KÎ BÊ RÛMET E?
31 Çile 2015 Şemî
Jin, xwedî wê hêza azadkirina jiyanê û ezmûna jiyanê ne ku jiyanên xwe radestî zîhniyeta zilamê serwer nekin.

Delal AFŞÎN
Siyaseta demokratîk, xwemeşandina gel e. Li ser bingehê avakirina sîstema xwe gel pêdiviyên xwe destnîşan û dabîn dike. Ji ber vê jî siyaset, li civakê xizmet kirin e. Dema ku ev xizmeta gel derbasî nav jiyanê bû, wê demê binirx û watedar e. Siyaseta demokratîk ku siyaseta gel bixwe ye, tenê bi vî awayî dikare bisazî bibe û di jiyanê de jî bê pêkanîn. Ji bo ku siyaseta demokratîk di warê hemû beşên jiyanê de bê pêkanîn, ya ku wê bikare vê yekê bi awayekî guncavtirîn pêkbîne jî jin bixwe ye ku eger rola xwe bi awayekî aktîf bilîze. Îro ev rastî bi temamî tê paşguhkirin, jin ne birêveberên siyasetê ne û li ser wê bixwe siyaset tê meşandin.
Ji bo ku jiyanekî azad û bi îrade pêşbikeve jî divê jin di nava siyaseta demokratîk de rola xwe bi awayekî çalak bilîze. Her roj derdikeve pêşberî me ku li ser navê siyasetê gelek qirêjî têne kirin û zilamê serwer xwe di siyasetê de kûr kiriye.
Hikûmeta AKPê niha ji bo hilbijartinan serbixe hewldide. Ji bo dîsa bibe desthilat, divê ji hemû beşên civakê rey û dengan bigre. Heya îro jî li ser esasê berjewendiyên gel û civakan na, li ser esasê berjewendiyên xwe tevgeriya ye û êdî aşkera bûye ku nikare bi vî rengî wer hêsan bibe desthilat. Gel, hemû awayî lîstokên qirêj ên AKPê aşkera kirine û êdî qanih bûye ku bi AKPê re nayê jiyankirin.
Mijara ku ez dixwazim bal bikşînim ser ew e, êdî ev derew û lîstokên ku AKP ji bo dengan bistîne dike, kêr nayên û êdî civak pê naxapin. Di dîroka Tirkiyê de, bi qasî ya dema AKPê li hemberî jinê şîdet nehat pêkanîn û jin ev qasî rastî tundiyê nehat. Me gelek caran dît ku jin li kolanan hatin qetilkirin û rastî tecawûzan hatin. Yek jî dema ku li hemberî wan kesên ku ev şîdet bi awayekî rasterast pêkdianîn ti cezayek nedihat dayîn, dibe sedem ku di nava civakê de parçebûn û jihev veqetîn her roj zêdetir bibe.
Li hemberî vê şîdetê bêdeng mayîn, ewlehiya jinan nehiştin û jin weke kesên tewanbar nîşan dayîn, cewherê feraseta AKPê nîşan dide. Di esas de divê mirov li van pêkanînên AKPê ecêb nemîne. Ji ber ku zîhniyeta herî nêrane di AKPê de şênber bûye. Ji zîhniyetekî wiha nayê payîn û hêvîkirin ku jin û zilaman wekhev bibîne. Heta vê sîstemê xwe li ser jiholêrakirina îradeya jinê daye avakirin. Di her qadeke jiyanê de jinê weke dijmin dibîne û ji bo ku jin bêne qetilkirin jî serî li rêbazên herî hovane û wehşetnak didin. Eger ev qas siyasetekî hovane nehatiba meşandin, ma AKPê dikarîbû bibe hevkar û şirîkê DAÎŞê. Ango ev sîstem, bi temamî li ser bingehê tinekirina îradeya jinê hatiye avakirin.
Tevî van hemû rastiyan jî, Davûtoxlu radibe dibêje, şîdeta li hemberî jinê, bêrûmetî ye. Wê demê pirsekî wiha tê hişê mirovan ku bibêje baş e kî bê rûmet e?. Di dema hikûmeta AKPê de ku li ser jinê şîdetekî bê hed û hesab hatiye meşandin, çawa dikarin rabin behsa rûmetê bikin û ev qas ji rastiya xwe dûrbikevin? Ev zîhniyeta ku di roja têkoşîna li hemberî şîdeta dijî jinê de dibêje jin û zilam wekhev nabin, îro radibe behsa rûmetê dike. Di esasê xwe de ev hemû gotinên ku têne kirin, rastiya zîhniyeta AKPê û bêrûmetiya wî nîşan didin.
Tevî ku li dijî sîstema hevseroktiyê ne ku naxwazin jin tevlî rêveberiyên herêmî bibin û radibin weke ku dixwazin jinê tevlî siyasetê bikin xwe didin nîşandan; dibe nakokiyekî din ê sosret. Ango dixwazin jinekî wer biafirînin ku bi temamî zîhniyeta zilam ji xwe re esas bigire û pêkbîne.
Divê jin li hemberî van polîtîkayên ku li dijî wan têne kirin bêdeng nemînin û li hemberî van polîtîkayên AKPê yên bêrûmetkirinê jî têbikoşin. Divê bi ti awayî ev gotinên ku di encama zîhniyeta zilam de derdikevin holê ku jinê tine dihesibînin neyên pejirandin û qebûlkirin.
Jin, xwedî wê hêza azadkirina jiyanê û ezmûna jiyanê ne ku jiyanên xwe radestî zîhniyeta zilamê serwer nekin.
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 37
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 38
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 39
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 40
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 41
Warning: Trying to access array offset on value of type bool in /home/komunar/public_html/ku/includes/reklamlar.php on line 42