Sosyolojiya Başûrê Zagrosê_1

21 Sibat 2019 Pêncşem

Civaka Îranê civakeke pirenge û ji nasname, etnîsîte, ziman, mezheb û baweriyên cur be cur ava bûye. Ji aliyê dewlemendiya nasname û çandî ve, Îran tenê li gel welatê Hindistan tê berhevkirin. Her çendî di nava vê civakê de, grûbên koçber jî hebûne ku di pêvajoyên cuda cuda de li Îran û ...

Civaka Rojhilatê Kurdistanê her çi qas di hinek mijaran de bişibe beşên din ên Kurdistanê jî ji ber ku erdnîgarîya vê beşê û rewşa dîrokiya wê cuda ye, divê mîna parçeyên din, sosyolojiya wê cuda werê kirin. Di rastiyê de sosyolojiya Rojhilatê Kurdistanê, sosyolojiya başûrê zincîr ê çiyayên Zagrosê ye. Bi taybetî naskirina zihniyet û hizrên ku çi di dema kevn de û çi jî di dema nêz de be li ser vê erdnîgariyê bandor kirin e û heya roja îro jî piştî bi hezaran an sedan salan hîna jî di nava civakê de zîndî manê, faktora sereke ya liv û tevger û guhartinên civakê ne. Divê ev yek jî bê gotin ku ji bo sosyolojiya Rojhilatê Kurdistanê bê kirin, pêwîste bi kurtî jî be, giştî Îran bê naskirin. Ji ber ku ji aliyê dîrokî û çandî ve di gelek mijaran de hevbeş in û çarenûsê wan jî dişibe hev.

Di dîroka nêz de jî, ev beşê Kurdistanê di dema çêbûna dewletê Sefewiyê de, li sala 1501 û şûn ve, wek herêm ket bin deshilatdariya dewleta Îranê ya Sefewî û piştî şerê Çaldiran û li peymana Qesrê Şîrîn jî di sala 1639`an de bi fermi bû beşek ji vê dewletê. Di sedsala 20`emîn de jî piştî ji nû ve dîzayinkirina pergala cîhanî di bindestê dewletê Îranê de ma. Lê bi giştî çandê xwe ya Arî heya astekî berbiçav parastiye û di heman demê de pergala deshilatdariya Îranê li ser bandor kiriye ku di vê nivîsê de em ê hewl bidin çand û baweriyên vê beşa Kurdistanê di nava dîrok û niha de binirxînin.

Çanda Başûrê Zagrosê;

Civaka Îranê civakeke pirenge û ji nasname, etnîsîte, ziman, mezheb û baweriyên cur be cur ava bûye. Ji aliyê dewlemendiya nasname û çandî ve Îran tenê li gel welatê Hindistan tê berhevkirin. Her çendî di nava vê civakê de, grûbên koçber jî hebûne ku di pêvajoyên cuda cuda de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bicîh bûne, lê belê beşê herî mezin a gelên vê erdnîgariyê ji wan etnîsîteyan pêk tê ku sereke xwedî jiyanê, ew bi xwe ne. Hejmarêke zêde ya kevnar ji wan gelan, dewlemendiyeke pir zêde ji aliyê ziman, wêje, muzîk û hûner di Îranê de çêkirin e. Şêwazê rasteqîna jiyan di dîroka Îran û Rojhilatê Kurdistanê de li ser bingeha pêkvejiyan û hevsengiya xwezayî di navbera gelan de bûye. Her çend hinek car di navbera civakan de nakokî jî hebûn e jî, tu belgeyekî derbarê şerê mezin û demdirêj a di navberê gelên vê herêmê de tuneye û di jiyana hevbeş de rêz ji cudatiya çandî û nasnameyî ya hev û du hatiya girtin.  Vê rewşê hîştiyê ku qonax bi qonax şêwaza Konfederasyon, weke şêwaza sereke ya rêveberiya jiyanê di navbera gelan de were avakirin. Ji bilî vê her cure dansepandin û dagîrkeriya çandî, erdnîgarî, siyasî û leşkerî, şêwazeke biyanî û dûr bûye ji rastiya dîrokî ya van herêman. Li Îranê sê rêçên sereke, çanda gelen vê herêmê ava kirine ku mijarê me derbarê çanda rojavayê felatê Îranê ye, yane Zagrosa Başûrîn e.

