JI NÛ VE XWENDINA SOSYOLOJIYA BAŞÛRÊ KURDISTAN_1

21 Sibat 2019 Pêncşem

Jinên kurd û jinê gelên din ku li Başûr in, tevî hemû astengiyan tevlî li nav têkoşînan bûne. Roleke jinê ya berbiçav di jiyana gund de hebûye. Ji aliyê xwerêveberinê de xwedî rol bûne. Mînakê wan ji Xanzadê Mîrê Soran, Adilexan, Hepsaxanê Neqîp heta digihişt Margêrêt û Leyla Qasim...

·       Ji Aliyê Dîrokê Ve;

Başûrê Kurdistan ku sînorê wê li gel Bakurê Rojhilatê Niştimanê Erebî ye, heta ku parçekirina Kurdistanê li aliyê Împaratoriyê Safewî û Osmanî peyvendiyê gelê Başûrê Kurdistan bi piranî li gel Rojhilat û Bakurê  Kurdistan bûye. Piştî ku ew parçekirin hate sepandin, Başûr ket bin hukmê Dewletê Osmanî. Ji bo vê jî peyvendiyên gel û serwerên Başûr li gel Bakurê Kurdistan û Stenbol bû. Piştî dawîhatina Şerê Cîhanê ya yekemîn û têkçûna dewleta Osmanî, Kurdistan kirine çar perçe û dewletê Iraqê hat avakirin. Başûrê Kurdistan, tevî nerazîbûna piraniya gelê wî, bi Iraq ve hat girêdan. Li serdemê Osmaniyan Başurê Kurdistan demeke bi wilayeta Şarezor ku navendê wî bajarê Kerkuk bûye, serdemek jî bi navê wilayeta Musil dihat binavkirin ku navendê wî bajarê Musil bû.

Li  aliyê wî yê olî ku niha piraniya wî ji mezhebê Îslamî- Sûnnî li herdu tarîkatê Qadirî û Naqşîbendî ye. Beşekî ji van jî Şîa ne. Li gel hebûnê Xiristiyan û Êzîdî di heman demê de baweriyên cuda weke Kakayî (Ehlî Heq), Sabîa Mendaî û Şebek jî hene. Pêwiste ew jî bê zanîn weke hemû Kurdên heremên din heta ku hatinê ola Îslam, gelê Başûr piraniya xwe li ser olê Zerdeştî bûye. A niha jî wisa tê tehmîn kirin ku civakê kurdê Êzîdî û Kakayî berdewamiya ola Zerdeştî ye. Li Başûrê Kurdistanê weke herem dabeşkirineke xwezayî heye, herema Soran(Silêmanî, Hewlêr), heremê Hewreman (Helebce), herema Behdînan (Duhok, Musil), dewerê Êzîdîtî, li heremê Germiyan û Germasêr(Kerkuk, Xaneqîn). Heremê Kurdên feylî ku piraniya wan li navendê Bexdayê dimînîn piraniya wan bi karê bazirganî ve mijûl in, ji ber vê, ji aliyê mezhebî û zaraveyî ve axaftina wan cuda ye û bi tenê hatine hiştin û îzole kirin.

Tevî ku civakê Başûr bi Kurdî( Soranî, Behdînanî, Hewramî û Lorî) diaxivin, di heman demê de zaravayê Şebek û Kakayîyan a taybet jî hene. Niha bi pîleya yekemîn zaravayê siyaset û bazirganî, xwendin û nivîsandin bûye Soranî.

Gel û netewên din ku li Başurê Kurdistan in; Aşûrî, Sûryanî, Kildan, Tirkmen, Ereb û Ermen in. Heta sala 1948?an Cihû bi rêjeyekî pir hebûn, lê niha kes nemaye. Heta ku destwerdana ji der ve li ser gelê Başûr nehatiye kirin, bi giştî, şêwazekî aştiyane bi hev re jiyane. Yek jî mînakên wan destwerdanan dewletên Îngilîz û Fransayê Aşûriyan sor dikin ji bo êrîşî Kurdan bidin kirin; dewleta Osmanî jî, ji bo Kurdên Misilman û Êzîdî bîne li hember hev mûdaxele dike. Misir, Surîye bi şovenîzma Ereb-Sunnî di sala1959?an de dixwazin Tirkmen, Ereb, Kurd bixe nav pêvçûnê.  Bi heman şêwazê nakokiyekekî sûnî mabeynê Soranî û Behdînî jî hatiye çêkirin. Ev nakokî piştî sala 1966?an bihevketinê siyasî ya PDK-Iraq û YNK çêbûye.

