ANALÎZEK LI SER SOSYOLOJIYA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ_1

21 Sibat 2019 Pêncşem

" Di destnîşankirina sînorên Iraq û Tirkiyê de komploya li serê rastiya Kurd gerandin girîngiya xwe ya diyarker heye. Dema ku ev komplo li dijî yekparebûna Kurdan pêk anîne, hesabên sedsalan ên piştre kirine. Ev komplo ji bo Kurdan destpêka fermana qirkirinê ye...

PIŞTÎ XÊZKIRINA SÎNOR REWŞA KURDAN LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ

 Piştî Rojavayê Kurdistan ket bin destê Fransayê, bermayiyê Osmaniyan hewl dan ku gel birêxistin bikin, di bin navê serxwebûn û şerê li dijî hêzên biyanî de, hin herêmên ku ketibûn bin desthilatdariya dewleta Sûriyeyê jê qut bikin û careke din bi ser xwe ve bixin. Ev birêxistinkirin li Rojavayê Kurdistanê piranî bi riya Şêxên terîqet, cemaet, axa û beşek ji ew kesên ku berê di dibistanê eşîran de xwendibû dihat kirin. Tevgera Murîdan a ku li ser destê Şêx Efendî li Kurdagê(Efrîn) pêş ket û hêjmara murîdên wî hezar derbas kiribû, nimûneyek ji wan bû. Vê tevgerê nêzî deh salan dirêj kir û li herêma Çiyayê Kurmênc(Efrîn) gelek caran bi hêzên Fransa re ketin nava şer. Li aliyê Cizîrê kuştina qeymeqamê Beyandora girêdayî Amûdê ji aliyê eşîrên Kurd ên wir ve, her wiha tevgera Îbrahîm Henano li Çiyayê Zawiyê (bakurê Sûriyê) û xirakirina Pira Firatê ji aliyê Kurd û Erebên Cizîrê ve da ku Fransa nikaribe hêzê veguhêze diketin xizmeta Osmaniyan. Lê divê bê gotin ku hejmarek ji rêber û serokê eşîrên ku li milê Bakur berê raperîbûn û koçî Rojava kiribûn li dijî Osmaniyan di nava liv û tevgerê de bûn. Wek tê zanîn li Şamê jî hejmareke zêde Kurd hene. Ji wan hinek ji dema Selahedîn ve li wir in. Beşê din jî di demên cuda de, ji ber zilma Tirkan reviyabûn û li wir niştecih bibûn. Nakokiyên mezin di navbera malbatên Osmaniyan ên ku bi eslê xwe Kurd bûn(çîna aristokrat) de derketibûn. Beşek ji wan destek didan Osmaniyan, dixwestin desthilatdariya Osmanî li Stenbolê bi hêz û xurt bibe. Beşê din ne li gel Osmaniyan bûn, wan nedixwest desthilatî navendî bibe. Li Şamê taxa Kurdan û taxa Salihiyê di bin destê Malbata Şemdîn û Yusûf ên Axa de bûn. Ev her du malbat pir dewlemend bûn, Osmaniyan pêşiya wan vekiribû. Ji ber ku pir zêde ketibûn nava saziyê Osmaniyan, têkiliyeke wan a zêde bi desthilatdariya Osmaniyan li Stenbolê, nexasim bi Îtîhat Tereqî re hebû. Ji sala 1908'an û şûnde ve li gel Îtîhat Tereqî van malbatan li dijî kombûnên welatparêz ên ku daxwaza navendinebûna desthilata Osmaniyan dikir dixebitîn. Bi pey re yekî ji binemalê Yûsuf bi navê Ebdurehman Yûsuf dibe Serok Wezîrê Qiraltiya Sûriyê ya destpêkê. Lê tu sûdeke wan ji gelê Kurd re çênabe.