Çanda rojavayê felatê Îranê, yane Başûrê Zagrosê an jî Rojhilatê Kurdistanê, çanda herî xurt ê Îranê ye û di sê qonaxên cuda de bandora sereke li ser dîrokê kiriye. Qanaxa yekemîn; qonaxa serdema kevirînê ku çavkaniya sereke ya çandî ya vê qonaxê ye. Bi taybetî qonaxa neolotîk (kevirîna nû) çiyayên Zagrosê ne. Hemû lêkolînên arkolojiyê nîşan didin ku di vê qonaxê de tu cihêkî bi qasî Zagros gav neavêtiye. Li cihên kevnar ên ku li Loristan, Îlam, Seqiz û çend cihê din hatiye dîtin ev yek nişan dide ku Zagros diya vê cure çandê ye û cihên din ê Îranê versiyonekî ji vê çandê ne. Qonaxa dûyemîn; qonaxa yekîtiya Mana-Made ye. Çanda Manayiyan du hezar sal berî zayînê di encamê yekêtiya mezin û bihêz a di navbera etnîsîte û grûbên vê beşê Zagrosê de ava bûye. Manayiyan, hevpeymana li ser xalên şer û êrişên derve pêk neanîne, dibe ku li ser bingeha çêkirina şêwazeke taybet ji şînêtî û jiyar damezrandibin, lê ne li ser bingeha avakirina Împaratoriyê ye. Ev şêwaza hevgirtin wisa dixuyê ku di nav grûbên Zagrosî de berbelav bûye û yekîtiyên mîna Mîtanî, Kasît, Ûrartû, Xalidî û bi dehan nimûneyên bi vî rengî çêbûne. Ev cure hevpeymantî heya sedsala 19`mîn jî di nava eşîrên Kurd de bihêz bûye. Otorîteya van hevpeymantiyan de pir caran li ser bingeha siyasetekî avakarî ji bo ku her aliyek di nav hevsengî de bijî û pêşî ji vê hatiye girtin ku grûbekî xurtir zirar bigihîne grûbekî biçûktirîn. Şaş nabe heger wisa bê nirxandina ku welatek mîna Îranê berhema vê curê hevpeymaniyê Zagrosiyan e. Ji ber ku vê hevpeymantî ji aliyêkî ve mîsoger mayîna çandan û grûban û ji aliyê din ve bûye mertalekî mezin  li hemberî êrişên dewlet-bajarên Mezopotamyayê jêrîn û ji aliyê din ve jî bûye hêzekî berxwedanê li hemberî êrişa koçberan û bicîhkirin û girêdanê wan bi çandê gelen herêmê; mîna Sêkayan û Sîteyên koçber, bi hêza vê hevpeymantiyê re di demdirêjî de bibûn beşek ji gelen herêmê.  Şêwazek hevpeymaniyê û rêveberiyê bî vî awayî, rizgarbûna hemû gelên navçeyê ji dagîrkeriya mezin a mîna Aşûrî bi xwe re anî. Bandora vê pêvajoyê ew qas zêde bû ku dewlemendî û ewlehiya gelên vê serdemê di çîrok û wêjeyê de nayê veşartin. Her wiha bê ku bajêrekî mazin a koledariyê ava bibe, gelan qonaxê herî biberhem derbas kirine ku tevî hemû hewldanê desthilatdarên Îranê jî ji bo veşartîmayîna cihê kevnar ê vê çandê, lê dîsa jî li gorî zanyarî û belgeyên heyî, demokratîkbûna rêveberiya vê serdemê piştrast dikin. Ev qonax, berovajî ragihandina dîroka fermî, dîrokekî demdirêj e û xwedî temeneke bi hezaran sal e. Heger şêwazeke bi vî awayî ya jiyan û çandê, rastî komplo û xiyanetê nehatibûya û qonaxa deshilata Xosrewanî dagîrkerî li ser nemeşandibûya, îro modelekî din ji jiyana hevbeş û rêveberiya demokratîk li hemû Rojhilata Navîn li holê dibû. Ji hêzên gelên Zagrosê her wiha mirov dikare Kasîtan nişan bide ku şer û berxwedana wan li hember Babiliyan di nava dîrokê de bi nav û denge.

