JI NÛ VE XWENDINA SOSYOLOJIYA BAŞÛRÊ KURDISTAN_2

21 Sibat 2019 Pêncşem

Ew proje û plan û têkoşîna ku PKK nîşan dida li Kurdistanê bi giştî û bi taybetî jî ji bo başûrê Kurdistanê hêvî dida. Ji ber vê yekê her çiqas li aliyê desthilat ve şer hat ferzkirin jî, lê nikarîne pêşî li tevlîbûna refên nav PKK bigrin. Gel bi rêûpîr(pêşvazî) stratejiya PKK kirin.

·       Şîroveyên Şaş ê Rejîma BAAS`ê û Guhertinên Nû:

Di encama şerê Iraq û Îranê de ku zêdetirî milyonekî mirov tê de hat kuştin, 300 hezar dîl û bi hezaran gund û bi dehan bajarok û navçe tê de wêran bûn. Di heman demê de Iraqê jî xist di bin gelek deynan, rejîmê BAAS`ê ji bo ku ew barê xwe yê xwar rast bike,  bi heman pîvanên şerê Îranê ku temamî dewletên kendavê û Emerîka heta astekî jî Sovyet pê re alîkar dibû. Ji ber vê pir bi lez û bez êrîşê dewleta Kuveytê kir. Dixwest bi riya Kuveytê gef li Mîrên kendavê bixwe. Bi vê şêweyî car din xwest rabe serxwe!  Lê belê şîrove û xwendina BAAS şaş derket. Meclisê Ewlehî ya Navdewletî û temamî welatên Erebî li dijî Iraqê derketin. Ji bo vê jî zivistana 1990`î de bi êrîşkirina li ser Iraqê, Kuveyt rizgar bû. Di heman demê de gurzekî gurcikbirî li Iraq ket û ger ew dem Emerîka, hêzên navdewletî pêşdîtîna wan hebûya, dikaribûn rejîma BAAS têk bibin, lê hiştin ku li nav demê de projeya xwe amade bikin, rewayetiyên navdewletî, heremî û Iraqê zêdetir bikin dest xwe ji bo têkdanê. Di encamê de, li serokatiya Sedam di bihara 2003`an de dawiya rejîma BAAS anî.

Ji bihara 1991?an ve hêzên Kurd li Kurdistanê ya Şîa jî li başûrê Iraqê derfet ket destê van ji bo ku raperîn encam bide û  cihê xwe qewîm bikin. Encam, piştî raperîn û koçberiyê û têkoşîneke du mehê li Başûr heremekî dijefirîn bi biryarekî Netewên Yekgirtî ava bû. Ew heremên defacto bi piştevaniya hêzên navdewletî û heremî bi navê Hikumeta Heremê Kurdistanê li havîna 1992`an de hat damezarandin. Desthilatê lokal û defacto ku bi navê hikumetê heremê ava bû, piştî komarên kêmtemenî Kurdistanê li Mehabad desthilateke nû xwerêveberî Kurdî bû. Ji ber vê li ser hevsengiya siyasî bi piştgiriya Îran û Tirkiye ava bûbû, lewra pir cihê hêvîyê gel û aliyên siyasî jî nebû. Di heman demê de li rojevên netewî û rêxistinên navmalê Kurd û alîkarî kirinê parçeyên din ên Kurdistanê zêdetir rolekî tevlîhevî û şerê navxweyî û şerê parçeyên din ê Kurdistanê anî. Di ragihandina wî destpêkê de hikumeta herêmê şerê PKK`ê di payîzê 1992`an de dest pê kir. Her wiha li Başûr, hêzên Rojhilatê Kurdistanê jî xistin qampan. Ji aliyê rêvebirinê ve tenê karîne 2 salan bi nakokiyê kêm hikumet rêvebibin. Ji havîna 1994`an ve heta ku 2005`an desthilatê heremê başûr bûye du parçe di mabeyna herdu desthilatdar PDK-Iraq û YNK de. Gelê Başûr debarekî jiyanî pir xirab a jiyana aborî, koçberiyê bi kom (yê ciwanan ji bo derveyî welat), kuştinên rijeke bilind a jinan (di bin navê namûsê de), rêgirtin ji azadiya siyasî û rojnamegerî, ji bo wî jî çendî kesayetên siyasî (Sadiq Omer, Raûf Akreyî, Rênas, Dr. Sîrwan hwd.) li gel komkujîya ekîbê Rojnemaya Welat li Hewlêr, di heman demê de çendî kesayetên din hatinê terorîzekirin û windakirin. Mirov tenê dikare yek xalê baş ji bo vî heremê defacto bike, ew jî heta ku ketina rejîmê BAAS`ê li 2003`an di destê Kurdan de ma. Ji bo vê ya ger bê gotin; ?salên 90?î li Başûr salê keraset û bêhevîbûn û bêçareyî bûne bû? ne şaş e.

