ANALÎZEK LI SER SOSYOLOJIYA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ_2

21 Sibat 2019 Pêncşem

Diyar e, Tirkan ji nêz ve pêşketinên Kurdan li Rojava û Sûriyê dişopandin, her gavek di xizmetê bidestxistina hinek mafên Kurdan de hatibe avêtin, çawa ku niha li Rojavayê Kurdistanê asteng dike, (bi balefir, teng û topan êrîşî Efrînê dike) wê demê jî Tirkiyê asteng kiriye, her tim bûye rêgir.

Sîstema kapîtalîst çawa ku li Cîhanê fikrê dewlet netewê belav kir û hemaheng bi berjewendiyên xwe re dewlet netew ava kirin, hegemoniya xwe li tevahiya Cîhanê saz kir û bêyî ku dem wenda bike jehra xwe berda nava çaviyên civakên Rojhilata Navîn jî, pê re serçaviyên ol û mezheban sor kirin ku mîna volkanekê pêketî bimînin, her tim bimixmixin bikelin, gel û civakan di nava alava xwe de bişewitîne bikin xwelî. Di wê çarçoveyê de ew pîlan li ser gelê herêmê dihat gerandin û ew berê hev didan. Zihniyeta ferdperest a egoîst ku nûnertiya xwe di Modernîteya Kapîtalîst de dibîne, xwe li ser nirxên mirovatiyê dide jiyankirin. Di rastiyê de dendika zihniyetê dewlet netewe destpêkê di netewperestiya Cihûyan de pêk hat, piştre belavî Cihanê kirin, avakirina dewletokên Ereban hemû jî versiyonên wê ne. Berî wê jehrê berdin nava civakên herêmê, ma ne dîsa ew tevin û mozaîk bû ku di gundekî de, li ser yek erdnîgariyê bi hev re mîna bira jiyan dikirin. Dîsa ev civak bû şîn û şahiyên xwe bi hev re parve dikirin bê ku pirsgirêkên wiha kanserolojîk mîna niha rû bide. Gelo sedema van pirsgirêkan ne ew egoîzma ku dixwaze hegemoniya saz bike ye? Eger qeyranan ava nekin, pirsgirêkan neafirînin gelo dê çawa karibin hegemoniya xwe saz bikin?

 

      Dewleta Sûriyê ya Ereb jî forma xwe di serdema Qral Feysel de girtibû, bi sala 1918'an re bi piştgiriya Îngîlîzan ve li ser hêzekê tê Şamê digire û avakirina dewleta Sûriyê ya Ereb radigihîne. Dema Fransa ji Komeleya Gelan(niha UN e) rejima mandater qezenc kir û êdî Sûriyê bi awayekî pratîkî ket bin destê Fransayê, Fransa neteweyên kêm hejmar teşwîqî nasnameya milî kirin û xwe bi parêzvanê neteweyên kêm hejmar da zanîn. Tu plan û projeyeke wan derbarê gelên mijara gotinê de nebû, ew siyaset bingeh girt da ku pê Erebên Sunî lawaz bike û bi Kurd û gelên din hevsengiyê çêbike. Çawa ku Îngîlîzan lîstikeke wiha li ser Kurdên Başur leyîst û Kurd yedek hiştin, her wextê pêwîst dikir li dijî Ereban bikar bîne, hevsengiyê ava bike wan jî heman tişt kirin. Ji bo pirsgirêkên xwe yên asê mane bi Tirkiyeyê re çareser bike, bi awayekî taktîkî nêz bûye û neteweyên kêm hejmar, di xizmeta gihandina ejendeyên xwe de bikaranîne. Di vî alî de Îsmaîl Beg û Temer Beg ên ji binemala Îbrahîm Paşa li Helebê hevdîtinê bi generalê Fransî Dîlamut re çêkirine. Di wê hevdîtinê de Fransa soz daye wan ku dê mafê otonomî ji bo kurdan bipejirîne, lê divê eşîrê Kurdan jî êrîş bibin ser qaraqolên Tirkan ên wê deme yên ku hîna li Dêrezor û navçeyên wê mabûn. Ji bo ew kar pêk were çek, cebilxane û tiştê pêwîst daye. Ew eşîr êrîş dikin wan qaraqolan radikin heta Bokmal û sînorê Îraqê diçin, lê di pey re Fransa ji serokê eşîran daxwaz dike ku çekên xwe bavêjin û Tirkiyê hers nekin. Diyar e, Tirkan ji nêz ve pêşketinên Kurdan li Rojava û Sûriyê dişopandin, her gavek di xizmetê bidestxistina hinek mafên Kurdan hatibe avêtin, çawa ku niha li Rojavayê Kurdistanê asteng dike, (bi balefir, teng û topan êrîşî Efrînê dike) wê demê jî Tirkiyê asteng kiriye, her tim bûye rêgir. Di wê derbarê de eger pêwîst kiriye, tewîz jî dane Fransayê bi merc ku Kurd tu mafan bi dest nexin. Parçebûna hêza Kurdan ku beşekî mezin di bin bandora hestên olî de bû, bi Osmaniyan re tevgeriye, beşê hindik ê ku li milê Cizîrê û cihên din têrê nekiriye ku hevsengiya siyasî biguherîne. Piştgiriya ku Osmaniyan ji Kurdan digirt kêm bûbû, vekirina Komeleya"Komeleya Kurdistan" bi armanca piştgirî dana Sultan Ebdulhemîd di 16'ê Sibatê sala 1925'an. Di pey re şerê Tevgera Murîdan li Kurdaxê(Efrîn) li dijî Fransiyan û şerên li aliyê Cizîrê li dijî Fransayê rûdan, di vê çarçoveyê de bû. Ya herî girîng jî zanebûn û reşenbîriya Kurdî di wê demê de gelek lawaz bû û bi ser de jî civaka Kurd ji aliyê şêx û terîqetên Sunî ve dihat rêveberin, Ev jî faktorekî din ê metirsîdar bû li Fransayê.