Li aliyê xwerêvebirinê ve civaka Başûr, ji serdemê Gotî û Kasiyan heta qonaxê mîr û begê Kurdan bi taybetî jî mîrê Baban, Soran û Behdînan, her wiha jî ji destpêkê sedsala 20?an berxwedana Şêx Mehmudê Berzencî weke melîkê Kurdîstan heta ku raperîna 1991 û desthilatê xwerêvebirina heremî, gel karibûye xwe rêvebibe û xwe biparêze.

Ji aliyê wêje û rewşenbîrî ve; ew belgeyên ku di dest de mane wêjevan û helbestvanên demê mîr û began e. Çimkî hatina Îslam ji bo Başûr piştî vî jî dagirkeriya Moxolan, belgeyê nivîskî ya pêwist di dest de nehiştine. Ji sedsalê 18?emîn ve heta roja îro hewldayîneke zêde hebûye ji bo ku ziman û wêjeya Kurdî li ser lingan bimîne. Rolên mirovên mezin weke Nalî, Salîm, Kurdî û Mehwî heta digihêje Dildar, Pîremerd, Bêkes û Goran ji wan jî heta Şêrko Bêkes û Ebdilah Peşêw û hezaran pênûsên mêrxas û wêrek xwedî rolê berbiçav in di liserpêhiştin û pêşdebirinê de.  Ger ku di paşerojê de hucreyê mizgefta û xaneqan û tekiya cihê pêşxistina ziman û wêje bûne. Ev yek li sedsala 20?emîn gelek navendên din ê xwendinê hatine vekirin, heta ku bi fermî nasandinê Kurdî ketine bernameyê xwendinê. Îro jî li Başûr, li gel hemû kêmasiyên wî gelek zanîngeh û navendên xwendinên bilind hene. Mirov dikare bêje, xizmeteke mezin bi zimanê wêjeya Kurdî hatiye kirin û tê kirin.

Jinên kurd û jinên netewên gelên din ku li Başûr in, tevî hemû astengiyan tevlî li nav têkoşînan bûne.  Roleke jinê ya berbiçav di jiyana gund de hebûye. Ji aliyê xwerêveberinê de xwedî rol bûne. Mînakê wan ji Xanzadê Mîrê Soran, Adilexan, Hepsaxanê Neqîp heta digihişt Margêrêt û Leyla Qasim û Mamoste Sinewber û bi dehan jinên din ku cuda cuda ve xwedî rol bûne.

Ji aliyê debarê jiyanê de tevî ku çavkaniyên sereke çandînî bûye, di heman demê de bi radeyeke berfireh xwedîkirina sewalan ji xwe re weke pîşe dîtiye. Her wiha bazirganiyê biçûk û guhertinên berhaman li gel Bexdayê, Musilê, Helebê, Tebrêz, Amed û  Stenbolê bûye. Dema di sedsala 20?emîn de petrol hat dîtin, li ser kêmbûna çandînî û xwedîkirina ajalan bandor kir.

·       Başûr, Di Qonaxa Piştî Şerê Cîhanê  Ya Yekemîn De : 

Şerê Cîhanê ya Yekemîn li erdnigarî û civakên Rojhilata Navîn û Kurdîstanê jî guhertinan kir. Tevî ku parçekirina Kurdistanê ji bo çar parçe wekî xançerek bû ğ li dilê Kurdistanê ket û Kurdistana li bin serweriyê dewleta Osmanî jî kir parçe.  Bêguman ew parçekirin, tenê bi riya hêz nebû, ew ê ku bi hêz riya hêzê kirin, bi riya lihevkirinê (Sykes-Pîcot, Peymana Belfour, San Rîmo û Sewr û Lozan) bi destûr û zagon. Ew bertekên ku li Bakur û Başûr çêbûn nikarîne pêşiya vê parçebûnê bigrin. Xala herî xeter ew bû ku hêza gelê Kurd ji hev parçe kir. Kurd û neteweyên dinên li Kurdistanê ne li hember hev sorkirin û dane şerkirin. Weke ku li siyaseta Îngiliz ku jê re dibêjin; ?kuçik bi kuçikdan xeniqandin?, ew parçebûnan bûye sedem ku gelê Kurdê li parçeyan ji hev xerîb bimînin. Di heman demê de, li ser doza xwe ya rewa nehizire. Li tevahî belgeyên Wezaretê Derve ya Brîtanya, li dema hatina Wanê heremê ji bo dagirkirin û parçekirina Kurdistanê, destpêk parçebûna Kurdistan, wekî Kurdistanê Mezin û Başûr û Bakur li belgeyê wan derbas dibe. Piştre weke otonomî tê binavkirin. Piştî salên 1930?an şûn ve Kurdistan tuneye, Kurd jî dema ku hinek bertek nîşan bidin, ew jî bi hinek mafên çandî tê bêdeng kirin. Bi heman awayî piraniya dîjsekinandina Aşurî, Ermen, Ereb û Tirk li hember hev û du çêbûye.