PKK di sala 1991`an de weke hêzeke cuda xwedî statejî û bername û projeke din derket qada siyasiyê Başûr; rast e, ji destpêkê salên 80?î ve hewldan hebûye, lê ew hewldayin bi şehîdketina herdu kadir(kadro) ên pêşeng bi navê Mehmet Karasungur, Îbrahîm Bîlgîn paş de ket. Bi tevlîbûna komek Ciwanên Başûr di sala 1989`an de car din PKK bi şîroveyekî nû li başûr dest bi têkoşîneke nû kir. Ji bo vê jî bi avakirina rêxistina siyasî destpêkê bi navê Partiya Azadiya Kurdistan(PAK), piştre bi Yekîtîya Netewî ya Demokratîk a Kurdistan (YNDK) têkoşînê berdewam kir. Ji aliyê hûnerî ve alîkariyê rêxistinê çandî bû, ji bo vê jî komên Navenda Çanda Mezopotamyayê li Hewlêr û Silêmanî xwe bi rêxistin kirin, ji aliyê ragihandinê ve jî destpêşxir(binisyatîf) û alîkar bû li gel komek rojnamenivîs û rewşenbîr ji bo derxistina rojnemaya Welat.

Ew proje û plan û têkoşînê PKK nîşan dida li Kurdistan bi giştî û bi taybetî jî ji bo başûrê Kurdistanê hêvî dida. Ji ber vê yekê her çiqas li aliyê desthilat ve şer hat ferzkirin jî, lê nekarîne pêşî li tevlîbûna refên PKK bigrin. Gel bi rêûpîr(pêşvazî) stratejiya PKK kirin. Ji bo vê jî ger em lê binêrin desthilata heremê dev ji halê xwe yê li ferzkirinê şerfiroşîyê berneda, ew hewl heta sala 1995,1997 û heta 2001`î berdewam kir. Berovajî vî ciwan û gelê Başûr, ji PKK re hembêzê xwe vekirîbûn. Ew jî bû sedem ku bi hezaran ciwanên Başûr tevlî refên gerîla bibin û bi deh hezaran dost, endam û alîgir li derdora wî kom bibin. Bêguman siyaseta navdewletî û êrîşên dewletên dagirker û plangeriyê navnetewî nebûye ku tê de Serok APO dîl ket dest dewletên dagirkerî Tirkiye, gelê başûr çarenûsê xwe li gel proje û planên Serok APO diyar kiribû.

