Turgut Ozal jî di wê demê de daxûyanî da û got, ?em qebûl dikin, ger wisa be em wîlayetê Mûsilê digirin.? Di wê demê de, Sadam lewaz bibû, li Başûrê Kurdistanê jî serhildan çêdibûn. Wê demê Serokatî daxûyanî da û got, ?em kêfxweş dibin, bila wîlayeta Mûsilê bigirin, em alîkariya wan bikin.? Piştî wê bêdeng bûn. Diyare pişt re fikirîne, ger wîlaye-ta Mûsilê bikeve ser Tirkiyê; du parçayên Kurdistanê dibin yek. Ew jî ji bo me baştir e.

Ger îro jî bikin, em kêfxweş dibin. lê hinek hene naxwazin. Di van demên dawî de jî Serokatî di nameyên xwe de digot, ?divê hûn li ser meseleya Mîsakî Mîlî, baş kar bikin.? Ger em baş li ser kar bikin, em dikarin peymana Enkereyê nû bikin û bila Başûrê Kur-distanê jî bikeve ser Tirkiye. Ji bo me ne pirsgirek e. Li Suriye jî heya Helep, Hesekê û Raqayê dikeve ser Tirkiye. Mîsakî Mîlî ew e, ger pêk were sê parçeyên Kurdistanê, careke dîtir dibin yek. Karê me jî rehet dibe. Ya girîng, ew bi peymana Enqereyê ve girêdayî ye, divê em baş li ser kar bikin. 

Bi vî rengî di sala 1926?an de, bi giştî Kurdistan parçe bû. Rojhilatê Kurdistanê, weke xwe ma. Lê Rojavayê Kurdistanê (Kurdistana di bin serweriya Osmanî de), bû sê parçe. Beşek di destê Tirkiye de ma, beşek ket destê Suriye û Fransa, beşek jî ket destê Iraq û Brîtanya.Ji van sînoran re jî dibêjin, sînorên Brûksel. Rêkevtina Brûksel heye, di payiza 1924?an de rêkevtina Brûksel çêbû, di sala 1926?an de jî pêk hat. Êdî ew xet hate diyarkirin. Niha ew xeta ku di navbera Bakûr-Başûr, Bakûr-Rojava û Rojava-Başûr de çêbûye re dibêjin, xeta Brûksel.

. Heya peymana Lozan ku di 24?ê Tirmeha 1923?yan çêbûye, hê dewletek bi navê Tirkiye nehatibû çêkirin. Hê Osmanî û hûkimeta Enqereyê hebû. Navenda Osmanî li Stenbolê bû, li Enkereyê jî meclîsa miletê gel hebû. Di dîroka 29.10.1923?yan de, biyar dan ku dewleta ku ava kirine, bi nav bikin; Komara Tirkiye hate îlan kirin. Êdî her salê di 29?ê Cotmehê de li Tirkiye salvegera avabûna Komarê pîroz dikin.

Piştî ku komar hate avakirin, projeyên hebûn ketin rojevê. He-ya wê demê meclîsa gel hebû, destûra 1921?an ku di çarçoveya Mîsakî Mîlî de hatiye derxistin heye. Li gorî wan divê destûreke nû bê avakirin û di qanûnên nû de, şêwaza vê komarê bê diyarkirin. Di bihara 1924?an de destûra nû ya komarê ava dikin. Ya berê ne destûra komarê bû, destûra meclîsa gel bû. Komar wê destûrê qebûl nake û destûra 1924?an çêdike. Ew destûra nû, weke destûra yekem ya komarê tê bi nav kirin.

Pergala dewletê; komar (cumhireyet) e, dewleteke laîk e; ol li derveyî dewletê tê hiştin û pergala xîlafetê tê hilweşandin. Ew hatin nîqaş kirin û di destûrê de bi cih bûn. Heya wê demê Xelîfeyê Osmanî bê rist mabû, lê her mabû. Bi vê yekê bi giştî hate rakirin. Li gorî destûrê, Tirkiye bû komar û zimanê Tirkî bû zimanê fermî û yek ziman e. Pergala Tirkiye, ûnîter e; parlementoyê Tirkiye, par-lomentoyê hemû gelên Tirkiye ye û hemû hemwelatiyên Tirkiye, Tirk in. Bi vî rengî destûr hate bi cih kirin.

Ew ji bo Tirk, Kurd û civakên din yên Tirkiye jiyan dikin, rewşeke nû bû. Li gorî destûrên Tirkiye, rê dan ku partî çêbibin. Di wê demê de Fetîh Okyar û Kazim Karabekîr partî çêdikin; di de-mekê kurt de qedexe dikin û pergala yek partiyê ava dikin. Tenê CHP, partiya Mistefa Kemal hûkmî Tirkiye dike. Ew partî jî di havîna 1923?yan de, piştî peymana Lozanê tê vekirin. Beriya ko-marê ye, ji ber vê dibêjin ?partiya avaker ya komarê ye.? Ew ê ku dewlet ava kiriye CHP ye, xeynî wê hemû partî tên qedexekirin.

Mistefa Kemal di destpêkê de serokê hûkimetê bû, piştî ku komar ava bû, Mistefa Kemal bû serokê dewletê. Arteş di bin çav-dariya serokê dewletê de bû, di wê serdemê de wisa bû. Di destpêkê de pergaleke wisa hebû. Niha Erdoxan jî dixwaze, pergala serokiyê ku tenê serokdewlet dikare hûkim bike ava bike. Bi vî awayî şêweya dewleta Tirkiye tê dayin.

Di wê demê de rewşa Kurd çi ye? Kurd, beriya ku peymana Lozanê bê îmzakirin, di dema nîqaşên wê çêdibûn û hate parle-mentoyê da ku bê îmzakirin, bertek nîşan dan. Di nava Kurdan de, nerehetî çêbû; beşeke Kurdan jî ket lêpirsînê. Tiştê ku 3 salan hûkimeta Tirkiye û Mistefa Kemal dibêje û soz dide, pêk naye. Ji ber vê jî hinek lêgerîn çêdibin.