Ya ku Îngiliz û  dewleta Iraqê  melîkî ku dixwastin ji bo van tiştên ku pêknehatine, ji bo vê jî piştî hewldanên Şêx Mehmud li heremên Silêmanî, pevçûnên eşîretên Xoşnav, Surçî, Biradost, Zêbarî û Berzanî li heremên çiyayî Hewlêr û Akrê, piştre jî ew rapirsiya dewletê Brîtanya kir, ji bo yekalîbûna wîlayetê Musil û xistina ser dewleta Iraqê nû. Civakê Başûr, ew helwestên ku nîşan dan, mêtîngeriya Îngîlîz û dewletê Iraqê rastî şoke hatin. Tenê Hewlêr û Duhok, dengê ?erê? di rapirsiyê de bikaranîn. Ew jî bi şert û mercê merkezî bê pejirandin, dengê ?erê? dabû. Li piştî bêdengkirin û tunekirina berxwedanê gelê başûr bêdeng nebû. Ji aliyê cuda cuda hewldanê xwe domandin. Bi taybetî jî li aliyê rewşenbirî û xwerêxistinkirinê civakê, hewldana belavkirina rojname û kovar, ji aliyê din ve jî avakirina komalê û partiyên siyasî ( Rizgarî, Şoreş û Hîwa) ji me re diselmînin(îspat dikin).

Ew hewayê şoreşgeriyê ku bi serkeftina Şoreşa Cotmehê li Rusya çêbû, teysandinê vê li ser Başûr û Iraq kiribû. Bi taybet piştî avabûna Partiya Komunîst a Iraqê  di sala 1934`an de, di hemberê rejîma qraltî û çewisandina feodaltî şiyarkirina ciwanan de roleke bibandor lîstin. Komunîstan bipîştevaniya Sovyet pir bi tundî li hember rejîma qraltî û şovenîzma erebî derketin. Ew jî bûye sedem ku 3 sekreterên wan ên bi navê Fehd, Sarim û Hazim bê darvekirin.

·       Başûr, Di Qonaxa Piştî Şerê Cîhanê  Ya Duyemîn De : 

Di Şerê Cîhana ya Duyemîn bi giştî dewletên rojhilata navîn bêalî man e û beşdarî şer nebûne, lê belê çîrûskên şer wisa kir ku bandorê wê li ser heremê jî çêbibe. Bi taybetî jî ew pêlên Nazîzma Elmanî û faşîzmê Îtalî û berîya wî jî bandorê Sovyet a Sosyalîstê hebû, pevçûnên ew her sê aliyan rewş bi xwe re guhert. Almanya li Iraqê piştîvaniyê komên netewperest ên Ereb dikir. Ew jî, bi serokatiya serokwezîrê wê demê ?Reşît Alî Geylanî?, di 1941`an de derbeyê leşkerî (kudeta) kirin. Lê serneketin û revîyan çûn Îranê. Di Başûrê Kurdistanê de li heremên çiyayî jî Berzeniyan bi serokatiya Şêx Ehmed 3 heta 6 salan li nav îsyaneke çekdarî de bûn, lê ew jî bi tepisandin û dûrxistina(birine başûrê Iraqê) Şêx Ehmed dawî pê hat.

