ANALÎZEK LI SER SOSYOLOJIYA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ_4

21 Sibat 2019 Pêncşem

"Dîroka Kurd a hemdem û hebûna wî, bi tenê di nava vê yekparebûnê de û bi parçebûna sînorên Iraq-Sûriyê dikare bê zelalkirin. Ev parçekirin û dabeşkirineke wisa ye, qirkirin jî di nav de, mîna ku tevahiya potensiyela alternatîfên îmhayê tê de hatibin depokirin. Li ser piralî hesab hatine kirin."

Bi darbeya(înqîlab) ku serokê erkana artêşa Sûriyê Husnî Zeîm a ku di 30/3/1949'an de li dijî serokomar Şukrî Qiwetlî destpê kir û di pey wê re du darbeyên din pêk hatin. Bi wan darbeyan re tevlihevî û nearamiyê mohra xwe wê pêvajoyê da. Diyar e di dema desthilata Fransa û berê jî Osmaniyan de gelek Kurdan cihê xwe di nava artêşê de digirt. Di 25'ê Hezîranê sala 1949'an de Husnî Zeîm xwe weke serokê Sûriyê radigihîne. Desteka Partiya Niştimanî û partiya BAAS`ê digire û desthilata wî bi serdemeke nû tê binav kirin. Tê zanîn Husnî Zeîm bi eslê xwe ji Kurdên Helebê bûye, li ser wî hinek Îdîa hebûn, dihat gotin ku: " têkiliya wî bi Fermandarên Kurd ên ku di nava artêşa Sûriyê de hene, armanca wan ew e xewnê ku di dema Fransa de nikaribûn niha pêk bînin, dewleteke Kurdan çêbikin." nexasim ji fermandarên darbe kiribûn hin jê Kurd bûn, hem di amadekariyê de hem jî di pêkanînê de cihê xwe girtibûn. Di serê wan de Eqîd Fewzî Silo alîkarê Fermandariya Alaya Sêyemîn, Mûqdem(Yarbay) Omer Xan Temer alîkarê Serokê Erkana Artêşê, Neqîb(Bînbaşî) Mehmûd Şewket Fermadeyê Fûca(Tabûr) Piyade ya Yekemîn, Mûqedem(Yarbay) Cemîl Mamîş Fermadeyê Ketîbeya Firsan ya Duyemîn, Neqîb Qotreş Fermadeyê Fûca Kurdan û hin fermadarên bi payeyê nizim hebû. Tiştê hîn zêdetir bal kişandiye ser ew bû, Husnî Zeîm Mûhsimê Berazî yê bi eslê xwe Kurd erkdar kiribû ku kabîneya Wezareta Sûriyeyê ya di sala 1949'an de ava bike.