·       Di 2003`an De Têkçûna Rejîma BAAS`e û  Derfetekî Nû :

Bêguman her kesek wê dizanibû ku temenê rejîma BAAS temam bûye, êdî divê desthilatê bihêle. Lê ew jî dihat zanîn ku bi şêwazeke demokratîk û bi xebatên medenî ew rejîm nayê guhertin. Di temenê xwe ya 35 salê de hikmê BAAS`ê li Iraq tirsinaktirîn, hovtirîn û diktatortirîn mînak nîşan dabû, bi taybetî jî herdû operasyonên mezin (şalaw) Enfal û kîmyebaran bi temamî çavên hêzên muhalîf, opozîsyon tirsandibû. Ji ber vê yekê baweriya wan hêzan nebû ku rejîmê BAAS bi hêzên navxweyî tune bibe. Li ser vê bingehê her kes li bendê hêzeke rizgarker bû, heta ku wan ji destê wê rejîmê xilas bike. Ji bo vê Emerîka biryara destwerdana li Efganistan û Iraqê da. Piştî rêxistinê tundraw (radîkal) ê El-Qaîde her du quleyên bazirganî li New York kir armanca çalakiya xwekujî, ew karê El- Qaîde destê Emerîka li nav Rojhilata Navîn bi hêz kir. Hincet da dest heta ku bi arezû xwe bikaribe destwerdanê kar û barê wê bike. Tenê PKK bi vê re nebû ku rejîmê BAAS bi pêşengiya Emerîka bê têkbirin. PKK  digot; bi hêzên opozisyonên hundirîn rejîm têk bibin; ji bo vê hêzê çareserî ji nav xwe çêbibe, ne ku li derve hêzên navnetewî dest bixin nava kar û barê vê heremê.

Dema têkçûna rejîma BAAS`ê ji bihara 2003`an heta ku 2007`an hêz û aliyên Iraqî derveyî Kurdan gelekî belav û bêrêxistin bûn. Şîa bi alîkariya Îran dikarîbûn siyaset bikin, Sûnî jî bi alîkariya Tirkiye û Sûdî. Aliyê Kurdî jî bi xwe xwedî hêz û ezmûn bûn. Her çiqas ezmûnê wan serkeftî jî nebû, piştgirî navdewletî û heremî hebûn.

Xewnên Kurdan bi cih hatibû, ji têkçûna desthilata dîktatorî û nemane tu hincetekî ji bo şer û tevlîheviyê.  Rizgarbûna Kerkukê, fermîbûna hêzên pêşmerge, saziyên asayîş û ewlehî, her wiha destketine sermayeke zêde (pere û şîrketên bazirganî û petrol) Desthilatiya Herêma Başûr serxweş kir. Ji ber vê di dema nivîsandina makezagonê de desthilatdar û beşdarbûnên di nivîsandinê makezagonên nû ya Iraqê de li zivistana 2005`an bi hinek madeyên makezagonan razîbûn ku formul û sazkirinê wan ji bo pirsgirêkên gelê Kurd gelekî qels bû. Ew jî, ?netnebûna federaliyetê ku hatiye xwestin, pirsê pêşmerge, hêjmar û çawaniyê çekdarbûnê wê pirsgirêkê petrol û çavkaniyên xwezayî,  pirsgirêkê demokratîk a heremî, mafê rapirsî û bi daliqandî hiştina pirsgirêka Kerkuk?, aliyek tenê ku vê demê eşkere bi proje nerazîbûn nîşan da û got; ?nexêr ji bo vê makezagonê hatiye pêşniyarkirin? Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistan (PÇDK) bû.

Xemê desthilatdaran li Bexdayê, di nava hikumetê de zêdetir pere bidestxistin û şûna xwe zêdetir qewîm kirin bû. Ne çend mafên netewî û demokratîk bidestxistin bû. Ji bo vê em dikarin mînakê bi nav û deng yê heqîmê wê demê Emerîka li Iraqê axaftina Pol Breymer ji bo Mesûd Berzanî û Celal Telabanî bidin; ?em destpêkê tirsiyan ku daxwaziyên pir mezin bikin weke zivirandina Kerkûk an go serwebûna Başûr, lê ew serokana daxwazê pere li min kirin. Her du bi mîlyareke dolar razîbûn?. Gel bi hinek destkeftî hat dilxweşkirin û ji bo vê şahî kirin. Di rastiyê de tiştekî ji hikmê otonomiya Sedam zêdetir nebû, tenê peyva federalî ji bo wî hatibû zêdetir kirin. Ya ku desthilatdarî jî li heremê dimeşand hikmê konfederaliyê dewletî bû. Bêguman ew jî dihat zanîn ku heta dawî ew ji bo desthilatdariya naçe ser.