 Bi Peymana Enqere (20 Cotmeha 1921'an) ya di nava Fransa û Tirkiyê de çêbû re sînor hat xêz kirin û riya hesin a ku Bakur û Rojava bi hev re girêdide weke sînor hat dest nîşan kirin. Bi vê re Rojava li ser dewleta Sûriyê ya ku nû hatibû avakirin xistin. Bêguman ev ji bo Kurdên li wî beşê biçûk jiyan dikirin trajidiyeke bi êş bû. Bi diyarkirina sînor û avabûna dewleta Sûriyê re rewşeke nû derketibû pêş Kurdan. Riya trênê û têlên rêsayî, heval, hogir, dost û xizimtî di şev û rojekê de ji hev biyanî kiribûn. Gelek erd û milkên xelkê li aliyê din ê têlê mabûn, êdî nikaribûn xwedî li erd û zozanên xwe derketana, nikaribûn weke berê pezê xwe bibirana zozanên hênik, kenarên Çiyayê Cûdî, deştên Mêrdîn, Wêranşehr, Qerejdaxê û Amanosan. Her beşekî malbatê yan jî eşîrê li mile din ê sînor mabû. Riya her du bajarên mezin, navendên bazirganiyê Diyarbekir û Mûsilê ku xelkê berhemê xwe dibirin wir û pêdiviyên xwe dabîn dikirin hatibûn girtin. Riya çûn û hatina bi hezaran Hecac ber bi Qafqasya ya di ser Rojava re ku bûbû deriyekî jiyanê hatibû rawestandin, bi tenê navendên aliyê hundir ên weke Heleb û Şamê mabûn. Kurd neçar bûn ku berê xwe bidin wan navendan. Lê gihandina wan cihan bi taybetî ji bo Kurdên ku propagandeyên reşkirinê yên weke mecûs in, ne misilman in, bêfehm in, dûvên wan hene rewşa heyî ji Kurdan re gelek dijwar kiribû. Kurd bi rehetî nediwêrîn biçin bajarên Ereban, ji ber ku rû bi rû lêdan û êrîşan dihatin. Li aliyê din piştî Rojava bi awayek pratîkî ket bin serweriya Ereban, Ereban ew herêm bi herêmên xwe dizanîn, pêlên eşîrên Ereb ên xwedî pez, ber bi erd û herêmên Kurdan ên bi berhem û çêrgehên dewlemend ve herikîn. Ji çaran sisê gelê herêmê koçber bû, debara xwe bi pez û xwedîkirina lawiran dikirin. Vê rewşa nû di aliyê aborî de astengiyên mezin ji gel re çêkir, gel nikarî debara xwe bikira. Li aliyê din piştî herêmê Kurdan ketin bin destê dewleta Ereb ya Sûriyê, eşîrê Ereban ên koçer û xwedî pez çav berdan erd, zozan û çêrgehê Kurdan. Bi wê hukmê ku ew herêm ketibû bin destê dewleta Ereban, ji xwe re maf dîtin ku dest deynin ser çêrgeh û erdê Kurdan, wan ji wir biqewitînin. Ev yek kir ku gelek caran pevçûn û şerên dijwar di navbera Kurd û Ereban de derkevin. Destana Derwêşê Evdî, hevgirtina eşîrên Ereb û Tirkan ên herêmên wek Cizîr, Wêranşehr, Qerejdax û deşta Mûsilê li dijî Kurdan û wekî wan bi dehan dest rastiya wan deman vegotin dikin. Dibe ku cih û dema wan cuda bin, lê birçîbûn, malwêranî, kedxwarî û dagirkeriya ku dihat jiyan kirin rastiya wê radixist ber çavan.

