Rêheval Helmet Wê Di Nav Xabatên Me Yên Ronakbîriyê De Bijî

18 Tîrmeh 2019 Pêncşem

Rêheval Helmet,wek welatparêzekî Kurdistanê bi bîrweriyek kûr jiyan kir. Herêmkî nema. Di kesayeta xwe û vê taybetmendiya xwe Yekitiya Netewa Demokratîk a Kurd temsîl kir.

 



Dewleta Tirk a qirker rûyê xwe yê dijmintiya Kurd carekê din nîşan da. Li ser navê Kurd û Kurdistanê çi hebe êrîşî wan dike, ji bo ku tune bike hemû hêza xwe, derfetên xwe bikar tîne. Ji ber ku hebûna xwe li ser tunebûna Kurdan avabûye, lewma ewqas serî li qetlîamên wiha dide. Ji ber wê yekê di 5?ê Tîrmeha 2019?an de li Qendîlê heval Helmet (Dîyar Xerîb) Şahîn Dîcle (Abdulkadîr Aslan) û hevalê Devran (Mûrat Gunduz) hatin qetil kirin

Dewleta Tirk, heman wek berê dê sibê jî qetlîamên xwe pêk bîne. Tenê ne li Bakûrê Kurdistan, li ku devera cihanê dibe bila bibe, dijminê Kurdan e. Êrîşên ku tim li ser Şengal, Rôjava û Başûr tê kirin sedema xwe ev rastî ye. Derfet bibîne; wê êrîşî Rojhilat, Erîwan û Laçînê jî bike. Ev pir vekirî û zelal tê fêhm kirin.

Qewimandina qetlîama 9?ê Çilê 2013?an li Parîsê ya Sakîne Cansiz, 16?dê Tebaxa 2018?an li Şengalê ya Mam Zekî sedema vê ev rastiyê. Ya rast, di kesayeta Sakîne Cansiz de Elewîtiya Dêrsimê, di şexsê Zekî Şengalî de Kurdbûna Êzdîtî xwest xilas bike û bi qetilkirina rêheval Helmet jî, berxwedêriya Kurdên Başûr a li dijî qirkirin û mêtingeriyê xwest tune bike.

Berxwedana li dijî mêtingeriya dewleta Tirk nû destpê kiribû. Berî wê hebû. Agirê berxwedana ewilî, li dijî dewleta Osmaniyan a ku dewleta Tirk barmahiya wê ye, li bajarê Silêmanî hilweşiya, ev berxwedan heya roja me ya îro belav dibe û tê. Tenê ne li hember dewleta Tirk, li dijî rejîma qirker a Îraq-Saddam jî berxwe da.

Rêheval Helmet hem qetlîam hem jî berxwedanên ku hatî jiyîn guhdar kir û bi van re mezinbû, çi demê ji mêjiyê xwe de dernexist. Hêj di emrê xwe yê ciwan de, ya ku ew li dijî mêtingeriya qirker kişand nav têkoşînê ev rastî bû.

              Rêheval Helmet,wek welatparêzekî Kurdistanê bi bîrweriyek kûr jiyan kir. Herêmkî nema. Di kesayeta xwe û vê taybetmendiya xwe Yekitiya Netewa Demokratîk a Kurd temsîl kir. Lewra di temenê xwe yê ciwan de, sedêmê tevlêbûna nav refên Têkoşîna Demokrasî û Azadiya Kurdistanê yek jî ev e. Perwerdeya Rêber Apo girt. Bi Dr. Sîrwan û Vîyan Soranan re rêhevaltî kir. Li Başûrê Kurdistan wek fermandarekî şerkir. Di warê rêxistinî û têkoşînê de ango di xeta rastgiriya Demokrasî û Azadiyê de pêşengtî kir. Her wiha di hevserokatiya PÇDK?ê de jî cihê xwe girtibû.

Tenê bi van ve jî sînordar nema. Wek sosyalît û ronakbarekî li beramberî civaka Kurd berpisyarî û erk da ser milê xwe. Xebatên propoganda û yên perwerdê meşand. Li Başûrê Kurdistan, di rêxistinkirina weşanên rojnameya Welat û Çareserî de jî cih girt. Ji ciwanan re, ji bo civakê azadî û gîhandina zanistiya demokrasiyê re bû pêşeng.

              Rêheval Helmet, bi nêrîn û pêşniyariyên xwe ji bo Akademiya Zanistên Civakî Ya Abdullah Ocalan, tevkariyek girîng da. Ji bo Kovara Komînar ê; di serî de Dîroka Kurdistan û Sosyolojiya Kurd, di gelek mijaran de nivîs nivîsîn. Bi van aliyên xwe, wek endamekî Akademiya Zanistên Civakî Ya Abdullah Ocalan peywir û berpirsyarî girt ser milê xwe.

              Li Başûrê Kurdistan, dema ku ?Yekîneyê Xweparastinê? rojên ku tê re derbas dibûn avabûna xwe îlan kir, dewleta Tirk a qirker, bi hevkariya hêzên xayîn jî di nav de, qetlîama rêheval Helmet ne rasthatinî bû. Bi pêkanîna vê qetlîamê re Têkoşîna Demokrasî û Azadiya Kurdistan derbe kirin û dîsa ji bo ku felsefeya Apoyî li Kurdistan, Rojhilata Navîn û Cîhanê belav nebe xwest pêşî lê bigire.

              Lê belê çawa ku heya vê rojê hatî û ji vir şûnde jî dê neghêje armanca xwe. Berevojiyê wê, xezeba li dijî dewleta Tirk a Qirker, hevkar û hêzên wê mezintir û wiredariya têkoşînê bilindtir bû.

Bi vê rastiyê û vê bîr û biryariyê, Akademiya Zanistên Civakî Ya Abdullah Ocalan jî, bi ronakbariya felsefeya Rêber Apo, dê xwedî ji bîranînên rêheval Helmet derkeve.

 

 

Silav û Rêzên Şoreşgerî

10.07.2019

Akademiya Zanistên Civakî Ya Abdullah Ocalan