 

     Divê rola Kurdên Şamê çi erênî çi jî neyinî û bandoriyên wan li ser têkiliya Kurd û Ereb her wiha Kurd-Kurd li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bê zanîn. Me berê jî gotibû, piraniya Kurdan li du taxên bi navê Salihiyê û taxa Kurdan jiyan dikirin. Ji malbatên ku nav û dengê wan pir derketibû malbatên Şemdîn, El Yûsuf, Bozan, Ala Reşî, zarokên Bedirxan begê û gelekên din bû. Ev malbatên mijara gotinê hinek ji dema Selaheddîn Eyûbî de mabû, beşekî wan piranî di sedsala nozdeh û bîstan de ji zilma dewleta Tirk reviyabûn wir. Piraniya wan ji çîna aristokrat bûn, cihê xwe li ba desthiladariya heyî digirtin, lê beşê welatpêz jî hebûn. Zarokên wan di nava Ereban de hatibûn bişaftin, zimanê xwe ji bîr kiribûn.

     Bi avabûna Xoybûnê sala 1927'an re qonaxeke nû ji bo Kurdên Rojava destpê kir. Dibe ku di destpêkê de Xoybûn li Lûbnanê hat avakirin, lê navenda wê Rojava û Sûriyeyê bû. Rêxistineke Kurd û Ermenîyan bû. Di damezirandina wê de her çendî arîstotkratên Kurd ên weke zarokên Bedirxan begê û yên din hebin jî, lê xwendekar, karker û gelek serok eşîr jî cihê xwe tê de digirtin. Programa wan serxwebûna her çar parçeyan û Kurdistaneke azad digirt nava xwe. Ji hin bendê bernameya wan jî diyar dibe ku xwestine gel hemû li derdora xwe kom bikin û xwe bigihînin her kesî/ê. Li Sûriyê Rejîma mandater a Fransayê heta Şerê Cihanê yê Duyemîn berdewam kir. Me li jor nêzîkbûnên neyînî yên Fransa nîşan kir, lê car din mirov dikare bibêje ji bo Kurdan ji rejîmên di pey wê re hatin baştir bû. Kêm be jî hinek serbestî hebû. Dirêjiya mandater Fransa ya li ser Sûriyê û Rojava kir ku rewşenbîrên Kurd hinekî atmosfereke azad bibînin. Di çapkirina kovaran û avakirina rêxistinan de zêde rastî astengiyan nehatin. Gelek komeleyên siyasî, çandî, werzîşî (Komeleya Hêvî, Komeleya Kurdistan, Komeleya Ciwanên Kurd, Komeleya Selaheddîn) di wê demê de hatine vekirin. Piraniya wan kloban ji aliyê wê navenda rewşenbiriyê ya ku li Şamê ava bûbû ve dihatin vekirin. Hewldanên Xoybûnê Ji bo bidestxistina mafên Kurdan di çarçoveya Sûriyê de çêbûne, lê nikarîbûne statûyeke qanûnî ya girêdayî Kurdan pêk bînin. Xoybûn di bin rêveberiya Celadet Bedirxan (baskê siyasî) û Îhsan Nûrî Paşa (jî baskê leşkerî) de pêş ket. Ji bo Xoybûn xwe bigihîne Seîd Riza, Celadet Bedirxan Osman Sebrî erkdar kiriye û şandiye Dêrsimê. Dîsa ji bo xwe bigihîjîne Kurdên li Emerîka birayê xwe Sûreye erkdar kiriye. Xebateke siyasî ya berfireh dane meşandin, şerê çekdarî jî ceribandine, Serîrakirina Agirî ya Îhsan Nûrî Paşa di vê çarçoveyê de bû. Xala herî girîng ku cihê xwe di bîr û baweriya civaka Rojavayê Kurdistanê de hişt û bandor kir xebata Celadet Bedirxan a pêşxistina çand û zimanê Kurdî bû. Sazkirina alfabeya Kurdî bi tîpên latînî cara yekemîn û xebata wî ya derbarê rêzîman, dîsa derxistina kovara Hawarê û Ronahî bi zimanê Kurdî, bi kêmderfetiyan û gihandina ber destê xwendevanên xwe hêja û nirxdar