Tê gotin ku ew kesekî sekuler bû, tevî ku dema wî dirêj nekir, lê gelek nûbûn xistiye dewletê. "Artêşa Sûriyeyê nû kiriye, reform xistine zangehên Sûriyeyê, biryara zagona sivîl daye, maf daye jinê ku dengê xwe di helbijarinê de bide, ewqaf xistiye bin serweriya dewletê, sîstama bacê da sepandin û pêşniyara belavkirina erdên çandiyê yên dewletê li ser cotkaran kiriye." Di çarçoveya vê de di rojnameyên Ereban de li hundir û derve li dijî Husnî Zeîm propagandeyeke reşkirinê destpê dike û wî tewanbar dikin ku ew xwe bi ser milîgeriya Kurdî de dirise û bi xayîn, dij Ereban, dij Îslamê û têkiliyên bi Îsraîlê re li qelem didin. Darbeya wî çar mehan dirêj kir, di Tebaxa 1949'an de Samî Elhinewî darbe li ser Husnî Zeîm pêk anî û ew û serok wezîr Mûsin Berazî ku her du jî bi eslê xwe kurd bûn kuştin. Di dîktatoriya Edîb Çîçeklî de di Adara 1952'an de zagoneke nû hat sazkirin. Di wê de jî Kurd tune hatibû hesibandin, teqezî li erêbûna dewleta Sûriyeyê û Misilmanbûna wê kiribû. Ji bo guhartina rastiya Kurdan li Sûriyê hin biryar û fermanên leşkerî hatibûn girtin. Mînak: zagona hejmar(1939) ya di 16'ê Mijdara 1953'an de çend made digirt nava xwe, ji wan a yekê: çênabe cihên giştî û taybet wek klub, otel, qehwexane, parkên lîstinê, dikan, xwaringeh û hwd? bi nav an jî bi gotinên biyanî(ne Erebî mebest Kurdî) bên bi nav kirin. Madeya duyê: Xwediyên wan cihan ên ku navên biyanî bi kar anîne, divê di nava sê mehan de bi navên Erebî re biguherînin. Madeya sêyemîn: sê mehan dest danîna ser û dayîna xerameta(miqdarek pere) ji (50 ? 1000 Lîre), her kesê ku ew binpê bikira bi vî cezayî dihat cezakirin. Di bendên din de, divê zimanê Erebî di hevdîtinên giştî, mîhrîcan û şahiyan de serdest be. Di hemû komîteyên rêxistinên netewên kêm hejmar de divê hejmara kursiyên Misilmanan wekhev bin bi yên nemisilman re. Bi jikarxistina Edîb Çîçeklî ji desthilatê di 1954'an de destpê kirin fermadarên bi eslê xwe Kurd ên paye bilind û navîn ji artêş paqij kirin. Kasetên mûzîkê û belavokên Kurdî desteser û xirab dikirin, xwediyên wan dikirin zindanê. Kesên taybetmendiya xwe ya Kurdbûnê avêtibûn, nedihatin giritin an jî dûrxistin. Ev bi tenê li ser yên Kurdbûn diparastin derbasdar bû. Bêguman van nêzîkatiyan di nava Kurdan de rê li pêş dualîteyekê vekiribû. Yan diviyabû dest ji nasname, çand û zimanê xwe berdin, an jî diviya rastî girtin, binçavkirin û windakirinê bihatina.

 