Dawîhatina Şerê Cîhanê ya Duyemîn ji bo kurdan, li Rojhilatê Kurdistan derfeteke nû afirand. Bi destwerdana Sovyet ji bo rojavayê Azerbeycan û Kurdistanê çêbû. Ew bû sedem ku kurdên Rojhilat li navendên Mehabad (Sablax) komarên Kurdistan Ji aliyê rêveberiyê PDK-Îranê, di sala 1946`an de bi serokatiya Qazî Mihemed ragihandin. Her çiqas temenê komarê kurt bû, lê bi vê temenê kinî jî Kurdên Başûr li astê fermandariyê û hêzên parastin ve beşdar bûn, Berzaniyan bi serokatiya Mele Mistefa, Herkiyan bi serokatiya Zêro Beg Herkî û bi her çar efseran (Mistefa Xoşnav, Îzet Ebdulazîz, Xêrullah Evdilkerîm û Mihemed Qutsî) beşdar bûn. Piştî vergerandina van ji komarê di sala 1947`an de ji aliyê rejîma qraltî ve hatin darvekirin. Encamên Şerê Cîhanê ya Duyemîn jî weke Şerê Cîhana ya Yekemîn berhemekî berçav ji bo avabûna statuyeke Kurdistanê, li Rojhilatê çênebû. Lê têkîlî, peyvendî û şarezayekî siyasî ya nû çêkir. Ew jî mînakên J.K (Komeleyê Jiyanêwê Kurdistan) û PDK tê dîtin.

Tevgerê siyasî ya Kurd, li ser civakê heta 14 tîrmeh 1958`an qels û bêbandor bû. Derveyî hinek kesên rewşenbîr û xwendavan û elît agahiya gelek kesên din ji guhertin nebû. Partiya komunist, ji ber peyama wanê ya çînî li dijî axa û began xwedî rolekî berbiçav bûn, ji ber ku jiyana rojane ya civakê ji aliyê aborî ve gelekî zehmet bû, mirov bi zehmetî dikarîbû debara xwe û ya malbata xwe bikira.

·       1958 û Vebûna Nû Bi Rûyê Civaka Başûr: 

Bi guhertina rêveberiyê di dîroka 14 Tirmehê 1958`an ku li aliyê komeke fermandarên leşkerî  bi efserên azadîxwaz dihatin naskirin, bi serokatiya General Evdilkerîm Qasim û bi piştevaniya Partiya Komunîst, desthilatiya qraltî û hukmê Îngiliz li Iraqê hilweşandin. Iraq ji hemû bend û peymanan derket ku Îngilîz û rejîma qraltî pê ve girêdabûn, taybet jî peymana Bexdayê. Di rûxandina rejîma qraltî de rola tevgera Kurd diyarker nebû, lê çi li nav destûrê, çi li aliyê siyasî û rewşenbîrî deriyeke nû li pêşiyê civaka Kurd vekir. Bi taybetî jî ew bendê destûrê ku dibêje ?Irak bi du netewe sereke ya Ereb û Kurd pêk hatiye? û di heman demê de vegerandina Mele Mistefe û hevalên wî yên li Sovyet û tevlîkirina wan a siyaseta demê nû ya Iraqê, ew guhertinan; guhertinên nû û wêrekî bûn. Pênc sal li rêvebirina hukmê Qasim Iraqê, bi giştî weke destpêkeke baş tê pênasekirin, hêzên kevneperst ya Ereb, Îngiliz û Emerîka her wiha siyasetê kurd ya bêçare, rast nêzîknebûna Sovyet û alîkarî nekirin, wisa kir ku temenê rêveberiyên nîştîmanî demokratîya Qasim kin be û dûbare şer û alozî singê gelên Iraqê bigre. Ew jî wisa kir ku şovenîzma netewperestê Ereban tevî BAAS?îyan di 8?ê Sibatê 1963`an de inkilabê van bi ser bikeve û dawî bi hukmê Qasim bê anîn.

Siyaseta tund ê Qasim û bêçaretiya Mistefe Berzenî bûne sedem ku li Îlonê 1961 şerê çekdarî, li mabêyna bizavê siyasî ya Başur û komarên Iraqê nû destpê bike û ew derfetên ku çareseriya pirsgirêka Kurd û pirsgirêka Demokratîk di Başûr de hebûn, ji holê rabin. Ji bo wî çêdibû ku rê li şovenîzma Erebî û BAAS?îyan bê girtin û heta salê 1970?ê şer û alozî berdewam nebin.

Ew desthilatiya ku piştî Qasim hat li ser hikum tevî ku pir nacihgir û lerzok bû, di heman demê de ji bo çareseriya pirsgirêkên Iraq û Kurdan jî xwedî plan û projeyeke cudatir nebû. Aliyê siyasiyê yê Kurdan jî li nav nakokî û aloziyan de bûn ku piştre bi parçebûnê li sala 1966`an di mabêyna Mistefa Berzanî, Îbrahîm Ehmed û Celal Telebanî de bi dawî hat. Li salên 60?an de bi tenê bizavê Kurdî, li Başûr di nav liv û tevgereke aktîf de bû. Parçeyên din jî piştevanîya Başûr dikirin û heta astekî jî hêvîya xwe pê ve girêdabûn.