 Bi xêzkirina wî sînorî re civaka Kurd li Rojavayê Kurdistanê ji Kurdistana Dayîk qut bû û rû bi rû ziman û çandeke cuda hatibû. Piraniya Kurdan zimanê Erebî nizanibû, tevî wê jî neçar mabûn berê xwe bidin bajarên Ereban. Rêberê gelê Kurd birêz Abdulah Ocalan di parêznamaya xwe ya pêncemîn "Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk de nivîsiye:" Di destnîşankirina sînorên Iraq û Tirkiyê de komploya li serê rastiya Kurd gerandin girîngiya xwe ya diyarker heye. Dema ku ev komplo li dijî yekparebûna Kurdan pêk anîne, hesabên sedsalan ên piştre kirine. Ev komplo ji bo Kurdan destpêka fermana qirkirinê ye. Li ser vê demê gelekî xweş tê axaftin û wêje tê kirin û tê gotin Kurdistan di vê demê de kirine çar parçe, lê mixabin naveroka wê demê bi awayekî rastî qet nayê ravekirin û şîrovekirin. Eger ev rastî bi awayekî eşkere û berbiçav neyê analîzkirin û şîrovekirin, bi tevahî bûyerên li Kurdistanê diqewimin, rastiya Kurd û hebûna wî ya civakî, nabe ku rastûdurist bêne terîfkirin." Bi vê parçebûnê re civaka Kurd li her çar parçeyan ji aliyê desthiladar û dagirkeran ve ji aliyê civakî, siyasî, çandî, aborî û ziman ve di bişaftin, qirkirin û nijadkujiyeke bêhempa re rû bir û ma. Davîd Mekdol di pirtûka xwe (Dîroka Kurd ya Nûjen) de dibêje: "Ne sosrete ku çîna axa kêfxweş nebin bi şoreşa Ereban a mezin 1916'an û hatina Qral Feysel wekî hakimê Sûriyê yê nû. Di sala 1918'an de ji ber ku ew bû endamê  Kongreya Sûriyeyê ya di sala 1919'an de, Ebdulrehman El Yusûf rêberê Kurdên Şamê dijber derket, bi aramî û serxwebûna Sûriyê re xwestiye dewleteke Cihûyan li Filistînê bê avakirin û îtîraf pê bê kirin." dîsa behsa Kamîran Bedirxan tê kirin. Nivîskarê Îngliz David Mekdol di pirtûka xwe"Dîroka Kurd a Nûjen" de dibêje:"Dema ku Sûriyeya Erebî di şerê xwe yê destpêkê de bi Îsraîlê re di sala 1948'an ket şer, wê demê Kamîran Bedirxan li Parîsê nûnerê Tevgera Kurd a Milî li Ewropa bû. Ew di nava kesên ku mûçe ji dezgeha sîxurî ya Îsraîlê digirt de bû. Di Tîrmeha 1948'an de Îsraîl wî dişîne paş Urdin, Sûriye û Lûbnanê. Armanc ew e ku bizanibe çawa desteka şer li ser dewletên Ereban asteng bike. Wî bi raporekê bersiv daye û tê de pêşniyar kiriye ku Îsraîl destekê bide xwerêxistinkirina neteweyên kêm hejmar ên bertekên wan li beramber rejîmê hene, lê tiştek ji wan pêşniyaran derneketiye." Berdewam dike dibêje:"Lê dibe ku dezgeha sîxurî ya Sûriyê bihîstibûn ku ew nêzîkî Îsraîlê ye." Em rastiya mijarê nizanin lê dibe wisa hatibe plan kirin jî, lê belê ew nêzîkbûn a kesekî an jî beşekî Kurdan bûye, nebûye nêrîna tevahî Kurdan. Nîşana vê yekê jî ew e ku gelê Kurd bi giştî nehatiye ser wê xetê(lîstikê). Niha jî ew lîstik li ser Kurdan berdewam e. Di referandûma Barzanî pêk anî de, me dît Îsraîlê destê xwe çawa li pişta Mesûd Barzanî dida û digot: "Serxwebûnê ragihîne, em te destek dikin, em li pişta te ne." Berê jî Kurd vê nêzîkatiyê red kiriye û niha jî red dikin. Jixwe xeta netewaya demokratîk û siya konfederal a ku xwe dispêre biratiya gelan û jiyana hevbeş a li ser axekê, ku îro li Rojavayê Kurdistanê weke modelekê ber bi çav bûye, bi xeta dewlet netew re di nava şerekî de ye. Xeta modernîteya demokratîk, kîn û nifretê di nava ol û mezheban, çand û zimanan de radike, cûrbecûrî û pirzimaniyê bingeh digire, civakan dike xwedî îrade ne ku parçe dike. Tevî ku tu têkiliyê Kurdan ne ji nêz ve, ne ji dûr ve, ne di aliyê ziman de, ne jî di aliyê çand de bi Ereban re nebûyê, tevî wê jî bi zorê Kurd bi ser