Sosyolojiya Başûrê Zagrosê_2

21 Sibat 2019 Pêncşem

Modernîteya Kapîtalîst forma civakê înkar kir û xwest hemû rastiyan di modêla Dewlet-Netewê de kom bike. Her çend heya sedsala 20`emîn di formen civakî de kêmanî hebe jî, lê li Kurdistan form û nasnameyên civakî xwe parastibûn û deshilat û dewlet jî ew rastiya civakî pejirandibûn.

Derbarê Yarsanî jî divê werê gotin ku wek nav û naverok û sirûdên wê, piranî lêkoleran û bawermendên wê yê olê dibêjin, peyva Yarsan tê wateya "Yarî San" ku tê wateya kesên ku hevrêtiya San dipejirînin. Di civaka kevin ê Kurd de San di wateya pêşeng û rêber de hatiye bikaranîn. Û heya rojê îro jî li Hewraman û hinek navçeyên Kurdistanê peyva San ji bo kesên xwedî ezmûn û mezinê malbatê bi kar tê. Destpêka ola Yarsanî vedigere ramanên "Balulê Mayî" ku di nava Kurdan de bi "Behlulê Dana" tê naskirin û di nîvê dûyemîn sedsala heştemîn de û di nîvê yekemîn sedsala nehemîn jiyan kiriye. "Baba Serhengê Dewdan, Şaxoşênê Loristanî û Bawenasê Caf" temamkerê vê ramanê ne, lê "San Sehakê Berzincî" çarçove jê re diyar kiriye û şêwazê îro girtiye. Yarsanan San Sehak wek pêxemberê xwe an wek wêneyê xwedê dizanin û pirtûkê wan a pîroz jî "Serencam"e ku bi zimanê Kurdî ya Hewramî hatiye nivîsandin û cihê civandinê Yarsanan "Cemxane"ye. Derbarê vê ku li Rojhilatê Kurdistan ji wan re dibêjin "Ehlê Heq" vedigerê ji bo vê baweriyê ku li gorî wan, "dê serdemek werê ku dawiya hemû olên dinê wê were û tenê yê me dimîne, lewma em ehlê heqin. " Yên ku ji wan re dibêjin "Eliyolahî" ji ber vê ye ku Elî weke xwedê dibinin û li gorî wan xwedê çûye laşê elî. Kesên ku ji wan re dibêjin "Kakeyî", ji ber ku weke bira li hev niherîne û her kes yê din bi bira mezinê xwe zaniye, lewma ji wan re tê gotin Kakeyî. Navê "Elewî" jî wek ji alîgirê Elî  çavkanî digire.

Li gorî Yarsanan her çend serdemê carekî, rêberêk tê ji bo arastekirina mirovahiyê ber bi karên baş. Ji vê dîdgehê ve li gorî piranî wan di pênc tur an dewrê de Yarsanî gelale bûye û form girtiye. Ji ber ku Dan Sehak di vê serdemê de jiyan kiriye ku Zerdeştî tê qedexekirin û riya îctihad û lêgerîna zanistê hatiye sînordarkirin, her wiha êriş li ser bawerî û îmana civaka Kurdistanê û xwerêveberiyên wê ya herêmî hatiye kirin, erkên vê girantir kiriye. Lewma dest bi rêkxistinkirina rêsayên Yarsanî kiriye. Yarsanî di çend xalên grîng de wiha ye;

? Gel fêrî razê yarêtî dike.

? Yaran û alîgirên xwe kiriye 15 beş ku her beşek erkê xwe ya taybet heye.

? Cem ji bo civîn û sirûtên olî rêk xistiye û xwendina helbest û lêdanê tembûr kiriye kevneşopî.

? li gorî bîr û baweriyên Yarsanî, hezretê Elî derkeftiya temamî ya xwedê ye û bi Mêhr Elî tê binavkirin.

? Jimarê heft li cem Yarsanan taybete û piranî eleqeyan li ser heft hatiye rêkxistin.

? Yarsanan mîhrabeya Dawud û cemxane li gel roj û agir bi pîroz dizanin û li gorî wan Elî navê rojê ye.

? Yarsanî pirjinî bi karekî xirab dizan in û derewkirin, xiyanetkirin, sonda derew û dizîkirin bi tawanên mezin dihesibînin.

? Pîr li cem Yarsanan yek ji situnê olî ye û her kesekî/ê Yarsan divê xwe bispêre pîrek.

? Baweriya Yarsanan bi felsefeya Donadon heye. Wateya wê giyan namire û yê ku dimire laş e û giyan ji leşek diçe leşekî din. Ev çûn jî 1001 car tê kirin û piştre re diçe dinyayê nemirî. Li gorî felsefeya Yarsan, çar cûre Donadon heye.