Guman di wê de nîne ku piraniya darbeyan, dîktatoriyê bi xwe tîne, ji ber bi hêzê tê ser, ji xwe re mafdar dibîne ku her tiştî bike, lê li vir mijar ne ew e. Tevî ku Husnî Zeîm, bi nav Kurd bûye, tu têkliya wî bi Kurdbûnê re nebûye li gorî tê gotin, lê mîna Kurd e nîşan didin û wê komployê li ser hebûna Kurd li wir dikin. Li vir jî bi zelalî diyar dibe ku çawa hîna di destpêka avakirina hukumeta Sûriyê de lîstokeke qirêj li ser hebûna Kurd li Sûriyê lîstine. Kurd û Ereb anîne hember hev. Rêberê gelê Kurd ji bo vê rewşê di paraznameya xwe ya pêncemîn de dibêje: "Dîroka Kurd a hemdem û hebûna wî, bi tenê di nava vê yekparebûnê de û bi parçebûna sînorên Iraq-Sûriyê dikare bê zelalkirin. Ev parçekirin û dabeşkirineke wisa ye, qirkirin jî di nav de, mîna ku tevahiya potensiyela alternatîfên îmhayê tê de hatibin depokirin. Li ser piralî hesab hatine kirin." Diyare listika Înglîz li ser Kurdên Başûrê Kurdistanê lîstiye li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê jî hatiye lîskandin. Rêbertî destnîşan dike ku Kurd li Başûrê Kurdistanê weke hêzeke yedek hiştine, pê hem Ereb hem jî dewletên derdor hevseng kirine. Hêzên mijara gotinê(Înglîz û Fransa) ji bo Rojavayê Kurdistan û Sûriyê baş kontrol bikin, karta Kurd ji bo berjewendiyên xwe yên demdirêj di destê xwe de girtine, dema pêwîstî pê dîtin e jê desteyek dane desthilatên bi wekalet ên ku wan ava kirine, da ku bînin ser xeta xwe. Davîd Mekdol xwediyê pirtûka "Dîroka Kurd a Nûjen" nivîsiye: "Di nîvê duyemîn ê pênciyan de bi bilindbûna Nasir li Misirê coşa netewgeriya Erebî hemû Cîhana Ereban dagir kir, ew bû çavkaniya nîgeraniyê ji bo Brîtanya, Fansa û Îsraîlê. Bi hemleya li ser Qanat Siwês û Çola Sînayê re di sala 1956'an de bi berhem bû. Nexasim piştî ji kursîxistina Xanedana Haşimî li Îraqê di sala 1958'an de. Hestên netewgeriya Erebî û kêfxweşiya ava bûbû (ji ber fikra hêzê di çarçoveya yekîtiyeke Erebî ya berfireh) cih ji gelên din re di qada siyasî de nehiştibû." Mijar darbakar Husnî Zeîm û fermandarên Kurd ên ku di salên pêncî de derketine pêş û piştre darbe li ser Şukrî Qiwetlî pêk anîne û tewanbariyên qaşo dê dewleteke Kurd li Sûriyê çêbikin û têkiliyên wî li gel Îsraîlê, her wiha têkiliya Kamîran Bedirxan a bi Mosadê re, di çarçoveya planên parçekirina gelên herêmê nexasim gelê Kurd ku li Rojava mafekî bi dest nexe û kûrkirina aloziyan Rojhilata Navîn de bûn. Baca vê lîstîka sedsalan li ser gelê herêmê û bi taybet gelê Kurd re pir giran bû. Kurd kirin qurbanê berjewendiyên xwe yên qirêj. Wê hişt ku ew biratiya sedsalan xirab bibe. Bi destê wan hêzan hev û du di asîmlasyon û komkujiyan derbas kirin. Baweriya gelan bi hev nehiştin. Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan ji bo ku vê lîstikê pûç bike ji zindana yek kesî hewldanên hemtayê wê nîne kirin. Ji bo ku Rojhilata Navîn ji van qeyranan rizgar bibe, pergala konfederalizma demokratîk pêşniyar kirin û bang li navendên biryarê yên weke Enqere, Şam û Tahran kir, ew agahdar û hişyar kirin ku em dikarin bi hev re vê lîstokê xera bikin, lê wan guh nedan van pêşniyarên Rêbertî ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên Rojihilata Navîn. Lewma jî îro her yek ji wan ketiye taya mirinê û li ber têkçûnê ne. Pêkhate û hebûnên Rojhilata Navîn ên çandî, etnîkî û olî di nava hev de jiyan kirine. Berî Modernîteya Kapîtalîst li ser civakên Rojhilata Navîn serwer bibe, tu pirsgirêkên wisa giran di nava gelan de nebûn, tevî ku ji hezar salan ve li ser axeke jiyan dikirin. Ew pirsgirêkên rûdan û bi qeyranên giran encam dan, bi parçekirin û avakirina dewlet neteweyê re rûdan. Di neteweya demokratik de ziman û çandên cuda dikarin pirsgirêkên xwe di nava xwe de çareser bikin.