Ji partiyên desthilatdar re derfetek mezin çêbûbû, hikmê wan berfireh bû. Di heman demê de serwet û milk û maleke zêde ketibû destê wan. Petrol û gazê sirûştî bêsînor difiroştin, pere wî jî dixistin bêrîka xwe. Her çiqas hikumetê heremî bûbû yek hikum û Hewlêr wek navend bihêz dihat kirin û tîfaqên stratejîk di mabeyna PDK-YNK li 2007`an de hatibû îmzekirin, lê ew derfet nequlîpîn xîzmetguzeriya gel, dîsa di sala 2006`a li deverên Ranya, Helebce û Kelar pêşengtî ji bo gerekî nû li nerazîbûn û xwepêşandan kirin. Li Helebce ciwanek bi navê Elî şehîd bû û çendîn brîndar bûn. Di heman demê de şewitandina peykerê yadîgariya Helebce ku bîranîneke herî binirx a Helebceyiyan e. Ji aliyekî din ve jî di pirsgirêka pêşengiya netewî de ji bo gavêtin û yekxistina netewî de tiştek nehat kirin. Ne binke û baregehên dewleta Tirk ji başûr nehat derxistin ne jî sînorek ji bo desthilatiya Îranî hate diyarkirin. Berovajî vî li payîza 2007`an bîngeh û baregeha PÇDK li Duhok, Hewlêr û Silêmanî hat girtin. Li 2008`an jî Koordînasyona dijî PKK hat avakirin, li mabeyna Emerîka, Tirkiye, Iraq û Hikumeta Heremê Kurdistanê de; PÇDK xistina lîsteya teror li Bexdayê, di hilbijartina 21 Tirmehê 2009`an de bi hinceta ku PÇDK piştgiriya lîsteya bi navê ?hîwa? dike rê li pêşiya vê lîsteyê girtin. 

Di 17 Sibata 2011`an de gerekî din li nerazîbûna girseyî destpê kir ku bajara Silêmanî pêşengî ji bo vê qonaxê dikir. Deverê Raperîn, Helebce, Germiyan û Koye jî piştgirî dikirin. Partiyên opozîsyon a wê demê xwe kirine xwedî encamê xwepêşandana. Di encamên 60 roj xwepêşandan û nerazîbûnê û 11 şehîd û bi dehan brîndar de partiyên opozîsyon nikaribûn bibin nûner, di çarçoveya parkirin û wergirtinê îmtiyaz de li derdorê desthilat de zivirîn. Di heman demê de jî partiyên desthilatdar jî nerazîbûnên civakê weke nerazîbûna opozîsyonan dest girt ji bo vê dema ku karine opozisyonê bêdeng bikin wisa fêmkirin ku dengê gel jî bêdeng kirin.

Rojnamenivîs û rewşenbîr û nivîskarên derveyî desthilat bi taybet jî ew ciwanên rojnamenîvis ku biwêrekî hatîbûne meydan û rojane pelên dizî û gendelî (yolsuzluk) yê zilamên desthilatdar aşkere dikirin û dosyaya têkiliyê wan bi rejîma BAAS` ê ya hilweşî derdixistin holê. Sîmayê desthilatan a weke put diruxandin û rêdigirtin ku bi vê xwe pîroz bikin. Ji bo vê jî rojnamenivîs (Soranî Mameheme, Serdeşt Osman, Kawa Germiyanî û Evdilstar Tahîr Şerîf di xeleka dawî de jî Wedat Huseyin û Nûjîn Erhan) bûne hedefê karê wan ê teroristê û heta niha kujerên van nehatine girtin û kujerên van hîn jî bi serbestî digerin.