Qonaxa sêyem, qonaxa derketina Kurdan e. Grûbên cur bi cur a etnîkî û hevpeymaniyên wan di qonaxên cuda de navên cuda li wan hatiye kirin. Ev yek nişan dide ku etnîkên Zagrosî qonaxa "Gelbûnê" ji cihên din zûtir û zêdetir jiyan e. Ji van grûbên ku di pêşketina qonaxa gelbûn de pêşketina forma civakî destxistine re navê Kurd lê hatiye kirin. Kurd piştî hatina Îslamiyetê û bi taybetî di Xîlafeta Ebasiyan de rolekî berbiçav lîstin e. Eyubiyan eşîrekî Rojhilatê Zagrosê bûn ku ji bo li cîhana Îslamê rol bilîzin ber bi Şamê ve çûn. Kurd li hemû şer û pirsgirêkên deshilatên herêmî de û car caran jî di pirsgirêkên ligel navenda xîlafeta Bexdayê jî, li Îranê rolekî girîng lîstin. Li serdema Tahiriyan, Sefariyan û Samaniyan, ji eşîrê û fermandeyên Kurdan tê behskirin ku her kesek ji bo hevpeymanî û bikaranîna hêzê wan ketiye nava hewldanan. Hinek grûb weke "Alêbûye" (Korên Bûye) heta Bexdayê jî xistine bin destê xwe. Her wiha bi salan hukimranî kirin e. Kurdan bi taybet di serdema Selcuqiyan de hem li şerê dijî Rumiyan û hem ji bo parastina hêz û hevsengiya navxweyî rolekî girîng lîstine. Ew devera ku Selcuqiyan ji bo cara yekê weke Kurdistan bi nav kirin, ji bo vê dewletê cihekî girîng û stratîjîk bûye. Kurdan xwedî li dijberên deshilat jî derketine û alîkariyê wan kirin e. Kurdistan bûye çavkaniya sereke ya dijberî û berxwedana li dijî deshilatdariyê. Piranî terîqet, grûbên fikrî yên cuda, her wiha etnîsîteyên ku baweriya xwe ya kevin diparastin li çiyayên Kurdistan dijyan. Wek mînak; Xoremdînên Mezdekî li çiyayên Kurdistanê berxwedan kirin e. Her wiha Îsmayîliyan ku li hember deshilata Selcuqî û Xîlafeta Îslamî têkoşîn, Kurdistan cihê wan ê berxwedan û xwe birêxistinkirinê ya herî mezin bûye.