 Heger em hêjmar û hêza Kurdan a vî beşî Kurdistanê yê biçûk(Rojava) beramber pêkhateya zêde ya Ereb, Durzî, Elewî ya wê demê li ber çavan bigirin, gelo ew propagandeyên wê demê li dijî Kurdan hatin kirin çiqas rast in? Heger di çarçoveya komploya dewlet neteweya ku hêzên Rojavayî gelên herêmê teşwîqî dikirin de, bê dest giritin dê rastir be. Mirov nikare wê nêzîkbûnê ji derveyî geşbûna stêrka Cemal Ebdulnasir û pêla netewgeriya Erebî ya ku wê demê bilind dibû ku di pey re dê di Yegirtina Erebî ya navbera Sûriyê û Misirê de bi beden bibe bigire dest. Ew pêla nijadperestiya Erebî ya ku qaşo bi navê "Yekirina Axên Ereban" ku pêş diket, cihê netewên kêm hêjmar di nexşeya siyasî ya Rojhilata Navîn de nehîştibû. Yegirtina Sûriye û Misirê siyaseta cudakariya Erebî beramber Kurdan kûr kir ku Kurd nikaribin nefes bigirin. Ew valahiya Kurdan ji 1946'an û beriya wê xwe têde îfade dikir, bi pêkhatina Yekgirtina Erebî ya navbera Sûriyê û Misrê de sala 1957'an bi temanî ji holê rabû. Lez dan girtina komele û klub û çapemeniya Kurdî yên ku di dema Fransiyan de dihatin çap kirin. Bi wê tenê jî nekirin, li bazar û malan dest datanîn ser çavkaniyên çapkirî. Di biniya şewata Sînameya Amûdê ya ku têde 280 zarok şewitîn de kîna şofenîzma Erebî hebû. Bi keşifkirina petrol û gaza xwezayî ya cara yekemîn li herêma Qereçoxa Cezîrê di sala 1956'an de, bingehê proja Mihemed Teleb Hilal ya kembera Erebî û guhartina demografiya herêmên Kurdan dihat plan kirin. David Mekdol di wê derbarê de di pirtûka xwe(Dîroka Kurdan ya Nûjen)de nivîye: "BAAS`ê ji bo Kurdan li Cizîrê bigire bin kontrala xwe, di bin silogana "Cizîrê rizgar bikin, da ku nebe Îsraîla duyemîn" bi lez hemle destpê kir, ev silogan derveyî aqil û guhên Rojavayîne, lê di rewşa dorpêça psîkolojîk a Sûriyeyê ya wê demê dihat bawerkirin, her wiha hêz jî şand bo destekdana Îraqê di şerê wê li dijî hêzên Barzanî yên rabûne." Ji van hevokan jî diyar dibe ku lîstokeke qirêj bi destê hêzên Rojavayî li ser gelê herêmê hatiye meşandin, nexasim gelê Kurd. Hemû derî li pêş Kurdan girtin. Kurd neçar man beşdarî Partiya Komunîst û yên di bibin. Dema dîtin Partiya Komunîst piranî bû Kurd bi ser de çûn girtin, endamên wan di zindanan de rû bi rûyî êşkenceyên giran kirin, yên radest nebûn kuştin, yên din piştî kirin bin kontrola xwe serbest kirin û di parlemanê de cih danê. Di pey re heman tişt li ser Partiya Demokrata Kurdistan a Sûriyeyê ku ji nû ava bûbû jî pêk anîn. Damezrînêr(Osman Sebrî) û gelek kadirên wan girtin. Yên weke Osman Sebrî ku radest nebû, xwedî li rêgezên partiya xwe derketin di êşkenceyên giran re derbas kirin, seqet kirin. Yên weke Selah Bedredîn û yên din, rêgezên partiya xwe neparastin radest bûn. Piştî wê PDK-S parçe bû û ji wê şûnda terzê parçebûnê bû çandek di nava partiyên reformîst de û heta roja me berdewam e. Siyastên piştî nîvê sedsala bîstan li ser Kurdan hatin meşandin kesayeteke ji xwe bêbawer, radestbûyî, ji mafên xwe tewîzdayî ava kir. Berxwedaniya ku partiya kar a komunîst, her wiha kesayetên şoreşgerên yên wekî Osman Sabrî nîşan dabûn bi hovîtiyeke mezin, ji aliyê rejîma Sûriyê ve bi şikestinê re rû bi rû mabû.