dewleta Sûriyê ya Ereban xistin. Hebûna Kurdan di avakirina Sûriyeyê nû de ne di aliyê ziman de, ne jî di aliyê çandî de li ber çav nehatiye girtin. Lê tevî vê lîstika qirêj, dîroka Sûriyeyê ji destpêka serxwebûna wê ve(1946'an) û heta niha piştrast kir ku Kurdên Rojava Sûriyeyê her welatê xwe zanîne. Li beramberî vê rejîmên desthilatdar ên li pey hev desthilatiya Sûriyê kirine, her tim Kurd paşguh kirine, her çûye dor li wan teng kirine. Bi taybet rejîma Baasê rêgeznamaya Sûriyeyê ji Kurdan girt û ew ji hemwelatîbûna Sûriye avêtin. Her tim Kurd bi cudaxwazî tewambar kirine û bi metirsî li qelem dane. Kengê Kur daxwaza mafekî xwe yê rewa kiribin, ceka cudaxwaziyê wekî şûrekî her li ser serê wan bûye. Tevî siyaseta înkar, bişaftin, cudakarî û nijadperestiya Erebî ya ku li ser Kurdan pêk anîne, lê careke din Kurdên vî beşî, li hember ew siyasetên wan ê şaş xwe ragirtine. Ev sîstem û desthilatdarên bi wekalet ên li herêmê, lingên wê lîstika Îsraîl û Înglîzan bû. Ji destpêka sedsala bîstan ve xeteke milîgerayiya seretayî ya Kurd a hevkar di nava Kurdan de pêşxistin û soza avakirina dewletokekê dabûn mala Barzanî. Wê xetê bi malbata Barzanî ji damezirandina dewletê Îsraîlê 1948'an ve berdewam kir, bi çûna Mele Mistefa ya Îsraîlê (1968'an) re qonaxeke nû dest pê kir. Di pey re desteka Îsraîlê ji Barzanî re di ser Îranê re heta aşbetalî(1975'an) û dawîhatina tevgera wî berdewam kir. Her çendî  ew têkilî piştî aşbetalî û rawestanina desteka Îsraîlê re demekê sar bûbûn, lê di salên nodî de careke din bi Mesûd Barzanî re berdewam kir. Diyar bû ku lîstîka dewlet netewe ya li ser bingeha sorkirina milîgerayî(parçe bike bi rêve bibe) ku bi destê Îsraîl û Îngîlîzan bûbû modelek, li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê jî diket dewrêyê. Înglîzan ji zû de bi Hisên Bin Elî (şerîf Mekkê) re li hev kiribûn, li beramberî hevkarî û pêşîvekirina siyasetê Înglîz û Îsraîlîyan û berjewendiyên petrolê ew jî Xelîfetiya Îslamê ji destê Osmaniyan bigirin û bide wan. Ji ber ku li gorî wan, ew ji binemala Hz.Muhemed in, ew ji Tirkan mafdartir in. Li vir êdî sahneya yekemîn dest pê dike, lîstikvanên hatine amadekirin bi hostayî rol dileyîzin, temaşevan jî di nava wê toz û dûmanê de çav vekirî û matmayî temaşe dikin. Di vê derbarê de Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan di parêznameya xwe ya pêncemîn de wiha nivîsiye: "Li gorî Peymana Sykes-Picot (1916), di bin hegemonya Ingilîstan û Franseyê de rejîmên mandater ên Iraq û Sûrî hatin pêkanîn. Rejîma mandater tê maneya rêveberiyên demî yên mêtingehê. Rêya trênê ya di navbera Komara Tirkiyê û dewleta Sûrî de sînor hat qebûlkirin. Sînorên Iraq-Tirkiyê jî li gorî Peymana Mûsilê (1926) hatin destnîşankirin û di diyarkirina sînoran de berjewendiyên petrolê esas in. Peymanên herdu sînoran jî di ber binpêkirina Mîsaq-î Millî ya pîroz îlankirî de hatin îmzekirin. Berjewendiyên yek ji sê dewletên Lihevkirî yên Şerê Cîhanê Yê Yekemîn Franseyê li ber çavan hatin girtin û hê di destpêka Şerê Rizgariya Neteweyî de Peymana Enqerê di Çileya 1921?ê de hat îmzekirin. Paşê dewleta bi navê Komara Ereb a Sûrî hat îlankirin. Kurdên di nava sînorên wê de hatin hiştin, heta Tirkmenên hatin hiştin qet li ber çavan nehatin girtin, bi tenê tewazuna eskerî û siyasî hesibandin û weke meseleyeke, bû çû qediya, nêzîk bûn. Jixwe rewşa Ereban jî bi çi awayekî qanûnî ve nehatibû girêdan, bi tenê berjewendiyên dewleta mêtinkar ango Franseyê li ber çavan hatibûn girtin."