bûn. Ew liv û tevgera şoreşger û rewşenbîrê Kurd Ap Osman Sebrî, her wiha helbestvanên Kurdperwerên weke Cegerxwîn, Qerdrî Cemîl û bi dehan ên wekî wan bêguman civaka Kurd li Rojava şiyar kir, hestên Kurdînî welatperwerî û xwedîderketina li doza xwe di gel de xurt kir. Hoca Axa ku yek ji endamên Xoybûnê bû, li aliyê Cizîrê çalak dixebitî. Piştî Fransa destûr da "Tevgera Milîgeriya Erebî ya Sûriyê ya pêşketibû" ku hukumeteke tevahiya Sûriyê digire nava xwe ava bike. Piştî wê tevgereke nû ya daxwaza otonomî dikir ji aliyê serokê şaredarê Qamişlo û du serok eşîran (Haco axa û Mehmûdê Milî) ve pêş ket. Di pey re hinek tevlihevî di navbera hukumetê û pêkhateyan ji aliyekî ve, ji aliyê din ve jî di navbera pêkhateyên wir(Kurd, Ereb û Xiristiyanan) bixwe de derketin. Di encam de di sala 1938'an de kongreya Cizîrê di bin serokatiya Haco de pêk hat, di wî kongrêyê de bangewazî hat kirin ku Fransa mafê otonomiyê tam bide. Nûnerê bilind ê Fransayê taybetî bi herêma Cizîrê di sala din (1939'an) de herêma Cizîrê ya ku piraniya wê Kurd bûn, ji erdên Sûriyê yên ku Erebên Sunî lê dijiyan cûda kir, (mîna herêma Durziyan ya li Başûrê Sûriyê û ya Elewiyan li ber derya Spî aliyê Lazîqiyê cûda kiribûn) û yekser bi xwe ve girêda. Komeke rewşenbîr û hin serokên eşîran ji bo parastina çanda xwe daxwaznamekê di sala 1928'an de pêşkêşî Encumeniya Damezrîner ya Sûriyeyê dikin û daxwaza hin mafan dikin: "Bikaranîna zimanê Kurdî li gel zimanê fermî yên din li her sê herêmê Kurdan. Li herêmê Kurdan di dibistanan de perwerde bi zimanê Kurdî bê dayîn. Karmendên li van herêman kar dikin bi yên Kurd bêne guhartin." Fransa destpêkê girîngî da van daxwazan. Tê gotin ku Fransa hukumeta Sûriyê re bi bîr xistiye ku zimanê Kurdî asteng neke, rê li pêş vekirina damezirandina kulib û komeleyên çandî û civakî li herêmê Kurdan veke. Lê piştre ji aliyekî ve rastî dijberî û astengiyê Tirkiyê hatiye, ji aliyê din ve jî bûye cihê nerazîbûnê li ba Ereban. Lewma Fransa jî nexwestiye her du dostên xwe hers bike. Di sala 1937'an de civînek li gundê Tobz ê nêzîkî Amûdê hatiye li dar xistin, nûnerê Fransa û gelek serokê eşîrên Kurd ji Cizîrê, Kobanê û Kurdaxê(Erfîn) amade bûne. Di wê cîvînê de Fransiyan soza dayîna mafê otonomî ji bo herêmê Kurdan dane. Lê tiştê diyar dibe sozek jî ji sozên dane bi cih nanine. Di vê çarçoveyê de Fransayê Kurd, Çerkez, Ermenî û yên din li hember dijberên xwe bikar anîne, taîfegerayî û mezhebgerayî destek kiriye. Ji hêzên herêmî "hêza milîsên" ser bi xwe ava kiriye, pê dijberên xwe û civakên ne li gel wan e terbiye û tesfiye kirine, dîsa "Hêza Rojhilat a Taybet" 1921'ê ava kiriye. Ji derveyî Kurdan Ji bo pêkhateyên ayînî hebûnên taybet ji wan re dane avakirin. Li Lûbnana ku di bin destê wan de bû, Mewarneyên Suryan li herêma Çiya destek dikirin, dewleta Elewî 1920-1936'an de li paravên deryaya Spî ava kir, ji bo Durziyan li Başûrê Sûriyê jiyan dikirin di 1922'an de dewletek ava kir.