Ji aliyekî din ve rastiya çand û baweriyan li Kurdistanê derfetek ji bo gelek gotûbêjên felsefî li derveyî pergalê ava dikir. Dibistanên kevin di serdema Selcuqiyan de li Kurdistanê ji aliye behs û gotûbêjên felsefî ve ji cihê din werêkîtir bû. Rola diyarker a Kurdan di serdema deshilata Xosrewanî ya Sefewiyên Şîyî hate kêmkirin. Sefewiyan ku Kurdan weke xetere didîtin, ji aliyêkî ve hewl didan ku wan li dijî Osmaniyan bikar bînin, ji mile din ve hewldana lewazkirinê wan didan. Ji deshilatê Sefewiyan şûn re eşîrên mezin ên Kurdan hatin lewazkirin. Ji bilî çend xanedan weke Erdelan û Mukirî, hewl hatiye dayîn ku ji yên din dûr were girtin. Tevî vê jî Kurdan di parastinê de rolê xwe nişan dane û bi taybetî bidestgirtina hukimranî ji aliyê Zendiyan ve ev yek diselman e. Di serdema Qacariyan de nûnerê eşîrên Kurd li koşka qacar de hebûye û bi taybetî jî li Darolselteneya Tebrîz. Qacariyan zêdetir li ser bingeha di navbera eşîrên Kurd de çêkirina nakokiyan re hêzê wan kontrol dikir. Piştre û dawîhatina Dewlet-Netewa modern re qonaxeke nûtir ji deshilata Xosrewanî di sedsala 20`emîn de, Kurdan rastî serkutkirin, înkar û bişaftina çandî hatin. Ji wê qonaxê û şûn ve, nasyonalîzma Farisî-Îranî hewldana dûrxistin û marjînalkirina Kurdan dane. Dîdgeha deshilatî li hember Kurdan, nêrînekî biewle bûye û bi zimanê çek pê re hatiye axaftin. Bi tevî angaşta Omet ji aliyê Komarê Îslamî ve Kurdan rastî  nasiyonalîzma pergalê hatin û siyaseta deshilatê Pehlewî li ser wan dewam kir. Bi vê siyasetê re cudakariya olî jî zêde bû û tevî ve jî, Komarê Îslamî herî zêde hewldana çêkirina Kurdê kirêgirtî daye. Hewl daye ku bi geşepêdana diyardeya caşitî, birçihîştin, laşfiroşî, madeyên hişbir civaka Kurd ji hev belav bike. Deslilatê Welayetê Feqîh Kurdan zêdetir ji aliyê etnîkî ve çewisandiye û heya milê olî jî vê yeke pêk aniyê. Li gorî wan Kurd bi her ol û mezhebekî xwe ve, xwedî potansiyela xeterê ne û pêwîste bên lewazkirin û ji holê rakirin. Siyaseta rêjîmê ji bo lewazkirina civaka Kurd li cihên şêniyê Kurdên şiyî ev yek diselmînê.

Mîtrayîzm û Zerdeştî û Yarsanî

Baweriya piranî gelê Rojhilatê Kurdistanê bi mezheba sûnî a Şafêyî û Şiyiya 12 Îmamî ye, beşek  wan jî Yarsan û baweriyê din in. Her çiqas jî aliyê dijberiya zihniyet û sîstema dewlet-netewa Komara Îslamiya Îranê di nava sûnî û şopdarên mezheba sûnî zêdetir e jî, di nava alîgirên şiyî de jî tevgerekî şiyiya civakî heye ku xwedî ji nasnameya xwe ya netewî jî derdikevin. Pêşengtiya gelê Kurd li Kirmaşan û Îlamê pêk tê û ji bo li gelê Şengal û Kobanê û bûyerên li beşê din ê Kurdistanê pêk tên xwedî derdikevin. Ji aliyê din ve ji ber siyasetê taybet a dewleta Îranê, beşêk ji "Lor"an ku Şiyîne û di çend parêzgehê Îranê de nîştecî bûne, xwe wek Kurd nizanin. Heta beşêk ji wan xwe wek Fars jî nizanin û xwe ji netewekî cuda, bi navê Lor dihesîbînin. Lê bi giştî Kurdên Lor mîna Kurdên Hewramî zêdetir ji cihê din bi çand û axê xwe ve girêdayî man e û formê xwe ya hoz û eşîr parastine. Mijara ku divê em zêdetir bala xwe bidin û zêdetir li ser bisekînin, mijara baweriya gelê Rojhilatê Kurdistanê ku qonaxên cûr be cûr derbas kiriye heya hatiye roja me ya îro. Bi taybetî rengvedana baweriyên despêkê hîna jî di zihniyet û heta jiyana rojane ya gelê vê beşê de heye û kok û demarê wan pir xurt in.