Hatina partiya BAAS ji bo desthilatdariyê, di encamê derbeyekî de dikarin dest bixin nav pirsgirêkên ku berdewam dikirin. Ya yekemîn pirsgirêkê Kurd bû. Bi alikariya Sovyeta ya wê demê, gelekî danûstandinan dest pê kirin û di 11 Adarê 1970`an de bi tîfaqekî nivîskî ku li Bexdayê li pêşîyê gel hate xwendin gihişt hinek encaman; bi taybet nasandina hikmê otonomî ji bo Kurdên li Hewlêr, Silemanî û Duhok; pirsgirêkê Kerkuk û çend pirsgirêkên din hiştin ku ji bo çawaniya çareserkirina van gotûbêj li ser bikin.

BAAS tenê bigavêtina ji bo çareserkirina Kurd nesekînî, belkî li salê 1972 petrol jî xist bin garantîya xwe. Pê re çandînî, ajaldarî, perwerde û fêrkirin û tendûrîstî pêş xist. Mil bi milê van pêvendiya xwe bi her du blokên wê demê Sovyet û Emerîka gihande astekî baş. Karî li 6`ê Adara 1975`an di encama plangeriyeke de li Cezayîrê şikestineke bi bizavê Mele Mistefe bîne û hêza wî belav bike.

        Şikestina bizavê siyasî û çekdarî PDK-Iraq, di civaka kurdîstanê de tevî ku bûye sedemê bêhêvîbûn û bêmoralîyê di heman demê de ew jî hat îspatkirin ku rêveberiya siyasî û çekdariya wê demê nikare li hember planên derve bisekine û her wiha ew bizavan nikarin bê alîkarî û piştîvaniyê hêzên derve yek roj jî têkoşîn bikin. Her çiqas piraniya gelê Başûr ji hemû aliyan ve piştevanî ji bo vê bizavê dikirin jî, lê ew bizav gel bêhêvî kir.

        Tevî ku ew guhertinên li heremê peş ketin, bi taybet şoreşê gelên Îranê; pişt re qulîbî şerê Îran-Iraq. Li gel vê şerê di mabêynê desthilat û dewletan de ziyanên mezin li ber civakê ket; lê ji bo bizavê siyasî kurdan derfeteke nû hate pêş. Ew hêz û aliyên ku demek bû bi nepenî mijûlî kar û barê rêxistinê bûn karîn bihêz derkevin. Mînak; Komaleyên Rencderan, Yekîtî Niştîmanî û Hêzbê Sosyalîst di heman demê de xwe nû de avakirin û komkirina PDK-Iraqê. Ew hêzên nû tevî ku hinek hêvî didan jî, lê nikaribûn xwe bi temamî ji zîhniyeta siyasiya berî xwe rizgar bikin ji bo vê jî piştî ku hêzên çêkdar ava kirin, piştevaniya gel girtin. Lê piştî dawîhatina şerê Iraq-Îran di 8?ê Tebaxê 1988`an de hêzên siyasî û çekdarî jî temam bûn û zivirîn Îranê.

         Li salên 80?an gelê kurd tundî û çewisandineke pir mezin ji aliyê rejîmê BAAS dît, li beramberê Kurdan heta çekên qedexekirî cîhanî jî bikaranî. Di heman demê de komkujîyê mezin li Enfalê Berzaniyan 1983, projeyê Enfal li heşt qonaxan 1988, li gel kîmyebaranê Helebce, Sê û Sê Nan, Şêxo Wesanan, Balîsan û Behdînan her wiha ruxandina Qeladizê ji bo dû caran, xirabkirina zêdetirê çar hezar gund û kom kirina gelê van a li ?gundên stratejîk?.

         Pêwiste ew bê zanîn ku qurbaniyan bêhempa ji aliyê gel ve ji bo şer pêşkeşkirine, di heman demê de gel her tim ji bo fedakariyên pir mezin amade bûye; lê rêveberiyên siyasî, wan nikarine bi serkeftin bigihînin encamê. Ji ber ku yan mijûlê şerê hundirîn bûne yan jî bi destê dewletên dagirker hatine bikaranîn. Ew jî bûye sedem ku careke din gelê Başûr rû bi rû bi şikandinekî din a ruhî, moralî, siyasî û çekdarî bibin.