? Simbêl li cem Yarsanan pîroze û sedemê vê jî ev e ku ew sê derwêşên ku li şerê Çîçik de alîkarê San Sehak bûne simbêlê wan dirêj bûye. Her wiha li gorî wan her tayekî simbêl re periyek xwe pê ve daleqandiye ku dema bê jêkirin, wan periyan dikevin erdê.

Di olê Yarsanî de jin xwedî pêgehek grîng e û li hemî dewreyan de jinek di nava heftena pîroz de ku yarên sereke yê rêberîn heye û San Sehak ev yek dike bingehek sereke. Di merasîman de jin û mêr bi hev re hore an qewl dibêjin. Zimanê kurdî li cem wan grîng e, lewma pirtûk û sirûtên xwe ya olî bi kurdî gotine û nivîsandine.

 

Rewşê Heyî ya Rojhilatê Kurdistanê

Modernîteya kapîtalîzmê forma civakê înkar kir û xwest hemî rastiyan di modêla Dewlet-Netewê de kom bike. Her çend heya sedsala 20`emîn kêmanî di formen civakî de hebûbê jî, lê li Kurdistanê form û nasnameyên civakî xwe parastibûn û deshilat û dewlet jî ew rastiya civakî pejirandibûn. Mînak; dewlet bi şêwazeke berfireh dest wernedabû nava jiyanê eşîr û hozên Kurdan û wan hem nûnertiya civakîbûna xwe dikirin hem jî ya xwerêveberiyê di astên cuda de. Li gel vê, têgeha qewm û mîlet heya astek geşe kiribû û di nava civakê Kurd de bi giştî û li Rojhilatê Kurdistanê bi taybetî ev têgeh di nava civak û li ser takekesên Kurd reng vedabû. Li gel vana têgeha Omet jî geşe kiribû. Pergala ku li Îran di serdemê şahan û piştre jî di serdemê komara Îslamî de hat meşandin, heman demê de ew tevger û têkoşîna ku ji aliyê lîder, rêkxistin û partiyan ve rêve çû, bandor li ser civaka Kurd kir. Geşeya fikrî, berxwedana civakî û exlaqî û guhartina li sîstema aborî li ser civakê bandor kirin.

Îro em dibinin têgeha Dewlet-Netew û nasionalîzmê weke hest li ser daxwaziyên civakê serwer bûye. Ev yek jî weke bertekeke li hember zilm û siyaseta dijmin ku li dijî civakê kurd dimeşînê, lê dema em li rastiya jiyanê civakê hûr dibin, ev yek dibinin ku pêkhateyên civakî û formên mîna tîre, eşîr, hoz û hîna beşek ji rastiyê xwe parastine. Têgehên olperestî, mezhebgerî û Îranîgerî her çiqas jî aliyên Kurdî ya nasnameya civakê di astê cûr bi cûr de kêmreng kiriye, lê derfeta derbaskirina nîjadperestî tê de heye û hêza gav avêtina ber ve Netewa Demokratîk li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê heye. Her çend dewlet pir hewl daye binesaziya aboriya civakê biguhere jî, lê ji ber ew dorpêça ku salên dirêje li ser Îranê hebûye, her wiha hewldanê gel heye ji bo ku aliyê aborî de li ser lingê xwe bisekîne, heya niha bi temamî aboriya civakê di nava aboriyê dewlet û abûriyê taybet de neheliyaye û vê derfetê heye ku bi xwe piştgerm bin. Ev jî sitûnekî din ya forma civakê ye ku divê li ser xebat were kirin. Ev taybetmendî bûne sedem ku jin heya astekî pûgeha xwe ya civakî û siyasî biparêz e û bikaribe tevlîbûnekî çalak di nava jiyanê de bike.

Li kêlekê van mijaran girîng e ku em qala astengî û zextên dewletê li ser ziman û çanda Kurdî jî bikin ku tevî vê xwendin û nivîsandina bi zimanê Kurdî geşe kiriye û çandê Kurdî jî kariye xwe biselmîne, lê yê ku cihê fikarê ye jihevebûna navbera zarave û şêwezarên zimanê Kurdî ye li vê beşa Kurdistanê ku bandor li ser dûrbûna çandan ji hev û du kiriye. Lê bi giştî mirov dikare bêje civaka Rojhilatê Kurdistanê tevî hemû guşar û dijwariyan, kariye ji mekîneya jenosîdê ya modernîteya kapîtalîst rizgar bibe û pêwîste pêşengên wê, vê rastiyê baş bixwînin û bikevin nava liv û tevgerê.