Qonaxa yekê ya bawermendiya Kurdistanê, "Anîmîzm"e ku heya îro jî di civakê kurd de berdewam dike. Bi derbasbûna demê û geşekirina jiyan û azmûnê, her tim derdikeve pêş ku li cem Ariyan bi Mîtrayîzm tê naskirin. Mîtra xwedawenda rojê û ronahiyê ye ku hinekan dibêjin agir û ronahî. Lewma heya niha jî neyarên Kurd, peyva agirperest ji bo me û heta Farsan jî bikar tînin. Ev xwedawend li cem Hîndiyan weke "Mîhr" û li ba Aşûriyan weke "Asûra" û li Zerdeştî jî weke "Mîhr" reng vedaye ku bi yek ji taybetmendiyên "Ehûra Mezda" tê hesibandin. Hinek ji bingeh û baweriyên civaka xwezayî ya Kurdistanê ku heya niha jî rengvedana wan di nava hest û zihniyeta takekes û civaka Kurdistanê de heye.

??? Baweriya bi xwedawend Mîhr an jî Mîtra ku hemî taybetmendiyên xwedê têde heye.

??-Hejmarê heft li cem Mîtrayiyan pîroze, ji ber ku li gorî wan cihan ji heft asiman, heft çînê erde, heft komên stêrk, heft sitûn û derî û taq û perestgehê çêbûye.

?? li cem Mîtrayî  roj pîroz e û têperest in. Her wiha agir, av, hinar û çîlek jî pîroz dibin in.

?? Pirjinîbûn wek karêkî xirab dizan in û li dijî wê ne.

?? Homa şerabê pîrozê Mîtrayiyan bûye û beriya ku qurbanê pîroz bikin, vê şerabê rijandine.

?? Mar di wan de xwedî wateya jiyanê bûye.

?? Sîmorx firideya pîroz bûye û tê gotin "Tawûsê Melek"ê Êzidiyan hêmayê ji bo vê firindeyê.

Mîtrayî an Êzdanî bi riya Zerdeştan heya digîje "Sîmyar", gihîşt qonaxa nû ku bi ola Zerdeştî û Zend Ewestayî tê naskirin û zêdetirî bi hezar salî bûye ku ol û baweriya gelên Arî ji rojavayê Hîndîstanê heya bakûrê Mezopotamyayê belav dibin. Lê Zerdeştî di qonaxên cûr bi cûr de derbas bûye û beşê herî zêde ji civaka Kurdistanê heya hatina Îslamê Zerdeştî bûne. Hinek ji taybetmendiyên sereke ya Zerdeştiyê;

? Azer Geşisp agirgeha paşa û cengawerane û tê wateya agirê hespa spî ya bihêz; bi textê hezretê Silêman jî tê naskirin. Ev agirgeh cihê hevgirtina agir û av û aşitîbûnê wan ê ku kevnewarê wê li bajêrê Tîkab li Rojhilatê Kurdistanê ye.

? Agirgeha Azer Berzên Mêhr agirgeha cotyar û paleyan bûye.

? Zerdeştî bi dûalîzma Başî-Xirapî, Ronahî-Tarîtî û Jiyan-Mirin bawer dikin.

? Hizra baş, gotina baş û kiryarê baş, pend û diruşmayê Zerdeşt bûye.

? Çêlek li cem Zerdeşt pîroz bûye.

? Xwedayê Zerdeşt qehrok û tolhildêr nine û cezaya kesek nade, comerd û li ser xwe ye.

? Li cem Zerdeşt mirov ne evdê xwedê ye, mirov pê re heval û hemdem in.

? Hejînî bi pîroz dizan in û keç û kur azad in di hilbijardina hevserê/a xwe û dikarin ligel nerazîbûna malbatê jî bi hev re bizewicin.

? Pirjinî bi tawan dizan in û jin weke mêr ji aliyê alî û rêvebirina jiyanê xwedî maf e.

? Çandinî li cem Zerdeşt pîroze.

? Ronahî pîroze û pê re secde ji bo roj û heyv û çira dibin. Zerdeşt li cem Yarsanan pîroze û ew kese ku rûhê xwedê tê de bicih bûye ye.