 Di pey re kiryarên rejma BAAS`ê yên şovenîst yên ku binghê xwe ji sala 1945'an ve li ser Kurdên Cizîrê hatibû danîn dê lez bida Erebkirina herêmê. Bi bihaneya Kurdên parçeyên din bi awayekî nerewa derbasî herêma Cizîrê dibin hukumeta Şamê biryar da kontrolê li ser Cizîrê çêbike. Di 23/8/1962'an de zagona hêjmar(93) ya serhêjmartina awarte ji niştecihên Eyaleta Hesekê re derxistin, qaşo Kurdên ji Tirkiyê bi awayekî ne rewa derbasbûne zelal bike. Di encama wê serhêjmartinê de di rojekê de sed û bist hezar Kurd li gel malbat, zarok û neviyên xwe ji nasmeya xwe hatin bêparkirin û li ser axa bav û bapîrên xwe bûbûn biyanî. Lê rastî nayê veşartin, zêde dem derbas nebû, derew û mebestên wan aşkere bûn. Her du bira Nîzamedîn û Ebdulbaqî yê ku berê ji 1949 ? 1957'an ve di nava xebatên siyasî de bûn û wezîrtî jî kiribûn, her wiha Tewfîq ê ku demekê Serokê Erkanê Hêzên Çekdar ên Sûriyeyê 1956 ? 1957'an bû û bi sed hezaran wekî wan têrê dikir ku wê pêkenoka serhêjmartinê vala derbixe û rastiya mijarê bi cihan bide naskirin. Belê nasname ji wan jî girtibûn. Tenê ji ber ku Kurd bûn, xwedî li Kurdînî û axa xwe derdiketin ji hemwelatiyê hatibûn avêtin. Ji ber Cizîr bi enbarên xweyî genim, pembo, petrol û gaza xwe dihat nasîn ji hemwelatiyê hatibûn. ji ber dewlemendiya wê axê bû avêtin, ne ji ber tiştekî din. Bi Yegirtina Sûriyê û Misirê re biryar li ser Kurdan hatibûn girtin ku Kurdan ji warên wan bidin koçkirin. Mînaka wê jî ji Wezîrê Çandiniyê yê wê demê Mistefa Hemdon diyar dibe. Dema zagona çaksaziya erdên çandiyê kirin û erd li cotkaran belav kirin. Di serdanekê de ku Mistefa Hemdon(wezîrê çandiniyê) tê Herêma Cizîrê, da ku erdan belav bike, dema cotkarên Kurd serî lê didin dibêje: "Yê Kurdan tiştekî wan li cem min nîne." Di Mijdara 1963'an de Mihemed Teleb Hîlal Serokê Şûbeya Ewlekariya Hundir(ewlekariya siyasî) li Hesekê raporekê di derbarê pirsgirêkê de bi zimanekî şoven pêşkêşî hukumetê dike: "Cezîr alarmê metirsiyê lêdide, bi ser wijdana Erebî de diqîre da ku wê rizgar û paqij bikin ji her bermahi û qaşilên dîrokê da vegere, çalak vegere beşdar bibe mîna xwîşkên xwe eyaletên vî welatî Ereb. Pirsgirêka Kurd niha êdî xwe bi rêxistin dike, ew bûye weremeke pîs xwe ava kiriye an jî li aliyekî laşê vê umeta Erebî dane avakirin, tu dermanê wê nîne ji bilî qutkirinê" Ev gotara bi hestên kîn, nifret û şovenîzmê barkirî ne tenê rê li ber bişaftina çandî vedike, lê belê nijadkujî jî di navê de hemû cure komkujiyan di nava xwe de dihewîne. Di wê çarçoveyê de planek ji çardeh xalan pêk dihat pêşkêş kir, da ku hevgirtina civaka Kurd parçe bike:

1.Koçkirina Kurdan ji erdên wan.

2.Siyaseta nezan hiştinê, ji mafê xwendinê bêne mehrûm kirin.

3.Kurdên ku ji aliyê Tirkiyê de "tên xwestin" radestî Tirkiyê bêne kirin.

4.Deriyê kar li pêş wan bê girtin.

5.Êrîşeke berfireh a propagandayê di nava hêmanên Ereb de li dijî Kurdan bê kirin.

6.Taybetmendiya olî ji oldarên Kurd bê xistin û di cihê wan de şêxê Ereban bên şandin.

7.Siyaseta lêdana Kurdan xwe bi xwe di nava civaka Kurd de.

8.Bicihkirina hêmanên Ereb û milîger li herêmên Kurdan li ser sînor bên bi cihkirin.

9.Kembereke ewlekariyê ya Ereb bi dirêjahiya sînorê Tirkiyê bê avakirin.

10.Avakirina mezrayên komî ji bo Erebên ku bên bicihkirin.

11.Divê  yên ku bi Erebî neaxifin re, mafê hilbijartin û destnîşankirina namzetiyê li wan herêmên mijara gotinê neyê dayîn.

12.Divê qet mafê rêgeznameya Sûriyeyê ji yên ku li wê herêmê bi cih dibin re neyê dayîn, her çi rêgeziya wî ya resen be(ji derveyî regeziya Erebî.